Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Şandeya Mirovên Aqilmend: Lêkolîneke Ji Ser Bingehap Zayenda Civakî Ve

Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe.

Published onSep 23, 2022
Şandeya Mirovên Aqilmend: Lêkolîneke Ji Ser Bingehap Zayenda Civakî Ve

Şandeya Mirovên Aqilmend: Lêkolîneke Ji Ser Bingeha  Zayenda Civakî Ve

Cuma Çiçek

Werger: Hüseyin Botan

Di ser biryara “Jin, Aşitî û Ewlehî” ya bi hejmara 1325 (2000) a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de 22 sal derbas bûn.[1] Di ser biryara “Peymana Pêşîlêgirtina Her Cureyê Cudakariyê Ya Li Dijî Jinan” (CEDAW) jî ku ji vê biryarê re bûye bingeh 43 sal derbas bûn. Biryara ya bi hejmar 1325, balê dikişîne ser keç û jinan ku di pevçûnan de ji mêran zêdetir  bandor dibin, bang li aliyên eleqedar dike ku pêşîlêgirtina pevçûnan, çareserkirina pevçûnên derketî holê û di avakirina aşitiyê de perspektîfa zayenda civakî bê pejirandin. Ev bang, beşdarbûna jinan a di çareserkirina pevçûnan û avakirina aşitiya civakî de, parastina wan a ji tundiya li ser bingeha zayendê dihewîne, her wiha ev bang başbûn û avakirineke aşitiyê di nav xwe de dihewîne ku jin di pêşîlegirtina tundiyê ya ser bingeha zayendê û pêvajoya avakirina lihevkirinê de karibin dengê xwe rasterast bidin bihîstin û rasterast pêdiviyên xwe diyar bikin.[2]

Di rêzebloga yekem de,[3] min tevkariya mobîlîzasyona civakî ya li ser bingeha zayenda civakî ji bo aşitiyê û potansiyela ber bi avakirina hevkariyên sînoran derbas dikin di civakeke parçebûyî de nivîsand. A duyem de, Nîsan Alici,[4] di perspektîfa edaleta veguherîner û edaleta dewra derbasbûyînê de bi çavê zayenda civakî pevçûna Kurdan nîqaş kir. Di rêzebloga sêyem de, ez ê di pêvajoya çareseriyê 2013-2015’an de ceribîna şandeya mirovên aqilmend (ŞMA) di çarçoveya zayenda civakî de binirxînim.

 

Şandeya Mirovên Aqilmend

Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi salên 1990’î re hinek însîyatîfên cuda derketin pêş. Ji ceribînên berê cudatir, Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015’an bi awayekî eşkere li ber çavên raya giştî pêk hat û tevlîbûna civakê yek ji pêkhateyên girîng ên pêvajoyê bû.[5]

Şandeya Mirovên Aqilmend (ŞMA) di çarçoveya civakîkirin û xwecihîkirina pêvajoyê de ji bo çareseriya pevçûnê û di xebatên avakirina aşitiyê de xwedî ceribîneke taybet e. Tevî ku aşitiya Kurd pêk nehat jî lêkolîna li ser vê ceribînê ji aşitiya kurd wêdetir ji bo çareseriya xebatên bin-dewletî (intra-state) û di avakirina aşitiyê de girîng e.  

ŞMA ya di 4’ê Nîsana 2013’an de bi civîna bi serokwezîr R.T. Erdogan re li ser esasê heft herêmên erdnîgarî dest bi xebatên xwe kirî, Xebatên xwe di bin siya çalakiya Gezî’yê de berdewam kir û di 26’ê Hezîrana 2013’an de dawî/temam kir. Bi awayekî dîmane ŞMA’yê nûnertiya beşên cuda yên civakê dikir, ji cîhana karsaziyê, sendîkayên karkeran/karmendan û her wiha tevî nûnerên SCSê (saziyên civaka sivîl) yên wek hunermend, rojnamevan û akademîsyen pêk dihat.[6]  Tevî ku di diyarkirina endamên xwedî ramanên siyasî yên cuda de pêşniyarên A. Ocalan û Partiya Aşitî û Demokrasiyê li ber çavan hatibin girtin jî hikûmeta Ak Partiyê û serokê wê Erdogan diyarker bûn.[7]

Peywireke zelal ya ŞMA’yê nebû. Li gorî diyarkirina serokê koma Egeyê T. Erdem, Erdogan di civînê de ravekirina peywireke zelal nekiribû.[8] Bi gotina sekreterê koma Behrareşê F. Benlî, “Her komê pergala xebata xwe ava kir.”[9] Di rastiyê de koman planên xwe amade kirin û bi rêbazên cuda xebatên xwe domandin.[10]

ŞMA li bajar, navçe û gundên cuda bi hemwelatiyan, rêberên gel, zanîngeh, çapemeniya herêmî, cemaatên dînî û nûnerên SCS’an re hatin cem hev, di derbarê pêvajoyê de bersivên pirsên wan dan; nêrîn, pêşniyar, fikar û hêviyên wan guhdarî kirin. Di encama hevdîtinên bi zêdeyî şêst hezar kesan re koman raporên herêman nivîsandin û pêşkêşî hikûmetê kirin.[11] Hikûmetê rapor bi raya giştî re parve nekirin.  Lê belê rapor ji aliyê hinek însiyatîfên sivîl ve li ser înternetê hatin belavkirin.[12]

Tevî ku ŞMA ne xwedî peywireke zelal bû û wekî ku ji aqilmendan C. Can jî balê dikişîne li ser, vê ceribînê ji bo civakîbûna pêvajoya aşitiyê tevkariyên mezin pêşkêş kirin.

“Di civakîkirina pêvajoya aşitiyê de bêguman rola girîng a şandeya mirovên aqilmend nayê înkarkirin. Pirsgirêka Kurd di 81 parêzgeh û heft herêmên welat de du meh û nîvan hat nîqaşkirin, kete rojeva civakê.  Şandeyê di navbera hikûmet û civakê de navbeynkarî kir. Hêvî, daxwaz û fikarên civakê, wek rapor radestî hikûmetê kir. Di nav şert û mercên serdemê de diyar kir ku civak çawa pêvajoya aşitî û çareseriyê dinêre. Di derbarê siyaseta bê şopandin de gelek daneyên têralî pêşkêşî hikûmetê kir.”[13]

ŞMA li kêleka têkiliya civak-hikûmetê her wiha di têkiliyên civakê yên navxweyî de jî roleke navbeynkar lîst. Her wiha di navbera cudahiyên herêmî de jî têkilî û diyalogeke bi rêkûpêk peyda kir. Di heman demê de van raporan tesîr  li paketa demokratîkbûnê kir ku ji aliyê hikûmetê ve di 30’ê Îlona 2013’an de hatibû ragihandin.[14]

Di beşên jêrê de ceribîna ŞMA’yê ji aliyê zayenda civakê ve tê nirxandin. Nirxandina ku qala wê tê kirin li gorî sê xalan tê dabeşkirin: (1) Nûnerî û pêkhateyên ŞMA’yê, (2) aktorên ku ew bi wan re ketine têkiliyê û (3) naveroka raporên komê. 

 

Nûnerî û Pêkhateyên Şandeya Mirovên Aqilmend

Li cîhanê tevlîbûna jinan a di pêvajoyên aşitiyê de piranî sînordar dimîne. Li gorî daneyên yekîneya jinan a NY, di nav 31 pêvajoyên aşitiyê de ku di navber salên 1990-2011’an de pêk hatine ji muzakerevanan %9, destnîşankeran %4, sermuzakerevanan %2,4, ji şahidan %3,7 jin bûn. Heke mînaka Fîlîpînê ya di 2011an de pêk hat ku ji destnîşankeran %33, ji endamên delegasyonê %35 jin bûn, li derveyî van daneyan bê hiştin bêguman rêje kêmtir dibe.[15]

Li gorî meyla cîhanî rêjeya jinan a di ŞMA’yê de meriv dikare bêje zêdetir e. Her wiha tevî nîvê civakê ji jinan pêk tê û mînakên baş ên wekî Fîlîpîn, El Salvador, Afrîkaya Başûr, Îrlandaya Bakur li ber çavan bên girtin[16] bêguman tevlîbûna jinan bisînor ma, newekheviya zayenda civakî di nav ŞMA de jî berdewam kir. Li ser bertekan navê ŞMA’yê ku berê “mêrên aqilmend” wekî “mirovên aqilmend” hat guhertin. Her wiha, di nav 62 endamên ŞMA de tenê 12 jinan (%19,35) cih girtibû. Di nav komên Başûrê Rojhilat û Behrareş de jinek û di nav komên din de du jin hebûn. Ji 12 jinan dido hunermend, çar nivîskarên rojnameyan, sisê akademîsyen, yek hiqûqnas, yek karsaz û yek jî nûnera SCS’ê bû.

Di komên herêman de serokê/a koordînasyonê/berpirsê/a bicîhanînê, nûnerê/a wî/wê û sekreter hebû. Her çendî endamên ŞMA’yê dest nîşan dikirin ku pozîsyonên di nava komê de ne girîng in jî ji aliyê nûnerî û beşdarbûnê ve girîng e. Jinan di komekê de serok, di çar koman de nûnerên serok û di du koman de jî wek sekreter peywir girtin.

Di nav ŞMA’yê de ji qada civaka sivîl 16 nûner hebûn, lê di nava wan de nûnerên SCS’ê yên xebata wan li ser zayenda civakî nebûn. Lê belê li Tirkiyeyê gelek însiyatîfên sivîl û tevgereke civakî ya xurt heye ku ji bo wekheviya zayenda civakî dixebitin. Însiyatîfên wekî Însiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê hene ku rasterast di qada zayenda civakî û avakirina aşitiyê de dixebitin. 

Ji bilî vê jî di nava ŞMA’yê de hejmara jinên di qada civaka sivîl de dixebitin jî kêm bû. Ji bilî seroka berê ya TÛSÎAD’ê A. D. Yalçindag wekî nûnera SCS’ê tenê Z. Tekerê cih girtibû. Tevî gotinên serokwezîr ên wekî: “Ez di wê baweriyê de me ku ev şandeya li vir bi her reng, her deng, her henaseyê xwe ve rengdêra Tirkiyeyê nîşan dide”[17] jî ji hêla zayenda civakî ve ŞMA nûnertiya Tirkiyeyê nedikir.

Di nava ŞMA’yê de cihnegirtina aktorên ku di qada wekheviya zayenda civakî de xebatan dimeşînin, him komên têkiliyê yên komên herêman him jî naveroka raporên koman sînordar kir. 

 

Komên Peywendiyê

Ji bilî rêjeya nûneriya kêm a jinan, di avakirina aşitî û çareseriya pevçûnê de jî di mijara hewandina perspektîfa zayenda civakî de amadekariyek nehat kirin. Tevî rexneyên aktorên civaka sivîl[18] jî di vê mijarê de xebateke berbiçav pêk nehat. Lê di vê xalê de yekane îstîsna hevdîtina endama ŞMA’yê ya bi jinan re bû ku ew jî nûnera Însîyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê bû. Her wiha vê hevdîtinê di xebatên herêmî yên jinên endamên ŞMA’yê de bandoreke berbiçav pêk neanî.[19]

Agahiyên di raporên herêman ên bin-serenivîsên “rêbaz” û “saziyên/kesên bi wan re hevdîtin hatîn kirin” de ji bilî hinek xebatên bisinor ên komên Rojhilata Başûr û Marmarayê di hevdîtinên herêmî de zayenda civakî hate paşguhkirin. Koma Rojhilata Başûr li neh bajaran di çarçoveya 48 hevdîtinan de bi 11.553 kesan re hatin cem hev, li ser bingeha zayenda civakî tenê civînek organîze kir. Li Amedê “civîna bi rêxistinên jinan re” 35 kes tevlî bûn.[20] Koma herêma Marmarayê jî aktorên ku yê bi wan re civînê bê kirin di şeş koma de dabeş kir û yek ji van “Rêxistinên Jinan û LGBTΔ bi nav kir.[21]Lê belê di rapora koma Marmarayê de di derheqê zayenda civakî de ti nirxandin tune ne.

Ji bo nêzîkahiya  ŞMA’yê ya paşguhkirina zayenda civakî mînaka herî balkêş koma Rojhilatê Anatoliyayê ye. Bi giştî nêzîkê 60 hezar kesî re hevdîtin hatin kirin û koma Rojhilatê Anatoliyayê jî hema bêje bi nîvê van kesan re hevdîtin pêk anî. Komê di çarçoveya 171 civînê de tevî xwe gihand 29.546 kesî li ser bingeha zayenda civakî hevdîtinek tenê jî pêk neanî.[22] Paşguhkirina zayenda civakî ya koma Anatoliya Navîn ku di senifandina kes û saziyan de kir di heman demê de meriv dikare bibêje ku ji bo her çar komên din jî derbasdar e:

“Li navenda her bajarî, piştî civînên bi rexistina civaka sivîl, komele, sendîka, weqif, partiya siyasî û nûnerên wan hatî kirin; bi endamên saziyan, zanîngehan, leşker an jî kesên zarokên wan li çiyê hatî kuştin, malbatên windahî û kesên înfazên bêdaraz, komaleyên malbatên şehîdan, saziyên karsazan re civîn hatibûn çêkirin. Ji hemû beşên jiyanê ji mirovan yên wekî misilmanên muhafezikar û netewperest, netewperest û netewperwerên CHPê û MHPê, di hemû nêrînan de çep/sosyalîst, Elewî, Kurd, Tirkan re şert û mercên beşdarbûnê hatin afirandin.”[23]

Her wiha, li gorî B. Dedeoglu ku di nav koma Anatoliya Navîn de cih digirt, di peywendiyan de nekarîn xwe bigihînin jinan.[24] Wekî ku Z. Demîr di çarçoveya teza xwe ya doktorayê de nîşan dide ku du ji wan jin bi deh endamên ŞMA’yê re hevpeyvîn pêk anîbû,[25] di hevdîtinên herêmî de pirsgirêka wekheviya zayenda civakî wekî sernivîseke berbiçav dest nehate girtin. 

Di nivîsên ji aliyê endamên ŞMA’yê ve hatîn nivîsandin de jî bi giştî boçûneke paşguhkirina zayenda civakî heye.[26] Her wiha ev rewş ji bo nivîsên ji aliyê endamên jin ve hatine nivîsandin jî derbasdar e.[27] Di vê mijarê de serokê koma Marmarayê D. Ü. Aribogan di rapora xwe ya nirxandina şexsî de boçûneke rexneyî pêşkeş dike û dest nîşan dike ku divê statûya civakî ya jinan wekî projeyeke aşitiyê bê destgirtin. Aribogana balê dikişîne ser Tirkiyê ku li gorî gelek welatan di hêla zayenda civakî de paşda maye, zêdekirina beşdarbûna jinan ya mekanîzmayên biryaran wê bibe alîkar ji bo însiyatîfên aşitiyê. Her wiha, Aribogan jî ji bilî pirsgirêka jinên sergirtî yên nikarin di saziyên dewletê de bixebitin ku di civîna Trakyayê de hatibû destnîşankirin, li ser mijara zayenda civakî yên di nav xebatên ŞMA’yê de ti agahiyan nade.[28]

 

Raporên Herêman û Zayenda Civakî

Heke raporên herêman ji hêla zayenda civakî de bên nirxandin, em ê bibînin ku di raporên Başûrê Rojhilat, Rojhilatê Anatoliyayê, Behrareş û Anatoliya Navîn de mijara zayenda civakî bi awayekî bisînor hatiye nirxandin, di heman demê de, di raporên Marmara, Ege û Behraspî de jî bitemamî hatiye paşguhkirin.

Di rapora koma herêma Başûrê Rojhilat de zayenda civakî di bin du serenivîsa de cih digire.  Di nav 44 daxwazan ku ji ŞMA’yê re hatîn ragihandin û di bin serenivîsa “Daxwazên Kargêrî û Pêkanînê” hatîn komkirin de du ji wan bi zayenda civakê re têkildar bûn: Her wiha di bin serenivîsên “Wergirtina Tedbîrên Civakî û Çandî û Pêşxistina Projeyan ji bo Jinan” û “Ji bo Bidawîkirina Zewacên Zarokan Wergirtina Tedbîrên Pêwîst”[29]  ji hêla din ve jî, “Daxwazên Destûrî”, “Daxwazên bi Peymanên Navneteweyî re Têkildar” û “Daxwazên ku Pêwistî bi Verastkirinên Qanûnî Hene” de behsa zayenda civakî nehatiye kirin.

Di nav pêşniyazên ji bo Pêvajoya Çareseriyê de tenê di bin serenivîsa “Pêşniyazên ji bo Pêkanînê” ku ji 26 xalan pêk dihat de tenê yek bi zayenda civakî re têkildar bû:

“Kesên ku di pêvajoya pevçûnê de xizmên xwe winda kirîn, kesên malên wan hatîn  şewitandin, yên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, kesên di dema binçavkirinê de rastî tacîz û tecawizê hatîn, jinên ku rastî her cure tundî û muameleya dijmirovî hatine, mexdûrên/zîyandîtiyên herî mezin ên vê pêvajoyê ne. Divê ev mexdûriyet û travmayên hatîn serê jinan li ber çavan bên girtin, ji bo wan polîtîkayên rehabîlîtasyonê yên taybet bên pêşxistin. Bi armanca pêşxistina perwerde û îstîhdama jinan, beşdarbûna wan a jiyana civakî û aborî, kuştinên bi navê namûsê, zewacên zarokan û yên bi darê zorê û û her wiha pêşîlêgirtina tundiya nav malê divê projeyê berfireh, bikêrhatî û domdar bên pêşxistin.”

Di sê cihên rapora koma Rojhilatê Anatoliya de ji bo derbasbûna pergaleke siyasî ya nû û li ser pêwistiya qanûna bingehîn tê rawestandin û di vê çarçoveyê de boçûneke berfireh tê pêşniyazkirin ku di nav xwe de “komên zayenda civakî” dihewîne. Li gorî vê “Divê hemû nasnameyên olî, nijadî û zimanî, komên zayenda civakî û hemû beşên din ên civakî yên civaka Tirkiyeyê ango damezrînerê sîstema siyasî ya xwedî mafên wekhev, beşdar û rêvebirên pergala siyasî bin.[30]

Di rapora koma Behrareş de tê diyarkirin ku tevlîbûna jinan a civînan kêm e. Sedema vê yekê ya bingehîn jî bi vê tespîtê hatiye destnîşankirin: “Saziyên civaka sivîl ên jinan kêm in.” Her wiha di raporê de li ser girîngiya beşdarbûna çalak û wekhev a jinan tê rawestandin û di nav ŞMA’yê de jî têrênekirina nûnertiya jinan tê rexnekirin. Ji bilî vê jî di raporê de tê destnîşankirin ku jin bi giştî li hemberî pêvajoyê hestiyartir in û di heman demê de tê pêşniyazkirin ku “di jiyana civakî de rê li ber jinan bê vekirin û saziyên civaka sivîl ên jinan bên destekkirin.”[31]

Di rapora koma Anatoliya Navîn de tenê li deverekê mijara civaka sivîl derbas dibe. Rapora ji “Rêbaza Xebatê”, “Çavdêrî û Radekirin” û “Pêşniyaz”an pêk tê, di bin-serenivîsa beşa dawî ya “Pêşniyazên Lijneyê” de tê destnîşankirin ku “nêrîna jinan a li ser pêvajoyê erênîtir, xwezayîtir û rasteqîntir e.” Li gorî şandeya herêmê “ji bo jin tevlî pêvajoyê bibin pêwistî bi xebatên taybet heye.” [32]

Bi mijara zayenda civakî re têkildar meriv dikare bibêje ku LGBTÎ+ li derveyî xebatan hatine hiştin. Kesek tenê jî yê/ya di raya giştî de bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+ tê naskirin di nav ŞMA’yê de cih negirt. Di çarçoveya komên peywendiyê de tenê koma Marmarayê îstîsna ye ku ji şeş komên sereke komek wek “Rêxistinên jinan û LGBTΔ pênase kir. Di çarçoveya pêşniyazên polîtîk de jî mijar tenê di rapora koma Rojhilatê Anatoliya cih digire. Di dema xebatên qanûna bingehîn a nû de pêşniyaza liberçavgirtina “komên  zayenda civakî” dihat kirin. Di nav komên hevdîtin bi wan re hatî kirin de tevî ku koma Marmarayê di rapora xwe de qala rêxistinên LGBTÎ’yan kiribû jî di vê mijarê de “tesbîta rewşê” an jî “pêşniyaza polîtîkayê” nehatibû kirin.

Wek encam, meriv dikare bibêje ŞMA ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de hatibû rojevê tevkariyeke girîng ji bo xwecihîkirin û civakîkirina avakirina aşitiyê kir. Her wiha, ji bilî îstîsnabûna yek du mînakan ceribîneke ku zayenda civakî paşguhkirî derket holê. Tevî ku beşdarî û temsîliyeta jinan ji hêla hejmarî ve qismî bû jî di organîzasyonên hevdîtinên herêmî de bi piranî mijara zayenda civakî li berçavan nehat girtin. Jixwe di raporên herêman de jî cihê bêhempa yê perspektîfa zayenda civakî di pêkhatina pevçûnan û avakirina aşitiyê de hatiye paşguhkirin. Sedema bingehîn a vê kêmasiya di ceribîna ŞMA'yê de ew taybetiya wê ye ku di avakirina lijneyan de tengbûn û berfirehnekirin e. Li Tirkiyeyê di mijara zayenda civakî de têkoşîneke demdirêj heye û di vê mijarê de mobîlîzasyoneke civakî ya berbiçav heye. Ya girîngtir jî, zayenda civakî di xebatên aşitiyê yên civaka sivîl de xwedî potansiyeleke sînornenas û navbeynkar e. Bi vê ve têkildar, tevlînekirina xebatên ŞMA’yê ya aktorên kolektîf û şexsî yên ragirên vê serheviyê, sedema bingehîn a vê tabloya dervehiştinê pêk tîne.

 

 

 



[1]Têbînî

Wergera Tirkî ya biryara qala wê tê kirin, li ser înternetê heye. Bnr.: 1325 Nolu Karar (2000) (peacewomen.org), dîroka wergirtinê: 15.08.2022.

[2] Seher Selin Ozkan, Biryara bi ya Hejmara 1325 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Di çarçoveya Biryarê de Amadekarina Plana Neteweyî 

  Seher Selin Özkan, “Birleşmiş Milletler Güvenlik Konseyinin 1325 Sayılı Kararı ve Karar Kapsamında Ulusal Eylem Planı Hazırlanması” (Ankara Üniversitesi, 2019), 22–33, https://dspace.ankara.edu.tr/xmlui/bitstream/handle/20.500.12575/69838/607580.pdf?sequence=1&isAllowed=y.

[3]  Cuma Çiçek, “Zayenda Civakî: Hevkariyên Di Xebatên Aşitiyê Yên Civakî Sivîl De Sînoran Derbas dikin ,” Off University Blog Series: Gender, Conflict and Peace in Turkey, 2022, https://off-university.com/tr-TR/Blog/Detail/gendered-aspects-of-peace-and-war-in-turkey_blog-1.

[4]  Nisan Alıcı, “Using the Transformative Justice Lens to Address the Gendered Aspects of the Kurdish Conflict,” Off University Blog Series: Gender, Conflict and Peace in Turkey, 2022, https://off-university.com/tr-TR/Blog/Detail/gendered-aspects-of-peace-and-war-in-turkey_blog-2.

[5] Ji bo Analîza Pêvajoya Çareseriyê Bnr.: Cuma Çiçek: Pevçûna Kurd Û Lêgerînên Çareseriyê, (Îstanbul: Weşanên Îletîşîmê, 2018)

 Cuma Çiçek, Süreç: Kürt Çatışması ve Çözüm Arayışları (İstanbul: İletişim Yayınları, 2018).

[6] Ji bo Lîsteya Şandeyê Bnr.: Zuhal Demir, “Ji Nû Ve Fikirandina li ser Qada Gelemperî û Têkiliyên Medyayê: Mînaka ‘Şandeya Mirovên Aqilmend’” Balkan ve Yakın Doğu Sosyal Bilimler Dergisi 4, no. 3 (2018): 94–96.

[7]  Öztürk Türkdoğan, “Koma Behra Spî ya Şandeya Mirovên Aqilmend,”  NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-akdeniz-grubu.

[8]  Tarhan Erdem, “Herêma Egeyê  ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-ege-boelgesi.

[9] Fatma Benli, “Koma Behra Reş ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-karadeniz-grubu.

[10]  “Rapora di Derheqê Şandeya Mirovên Aqilmend de ya 305 Akademîsyenan,” T24, May 31, 2013, https://t24.com.tr/haber/iste-305-akademisyen-akil-insanlar-heyeti-raporu,230998; Mehmet Emin Ekmen, “Çözüm Sürecinin Serencamı-9 Akil İnsanlar Deneyimi,” Karar, October 21, 2015, https://www.karar.com/yazarlar/m-emin-ekmen/cozum-surecinin-serencami-9-akil-insanlar-deneyimi-367.

[11] Celalettin Can, “Civîna Dolmabahçeyê 19’ê Cotmehê ya Şandeya Mirovên Aqilmend: ‘Vîna Sivîl’, Dewlet-Hikumet ‘Aqilmendî û Dervetî,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 27, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/27/akil-insanlar-heyetinin-19-ekim-dolmabahce-toplantisi-sivil-irade-devlet-huekuemet.

[12] Di malpera înternetê ya akademîsyenên ji bo aşitiyê de raporên qala wan tê kirin, (barisicinakademisyenler.net) bi awayekî vekirî peyda dibin. Her wiha, Navenda Lêkolînên Çandî yên Navneteweyî rapor berhev kirin û weke raporekî li ser înternetê weşand: (PDF) Akil İnsanlar Raporları | Ilhan Kaya and Uluslararası Kültürel Araştırmalar Merkezi (UKAM) - Academia.edu, dîroka wergirtinê: 13.08.2022. 

[13]  Can, "Civîna Dolmabahçeyê 19’ê Cotmehê ya Şandeya Mirovên Aqilmend…".

[14] Muvaffak Cemil Çıtak and Necati Alkan, “Çareseriya Pevçûnên Ji Ber Terorê û Pratîkên Şandeya Mirovên Aqilmend,” Bilge Strateji 7, no. 12 (2015): 79–99; Mehmet Emin Ekmen, “Serencama Pêvajoya Çareseriyê-9 Ceribîna Mirovên Aqilmend,” Biryar, October 21, 2015, https://www.karar.com/yazarlar/m-emin-ekmen/cozum-surecinin-serencami-9-akil-insanlar-deneyimi-367.

[15] UN Women, Women’s Participation in Peace Negotiations: Connections between Presence and Influence (New York: UN Women, 2012), 3.

[16] UN Women, 2–3.

[17] Erdem, “Herêma Egeyê Şandeya Mirovên Aqilmend.”

[18]  T24, “Rapora di Derheqê Şandeya Mirovên Aqilmend de ya 305 Akademîsyenan.”

[19] Însiyatîfa Jinan A Ji Bo Aşitiyê, “Rapora Pêvajoya Çareseriyê Ya Însiyatîfa Jinan A Ji Bo Aşitiyê ,” 2013, https://www.sosyalistfeministkolektif.org/web-yazilari/bar-s/bar-s-icin-kad-n-girisimi-coezuem-suereci-raporu/.

[20] Koma Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend," 2013, 9, https://barisicinakademisyenler.net/sites/default/files/raporlar/akil-insanlar-guneydogu-raporu.pdf.

[21] Şandeya Marmarayê ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Şandeya Marmarayê ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” 2013, 2, https://barisicinakademisyenler.net/sites/default/files/raporlar/akil-insanlar-marmara-grubu-raporu.pdf.

[22] Koma Rojhilatê Anatoliyayê ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Koma Rojhilatê Anatoliyayê ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” 2013, 12, https://barisicinakademisyenler.net/sites/default/files/raporlar/akil-insanlar-dogu-anadolu-grubu-raporu.pdf.

[23] Şandeya Anatoliya Navîn ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Şandeya Anatoliya Navîn  ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” 2013, 55, https://barisicinakademisyenler.net/sites/default/files/raporlar/akil-insanlar-ic-anadolu-grubu-raporu.pdf.

[24]  Zuhal Demir, “Di Pêvajoya Demokratîkbûnê û Çareseriyê de ‘Mirovên Aqilmend’” (Marmara Üniversitesi, 2018), 226.

[25] Demir, 220–87.

[26]  Erdem, “Herêma Egeyê ya  Şandeya Mirovên Aqilmend”; Beril Dedeoğlu, “Koma Anatoliya Navîn ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-ic-anadolu-grubu; Mehmet Uçum, “Koma Rojhilatê Anatoliyayê ya Şandeya Mirovên Aqilmend,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-dogu-anadolu-grubu; Türkdoğan, “Koma Behra Spî ya Şandeya Mirovên Aqilmend”; Fazıl Hüsnü Erdem, “Koma Başûrê Rojhilat a Şandeya Mirovên Aqilmend,” NûnertiyaTirkiyeyê ya  Komaleya Heinrich Böll Stiftung, November 13, 2014, https://tr.boell.org/tr/2014/11/13/akil-insanlar-heyeti-gueneydogu-anadolu-grubu.

[27]  Benli, “Koma Behra Reş a Şandeya Mirovên Aqilmend”; Dedeoğlu, “Koma Anatoliya Navîn a Şandeya Mirovên Aqilmend.”

[28] Deniz Ülke Arıboğan, “Rapora Li Ser Xebatên Şandeya Mirovên Aqilmend a Herêma Marmarayê,” Malpera Şexsî ya Deniz Ülke Arıboğan, June 26, 2013, https://denizulkearibogan.net/marmara-bolgesi-akil-insanlar-heyeti-calismalarina-dair-rapor/.

[29] Koma Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend," 27.

[30] Koma Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend," 27.

[31] Koma Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend," 27.

[32] Koma Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend, "Rapora Başûrê Rojhilat ya Şandeya Mirovên Aqilmend," 27.

*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?