Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Têgihiştina rola dayiktiyê di tevgera Dayikên Şemiyê de[1]

Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe.

Published onOct 20, 2022
Têgihiştina rola dayiktiyê di tevgera Dayikên Şemiyê de[1]

Têgihiştina rola dayiktiyê di tevgera Dayikên Şemiyê de[1]

Nisan ALICI

Werger: B. Öztunç

Hovîtiyên cûrbicûr, derbeyên leşkerî û binpêkirinên berbelav ên mafên mirovî, mohra xwe li dîroka Tirkiyeya modern xistine. Lêbelê, bêcezahiştin û înkara demdirêj, helwesta fermî a dewletê a li pêşberî binpêkirina mafên mirovî serdest kir, ku vê yekê di rastî, edalet û hesabpirsînê de rê li kêmaniyekê vekir. Windakirinên bizorî û kuştinên bêdaraz, di salên 1990î de di bin hukmê qanûna awarte de (di navbera salên 1984-2012an de) li herêma Kurdan di nav binpêkirinên herî berfireh ên mafên mirovî de bûn. Li hemberî vê piştperdeyê, Dayikên/Mirovên Şemiyê di 1995an de li Stenbolê bo ku li dijî windakirinên bizorî, yek ji pêkanînên herî sîstematîk ên tundiya dewletî a di dema nakokiya Kurdan de, derkevin ewilîn bi pêşniyaza çalakvanên ekserî jin û femînîst li gel malbatên windakiriyan dest bi seferberiyê kirin.[2] Tevgera Dayikên Şemiyê, gav bi gav bûye tevgereke civakî a berfireh, ku li heqîqet, edalet, hesabpirsîn û naskirinê digere û wan dixwaze. Di vê nivîsa blogê de, ez bala xwe didim ser rola dayiktiyê di tevgerê de, nexasim li ser rageşiya navbera du navên cuda disekinim: Mirovên Şemiyê û Dayikên Şemiyê. 

Destpêka Tevgerê                                                     

Di 17ê Gulana 1995an de malbata Hasan Ocak û Komeleya Mafên Mirovî (KMM), piştî lêgerîna 55 rojan cenazeyê wî ê îşkencekirî di goreke bênav de dîtin. Malbat û çalakvanên mafên mirovî, ku piraniya wan çalakvanên jin ên mafên mirovî an jî femînîst bûn, bang kirin ku bo binçavkiriyên winda bên dîtin û berpirsiyar bên darizandin bi rêkûpêk di çalakiyên bêdeng de bicivin. Wan, li Qada Galatasarayê a Stenbolê di 27ê Gulana 1995an de dest bi rûniştinên bêdeng kirin. Ev rûniştina yekemîn, tevgera mafên mirovî a dehsalan a ku daxwaza heqîqetê û edaletê dike da destpêkirin.

Derketina tevgera Dayikên Şemiyê, di çarçoveya tevgerên siyasî ên zindî ên salên 1990î de pêk hat. Tevgereke berfirehtir a mafên mirovî hebû, ku piştî derbeya leşkerî a 1980î li girtîgehan li dijî sûcên mafên mirovî kampanya bi rê ve dibir. Çalakvanên ku li gel malbatên windakiriyan tevlî çalakiyên rûniştinê dibûn, ji wê demê de ji hember nijadperestî û neteweperestiya li welêt, bi taybetî jî zexta ku li dijî Kurdan zêde dibe tevlî kampanyaya "Dest Neavêje Hevalê Min (Arkadaşıma Dokunma)"[3] dibûn. Pêşî, koma jinên ji kampanyaya 'Dest Neavêje Hevalê Min', bi koordînasyona Komîsyona KMMyê (İnsan Hakları Derneği, İHD) a li Dijî Binçavkiriyên Windakirî, bona ku di rûniştinên hefteyî de bên xwendin daxuyaniyên çapemeniyê nivîsandin. Heman komê, piştî her rûniştinê ji bo nirxandina civîna wê hefteyê û diyarkirina rojeva hefteya bê civîn li dar xistin.[4]

Ji Mirovan Heta Dayikan, Ji Dayikan Heta Mirovan

Navên Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê, an bi pevguhêrbarî an jî bi hev re wek Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê hatine karanîn. Tespîtên min nîşan didin ku di navbera bikaranîna navên Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê de rageşiyeke veşartî heye. Ev rageşî, rola zayendê, bi awayê ku Tevgera Dayikên Şemiyê ji hundir û derve tê fehmkirin nîşan dide. Dayikan, di çeperên herî pêş ên tevgerê de cih girtine û bi lez û bez dest bi sembolîzekirina komê kirine. Lêbelê, ên ku rehendên zayendîkirî ên tevgerê nîşan didan ne tenê dayik bûn. Wek berê jî hate gotin, çalakvanên femînîst û parastvanên jin ên mafên mirovî, di nav koma sereke de cih girtin, ku wê komê, tevî malbatan, biryar da ku li dijî windakirinan dest bi tevgerê bikin. Li dijî xwesteka çalakvanên femînîst, ku dixwestin wek Mirovên Şemiyê bên binavkirin, navê Dayikên Şemiyê bi tevgerê re hate girêdan. Ev yek, her çiqas hem ji aliyê medyayê hem jî ji aliyê raya giştî ve hatibe xurtkirin jî, ji aliyê çalakvanên di nav tevgerê de jî her ku çû zêde hate qebûlkirin. 

Dema ku koma yekem a çalakvanan bona destpêkirina çalakiya rûniştinê hat cem hev, xwestin wek Mirovên Şemiyê bên binavkirin da ku cihêrengiya kesên tevlî civînan dibin bê nîşandan. Ew wek dayik, jin an jî bi tenê wek xizmên jin ne, lê wek komeke parastvanên mafên mirovî, femînîst, çalkvanên çepgir û xizmên windakiriyan hatine cem hev. Xala destpêkê, ji aliyê komeke mirovên têvel ve, ku ji ber windakirinan bifikar bûn û dixwestin bi komî bertekekê nîşan bidin, lidarxistina çalakiyeke lezgîn bû. Dayiktî zû bû cewhera tevgerê, lê tevger ji tecrubeyeke dayiktiyê a hevpar derneket. Lêbelê gelek kes, ên ku di nav tevgerê de seferber bûne jî tê de, di wê baweriyê de ne ku tevgera Dayikên Şemiyê li dora tecrubeyeke dayiktiyê a hevpar derketiye û ji destpêkê ve xwe wek Dayikên Şemiyê bi nav kiriye. Îro, di nav çalakvanên ku beşdarî Mirovên Şemiyê bûne de têgihiştineke hevpar heye ku tevger her ku diçe zêdetir û bi awayekî asayî populertir dibe, çiku protesto gehiştine hawîrdoreke firehtir û bala alîgirên nû kişandine. Ev têgîşk, balkêş e, nexasim ji ber ku beşdarên femînîst di serî de wek tevgera dayikan û di emilandina navê Mirovên Şemiyê de israr kirin.[5] Ev, ne bi armanca nîşandana cihêrengiya ku nû hatiye qezenckirin, lêbelê bo ku tenê bi dayikbûnê ve neyê girêdan hate kirin. Her wiha, cihêrengiya tevgerê ji destpêkê ve her tim li wir bû û emilandina "mirovan" hilbijartineke bihiş bû da ku cihêrengiya heyî nîşan bide.

Rola Dayiktiyê

A herî pêşîn terma Dayikên Şemiyê îsnada tevgerê kir çapemenî bû, û piştre ew ji aliyê gelek kesên di nav tevgerê de û derveyî tevgerê ve bi lez û bez hate pejirandin.[6] Ber bi dawiya sala yekemîn a rûniştinên Galatasarayê ve, ev civînan, li Tirkiyeyê û li cîhanê wek Dayikên Şemiyê hatibûn nasîn. Ev yek, tevî hewldanên çalakvanan, wek di daxuyaniyên çapemeniyê de ên dawiya çalakiyan de emilandina îmzeya Mirovên Şemiyê, pêk hat.[7] Ev, heta radeyekê, ji ber îmayên xurt ên wêneya dayikên ku li zarokên xwe digerin û ji ber tecrubeyên navdar, wekî Dayikên Plaza de Mayoyê, bû.[8] Ji  ber vê, girîngîdayîna ser dayiktîyê bi piranî ji derve ve hatiye îsnad kirin.         

Dayiktî, tevî îdîayên ewilîn ku wê bibe komeke cihêreng û danekeve asta tevgereke "dayikan", xuya ye di berfirehkirina piştevaniya bo tevgerê de roleke navendî lîstiye. Tespîtên min nîşan didin ku di nav çalakvanan de têgihiştineke hevpar heye ku di serî de tevger wek tevgereke li ser bingeha dayiktiyê derketiye holê. Hewesa domandina fehma mexdûriyeta ku di esasê xwe de li ser tecrubeyên dayikan ava dibe, ji wê ramanê dertê ku esasê tevgerê li dora dayikên ku bo zarokên xwe li rastî û edaletê digerin dizîvire. Ev têgihîştin, bi awayekî xwezayî, tirsekê derdixe hole ku wê tiştekî ji tecrubeyên dayikan berfirehtir derkeve holê, û ev tişt wê bala xurt a li ser doza wan winda bike. Her wiha ew, îma dike ku ji nava tevgerê de jî dayik weke mexdûrên bêguneh tên dîtin, ku xelk dikare bi hêsanî empatiyê pê re bike.

Tevgera Dayikên Şemiyê ji aktorên cihêreng pêk tê; wek xizmên jin û mêr ên windakiriyên ji nifşên cuda, parêzeran, parastvanên mafên mirovî, siyasetmedaran û çalakvanên cûrbicûr. Jinan wek dayikan, xwişkan, keçan û çalakvanan di nav tevgerê de li çeperên herî pêş cih girtine. Lê belê, girîngîdayîna li ser dayiktiyê, bûye taybetmendiyeke bingehîn a nasnava Tevgera Dayikên Şemiyê. Bi rastî, dayikên windakiriyan bûne lokomotîv, lêbelê sedema ku dayiktî kiriye pêkhateya herî navendî û berbiçav ne ew tenê ye. Çiku dayik wek mexdûrên bêguneh tên dîtin, bi rêya girîngîdayîna kategoriya dayiktiyê bidestxistina meşrûiyetê, berbiçaviyê û pêbaweriyê hêsantir bûye. Têgîna Dayikên Şemiyê, ji bo şopandina armancên xwe ên li ser nasnava dayiktiyê amûreke berdar pêşkêşî wan kir. Dema li zarokên xwe digeriyan, li gorî berteka ku ji raya giştî hat wergirtin, fehma dayikan wek mexdûrên bêguneh ên ku li zarokên xwe digeriyan bi demê re pêşve çû û guherî, û dayiktî bû hêmaneke sereke a ku di salên paşê de teşeya tevgerê dayê.[9]

Ji ber ku dayiktî bi gelemperî wek tiştekî ji siyasetê wêdatir tê dîtin, bo civakê bi ezibînên dayikan re eleqedar bûn û girîngîdayîna wan hêsantir e. Karaman angaşt dike ku dayik wek xwediyê bêalîbûneke siyasî tên têwandin û ev yek ji bo xwegihandina forûmên xelkî dibe alîkar.[10] Nexasim li welatên mîna Tirkiye, Şîlî û Arjantînê, ku mixalefet bi navgînên tund tên tepisandin, bêalîbûna polîtîk a têwandî, dema hêrs û êşa xwe bi raya giştî re parve dikin, heta astekê hêsaniyê dide dayikan.

Lêbelê, pirsgirêka bi etîketa dayiktiyê ve têkildar, qasî ku ji bo komê bi kêrhatî ye, sêqat e. A yekem, li ser girîngîdayîna kategoriya dayiktiyê, rîska bêdengkirina mexdûrên din ên ku nasnav an jî tecrubeyên wan kêmtir meşrû tên dîtin derdixe holê. Meyla wê a asayî ew e ku dayikan wek mexdûrên bêguneh, ku ji hêla polîtîk ve bêalî ne û êşa wan meşrû û têkilbar dihesibîne.[11] Lêbelê, ev meyl rîska têgihiştineke dulibî derdixe holê; li aliyekî mexdûrên îdeal ku bihîstin, dîtin û mixatabiyê heq dikin, li aliyê din, kesên ku, çiku ne li gorî têgîşkên mexdûrên îdeal in, daxwazên wan ji ber çavan tên rakirin. Di civakên dema nakokiyê û piştî nakokiyê de kategoriya mexdûriyetê bi piranî bi bêgunehî, bêsûcî û paqijiya exlaqî re têkildar e. Ji ber vê, qurbanên bêguneh liyaqê maf û piştevaniyê tên dîtin. Wateya naskirina hin qurbanan wek kesên bêguneh an jî meşrû, di nav kategoriyên mexdûriyetê de çêkirina astegeriyan û, di dawiyê de, ji hole rakirina kesên ku wek mexdûrên meşrû nayên hesibandin e. Breen-Smyth angaşt dike ku di nav kesên din de, medya biryarê dide ka kî mexdûrên meşrû ne û ji ber vê bona ezibînên wan dibe xem bê xwarin.[12]Di mijara Dayikên Şemiyê de jî, di wesfandina tevgereke civakî a aktorên cuda wek tevgereke nasnava dayiktiyê û bi vî rengî têgihiştina ku dayik mexdûrên meşrû ne û windakirinên wan xembar e medya bûye aktoreke sereke.[13] A sêyemîn jî, girîngîdayîna ser dayiktiyê, rîska xirabkirina çarçoveya siyasî ya binpêkirinan derdixe holê û wê dadixe asta ezibînên takekesî. 

Tevgera Dayikên Şemiyê tecrûbeya xwe a mexdûriyetê di qada siyasetê de watedar kir û yek ji tevgerên civakî ên herî demdirêj û berbiçav ên Tirkiyeyê ava kir. Li gel tundiya polîsî a domdar, hewldanên krîmînalîzekirinê û nakokiyeke domdar, ew, bona biserxistina welatekî ku windakirinên bizorî rawestiyane û faîl tên darizandin xebitîn. Bi têkoşîneke domdar ku dayikan dixe navendê, wan qadeke xelkî ava kirin, ku têgehên heqîqet, edalet û bîreweriyê ji aktorên cûrbicûr dîtinbarî û piştevanî bi dest xistine.

 

 



[1] Ev nivîsa blogê li ser encamên lêkolînên min ên doktorayê hatiye avakirin. Binêrin Alici, N. (2022) Imagining Transitional Justice in the Ongoing Kurdish Conflict: A Victim-Centred Analysis, Thesis (PhD), Ulster University.

[2] Li ser aliyên zayendîkirî ên windakirinên bizorî wekî yek ji binpêkirinên mafên mirovî ên herî sîstematîk ên dema nakokiya Kurdan ji bloga min a berê binêrin.

[3] Ev dirûşm, pêşî di destpêka salên 1980yî de di tevgerên hember nijadperestiyê ên li Belçîka, Fransa, Holanda û Elmanyayê hatibû emilandin. Heman dirûşm, piştre di kampanyayên cuda ên siyasî ên li Tirkiyeyê jî hat emilandin.

 

4 Karakuş, F. (2021) 27 Mayıs 1995: Cumartesi İnsanları/Anneleri Galatasaray’da! Available at: https://www.catlakzemin.com/27-mayis-1995-cumartesi-insanlari-anneleri-galatasarayda/ [Accessed 15 August 2021].

 

[5] Göral, Ö. (2021) Memory as experience in times of perpetual violence: the challenge of Saturday Mothers vis-à-vis cultural aphasia. Kurdish Studies, 9(1), 77-95.

[6]  Pişkin, T. (2018) Cumartesi Anneleri/İnsanları'nın devletin "gücüyle" 700 haftalık imtihanı. Available at: https://m.bianet.org/bianet/insan-haklari/200259-cumartesi-anneleri-insanlari- nin-devletin-gucuyle-700-haftalik-imtihani [Accessed 17 May 2021]. 

[7] Supra n. 4

[8] Can, B. (2014) State-Making, Evidence-Making, and Claim-Making: The Cases of Torture and Enforced Disappearances in Post-1980 Turkey. Thesis (PhD), University of Pennsylvania. 

 

[9] Têgihîştina dayikan wekî mexdûrên bêguneh, nayê wê wateyê ku wan fehma kevneşopî ên dayiktiyê veneguherandine û li dijî parçebûna têwandî a navbera qada taybet û xelkî derketine. Bo analîzeke berfireh li ser avakirina dayiktiyê wek teşeyeke saziya siyasî binêrin, see Karaman, E. R. (2016) Remember, s/he was here once: Mothers call for justice and peace in Turkey. Journal of Middle East Women’s Studies, 12(3), 382–410. 

[10] Supra n. 9

[11] Bo analîzên bi hûrgilî li ser têgihîştinên dulibî ên mexdûriyet, mexdûrên bêguneh û mexdûrên îdeal binêrin, Christie, N. (1986) The ideal victim. In: Ezzat A. Fattah, ed. From crime policy to victim policy. New York: Palgrave, 17-30.; Bouris, E. (2007) Complex Political Victims. Bloomfield: Kumarian Press.; Moffett, L. (2016). Reparations for ‘guilty victims’: Navigating complex identities of victim- perpetrators in reparation mechanisms. International Journal of Transitional Justice, 10(1), 146-167.; Hearty, K. (2018) Victims of human rights abuses in transitional justice: Hierarchies, perpetrators and the struggle for peace. International Journal of Human Rights, (7), 888.

[12] Breen-Smyth, M. (2009) Hierarchies of pain and responsibility: Victims and war by other means in Northern Ireland. Tripodos, 25, 27-40.

[13] Li ser têgeha xembariyê bo nîqaşeke bi hûrgilî binêrin, Butler, Judith P. Frames of war: When is life grievable? Verso Books, 2009.


*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.

 

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?