
Description
YUVARLAK MASA TOPLANTISI NOTLARI
NÎŞEYÊN CIVÎNA MASEYA GILOVER
Amadekar: E. İrem AKI[*]
Werger: B. Öztunç
Ev metn, ji bo encamên civîna maseya gilover ya TORÊN AŞITIYÊ ku di 28ê Nîsana 2023an de di platforma onlayn ya Off-University de hat lidarxistin, bi raya giştî re parve bike hat amadekirin. Di civîne de Ji Komeleya Lêkolînên Çandî yên bo Aşitiyê (BAKAD) Atalay Göçer, ji Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz, ji Komeleya Lêkolînê ya Demokrasî, Aşitî û Ramyarên Alternatîf (DEMOS) Ferda Fahrioğlu Akın, ji Enstîtuya Lêkolînên Ramyarî û Civakî ya Amedê (DİSA) Derya Çok û ji Komeleya Avakarên Aşitiyê yên Ciwan Berfin Coşkun amade bûn. Mijarên sereke yên di civînê de hatin nîqaşkirin têgeha aşitiyê, hilbijartinên giştî yên parlamentoyê û Serokkomariyê yên Gulana 2023an û tevkariya rêxistinên sîvîl yên di warê aşitiyê de dixebitin bo avakirina aşitiyê û têkilî û hevgirtina di navbera wan de ye. Di vê çarçoveyê de nêrîn û pêşniyarên ramyarî yên di civînê de derketine pêş bi vî rengî ne:
LI SER ÇIBÛNA AŞITIYÊ FIKIRÎN
Di civînê de ewilî di xebatên aşitiyê yan jî avakirina aşitiyê de bal hat kişandin ser girîngiya fikirandina perspektîfeke hevbirr. Atalay Göçer û Berfin Coşkun bal kişandin ku, pevçûn ji aliyê mirovekî LGBTI+, jineke ciwan a Kurd, nifşê mezin yê navsere û zilamên ji aliyê aboriyê ve bi hêz, mirovên astengdar bi awayên cuda tecrube dikin û divê bi qasî ku pêkan be ev hemû tecrubeyên cuda bên ser maseya aşitiyê. Bi vî awayî, li gorî Atalay Göçer, em dikarin aşitiyê wekî "ji aliyê kesên ku hevpariyeke wan nîne ve avakirina jiyana hevpar" pênase bikin. Rewşa aşitiyê, bi rewşa aramiyê ve jî têkildar e. Aşitî, di heman demê de bi çavdêriya başbûna me û ya kesên li kêleka me û pêvajoya der barê rengê avakirina wê ve jî têkildar e. Tevî vê, bêguman aşitî bidawîkirina pevçûneke heyî ve jî têkildar e. Lê belê, aşitiyeke mayînde û berdewam, ne tenê bi aşitiyeke nerênî ya tê wateya bidawîbûna pevçûnan, lê bi têgihiştina aşitiya erênî[1], ango, ji holê rakirina newekheviyên heyî û ewlekirina edaleta civakî ya li ser fikrên Johan Galtung dibe pêk were. Xaleke din ya ku Göçer tîne ziman, têkiliya aşitiyê ya bi hev fehmkirinê re ye. Bi awayekî zelaltir, avakirina aşitiyê, bi fehmkirina hev, guhdarî kirina hev, çavdêriya pêdiviyan û bo herkesî avakirina qadên ewle re têkildar e.
Li Tirkiyeyê mixabin em şahid dibin ku daxwaza aşitiyê, yên daxwaza aşitiyê dikin tên marjînalîzekirin û krîmînalîzekirin. Li aliyê din, mîna ku Berfin Coşkun jî destnîşan dike, em bi romantîzekirina aşitiyê ve jî rû bi rû ne. Bi awayekî zelaltir, têgihiştineke wisa heye ku dê her du alî bi hev re aşitiyê pêk bînin û piştre hemû pirsgirêkên civakê çareser bibin. Li gorî Coşkun, perspektîfeke bi vî rengî pêvajoya piştî aşitiyê hîn bêhtir şikestînbar dike û zirarê dide berdewamiya aşitiyê. Di rastiyê de, bi vî awayî, girîngî û hesasiyeta pêvajoya piştî avakirina aşitiyê jî ji ber çavan nayê girtin.
DI DANEZANÊN HILBIJARTINÊ DE "AŞITÎ": TIRKIYE ÇIQAS NÊZÎKÎ AŞITIYÊ YE, ÇIQAS DÛRÎ WÊ YE?
Dema em ji hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan û bêjarên tifaqan dinêrin, boçûneke ku hemû komên şikestînbar dihewîne nabînin. Mînak, dema em di warê temsîlkariya LGBTI+ de ji lîsteyên namzedan dinêrin, mixabin ji bilî namzedên Partiya Keskan û Pêşeroja Çep (YSP) û Partiya Karkeran ya Tirkiyeyê (TİP) em tu namzedan nabînin. Ji namzedên YSPyê Aysima Mihriban Mehtap Arslan, xebatên Komeleya Antepqueer didomîne û di rêza 9emîn de ji Antepê wek namzed hatiye nimandin. Çalakgera û lîstikvana Jin ya Trans Zeynep Esmeray Özadikti, di lîsteya TİPê de li herêma Stenbol 2yê di rêza 3emîn de hatiye nimandin. Du namzedên jin ên trans ên TİPê jî di lîsteyan de cih girtine. Li gorî vê, Talya Aydın li herêma Stenbol 2yê di rêza 18emîn de, Niler Albayrak li Stenbol 3yê di rêza 11emîn de wek namzed hatine nimandin.[2]Atalay Göçer bal kişand ku divê em li ser bifikirin ka temsîlkariya LGBTI+ divê çawa be. Bi awayekî zelaltir, li şûna ku bi nimandina namzedê LGBTI+ ji cihekî ku pêkan e were hilbijartin û bi vî awayî siyaseteke vîtrînî were birêvebirin, divê li ber çavan bigire ka partî di rêgezê de aşitiyê çiqas dihundirîne û gelo ev siyaseteke ku komên şikestînbar jî dihewîne hildiberîne yan na.
Dema behsa siyaseta vîtrînî tê kirin, ji bilî LGBTI+ yan komên wekî jin û ciwanan jî tê êqil. Ferda Fahiroğlu Akın jî got ku divê em li ber çavan bigirin ku temsîlkarî ji bo hemû partiyên ramyarî veguheriye ser siyaseteke vîtrînî. Mînak, li gel ku niha namzedekî AKPyê yê 18 salî heye jî, gumanbar e ku ciwan dê kanibin daxwazên xwe çiqas bînin ziman. Li gorî Berfin Coşkun, ya girîng ne tijekirina kotayê ye, nimandina wekî namzed ya ciwanan li cihên ku pêkan e bên hilbijartin. Di vir de ya girîng guhertina bêjar û têgihiştinê ye:
"Di nava ciwanan de li hemberî sazî û aktorên ramyarî ên heyî bêbaweriyeke mezin heye, ku ji aliyê nifşên mezin ve wekî apolîtîkbûnê tê dîtin. Lê belê, rewş ne bi vî rengî ye. Ragihandina ramyariyê, ne tenê bi ciwanan re, lê rasterast bi tevahiya gel re ji jor ber bi jêr ve ye. Bêyî ku ev bêjara giştî biguhere, tenê bi guherandina alavan mirov nikare xwe bigihîne ciwanan, mixabin. Ev helwest, nikare daxwazên ciwanan bîne cih. Lê belê, heke îroroj ji sedî 60-70 yên ramyaran ciwan bin jî, ez ne bawer im ku dê pirr tişt biguherin, lewre divê ew ziman, ew bêjar were ciwankirin. Ser vê re, her çend gorî nifşê me yê mezin zêdetir cih heye ku em bi "êdin" re rastî hev werin, ji ber zimanê polarîzeker ê siyasetê, em zehmetê dikişînin ku bi hev re têkiliyê deynin. Atmosfera paranoyayê ya hatiye afirandin, têkiliya di navbera ciwanan de jî sînordar dike. Ji ber vê, ciwan nikarin daxwazên xwe bînin ziman. Hem bo ciwankirina zimanê ramyarî hem jî bo ciwanên ji paşxanên cuda karibin xwe bi rengekî ewle li van qadên rasthatinê bînin ziman, civaka sivîl xwedî peywireke mezin e."
Ji ber vê yekê, bo temsîlkirina komên şikestînbar hebûna kotayan girîng e, lê bi tena serê xwe têrê nake. Li gorî Ferda Fahrioğlu Akın, siyaseta vîtrînî bo jinan jî heye û her çiqas kota û pergala hevserokatiyê hebe jî, em dikarin bibînin ku di têkiliyên hundirê partiyan û qada ramyariyê de rolên zayenda civakî yên bicihbûyî berdewam dikin.
Xaleke din ya di civînê de bal hatiye kişandin jî ew e ku pirsgirêka temsîlê ne tenê li aliyê hikumetê, lê li aliyê muxalefetê jî bipirsgirêk e. Ji vê aliyê ve, heke em piştî hilbijartinê pêvajoyeke aşitiyê texayyul dikin, divê em bikarin hemû aliyên ramyarî yên siyaseta vîtrînî bi rê ve dibin rexne bikin.
Di vê çarçoveyê de, çiku Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser tundûtûjiyên ku di pîrozbahiyên Newroza Amedê deqewimîn daxuyanek neda, bû mijareke rexneyê. Kesên LGBTI+, gava ala keskesorê li qada Newrozê vêxistin, rastî tundûtûjiya komeke rêxistinkirî hatin. Komîteya çalakiyê jî tu daxuyanî nedan. Tenê Meclîsa Jinan ya HDPyê metnek weşand.[3] Ji ber vê, heke em behsa çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd dikin, divê bi rengekî ku her cure meyl û nasnameyên zayendî dihewîne bê birêvebirin. Di vê xalê de peywira mezin li civaka sivîl û li aktorên ramyarî dikeve.
Mijareke din ya ku hate nîqaşkirin ew bû ku, ka Tifaqan di danezanên xwe yên hilbijartinê de çiqas cih dane bêjara aşitiyê û pirsgirêka Kurd. Di nav pênc Tifaqên ku dikevin hilbijartinê de (Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Komarî, Tifaqa Milet, Tifaqa Ata û Tifaqa Yekîtiya Hêza Sosyalîst), ya bi awayekî eşkere behsa aşitiyê û pirsgirêka Kurd kiriye Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Wekî ku Hakan Tahmaz jî dikişîne, partiyên siyasî yên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî vînekê û nexşerêyekê ne. Li gorî Tahmaz, Tifaqa Komarî û Tifaqa Ata hebûna xwe ji şer û pevçûnan distînin, Yekîtiya Hêza Sosyalîst jî jixwe di tu metnên xwe de behsa pirsa Kurd nake. Dema mirov ramyariyên van sê Tifaqan dide ber çavan, encama hilbijartinan çi be bila be, li piştî hilbijartinan pêvajoyeke dijwar li benda me ye, ango ên ku aşitiyê dixwazin.
Di Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevpar ya Tifaqa Millet de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyek nîne. Di Metnê de peyva “Kurd” jî derbas nabe. Tevî vê, wekî ku Tahmaz jî diyar dike, "Tifaqa Milet ne rasterast têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, lê belê bo pêvajoyeke ku dikare deriyê çareseriyê veke, xwedî hin tespît û sozan e. Kemal Kılıçdaroğlu wek serokê muxalefetê û namzedê serokkomariyê, di asta bêjarî de be jî xwedî gotin, helwest û boçûnekê ye ku ji ramyariya navendî cuda dibe û dilê mirov hûnik dike, mirov aram dike û hêviyê mezin dike.” Li gorî Tahmaz,"Geşedanên wekî ku di Metna Lihevkirina Polîtîkayên Hevpar de hatiye îfadekirin ku dê tayînkirina qeyyûman û girtina partiyan bi dawî bibe û daxuyaniya Kılıçdaroğlu ya ku dibêje ‘cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Meclîs e’, helwestên hêvîder in û divê bi awayekî cidî bên dîtin."
Li ser vê rê de, mijareke din ya di civînê de hat nîqaşkirin, banga helalkirinê ya Kılıçdaroğlu[4] bû. Hate ragihandin ku, bêjara Kılıçdaroğlu ya helalkirinê bi tena serê xwe têrê nake û divê were kûrkirin. Dema ku Kılıçdaroğlu ev têgeh cara ewil anî ziman, her çiqas ev têgeh di xebatên avakirina aşitiyê û edaleta guhêzî de nayê emilandin jî, wek hêvîder hate pêşwazîkirin û sîh û heft rêxistinên civaka sivîl li ser vê mijarê daxuyanî dan:
"Her çiqas em li hember peyva helalkirinê biîhtiyad bin jî, haya me jê heye ku zindî hiştina vê qada nîqaşê girîng e. Em çi navî lê kin bila be, ‘helalkirin’ yan ‘rûbirûmayîna bi paşerojê re’, em li bendê ne ku gavên di vî alî de werin avêtin xizmeta aşitiyeke mayînde bike. Ji ber vê, em bi bîr dixin ku mexdûr û civaka sivîl divê naveroka helalkirinê dagirin. Em wek rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û înîsiyatîfên ku di van qadan de tevdigerin, talib in ku her pêvajoyê ya li ser esasê heqîqet, edalet û wekheviyê ava bikin û bi rê ve bibin."
Ferda Fahrioğlu Akın diyar kir ku bêbersivhiştina muxalefetê ya li hemberî vê banga rêxistinên civaka sivîl hêviyê dişikîne.
Xaleke din ya bal hatiye kişandin jî ew e ku pirsgirêkên aborî pêvajoya hilbijartinê de pêşî li daxwaza aşitiyê girtiye. Ya rast, ne tenê di dema hilbijartinê de, mîna ku Hakan Tahmaz jî diyar kir, piştî ku pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an bi dawî bû, aşitî, di rojeva ramyariyê û civaka sivîl de tunebû. Ji wê demê û vir ve, gelekî kêm mirovan aşitî ji xwe re kirine rojev. Li vir, bêguman krîmînalîzekirina daxwaza aşitiyê yan jî zexta ramyarî ya li dijî daxwaza aşitiyê hat afirandin jî xwedî parekê ye. Lê belê, qeyrana ramyarî û aborî ya Tirkiyeyê rojeva pêşîn ya her kesî bû û bû sedem ku axaftina aşitiyê yan jî pirsgirêka Kurd bidin aliyekî. Tevî vê, li ser hat sekinîn ku pirsgirêkên aborî yan bêedaletiya aborî jî bo avakirina civakeke aşitiyane nebenabe ye, lê belê divê ev yek bi awayekî gişgir li ber çavan were girtin.
Mijareke din ya di rojeva hilbijartinê de bal hatiye kişandin ew e ku muxalefet (Tifaqa Ked û Azadiyê jî di nav de) bi rêya dijberiya xwe ya li hember Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan û AKPyê piştevaniya dide Kılıçdaroğlu. Wekî din, wek çawa ku hemû partiyên siyasî piştevaniyê didin Kılıçdaroğlu, piştevaniya ku ji alîgiran tê jî bi heman rengî ye. Tevî ku perspektîfa Tifaqa Milet ya li ser pirsgirêka Kurd kêm e û heta di hundirê xwe de ne hevgirtî ye jî, ev piştgirî didome.
Herî dawî, behsa bêdengiya muxalefetê, bi taybetî jî ya Kılıçdaroğlu, ya li hember operasyona ku li Amedê û 21 bajaran de hat rêvebirin û nêzî 150 kesan (di nav de parêzer, rojnameger, xebatkarên civaka sivîl, çalakgerên Kurd) hatin binçavkirin.[5] Li gorî Hakan Tahmaz, "Ev bêdengî, di heman demê de der barê rojên pêş de îşareta reşbîniyekê û pirsgirêka pêbaweriyê dike." Tahmaz diyar kir ku di vî warî de divê civaka sivîl bibe xwedî erkeke hişyarker û di şert û mercên ku em bi destê hemû êdinkirinên civakê negirin de em nikarin der barê aşitiyê de wêrek bibin û civakê jî wêrek bikin û mirovên din bi kelecanî bikin.
CIVAKA SIVÎL Û AVAKIRINA AŞITIYÊ
Di civînê de têkilî û hevgirtina navbera rêxistinên civaka sivîl yên li ser aşitiyê û edaleta guhêzî dixebitin mijareke din bû ku li ser hate sekinîn. Di vê çarçoveyê de, bal hat kişandin ser girîngiya li hev civîna rêxistinên civaka sivîl ên li ser aşitiyê û edaleta guhêzî dixebitin û danûstendina agahiyan ya di navbera wan de û di vî warî de lidarxistina civînên mîna TORÊN AŞITIYÊ.
Hat destnîşankirin ku rêxistinên civaka sivîl ên di avakirina aşitiyê de li Tirkiyeyê dixebitin, xebatên gelekî baş kirine, wek mînak wergerandina tecrubeyên cîhanê bo zimanê Tirkî, lê belê têkiliya navbera wan sînordar e û divê têkiliyeke hîn bibandor hebe.
Rola civaka sivîl di avakirina aşitiyê de mijareke din ya nîqaşê bû. Li gorî vê yekê, pirsên ‘wekî civaka sivîl çi dikare bê kirin’ û ‘wekî civaka sivîl em dikarin çi bikin’ hatin nîqaşkirin. Hakan Tahmaz got, "Îhtimal heye ku serdema pêş hêviyê bide me û di vê pêvajoyê de wekî civaka sivîl divê em hewl bidin ew deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd heta dawiyê vekin."
Li gorî Tahmaz, heke heyama pêş me wê soza hêviyê bide me, wê bi awayekî hêvîder bi pêş bikeve, wê Meclîs bo pêvajoya çareseriyê bibe aktorekî girîng. Pêwîst e were zanîn ku tu pêvajoyên çareseriyê wê di rêveçûna vîna pêşengên du partiyan de bi rê ve neçe. Her wiha bal hat kişandin ku divê hemû aliyên pevçûnê li ber çavan bên girtin. Dîsa bal hate kişandin ku ber bi hilbijartinên 14ê Gulanê de aktorên ramyarî, bi taybetî Tifaqa Milet, dema ku ji aliyekî ve hewl bide da pêvajoya çareseriya 2013-2015an krîmînalîze bike, ne ji dil e ku ji aliyê din ve qala aşitiyeke yan ramyariyeke ku herkesî dihewîne bike.
Ferda Fahrioğlu Akın bal kişand ku di avakirina aşitiyê de rola civaka sivîl pirr girîng e û heta ku aşitî neyê vî welatî pêwîst e civaka sivîl raportkirina binpêkirinan bidomîne. Fahrioğlu Akın, li aliyê din diyar kir ku divê civaka sivîl çalakiyên lobîkirinê zêdetir bixe rojeva xwe. Her çend peyva lobîkirinê di destpêkê de nebaş xuya dike jî, ya ku li vir tê dilkirin, mîna raportên sîberê yên ji Komîsyona Ewropayê re hatine şandin, zexta li ser biryardar an jî qanûndanêran e da ku avakirina aşitiyê bixin rojevê.
Hat ragihandin ku pirsgirêka temsîliyetê ya li jorê hatiye behskirin, ango temsîliyeta jinan, LGBTI+, ciwan û astengdaran yan jî ji siyaseta vîtrînî wêdetir Pêkanîna guhertina têgihiştin û polîtîkayê divê bikeve rojeva civaka sivîl.
Di civînê de bal hat kişandin ser rola civaka sivîl a di demên qeyranê de. Atalay Göçer rexne kir ku civaka sivîl wexta ku di demên qeyranê de li ser hewcedariyan disekine li gorî daxwazên cis-zilamên heteroseksuel û saxlem tevdigere. Wek mînak, piştî erdhêja 6ê Sibatê, civaka sivîl ya li derdora Amedê dixebite, hewcedariyên zilamên cis-heteroseksuel û paçê zarokan û pedên mehikî wek pêwîst nîşan didan, li aliyê din hewcedariyên mirovên li derveyî van kategoriyan li ber çavan nedigirtin; pêdiviyên nexweşên diyabetê, nexweşên çolyakê û LGBTI+yan li ber çavan nedigirtin.[6]
Di civînê de her wiha hat nîqaşkirin ku pêvajoya piştî hilbijartinê dikare rê li ber heyameke piştî-AKPyê (post-AKP) veke. Di rewşeke bi vî rengî de, bal hat kişandin ku awayê hilgirtina dest ya binpêkirinên mafên mirovî ên di dema desthilatdariya AKPyê ya 20 salan de hatine jiyîn, awayên avakirina bastûrên edaleta guhêzî pirsgirêkeke cuda ye. Di vê çarçoveyê de li aliyekî di heyameke mihtemel ya piştî-AKPyê de jî di avakirina bastûrên hesabpirsîna ji paşerojê de bal hat kişandin rola rêxistinên civaka sivîl yên li ser avakirina aşitiyê, çareseriya pevçûnê û edaleta guhêzî dixebitin, li aliyê din ve dîsa di heyameke mihtemel ya pişt-AKPyê de hat bilêvkirin ku divê bastûrên edaleta guhêzî saxmayiyan/mexdûran hilgire navenda xwe.
Herî dawî Hakan Tahmaz li ser wexta minasib ya ku civaka sivîl di pêvajoya hilbijartinê de dest bi xebatê bike tecrubeyên xwe pêşkêş kirin. Li gorî vê yekê, Wî diyar kir ku heyama hilbijartinê kete dewrê, çiku rojeva xebatên hilbijartinê giran e û çiku partî bêyî gotinên xwe naxwazin tu gotinan bibihîzin dema hilbijartin dikeve rojevê lê hêj pêvajoya hilbijartinê tam bi dest nekiriye divê bo hilbijartinan xebat bên kirin, civîn bên lidarxistin. Weqfa Aşitiyê jî di Mijdara 2022yan de, der barê çalakiyên ku di hilbijartinên 2023yan divê bên kirin de bi beşdariya nêzî panzdeh akademîsyen, çalakgerên aşitiyê û nivîskaran du heb civîn li dar xistin û di Çileya 2023yan de ‘Bo Hilbijartinên 2023yan Belgeya Helwestî’ diyar kir[7] û bang kir ku “hemû partî û saziyên ramyarî û hemû hemwelatî, di pêvajoya hilbijartinan de û piştî hilbijartinan di nav seferberiyeke aşitiya civakî de bikevin bin berpirsiyariyê û vê derfetê bi awayekî aqilmendane biemilînin.”
[*]Lêkolînera mêvan, Navenda Lêkolînên Pevçûnê, Zanîngeha Marburgê
*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.
[1] Gülcan Ergün, Rapor: Türkiye’de Eleştirel Barış Çalışmaları, Off-University. Organisation Für Den Frieden e.V., 2022, https://off.pubpub.org/pub/mg6kypjj ; Cuma Çiçek, “Sivil Toplumun Barış Çalışmalarında Sınır-Aşan Ortaklıklar”, Off-University. Organisation Für Den Frieden e.V. 2022, https://doi.org/10.21428/031c5acb.add732f0 erişim tarihi: 08.05.2023; Aysel Fidan, Atalay Göçer, Yakın Geçmişten Olası Geleceğe Barışı Yeşertmek 2013-2018 Yılları Arasında Diyarbakır’da Yaşayan LGBTİ+’lar, Barış İçin Kültürel Araştırmalar Derneği (BAKAD), Keskesor Amed Lgbti+ Oluşumu, 2021.
[2] İlker Hepkaner, Velvele Seçim Bülteni #4, https://velvele.net/2023/04/16/velvele-secim-bulteni-4/, dîroka gihiştinê: 08.05.2023.
[3] Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Züleyha Gülümê jî bi rêya hesabê xwe yê twîtterê daxuyanek da û êrîş şermezar kir: "Em 'êrîşên tund' ên li dijî LGBTI+yan qebûl nakin. Tu kom wê qada Newrozê ku bi mîlyonan kes ên ku ‘aşitiyê û jiyaneke ku her kes bi mafên xwe wekhev dijî’ diparêzin têne cem hev nikare bike alava bêjar û kiryarên nefretê.” https://twitter.com/zuleyhagulum/status/1638471382718619649?s=20, dîroka gihiştinê 08.05.2023.
[4] Ji bo bangewaziya helalkirinê binêrin: Yeşim Yaprak Yıldız, “Türkiye’de Geçmişle Yüzleşme Tartışması: Helalleşme Çağrısı Ne İfade Ediyor?”, DEMOS Blog, 20 Aralık 2022, https://demos.org.tr/helallesme-cagrisi-ne-ifade-ediyor/; Ferda Fahrioğlu Akın, “Helalleşme Sürecinin Aktörleri Kimler Olmalıdır?”, DEMOS Blog, 30 Mayıs 2022, https://demos.org.tr/helallesme-surecinin-aktorleri-kimler-olmalidir/; Güneş Daşlı, “Helalleşmeyi Uzlaşma ve Geçiş Dönemi Adaleti Bağlamında Nasıl Tartışabiliriz?”, DEMOS Blog, 19 Aralık 2021, https://demos.org.tr/helallesmeyi-uzlasma-ve-gecis-donemi-adaleti-baglaminda-nasil-tartisabiliriz/ ; Osman Kavala, “Helalleşme Nereye Varır?”, T24, https://t24.com.tr/yazarlar/osman-kavala/helallesme-nereye-varir,3974627 Nisan 2023 dîroka gihiştinê:08.05.2023.
[5] https://artigercek.com/guncel/diyarbakirda-gazeteci-siyasetci-ve-hukukculara-operasyon-150nin-uzerinde-kisi-247397h, dîroka gihiştinê 08.05.2023.
[6] Ji bo vê mijarê bnr.: Atalay Göçer, Deprem Sonrası Geçici Barınma Mekanları, Diyarbakır’da Depremden Hayatta Kalan LGBTİ+’lar, Barış için Kültürel Araştırmalar Derneği (bakad), Keskesor Amed LGBTİ+ Oluşumu, 07.03.2023.
[7]2023 Seçimleri Tutum Belgesi, Barış Vakfı, http://barisvakfi.org/wp-content/uploads/2023/01/2023-Secimleri-Tutum-Belgesi.pdf, dîroka gihiştinê 8.05.2023.
ROUNDTABLE MEETING NOTES