Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Rapor: Li Tirkiyeyê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî

Published onDec 10, 2022
Rapor: Li Tirkiyeyê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî

 Li Tirkiyeyê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî

Gülcan Ergun

Werger: Zana Farqînî

1.             Destpêk

2.             Xebatên Aştiyê: Johan Galtung

3.             Lihevxistin û Çareseriya Lihevxistinê

4.             Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Rola Civaka Sivîl

5.             Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Diyardeya Edaletê

6.             Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Perspektîfa Zayenda Civakî

7.             Li Tirkiyeyê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî

7.1.    Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Rola Civaka Sivîl

7.2.    Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Diyardeya Edaletê

7.3.    Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Rola Jinan û LGBTQI+’yan

8.             Encam

 

1. Destpêk

Bi awayekî rêkûpêk bilîbûna bi têgihên şer û aştiyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem pêk tê. Lê derketina holê ya dîsîplînên akademîk ên mîna Xebatên Aştiyê, Çareseriya Lihevxistinê yan jî Xebatên li ser Aştî û Lihevxistinê jî, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem e. Xebatên pêşî yên têkildarî çareserkirina lihevxistinan/lihevnekirinan, sedemên şer û ka aştî dê bi çi awayî bê pêkanîn û berdewamkirin, bi awayekî giştî bi perspektîfa her dîsîplînekê ve sînorkirî ye ku ka ew bi çi şêweyê nêzikatî di mijarê didin. Her wiha demeke dirêj aktorên sereke yên li vê qadê, wek dewlet û rêxistinên navneteweyî hatin dîtin. Ev yek jî dike ku perspektîfeke navend-ewlehî demeke dirêj bibe serwer û hakim. Lê belê di roja îroj de ev yek di rewşeke wisan de ye ku êdî dest pê hatiye kirin da dev jê bê berdan. Xebatên Aştiyê yên Rexneyî; eleqedarî têgiha aştiyê, çareseriya lihevxistinan/lihevnekirinan, avakirina aştiyê û ji bo pêkanîna berdewambariya vê, ranêziyeke hîn berfireh, pirrehendî, pirdîsîplînî û piraktorî ku ew ne navend-dewlet in (ku aktorên cihkî, beşên cuda yên civakê, rewşenbîr, Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) û ferd tên daxilkirin), pêşkêş dike. Ev ranêzikî gava têgihîkirineke nû ya aştiyê pêşniyaz dike, der barê avakirina aştiyê de jî li derî perspektîfên kevneşopî û rewteka sereke, li rêyên alternatîf û stratejiyan digere. Ji vî aliyî ve Xebatên Aştiyê yên Rexneyî berevajî teorîzekirinên klasîk, perspektîfeke ne hiyerarşîk a ku ji jêr ber bi jor ve xwe bi rêxistin dike pêşkêş dike û aştiyê tenê wek rewşa bêşidetiyê yan jî nebûna şer/lihevxistinê hilnade dest. Mercên adil û wekhev ên jiyanê, xwegihandina pêdiviyên sereke û dabînkirina pêwîstiyên mafên mirovan jî li xwe digire.

Ji Serdemên Antîk heta bi Ronîdariyê, ji Aştiya Westfalyayê heta bi pêşketinên hiqûqa navneteweyî ya piştî wê, ji kaviliya ku Şerê Cîhanê yê Yekem ew pêk aniye heta bi qewamên di navbera her du şeran de, ji dewra Şerê Sar heta bi gelek serdemên din dikare ku li şopa kokên felsefî yên têgiha aştiyê bê gerandin. Lê li vir dê bi tenê li ser du ramanweran (Jean Jacques Rousseau û Immanuel Kant) bê sekinandin ku wan îlham daye bizavên îdealîst û lîberal û berî ku ji ranêzikiyên rexneyî bê behskirin dê taybetmendiyên sereke yên ranêzikiya teoriya aştiya lîberal bê vegotin ku ew her du kes wek pêşîkêşên wê tên pejirandin.

Tevî ku gelek navan alîkarî li teoriya aştiya lîberal kiriye û ev teorî demeke dirêj li qadê bûye serwer jî, lê belê du navên ku pêşengê vê ranêzikiyê ne û gelek etf li wan hatiye kirin, J. J. Rousseau û I. Kant in. Rousseau ramanên xwe yên der barê şer û aştiyê de, di berhemên xwe yên bi navê “Abbé de Saint-Pierre’in Ebedi Barış Projesinin Özeti” (Puxteya Projeya Aştiyê ya Ebedî ya Abbé de Saint-Pierre) û “Ebedi Barış üzerine Yargı” (Daraza li Ser Aştiya Ebedî) [1] de aşkera dike. Di navbera her du xebatan de, çendî der barê ramanên Rousseau de cudahî bi ber çav bikevin jî, lê belê xetên sereke yên ramanên wî yên têkildarî mijarê di van her du xebatan de cih digirin. Di Puxteyê de bi etfa Saint-Pierre, bi rêya federasyoneke Ewrûpayê vêdibêje ku dê aştî çawan bê pêkanîn, lê di Darazê de derpêş dike ku ev xeyalek e.[2]

Ranêzikiya Rousseau ya li meseleya aştiyê xwe dispêre nîqaşên têkildarî wekhevî, maf û azadiyê  ku ev alîkariya wî ya herî mezin a li lîteratûrê ye. Çavkaniya çi lihevxistin û lhevnekirinên di nav civakê de çi jî şerên di navbera dewletan de, di newekheviyê de û di wê yekê de dibîne ku li şûna berjewendiyên hevpar berjewendiyên cuzî tên bicihkirin.[3] Di kana vê newekheviyê de ew yek heye ku burjûvaziya bi pêş dikeve û xwediyên milkên arizî di bedêla berjewendiyên xwe de berjewendiyên piraniyê paşçav dikin. Ji lew re ji vî aliyî ve tê derpêşkirin ku ranêzikiya Marx û Engels bi ranêzikiya Rousseau re xwedî paraleliyekê ne.[4] Rousseau, şer wek rewşeke di navbera dewletan de pênase dike û sîstema dewletan a heyî -çendî dewlet bi rejîmên demokratîk bên îdarekirin jî- ne gengaz e ku rê li ber şeran bigire. Li gorî wî; “Di bin navê parastina li dijî dijminên derve, zengîn ê xizan dixapîne, şer jî dibin amraza dewamkirina newekheviya civakî û sedema ku mirov berdewamî bi zincîrên xwe bidin. Bêewletiya di navbera dewletan de, tîranî û newekheviya civakî hev û din destek dikin. (…) Çendî dewlet xwe ji civaka navneteweyî îzole bikin jî nikarin ji dînamîka sîstema dewletan biqetin.”[5]Rousseau di sîstema dewletan de ku dabaş jê tê kirin, ji bo dabînkirina aştiyê Peymaneke duyem pêşbînî nake. Piştî ku ew diyar dike ev sîstem ji ber dînamîkên xwe destûr nade aştiyê, wek şertê aştiyê netewe-dewletan dibîne ku ew biçûk (bi vî awayî dê beşdariya civakê ya li pêvajoyên girtina biryaran bikariya bihata dabînkirin), têra xwe dikin (ji bo vê civaka çandiniyê diparêz), adil û lê newekhevî tune ye û wan berê xwe daye “armancên exlaqî” û “başiya hevpar.”[6]

Nêrînên Rousseau yên der barê şer û aştiyê de, di lîteratûrê de carinan realîst carinan moralîst an jî îdealîst tên nirxandin. Sedema vê yekê ew e ku der barê vê mijarê de nivîsarên wî car caran li hev û din nakin. Lê ji ber ku li ser bingeha wekhevî, serbixwebûn û edaletê nêzikatî di têgiha aştiyê dide û wek mercê pêşîn ê aştiyê jî diparêze ku divê civakên wekhev û adil bên avakirin, hem ji têgiha wek edaletê aştî hem jî pêşengiyê li têgihîştina azadiya wekhev a Marx û Engels dike.

Ramanwerê ku li ser xebatên aştiyê yên klasîk û nîqaşên der barê wê de herî zêde etf pê tê kirin Kant û berhema wî ya bi navê “Ebedi Barış Üzerine Felsefi Bir Deneme” (Li ser aştiya Ebedî Ciribandineke Felsefî) ye.[7] Ev xebata Kant xala destpêkê ya teoriya aştiya demokratîk a lîberal pêk tîne. Teza sereke ya Kant ku dê dewletên bi rejîma komarî tên birêvebirin di navbera xwe de bi hev re şer nekin, ji teza derpêşkirî ya ekola lîberal re ya ku paşê tê, dibe çavkanî ku dê rejîmên demokratîk bi hev re şer nekin. Ev yek ji aliyekî ve parêziya demokrasiya lîberal bi xwe re tîne ji aliyê din ve pêşî ji midaxelekirinên wan welatan re vedike ku tê fikirandin ew ne demokratîk in. Nêrînên çakbîn ên Kant ku dê qanûnên exlaqî bikarin jiyana civakî baş bikin û yên der barê aqilê mirov de, ramanên wî yên têkildarî şer û awayê pêkanîna aştiyê dişêwînin.[8] Ji lew re Kant li dij radibe ku dê bi hin rêsayên hiqûqî û bi rêyên rêkefftinan şer nayê astengkirin û cext li ser wê yekê dike ku şer biryareke îradî ye û bi rêya aqil tê wergirtin, her wiha dide diyarkirin “bêyî girtina li ber çav a ku şer bi awayekî exlaqî nabe bê qebûlkirin, tu konfederasyonek” nikare rê li ber şer bigire.[9] Bi gotineke din, wekî ku wî di xebatên xwe de bi awayekî kitekit aştî analîz kiriye, ji bo Kant mikelefiyeke exlaqî ye.[10]

Kant di Aştiya Ebedî de, der barê aştiyê de cext li ser sê xalan dike. Xala yekem (ku piştre hîn pirtir tê rexnekirin) têkildarî hiqûqa navxweyî ye û diparêze ku divê her dewlet komarî be. Kant derpêş dike ku dewletên bi komarê tên îdarekirin, îhtimala wan a kirina şer a bi hev re hîn kêmtir e. Xala duyem têkildarî hiqûqa navneteweyî ye û sîstemeke wisan pêşbînî dike ku ew xwe dispêre federasyona dewletan a ku prensîpên wekî serweriya dewletan, midaxelenekirina li karên wan ên navxweyî û hwd. li xwe digire. Xala sêyem jî hiqûqa kozmopolîtîk e û bi qaydeyên ku xwe dispêre welatiyeke kozmopolîtîk, mafê kozmopolîtîk û mêvaniya gerdûnî, sînorkirî ye. Kant vê yekê diparêze ku di vê merheleyê de ew têkiliyên bazirganî yên di navbera mirovan de pêk werin dê alîkariyê li aştiyê bikin.[11]

Nêrînên Kant tam jî ji mijara sereke ya vê xebatê re dibe çavkanî ku Xebatên Aştiyê yên Rexneyî rexne li ranêzikiya xebatên aştiyê digire. Teoriya aştiyê ya demokratîk a lîberal bi palpiştiya Kant hereket dike û diparêze ku raseriya demokrasiyên lîberal û dewletên demokratîk ên lîberal dê bi hev re şer nekin. Derpêş dike ku ew rêxistinên navneteweyî yên ku dê dewletên demokratîk ên lîberal wan pêk bîne û civak, temînata aştiyê ne. Ev ranêzikî bi wê yekê tenê namîne ku şêweyên cuda yên birêvebirinê red dike, di heman demê de di bin navê îxrackirina demokrasiyê de rê li ber midaxelekirina li welatên cuda jî vedike. Her wiha tu pirsgirêk jî nabîne ku demokrasiyên lîberal bi sedemên cur bi cur bi wan welatan re şer bike ku ew bi demokrasiya lîberal nayên birêvebirin.[12]

Nîqaşên li ser aştiyeke dinyayê bê ka dikare bi çi awayî bê dabînkirin, nemaze piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji nû ve geşe bi xwe dide. Di vê serdemê de navê ku derdikeve pêş jî Woodrow Wilson e ku bi 14 prensîpên xwe navdar e. Berî demeke kurt a bidawîhatina şer, “Bernameya aştiya dinyayê” ya ku ji 14 prensîpan pêk tê aşkera dike.[13] Prensîbên Wilson “pênc xalên pêşî wek prensîbên sereke ne ku divê di pergala nû ya dinyayê de derbasdar bin, xala şeşan mecbûriyeta vekişîna ji xakên Rûsyayê, ji ya heftan heta ya sêzdehan şertên diyarkirina sînorên welatan a piştî şer û xala çardehan jî pêşniyaza avakirina rêxistineke navneteweyî ye ku bikare serweriya neteweyî û yekkeriya (temamiyetiya) axa wan hilde bin garantiye.”[14] Ranêzikiya Wilson ji gelek aliyan ve bi ranêzikiya Kantparêz re berdewamiyekê nîşan dide. Ew hewcehiya ku ji ber aştiyê bi rêxistineke navneteweyî dihat dîtin, wekî çawan bi Kant re hebû wisan bi Wilson re jî heye. Her wiha, wekî çawan Kant bi mikelefiyeke exlaqî li aştiyê dinihart Wilson jî cextê li erka exlaqî ya demokrasiyê dike û derpêş dike ku welatên bi demokrasiyê tên birêvebirin “dê hîn biîstiqrar, hîn bêhtir mirefeh, hîn bêhtir aştîxwaz û ji ber ku ew dê girêdayî desteka gel bin jî dê hîn bêhtir ewlebar û dê mixetabên saxlem pêk bîne.”[15]

Aliyê herî berbiçav ê prensîpên Wilson, çendî serkeftî nebe jî, li ser navê aştiyê wek rêxistineke navneteweyî pêşbînîkirina wî ya ji bo avakirina Cemiyeta Miletan e. Li aliyê din ew angaşta ku hem bipêşxistina bazirganiya serbest, têkiliyên sosyo-ekonomîk û hevkariyê hem jî bi dameziraweyên navneteweyî ku ew bi mebesta hiqûqa navneteweyî û aştiyê hatine damezirandin, dê bend û têkiliyên di navbera endamên civaka navneteweyî de xurt bike û aştiyê bi pêş bixe, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem îlham dide teşekulên wekî Neteweyên Yekbûyî, hin saziyên navneteweyî û yên herêmî. Ev “têgiha ewlehiya hevpar e ku cara pêşî ji aliyê Wilson ve hatiye pêşniyazkirin û sîstemeke aştiyê ye ku ew xwe dispêre xwejiçekkirin û kontrola çekan, self-determinasyon û serbestiya seyrûsefera li deryayan.”[16]

Nemaze piştî Şerê Sar, pergala dinyayê ya tekcemserî ya navend-Amerîka û ji nû ve veavakirina NATO’yê (North Atlantic Treaty Organization- Rêxistina Rêkeftina Atlantîka Bakur) ranêzikiya wilsonparêziya nû tîne rojevê. Di çarçoveya demokrasiya lîberal de wilsonparêziya nû, piştî Şerê Sar têgih û çemkên nû yên wekî midaxeleya însanî, berpirsiya hêvişandinê (mihafezekirinê), avakirina aştiyê û mekanîzmayên nû yên navneteweyî dixe dewreyê. Lê belê di encama van cure midaxeleyan de ku li ser bingeha van têgihan hatin kirin (Kosova, Bosna, Iraq, Libya û hwd.) dide nîşandan ku wilsonparêziya nû û ya rast di asta dewletan de jî ew ranêzikiya demokratîk a lîberal ku paxav bi aktor û dînamîkên cihkî nake, bi nêrîneke raser û ji derve nêzikatî di lihevxistinan dide û rejîmê îxrac dike, ji pêkanîna aştiyê û ji afirandina mekanîzmayên ku dê bikare aştiyê bidomîne têra xwe dûr e. Piştî hat fehmkirin ev ranêzikiya hanê dê nikaribe çareseriyeke mayînde ji lihevxistin û şerên li herêmên cuda yên dinyayê re bîne, Xebatên Aştiyê jî wek qadeke cihê geşe bi xwe da.[17]

Di vê xebatê de serê pêşî dê li ser ranêzikiya Johan Galtung bê sekinandin ku ew yek ji damezirînerê Xebatên Aştiyê tê pejirandin û wî hem bi awayê pratîk hem jî teorîk alîkarî li vî warî kiriye. Piştre di çarçoveya ranêzikiyên teorîsyenên ji hev cuda de dê têgihên lihevxistin û çareseriya lihevxistinê bên nirxandin û der barê çareseriya lihevxistinê û avakirina aştiyê de dê bi dorê behs ji giringiya rola civaka sivîl, diyardeya edaletê û perspektîfa zayenda civakî bê kirin. Li dawiyê jî dê qada Xebatên Aştiyê yên Rexneyî yên li Tirkiyeyê bê nirxandin û dê li ser Rola Rêxistinên Sivîl ên li Tirkiyeyê ku di vî warî de xweyfealiyet in, giringiya diyardeya edaletê û dîsan dê li ser rola ku jin û LGBTQI+yî li Tirkiyeyê di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de pê radibin, bê rawestandin.

 

2. Xebatên Aştiyê: Johan Galtung

Johan Galtung wek damezirînerê qada Xebatên Aştiyê tê pejirandin. Li gel ku Galtung damezirînerê vê qadê ye jî lê alîkariya wî li gelek waran çêbûye. Berî her tiştî wî perspektîfeke navdîsîplînan li Xebatên Aştiyê zêde kiriye û ji bo çareseriya lihevxistinan jî ranêziyeke pratîk û foksiyonel pêşkêş kiriye. Tirkiye jî tê de, li gelek deverên dinyayê rola navbeynkariyê girtiye ser xwe û alîkariyên pratîk li aştiyê kiriye. Galtung, damezirînerê Enstîtiya Lêkolînên Aştiyê ya Osloyê ye, ku li dinyayê navê aştiyê tê de derbas dibe û di sala 1959’an de hatiye avakirin. Her wiha di nav misyonên aştiyê de jî erk hildane ser xwe ku Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewrûpayê ew dane meşandin.

Tevkariyên Galtung ên cidî yên teorîk li Xebatên Aştiyê bûne. Cureyên şidetê, pênaseyên erênî û neyînî yên li ser aştiyê û ranêzikiya ku bi pêş xistiye ji bo ku pê lihevxistinan veguherîne, ji wan alîkarî û tevkariyên wî yên herî zêde ne ku li qadê kiriye. Li gorî wî, berî aştî bê pênasekirin divê ku mirov şidetê terîf bike. Şidet “pêgihandina ziyanê û/yan jî êşandin” e.[18]

Bi pênaseyeke hîn berfirehtir “şidet yek ji wan êrîşên li ser pêdiviyên sereke yên mirov in ku divê mirov xwe jê vede. Pêdiviyên sereke yên mirovan jî dibe ku bi awayê mayîna li jiyanê, domandina hebûna xwe, azadî û nasnameyê bê rêzkirin.”[19] Galtun ku ji vê pênaseya besîd a pêşî tev digere, cureyên tundiyê (şidetê) datîne holê. Tundî çawan ku dibe fizîkî be dibe ku psîkolojîk be jî. Her wiha li gorî biker û biresera (objekta) tundiyê, dibe ku ew rasterast an nerasterast yanî şexsî û binyadî be jî.[20] Galtung tundî wek siruştî, rasterast, binyadî yan jî nerasterast, çandî û demî dike pênc beş. Tundiya siruştî ji siruştê diqewime û bêplan e. Tundiya rasterast, ew şideta hanê ye ku ji aliyên ferdan ve bi awayê plankirî û ferdî yan jî kolektîf tev digerin, tê pêkanîn. Dibe ew gotinkî yan jî fizîkî be, dibe ku ziyanê bigihîne bedenê, zêhn û ruhê mirovan. Di tundiya binyadî û nerasterast de ew aktorê ku şidetê pêk tîne ne aşkera ye, yanî ya rast aktor di nav binyadê de, di rewşeke veşarî de ye. Ev cureyê tundiyê polîtîk, tehdekar, ekonomîk û îstismarker e. Tundiya çandî jî ew cure şidet e ku ji tundiya rasterast û ya binyadî re xizmetê dike. Wek naverok dîn, hiqûq û îdeolojî, ziman, huner û zanistê li xwe digire û bi hilgirên wekî dibistan, zanîngeh û medyayê jî dişixule. Tundiya demî jî ew tesîrên neyînî ne ku li nifşên dahatûyên tên veguhastin. Rewşa herî xeter ew e ku êdî jiyan ne tiştekî wisan e ku ji nû ve hilberînbar û berdewambar be.[21] Galtun bi taybetî li ser têkiliya di navbera tundiya rasterast, binyadî û çandî de disekine ku ew têkiliya hanê bi beranberî ye û ev hev û din xwedî dikin. Ji bo pêkanîna aştiyê, divê mirov di vê têkiliya di navbera van her sê curyên tundiyê de bigihîje.

Li gel vê yekê, hin rexne jî li ranêzikiya şidetê ya Galtung hatine girtin. Coady, dide diyarkirin ku pênaseya tundiyê ya Galtung gelek berfireh e û ev yek “ zor dike ku şidet ji rewşên mîna newekhevî, tehde û biyanîbûnê/havîbûnê bê veqetandin.”[22] Parsons jî derpêş dike ku pênaseya tundiya binyadî “rewşên cuda yên ku li dijî rejîmên tehdekar bi ûcba bidestxistina edaleta civakî û polîtîk şidet hewce ye, paşguh dike.”[23]

Galtung ji cureyên şidetê hereket dike û aştiyê bi awayê negatîf û pozîtîf terîf dike. Aştiya negatîf, nebûne tu cureyeke şidetê ye.[24] Lê belê aştiya pozîtîf li gorî aştiya negatîf hîn bêhtir, bergehdar e. Galtung, aştiya pozîtîf jî wek cureyên tundiyê di bin pênc sernavan de hildide dest: Aştiya siruştî, aştiya pozîtîf a rasterast, aştiya pozîtîf a binyadî, aştiya pozîtîf a çandî û dem. Aştiya siruştî, li şûna têkoşîna li dijî hev a cureyan, kirina hevkariya wan a bi hev re ye. Aştiya pozîtîf a rasterast ji çêyiyên gotinkî û fîzîkî pêk tê ku ew li beden, zêhn û ruhê Xwe û yê Din baş tên. Xîtabî pêdiviyên sereke yên mîna mayîna li jiyanê, xweşî, azadî û nasnameyê dike. Aştiya pozîtîf a binyadî jî li şûna tehdeyê azadiyê, li şûna mêtinkariyê wekheviyê pêk tîne û vê yekê jî ne bi awayê tesîrlêkirinê lê bi diyalogê, li şûna dabeşbûnê bi entegrasyonê, li şûna parçebûnê bi piştgiriyê û li şûna dinatîkirinê jî bi beşdarîkirinê xurt dike. Aştiya pozîtîf a çandî li şûna rewakirina şidetê, rewakirina aştiyê bi cih dike; di dîn, hiqûq û îdeolojiyê de, di ziman, huner û zanistê de, li dibistanan, li zanîngehan û di medyayê de çanda aştiya pozîtîf ava dike. Wek a dawî dem, ew nîveng an jî pêvajo ye ku di nav cure sîstemekê de tev digere. Bi gotineke hîn aşkera, ji aliyê wateya rehenda demî ya tundî yan jî aştiyê ve etfî pêvajoyeke aştiyê ku pir hêdî bi pêş de diçe yan etfî pêvajoyeke tundiyê ku pir bi lez bi pêş de diçe yan jî etfî wan pêvajoyan dike ku bi awayekî zehf xerab hatine koordînekirin. Li gorî Galtung ku “her cureyê şidetê her cureyekî şidetê xwedî dike”, “her cureyê aştiyê her cureyekî aştiyê xwedî dike” û “aştiya pozîtîf li dijî şidetê mihafezeya herî baş e.”[25]

Galtung ku cureyên şidet û aştiyê bi rêkûpêk dike û wan analîz dike, bi taybetî balê dikişîne ser milîtarîzmê; şideta rasterast a li dijî siruştê ya ekolojî û eko-krîzê; demokrasiyê ku ew ji aliyê çandê ve gelek rêzeqaydeyên hiqûqî ku rasterast an jî aştiya binyadî yan jî şidetê/şer dikare rewa bike yan jî rewa nake û patriyarkayê ku li jorê mêr û li herî jêr jî jin hene ku ew bi nimûneyên çandî tê rewakirin û şêweyên şidetê yên bêhejmar ên li dijî jinan li xwe digire.[26]

Têgihîkirina cureyên der barê şidet û aştiyê yên Galtung de, dike ku ji bo têgiha avakirina aştiyê jî bibe bingeh. Divê avakirina aştiyê, ji pêkanîna aştiyê û ji hêvişîna aştiyê cuda neyê fikirandin. Galtung bi avakirina aştiyê “dide diyarkirin ku divê hildana ji holê ya pirsgirêkên ku şideta binyadî ew afirandine û ne aştiya negatîf lê divê aştiya pozîtîf bê armanckirin. Avakirina aştiyê bi vê wesfa xwe naverokeke berfireh a wan hemû çalakiyan bi dest dixe ku bi sedema pêkanîna berdewambariya aştiyê tên kirin.”[27] Li gorî wî rêya ku di vê nuqteyê de ber bi aştiyê ve diçe, di çareserkirina lihevxistinan re derbas dibe ku divê ew lihevxistin bên veguherandin.[28]

 

3. Lihevxistin û Çareseriya Lihevxistinê

Çendî li ser lihevxistin û çareseriya lihevxistinê ranêzikiyên cuda hebin jî, bi awayekî giştî tê qebûlkirin ku lihevxistin diyardeyeke mirovî ye ku mirov nikare jê vede. Akademîsyenên/ramanwerên cuda yên ku li ser vê qadê dixebitin, ji bo pênaseyên cuda yên lihevxistinê û yên çareseriyên lihevxistênê, stratejiyên cihê pêşniyaz dikin. Lê divê bê diyarkirin ku li ser Xebatên Aştiyê yên Rexneyî xalên wan ên diyar ên hevpar hene (wekî çeşîdiya aktoran, ranêzikiya ku ne hiyerarşîk e, somdarî û hwd). Ji vî aliyî ve pênaseya lihevxistinê ya Kenneth Cloke têra xwe giştgir e û Cloke gelek pênaseyên alternatîf ên lihevxistinê pêşniyaz dike. Ji nav wan ew ên li jêrê dikare bên rêzkirin:[29]

· “Lihevxistin, îhlaleke sînor, nirxnedana bi tevahiya me yan jî warê şexsî yên din an jî ya nenaskirina yekî temsîl dike.”

· “Lihevxistin, kêmasiya guhdarînekirinê, teqdîrnekirina zerafeta gotinên ku yekî din dibêje temsîl dike.”

· “Lihevxistin, nebûna kêrhatin, kartêkerî yan jî zelaliya di gotina me de, bê ka em hest bi çi dikin, çi difikirin an jî em çi dixwazin, temsîl dike.”

· “Lihevxistin, daxwaza dengê paradîgmayeke nû, guherîna di sîstemekê de ye ku wê bikarbariya xwe ji dest daye.”

· “Lihevxistin, bi awayekî giştî di warê çêkirina yekîtî, teraz û sîmbiyozê de xwe li nedîtina rola sereke ya cemserîtiyê datîne û şiroveyeke endîşedar a li dijî cudahîtî, çeşîddarî û dijatiyê ye.”

Galtung[30] ji bo çareseriya lihevxistinan a bi awayê vehuherandina wan, rêbaza jêborînê (transcend) pêşniyaz dike, Lederach[31] jî diyar dike ku avakirina aştiyê dê bi veguherandina lihevxistinan pêk were û têgiha lihevkirinê(mitebeqatê) têrcîh dike û derdibe ku avakirina aştiyê jî dê bikare bi rêya veguherîna lihevxistinê pêk bê. Dietrich jî bi teorîzekirinên aştiyên pirmend û aştiya transrasyonel ku wî ew bi pêş xistine hereket dike û têgiha veguherîna lihevxistinê ya aşkeraker bi kar tîne.[32] Burton jî balê dikişîne ser rola tundiyê ya di van lihevxistinan de. Li gorî Burton, ji ber pêkneanîna hin pêdiviyên mirovan (ewlehî, naskirin, nasname û hwd) yên ku divê ew nebin mijara bazarkirinê, ew şideta ku mirov serî lê didin di bingeha lihevxistinê de heye.[33]

Gultang lihevxistinê wekî di asta nav kesan de (lihevxistinên mîkro), di asta civakan de (lihevxistinên meso), xwedî wesfa navneteweyî (lihevxistinên makro) û ya di navbera herêm û şaristaniyan de jî wekî (lihevxistinên mega) dike çar beş.[34] Diyar dike ku di bingeha lihevxistinan de jî mebestên wan aktoran hene ku ew li hev û din nakin.[35] Cudahiya vê mebestê/berjewendiyê ya di navbera ferdan an jî dewletan de, dike sedema dijberiyê û ev dijberî jî dike ku ew li dijî hev helwest bigirin. Ev helwest jî li reftarên mîna êrîşkarî û tundiyê dadigerin. Di encamê de “tundî û nefreta ku derketiye holê, li rewşa lihevxistinê dadigere.”[36] Di analîza Galtung de, ji ber ku hemû çemk û têgih bi hev re di nav têkiliyê de ne, ji bo mirov ji lihevxistinê fehm bike û wê veguherîne divê mirov aktoran û mebestan jî fehm û analîz bike.

Galtung diyar dike ku çerxeke jiyanê ya xwedî 3 merheleyan a lihevxistinan heye. Merheleya berî şidetê, merheleya şidetê û merheleya piştî şidetê. Di merheleya I’em de çendî şideta aşkera nebe jî lihevxistinek heye. Binyad û çanda ku şidetê xwedî dike (wekî pêşdarazên neteweperest, normên çandî yên zayendparêz û hwd.) dibin sedem ku îhtimal e di her kêliyê de rê li ber tundiyekê vebe. Di merheleya II’yem de lihevxistina ku heye li şidetekê dadigere û di vê merheleyê de tiştê ku divê di serî de bê kirin, rawestandina tundiyê ye. Ji bo hildana ji holê ya şidetê jî divê amrazên aştiyane bên bikaranîn. Merheleya III’yem jî piştî bidawîanîna şidetê, ew tiştên ku divê bên kirin li xwe digire. Ev merhele ji merheleya berî şidetê hîn alazotir e, çinku hestên dijminatî, windahî û tolhildanê hene. Ev yek dibe ku mirovan, çandan û binyadê bike rewşeke wisan ku ew zêdetir meyldarê tundiyê bin. Ji lew re erkên di vê gihanekê de avakirina ji nû ve, pêkanîna lihevkirina di navbera aliyan de û çareserkirina wê meseleyê ye ku di bingeha lihevxistinê de heye.[37]

Galtung ji bo çareserkirina lihevxistinan cext li ser giringiya veguherîna wan dike. Vê jî wekî li jorê diyar kir, aşkera dike ku divê ew bi rêbaza jêborînê (transcend) bê kirin. Rêbaza jêborînê, rêbazeke wisan e ku wekî li jorê jî hat diyarkirin, dikare li hemû astên lihevxistinê bê sepandin. Aliyên lihevxistinê, bi awayekî giştî dikevin nav kemîna “an tev an jî hîç”’ê. Lê hal we ye mirov dikare bigihîje asteke jor, yanî “hem-hem jî” ku daxwazên her yek ji aliyan li xwe vedihewîne. Ramana sereke ya rêbaza jêborînê ya Galtung di vir de ye.[38] Bi mebesta pêknanîna daxwazên xwe, di lihevxistineke navbera aliyan de dibe ku çar encam hebin:[39]

· Li dawiya pêvajoya têkoşînê, ew zafera ji aliyan a yekî yan jî ya yê din,

· Li dawiya pêvajoya gîrokirinê, ew beranbereya ku ji ber nebûna encamekê ji aliyan yekî tetmîn nake,

· Li dawiya pêvajoya mizakereyê ew lihevkirina ku her du aliyan tawîz daye,

· Li dawiya pêvajoya diyalogê ew merheleya ku her du aliyan bi dest xistiye.

Galtung wateyeke neyînî etfî peyva zafere dike. Ji ber ku zafera yekî tê mehneya têkçûna yê din, loma ev yek dibe ku ji nû ve bibe sedema geşbûna lihevxistinê. Ji ber vê yekê rêya herî baş a veguherîna lihevxistinê, rêbaza jêborînê ya bi wateya “hem-hem jî” ye ku dê her du aliyan jî tetmîn bike ku ew bi serkeftina/zafera yekî bi encam nebûye. Bi vî awayî ew sedemên ku di bingeha lihevxistinê de hene jî dê bên çareserkirin. [40]

Morton Deutsch jî di teoriya xwe de ya ku ji bo çareseriya lihevxistinê geşe pê daye bi awayê ku dişibe teoriya Galtung, di navbera hevkarî û reqabetê de ya tercîhên aliyên ku li hev dixin, serî li qiyaseyekê dide. Di navbera aliyan de yên li hev dixin, derpêş dike ku bi awayek tabi’îyetek heye (tabi’îbûna yekî ji aliyan a bi yê din, tabi’îbûna her du aliyan bi hev an jî tabi’ibûnekî beranberî hev lê bi awayê asimetrik). Jixwe eger alî ji hev bi temamî serbixwe bin, lihevxistin çênabe. Ji lew re lihevxistin kêşeyeke hevpar e ku divê alî wê çareser bikin. Deutsch, di vê nuqteyê de li şûna reqabeta ku ji aliyan yek qazanc bike û yê din jî winda bike, rêbazake hevkariyê ya ku her du alî jî qazanc bikin, pêşniyaz dike. Çinku, ya rast têkoşîn an jî reqabetek ku ji aliyan yek qazanc bike û yê din winda bike, bi awayekî giştî bi windakirina her du aliyan bi encam dibe.[41] Ji vî aliyî ve, di warê çareseriya lihevxistinê de ya ku xwedî giringiyê ye, ew yek bê ka pêvajoyeke çêker (erênî) a li ser bingeha hevkariyê yan jî bi pêvajoyeke rûxîner a li ser esasê reqabetê, tê xebitandin (Deutsch, her wiha diyar dike ku hemû reqabet jî ne neyînî ne). Li ser navê xebitandina pêvajoyeke çêker midaxelekirina li lihevxistineke diyar, li gel zanyariyên der barê wan aliyên de yên ku li hev dikin, der barê konteksta wan a civakî, arezû, meylên wan ên lihevxistinê, normên wan ên civakî û hwd de jî hewcehî bi hin meharetan heye. Di çareseriya lihevxistinekê de, bi pêşxistina meyla hevkarî yan jî qazanc bike-qazanc bike, di rewşên wisan de ku desteka civakî heye, hîn bêhtir hêsan e. Di nîvengeke dijmin de, pêkanîna vê desteka civakî jî bi wan meharetên tên behskirin dibe ku mimkin be.[42] Deutsch her wiha diyar dike ku di navenda vê hemû pêvajoyê de, wek kêşeya hevpar a ku divê bi hewlên hevkariyê bê çareserkirin, çarçovedarkirina ji nû ve ya lihevxistinê cih digire. Ew nirxên ku di bingeha çareseriya çêker a lihevxistinê de hene jî beranberî, yeksaniya mirovan, civata hevpar, paya xelitînê û bêtundîtî ye.[43] Deutsch ji bo çareseriya lihevxistinê ya ku xwe dispêre hevkariyê, balê dikişîne ser perwerdehiya aliyan û navbeynkaran jî. Perwerdehî pêvajoyeke wisan e ku divê ne tenê berî dema çarseriya lihevxistinê û di heyna wê de, divê piştre jî bê domandin.

Ranêziyeke din jî ji hêla John Paul Lederach ve hatiye bipêşxistin ku ka lihevxistin bi çi awayî dikarin bên çareserkirin û lihevkirina berdewanbar jî dikare bi çi awayî bê pêkanîn. Lederach hem bi ranêzikiya xwe ya teorîk a ku ji felsefeya protestaniyê xwedî dibe hem jî bi rola xwe ya ku li qadê di çareseriya lihevxistinê de cih standiye, tevkariyê li vê qadê dike. Di bingeha ranêzikiya wî ya teorîk de pasîfîzma xiristaniyê û bêşidetî cih digire. Di civakên parçebûyî de (bi taybetî li ser bingeha bawerî û çandên cuda) li rêyên avakirina aştî û lihevkirineke berdewambar digere. Lederach balê dikişîne ser venîgaşa dijmin û cihêtiya em-ew ku di bingeha lihevxistinên civakî de heye. Ji ber ku ew tirsa demdirêj a kûr û tecrubeya şidetê ya ku venîgaşa dijminî xwedî dike heye, loma diyar dike ku mirov zêde tîzek û ji manîpulasyonê re jî hîn bêhtir vekirî ne.[44] Balê dikişîne ser wê yekê ku komên li hev dixin li cografyayên nêzî hev dijîn, carinan xwedî wê trawmaya şidetê ne ku bi berdewamiya nifşan li wan hatiye veguhastin ku ev yek ji ber wan kesan e ew kes mîna dijmin bi wan hatine îdrakkirin, tevî ku cîranên hev in jî bi awayekî paradoksî ew hepsî pêçokeyiya hevtesîriya dijminî bûne. Ji lew re lihevxistin ji ber wan rehberdan, kîna zêde, tirs û darazên xwedî qalibên cidî diqewimin. [45] Loma di navenda avakirina aştiyê de divê ku lihevkirin cih bigire. Lihevkirin jî xwe dispêre “tamîrkirina têkiliyan û avakirina wan a ji nû ve.”[46] Di vê nuqteyê de cext li ser heqîqet, merhemet, edalet û aştiyê dike:

“Li gorî Lederach hewla lihevkirinê (reconciliation), di çarçoveya têgihên heqîqet, merhemet, edalet û aştiyê (truth, mercy, justice and peace) de bi pêş dikeve. Heqîqet, qebûlkirina rewşa kirina reftariyan; merhemet, pejirandin, şîngirtin û razîbûna bi destpêkeke nû; edalet, ji bo veavakirina civakî rêzgirtina li mafên ferdî û civatî; aştî jî dê ewlebûn, hesta ewlehiyê, pêgirîtiya beranberî û pêwîstiya ahengê bîne holê.”[47]

Lihevkirin, xala rarûbûnekê hêma dike ku ew hem raboriyê hem jî dahatûyê eleqedar dike. Ji lew re divê mirov ji bo lihevkirinê, rêyên wisan peyda bikin ku bikarin hem li xwe hem jî li dijminên xwe, li hêvî û tirsên xwe rarû bibin.[48]Divê veguherîna lihevxistinê ya li ser lihevkirinê, ji çareserkirina kêşeyan wêdetir wek têgihek bê fehmkirin. Çareseriya lihevxistinê bi awayê şexsî, têkiliyî, binyadî û çandî bi guherîna çar rehendî pêk tê.[49] Ji ber vê jî pêwîst e bê armanckirin ku ku beşên berfireh ên civakê li pêvajoyê bên beşdarkirin. Divê ku pêkhênerê avakirina aştiyê, ji bo bikarin alî vê yekê bikin, wan îqna bikin da ku ew bi hev re biaxivin û li hev guhdarî bikin. Di rewşên wisan de eger encamek ji vê yekê neyê standin, divê ew komeke şahidan tevî hevdîtinan bikin. Eger ev jî bi kêr neyê, divê dameziraweyeke ku alî “bi awayekî wekhev rêz lê digirin”, li pêvajoyên hevdîtinê bê daxilkirin.[50] Loma divê li ber çav bê girtin ku avakirina aştiyê pêvajoyek e û demeke dirêj jê re lazim e.

Di feraseta avakirina aştiyê de ya bi awayê veguherandina lihevxistînê ya Lederach, ku ew li pêvajoyê hatiye belavkirin, beşên berfireh ên civakê li xwe digire û xwedî bingeheke lihevkirinê ye, aktor tê de cihekî giring digirin. Lederach ji bo bigihîje vê armancê (hedefe) modeleke pramîdê pêşkêş dike. Li aliyekî vê pramîdê aktor cih digirin, li aliyê din jî ranêzikiyên avakirina aştiyê cih digirin. Bi sê astan li ser aktoran tê sekinandin. Li herî jora pramîdê di asta yekem de, li banî pêşewayên leşkerî, polîtîk û dînî yên xwedî xuyabariya bilind; di asta duyem de pêşewayên xwedî asta navincî yên ku ji aliyê beşên cuda ve rêz li wan tê girtin, di serî de pêşewayên etnîk/dînî, kesên akademîsyen, şexsiyetên entelektuel, pêşengên Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS); di asta sêyem de jî di serî de pêşewayên cihkî, pêşewayên RCS’yê, pêşewayên civatan/cemaetan, erkdarên tenduristiyên yên cihkî, pêşewayên kampên penaberan, pêşewayên bingeha civakê tê de cih digirin. Bi awayê ku bibe berginda asta van her sê aktoran, îcar di asta yekem a ranêzikiya avakirina aştiyê de jî hûrbûna li mizakereyan, giringîdana bi pêkanîna agirbestê, hebûna navbeynkarekî tenê yê xwedî xuyabariyeke zêde; di asta duyem de atolyeyên çareserkirina kêşeyê, perwerdehiyên çareserkirina lihevxistinê, komîsyonên aştiyê, komên ku ji hundir ve alî ne; di asta sêyem de komîsyonên aştiyê yên cihkî, perwerdehiyên alîgiran, kêmkirina pêşdaraziyê, xebatên psîko-sosyal ên li ser trawmayên piştî şer, cih digirin.[51] Li gorî vê nêzikahîtêdanê ya Lederach, gava mirov ber bi jêrî pramîdê dadikeve, ew nifûsa ku pêvajo wê li xwe digire û tesîr lê dike, zêde dibe. Bi gotineke din, Lederach modeleke veguherîna lihevxistinê û avakirina aştiyê pêşniyaz dike ku ew li bingehe belave dibe. Ev modela hanê ya ku nimûneyeke wê li jêrê heye[52] di heman demê de ji ber ku di çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê de rola RCS û aktorên cihkî jî derdixe rastê, giring e.


4.             Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Rola Civaka Sivîl

Di gelek nimûneyan de hatiye dîtin ku di pêvajoyên çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê de înîsiyatîfa navneteweyî û pêvajoyên aştiyê yên ku ji jor ve ber bi jêr ve hatine avakirin nekarîne pêvajoyeke aştiyê ya mayînde pêk bînin û lihevxistin jî piştî maweyeke kurt careke din geş û çêbûne. Pêvajoyên aştiyê yên ku înîsiyatîfa navneteweyî ew meşandine çendî bi rêya rêkeftinan agirbestek an jî rewşa aştiyê dabîn bike jî di wan lihevxistinên hanê de yên ku ew tundiyê li xwe vedihewînin îcar di warê têhihîştina pêwîstiya hildana ji holê ya mexdûriyetan de sernekeftî dibin, ji bo aştiyê ji derve ve hin stratejiyên ku reçeteyan li wan ferz dikin pêşkêş dikin û li mekanizmayeke ku biryara vederker hildidin dişopînin û serî li hîyerarşiya polîtîk didin.[53]

Lîteratûra der barê vê mijarê de, ku li jorê bi kurtî hat puxtekirin, tam jî ji ber vê yekê ketiye nav hewldana lêgerîna li modeleke lihevkirina civakî û veguherîna lihevxistinê ku divê ew li bingehê belave bibe û navên xuyanî yên civakê jî beşdarî nav xwe bike. Di vê xalê de roleke giring etfî RCS’yê tê kirin. Li gel pêvajoyên fermî, ew pêvajoya ku wek dîplomasiya nefermî jî tê binavkirin û meşandin ku RCS û aktorên cihkî jî tên daxilirin, bi taybetî di wan rewşên wisan de ku kiryarên cidî yên şidetê pêk tên xwe ji wê ranêzikiya dîplomasiya fermî ya ku ji çareseriya leşkerî wêdetir naçe xelas bikin û mexdûriyetan bi rastî tamîr bikin û xwe bigihînin koka lihevxistinan, armanca aştiyeke mayînde dide ber xwe. Ji vî aliyî ve, di wan lihevxistinan de ku şidetê li xwe vedihewîne, esil pêvajoya avakirina aştiyê piştî pêkanîna agirbestê dest pê dike. Di vê merheleyê de jî rola herî sereke dikeve ser RCS, pêşewayên civatan, rewşenbîr, akademisyen, bi kurtasî wan kes û saziyên ku dikarin xwe bigihînin beşên berfireh ên civakê da ku ew aliyên li hev dixin bînin ba hev û trawmayan sarêj bikin, bi ser wan qalibên heyî yên darazê de biçin û ji bo aştiya mayînde û çêkirina lihevkirinê jî xebatên din bikin.

Ji bo çareseriyeke aştiya mayînde û pêvajoya aştiyê gava bê kirin ku mirovên li cihkî li înîsiyatîfa aştiyê bibin xwedî û yên ji derve ve tevî pêvajoyê bûne wexta jê vekişiyan jî divê ew guherînên ku hatine kirin, bidomînin. Ji bilî van hemûyan, mirovên li cihkî aktorê esil ên pêvajoyê ne û xwediyê zanyariya rasteqîn a pêvajoyê ew in. Ji lew re, ji dema destpêkê ve ew ên ku ji derve tevî pêvajoyê dibin û/yan jî sazî divê hemû pêvajoyê li gel aktorên cihkî bimeşînin. Pêwîstiya vê pêvajoyê “bi ewlehiyeke mezin, pêkanîna torê û mikelefiyeke demdirêj” heye û xwe dispêre “bawerî, dîsîplîn û sebirê.”[54] Di vê pêvajoya hanê de ya ku bi demdirêjî, darazên qalibî û trawmayan ve honandî ye, giringiya RCS û navbeynkarên ku alî li ser wan lihevkirî mane, pir zêde ye.

Paffenholz diyar dike ku civaka sivîl “bi giştî ji dewlet, malbat û piyaseyê bi awayekî cuda li dora berjewendiyên hevpar, mebest û nirxan bi şêweya wesfên xwedî sazûmanî wek qada kiryarên kolektîf a dilxwazane” tê fehmkirin.[55]Civaka sivîl ji rêxistinên berfireh ên cur bi cur û dilxwaz pêk tê, tenê ji ber berjewendiyên aborî û taybetmend nehatine motîvekirin, xweser e û di qada gelemperî de xwedî kartêkeriyê ye. Komên berjewendiyên taybetmend, rêxistinên binyad-bawerî, komên nerîtî û civat, lêkoler û enstîtuyên legerînê, rêxistinên xêrxwaz û yên ku xizmetên geşepêdanê pêk tînin, çalakiyên mafên mirovan û yên parêzkariyê, Rêxistinên Civaka Sivîl ên ji bo çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê dixebitin û Rêxistinên Civaka Sivîl ên navneteweyî, tevgerên civakî û siyasî, organîzasyonên bazirganî û tor di nav kategoriyên rêxistinên civaka sivîl de dikarin bên hesibandin.[56] Paffenholz civaka sivîl wek hêvişîna tevkariya avakirina aştiyê, şopandin, parêzkarî, ahenga civakî/civakîkirin, ahenga di navbera grûpan de, hêsankerî û navbeynkarî, dabînkirina xizmetê tesnîf dike.[57]

Democratic Progress Institute (DPI) jî di rapora xwe ya bi sernavê A Pot Pourri of Civil Society Action for Conflict Transformation and Peacebuilding de, ku di sala 2013’an de weşandibû, bi hereketkirina li ser nimûneya Îrlandaya Bakur tevahiyeke prensîpên ku dibe ji bo avakirina aştiyê û veguherîna lihevxistinê li herêmên cuda bê sepandin, derpêş kiribû:[58]

· “Di her asta civakê de -lê belê nexasim li civat û herêmên ku herî zêde ji lihevxistinên tunddar tesîrdar dibin- ji mirovan re hewcehiya dabînkirina firsendê ku bikarin hêviyên xwe, tirsên xwe û azmûnên xwe derbibin

· Hewcehiya çêkirina qadên ewledar ku mirov bikarin dengê xwe bidin hisandin

· Giringiya guhdarîkirina li grûpên wekî jin, ciwan, komên kêmarî yên di civakê de ku bi awayekî giştî hatine dinatîkirin an jî bêdengkirin

· Hewcehiya somdariya îfadeyên wan kesên hanê yên ku tevî şidetê/yan jî duçarî şidetê bûne -mexdûrên şidetê/yên ji şidetê xelas bûne; mehkûmên siyasî û malbatên wan; şervanên dêrin/berê; civatên ku ji cihên xwe hatine kirin-

· Giringiya guhdarîkirina li gotin, li teşeyên huner û zimanê wan civatan bi xwe

· Divê bê qebûlkirin ku hem Rêxistinên Civaka Sivîl hem jî rêxistinên bingeh-civatî çeşîddar in û naskirina mafê wan ê derbirînê yê xwedan perspektîfên cuda”

Dikare bê gotin, gelek xalên hevpar ên di wan xebatan de hatine tesbîtkirin ku di wexta pêvajoyên çareseriya lihevxistinan û avakirina aştiyê de li ser rola RCS û aktorên cihkî hatine kirin. Xebatên der barê vê mijarê de hatine kirin, balê dikişîne ser rola sazî û kesên navbeynkariyê hildaye ser xwe ji bo aştiya mayînde, efûkirina hev û din û pêkanîna hesta edaletê, guhdarîkirina li çîroka beşên ku duçarî lihevxistinê bûne/yan jî yên bûne alîgirê wê û anîna cem hev a terefan da ku bikin ew bikarin çîrokên hev û din bibîzin.[59]

5.         Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Diyardeya Edaletê

Di pêvajoyên çareseriya lihevxistinê û avakirina aştiyê de yek ji diyardeyên herî giring diyardeya edaletê ye. Herî zêde hesta edaletê ya mexdûrên lihevxistinê yan jî yên şer dişikê û herî zêde hewcehî bi tamîrkirina vê hestê çêdibe. Ji ber vê yekê, di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de diyardeya edaletê cihekî taybetî digire. Herî zêde li derî pêvajoyên darizandina formel ên ku xwe dispêrin cezakirinê, li rêyên alternatîf tê gerîn da ku hesta dadî/edaletê ji nû ve bê çêkirin û avakirin. Pêvajoyên dadê yên formel ku hîn zêde xwe dispêrin feraseteke edaletê ya cezaker, Xebatên Aştiyê yên Rexneyî li ser têgihîkirina pêvajoyên navbeynkariyê û edaleta veherîner (tamîrker) radiweste ku ew xwe dispêrin telafîkirina windahiyan, guhdarîkirina aliyan a li hev û bexşandina hev û din.[60]

Li vir, bi taybetî di van salên dawî de rêbazeke ku pir serî lê tê dan û rêbaza navbeynkariyê ku hiqûqa formel jî her diçe hîn zêdetir wê dipejirîne, hêjayî bibîranînê ye. Navbeynkarî, pêvajoya birêvebirina lihevxistinê ye ku di rewşeke wisan de gava aliyên li hev dixin nikarin lihevxistinekê çareser bikin, ketina dewrê ya wî aliyê sêyem ê notr e da ku pêvajoya hevdîtinê bimeşîne û lihevkirinê pêk bîne.[61] A rast rêbaza navbeynkariyê ya înformel, di çanda gelek civakên ji hev cuda de heye û nemaze di warê çareserkirina lihevxistinên mîkro yên di nav civakê de rêbazeke wisan e ku serî lê tê xistin. Serkeftina vê rêbazê bûye sedem ku bere bere dewlet û rêxistinên navneteweyî vê rêbazê tevî hiqûqa xwe ya formel bikin. Mustafa Ozbek, balê dikişîne serê ku “di hiqûqa anglo-amerîkan de ew navbeynkariya mexdûr-fail a ku wekî parçeyekî tevgera alternatîf a çareseriya lihevnekirinê (Alternative Dispute Resolution, ADR) bi pêş dikeve”, li Ewrûpaya parzemînî çi qas ku diçe berbelav dibe.[62] Sedemên ku çi çareseriya lihevnekirinê ya alternatîf  çi jî daxilkirina navbeynklariyê ya li sîstemên hiqûqa formel ew in ku li gelek dewletan zehf zêdebûna hejmara dozên ku li dadgehan tên dîtin, pir dirêjajotina dozan û zêdebûna mesrefên dozan dibin asteng ku kes nikarin xwe bigihînin edaletê.[63] Çareseriya lihevnekirinê ya alternatîf û rêbazên navbeynkariyê pêşbîniya beşdariya aktîf a aliyan a li pêvajoya çareseriyê dike û di rewşeke wisan de û bi awayekî veşarî tê meşandin ku ew nerm û teref pê ewle ne, dê kesê sêyem dadwerane tev bigere.[64] Di biryara tewsiyeyê ya der barê navbeynkariyê ya Konseya Ewrûpayê de, ya bi mêjûya 15 Îlon 1999’an, tê diyarkirin ku navbeynkarî “temamkera dadgeha cezayî ya kevneşopî yan jî alternatîfa dadgeha cezayî” ye.[65] Dîsan di heman biryarê de prensîpên giştî yên navbeynkariyê wiha hatine rêzkirin:[66]

·                         “Di meseleyên cezayî de navbeynkarî, tenê gava ku alî bi vîna xwe ya azad riza nîşan bidin pêk tê. Alî, di wexta navbeynkariyê de divê her tim bikarin vê rizaya xwe bi paş de vekişînin.

·                         Hevdîtinên ku di heyna navbeynkariyê de tên kirin veşarî ne û ji bilî lihevkirina aliyan nabe ku piştre ew bên bikaranîn.

·                         Di meseleyên cezayî de, divê navbeynkarî bi awayekî giştî xizmeteke wisan be ku mirov bikarin xwe bigihîninê.

·                         Di meseleyên cezayî de dadgehên cezayî her tim divê bikare di her merheleya pêvajoyê de serî li navbeynkariyê bide.

·                         Di pergala edaleta cezayî de divê ji bo xizmeta navbeynkariyê xweseriya qîmdar bê naskirin.”

Ev tegera ku alî tên cem hev, li şûna çareseriya lihevnekirinê ya têkoşer bi awayê palpiştiya lihevkirinê îxtilafan çareser dikin, bi navên cuda yên mîna edaleta civakî (community justice), edaleta veherîner (restorative justice) û edaleta nefermî (informal justice) tên bibîranîn.[67] Di van salên dawî de çendî bi sîstemên hiqûqa formel ve hatibe entegrekirin jî, ya rast wekî li jorê di lîteratûra dayî de jî dixuye, ji bo ku aştiya mayînde û ahenga civakî bê pêkanîn, ew anîna cem hev a aliyan, di qada Xebatên Aştiyê yên Rexneyî û Çareseriya lihevkirinê de giringiyeke taybetmend bi xebatên navbeynkarî û edaleta veherîner tê etfkirin.

Wekî navbeynkariyê têgiha edaleta veherîner jî bi taybetî li Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îngiltere, Zelandaya Nû û Awistralyayê bi awayekî belave tê bikaranîn. Di bingeha edaleta veherîner de ew feraset heye ku “derfeta beşdariya li pêvajoya ji bo diyarkirina dayîna bertekiya li sûc a bi awayekî rasterast dide kesên ji sûc tesîrdar bûne (mexdûr, fail û civak) û tezmîna ziyana ku gihîştiye mexdûran.”[68] Di Ceza Uyuşmazlıklarında Uzlaşma El Kitabı(Destekitêba Lihevkirina li Ser Îxtilafên Cezayî) de, ku UNDP (United Nations Development Programme –Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî) û Wezareta Dadê ya Komara Tirkiyeyê ew amade kiriye, sê regezên sereke yên edaleta veherîner bi vî awayî hatine rêzkirin:[69]

1.                        “Li dijî sûcê ku dê bertekiya civakî bê dayîn, bi qasî mimkin be destpêkirina ji tezmînkirina ziyana ku gihaye yê mexdûr,

2.                       Handana kirox (fail) ku di tesîrên kiryarên xwe yên li dijî yê mexdûr bigihîje û ji ber vê yekê jî berpirsiya xwe qebûl bike,

3.                       Bi mebesta ku mexdûr bikare rasterast tesîran sûc ji kirox re vebêje, bikare pirsan jê bike û ew ziyana ku ji ber sûc derketiye holê bi awayekî herî baş bê tenzîmkirin, firsend bê dayîn da ku ew bi kirox re bi rûbarî hev bikevin. Her wiha ji bo ji vê pêvajoyê re bibe alîkar divê endamên civakê jî beşdar bibin.”

Bernameyên ji bo lihevkirina mexdûr û fail, ku bingeha diyardeya edaleta veherîner pêk tînin, di serê salên 1970’yî de li Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji nerîtên xwecihan hatiye hereketkirin û çêkirin. Navbenkariya mexdûr û fail, lêgerînên çareseriya lihevxistinê ya alternatîf û têgihîştinên edaletê yên wekî konferansên komên malbatî, xelqeyên cezayî, panelên tesîra mexdûr bi domana demê re li diyardeya edaleta veherîner a îroyîn dadigere. Dîsan Tevgera Mafên Sivîl û tevgera jinan jî ku di salên 1960’î de berz dibin, nimûneyên pêşî yên van pratîkên alternatîf pêk tinin.[70] Kathleen Daly û Russ Immarigeon, balê dikişinin vê têkiliya hanê ya edaleta veherîner a bi tevgerên civakî yên nû re û hêmanên edaleta veherîner wiha bi rêz dikin:[71]

·    “Divê ji amrazkarbûnê tenê zêdetir bi awayekî îdealîst xwedî meyla nirxî be,”

·   “Divê ne karakterekî belawela û programatîk be û divê xwedî meyleke dij-rêxistinî be,”

·   “Divê giştgir û xwedî binyeyeke amorf be.”

Edaleta veherîner ku tevgereke civakî ye, li dijî sepanên edaleta nerîtî xwe dispêre feraseteke nû û îdealîst a edaletê. Parêzkarên edaleta veherîner, wekî lîberal, radîkal- femînîstên rexneyî û dijberê koletiyê xwedî sekin û helwestên cur bi cur ên îdeolojîk in. Stratejiyên wan çeşîddar in. Ji her kesê re vekirî û xwedî binyadeke endamtiyê ya bihêrbar e. Çendî konferans û civînên cur bi cur hebin ku ew lêger û aktîvîstan tîne cem hev jî, lê saziyeke ku parêzkarên wan û/an jî endamên wan bi yek bike tune ye. Pratîkên edaleta veherîner, her çi qas li dijî sepan û cihbicihanîna edaletê yên nerîtî ku ew ji hêla dewletan ve tên sepandin xwe bi cih kiribe jî, bi temamî ne dij-dewletparêz e. Beşek ji parêzkarên wê ji aliyê hikûmetan ve tên îstihdamkirin û hem li nav teşekulên dewletê hem jî li derveyî wan xwedan kartêkeriyê ne.[72]

Michael Wenzel û yên din, gava feraseta edaleta cezaker a kevneşopî û edaleta veherîner didin ber hev, balê dikişîne ser wê yekê ku gava cezayek li kirox (fail) tê birîn, wisan tê fikirandin ku edalet pêk hatiye. Ceza parçeyekî edaleta veherîner e jî, lê belê di nav pratîkên edaleta veherîner de ceza ne xwedî pozîsyoneke navendî ye. Di modelên edaleta veherîner ên cuda û heterojen de, îhlal wek lihevxistinekê tên dîtin û ev lihevxisitn li xwediyên wê ango li mexdûr, fail û civatên wan tê vegerandin da ku wê çareser bikin. Di pratîkê de tê wê mehneyê ku alî bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê dibin. Alî di vê pêvajoyê de hestên xwe û çîrokên xwe yên eleqedarî lihevxistinê vedibêjin. Bi vî awayî der barê wê ziyanê de ku kiryar ew afirandiye berpirsiya kirox derdikeve rastê û di heman demê de alî digihîjîn lihevkirineke ku li serê lihevhatin çêbûye. Ev di heman demê de pêvajoyeke mizakereyê ye û ji cezakirinê bêhtir ji bo sarêjkirinê (başkirinê) ye. Mexdûr û fail di vê pêvajoyê de tên sarêjkirin û gava ew tên tedawîkirin jî têkiliyên civakî jî tên tamîrkirin.[73] Vebîniyên ku bi dest ketine, didin nîşandan ku mexdûr ji pêvajoyên dadgehan bêhtir bi pratîkên edaleta veherîner tetmîn dibin. Ev asta bilind a tetmînê, hatiye dîtin ku ji tamîrê pirtir eleqedarî beşdariya mexdûran a li pêvajoyê bi xwe ye. Mexdûr li şûna tamîra madî hîn zêde giringiyê bi etfa tamîra hisî dikin.[74]

John Parkinson û Declan Roche jî balê dikişinin ser dirûvdariya di navbera pratîkên demokrasiya gotûbêjkar û edaleta veherîner de. Taybetmendiyên demokrasiya gotûbêjkar bi awayekî sereke giştgirî, nîqaşa gelemperî ya xwe dispêre dana aqilan ku pê di meseleyên hevpar de lihevkirinên nîhaî/vebir tên hilbirandin, hesabdayînbariya bi kesên ku tabiê van lihevkirinan e û ew cure mizakere ne ku di nav wekhevan/yeksanan de tên meşandin. Wekî çawan domokrasiya gotûbêjkar rexneyeke demokrasiyê ye, edaleta veheîner jî cure rexneyeke maned a li edaleta cezayî ya binyada sazûmanî ye. Bi awayekî giştî “edaleta veherîner, hin nirx û mebestên ku divê li rêberiya berteka me ya ku em li dijî sûc nîşan didin, îfade dike. Di esasê xwe de gava edalet hewl bide ziyana ku sûc gihandiye mexdûran, sûcdaran û civatên wan tamîr bike, hingê ew veherîner e.” [75] Edaleta veherîner bi vî aliyê xwe, bi demokrasiya gotûbêjkar re xwedî hin taybetmendiyan e. Ev; giştgirî, wekheviya di navbera beşdaran de, hêza veguherîner a mizakereyê, somdarî û vebirî û hesabdayînbarî ye.[76]Taybetmendiya giştgiriyê, ji aliyê ku pratîkên edaleta veherîner hemû aliyan û civakê li xwe digire, tam li krîtera somdariyê ya demokratîk tê. Beşdarên pratîkên edaleta veherîner bi vegotina çîrokên xwe û bi kirina ji hev a pirsan, li ser zemîneke hevpar digihîjin hev û din. Wekheviya di navbera beşdaran de, yek ji taybetmendiyên sereke yên demokrasiya gotûbêjkar e. Di vê nuqteyê de tê dîtin ku edaleta veherîner hîn bêhtir ji bo xurtkirina mexdûr e, veguherîna fail diavêje plana duyem û loma ji ber ku prensîpa wekheviyê ya di navbera beşdaran de binpê kiriye, îcar hin rexne lê tên girtin. Wek nimûne, bal li jinek û failê şideta li wê yan jî li newekheviya hêzê ya di navbera civatên xwecihî û polîsan de tê kişandin. Di vê nuqteyê de tê dîtin ku navbeynkar an jî pêkhêner ji bo ku mizakere bi awayekî wekhev û terazdar bê meşandin xwedî roleke kilîdî ye. Di pratîkên edaleta veherîner de, ji bo çareseriya lihevxistinê lêgerîna li rêyeke hevpar a aliyan û vegotina wan a çîroka xwe û hestên xwe, di heman demê de xwedî hêzeke veguherîner e jî. Bi vî awayî gava alî bi xwe veguherin, aliyê din jî vediguherîne. Bi taybetî cext li ser giringiya vebêjeriya çîrokê ya rû bi rû tê kirin ku gava ew xwe bikin cihê hev bê ka ev tê çi mehneyê û derfet dide wê yekê ku ew xwe bidin ber pirs û pirsyariyê. Taybetmendiyeke din a hevpar a demokrasiya gotûbêjkar û edaleta veherîne jî ku somdarî û misogerî (qethîtî) ye, ji bo aliyên gihîştine lihevkirinê cext li ser girêderiya wan tê kirin. Bi awayê wekî vê, taybetmendiya sazûmanî ya demokrasiya gotûbêjkar di heman demê de dike ku pêvajo şefaf be û alî jî bikarin hesab bidin hev û din. Ev taybetî di pratîkên edaleta veherîner de jî bi heman awayî li kar e. Alî li hemberî hev û beşdarên din, di rewşa berpirsî û dayîna hesab de ne.[77] Gava ev hevparî li ber çavan were girtin, dibe ku bê gotin sepanên edaleta veherîner, xwedî wesifekî demokratîk in.

Di pêvajoyên çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê de, gava ku diyardeya edaletê tê gotin têgiheke din a giring jî edaleta dewra derbasîbûnê ye. Têgiha edaleta dewra derbasîbûnê “bi mebesta ku dahatûyeke hîn demokratîk, adil û aştiyane bikare bê avakirin, qadeke lêkolîn û çalakiyê ya ku lê hatiye hûrbûn derdibire da ku civak bi binpêkirinên mafên mirovan re yên ku berê çêbûne, bi qetliamên mezin an jî bi trawmayên civakî yên xwedan tundiyê yên cur bi cur re rarû bibin.” [78] Edaleta dewra derbasîbûnê ku yek ji wan mekanîzmayan e hîn bêhtir civakên ji lihevxistinê nû derketine yan jî ew ên ku hîn di wê pêvajoyê de ne, da ku ji îdareya otorîter derbasî birêvebirinên hîn demokratîk bibin serî lê didin, hem formel hem jî înformel hin rêbazan li xwe digire. Yanî pêvajoyên dadgehên ku hem fail dikin tabi’ê lêpirsînên cezayî hem jî komîsyonên wekî Heqîqet û Lihevkirinê bi kar tîne ku ew mekanizmaya edaletê ya dewra derbasîbûnê ye û ew herî berbelav, naskirî ne ku serî li wan tê dayîn.[79]

Her çi qas kokên edaleta dewra derbasîbûnê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bigihîje Dadgehên Nunbergê yan jî bernameya pakkirina Ewrûpayê ji naziyan jî, lê tekûzbûn û hevgirtîbûna wê di çaryeka dawî ya sedsala 20’î de pêk tê û wek dewra duyem a edaleta dewra derbasîbûnê tê binavkirin. Ev serdem mehkemekirina berpirsên cuntaya leşkerî yên li Yûnanistan û Arjantînê, teşebusên lêgerîna li heqîqetê yên li başûrê Amerîkayê, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetan veguherînên polîtîk ên li welatên Ewrûpaya Rojhilat û Komîsyonên Heqîqet û Lihevkirinê yên ku li cihên cuda yên dinyayê hatine avakirin, li xwe digire.[80] Di dewra sêyem a edaleta dewra derbasîbûnê de, edaleta dewra derbasîbûnê asayî û berbelav dibe. Sembola herî naskirî ya vê dewrê jî Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî ye.[81] Aliyekî giring ê edaleta dewra derbasîbûnê jî ew e ku tenê li ser bûyerên qewimî hûr nabe, veguherîneke binyadî ya demdirêj û aştiya pozîtîf ji xwe re dike armanc:

“Ranêzikiya edaleta dewra derbasîbûnê, bi tenê li ser wê yekê hûr nabe bê ka çi cure îhlalên mafên mirovan hatine kirin, bê li ku derê û çawan hatine kirin. Giringiya vê nêzikahîtêdanê jî ew e ku teşebusên wê yên ji bo veguherîna binyadên dameziraweyî û têkiliyên civakî hene ku ew yek bûne sedema van binpêkirinan. Hewlên ji bo wekheviya di temsîla polîtîk de û hildana ji holê ya bêedaletiyên sosyoekonomik, dibe ku wek nimûne ji bo vê yekê bên nîşandan. Ev gişt ji bo avakirina aştiya pozîtîf ku Johan Galtung ew pênase kiribû, giring in. Aştiya pozîstîf, civakeke wisan texeyul dike ku hêmanên şideta binyadî û çandî ji navê têne hildan. Loma ji vî aliyî ve eger bê gotin ku edaleta dewra derbasîbûnê tevahiya wan ranêzikiyên hem ji bo demên paş hem jî ji bo rojên pêş e, dê ne şaş be.”[82]

Ev ranêzikî, bi beşdariya aktorên ji beşên cuda yên civakê ji xwe re dike mebest ku rarûbûn bi tiştên qewimî re çêbe. Rarûbûn, ji bo wan civakê hanê yên ku ji lihevxisitinê yan ji şer derketine yan jî ji bo wan rejîmên oterîter ên ku li nav wan binpêkirinên mafên mirovan ên giran pêk hatine, mekanîzmayeke giring a tamîrê ye. Hem dike ku sarêjbûna mexdûran a madî û manewî pêk were hem jî dike ku mekanîzmayên binyadî û dameziraweyî çêbin da rê li ber heman xetayan bigire ku dibe ew piştre careke din tekrar bibin. Ji vî aliyî ve Komîsyonên Heqîqet û Lihevkirinê yên ku di dewra derbasîbûnê de li wan civakên hanê tên damezirandin, wek rêbazeke ku xwe dispêre hafıza û şahidiyê, hem dike ew bi barê giran ên raboriya xwe re rarû bibin hem jî dike ku ji bo rojên li pêş rê li ber pêkanîna aştiya mayînde veke. Mebesta sereke ya komîsyonê ew e ku ji bo mirov bikarin xwe û ew qewamên li wan rûdane bi awayekî azadane îfade bikin da ku qadekê ji wan re veke, rûmeta wan a ji ber mirovbûna wan biparêze û bi saya vê yekê ew ziyanên çêbûne piçek be jî bike ku bên tezmînkirin.[83]

 

6.         Çareseriya Lihevxistinê û di Avakirina Aştiyê de Perspektîfa Zayenda Civakî

Di pêvajoyên lihevxistin û şer de Jin û LGBTQI+ ji wan beşan in ku herî zêde ew tesîrdar dibin. Lê belê di pêvajoya çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê de, bi awayekî giştî li derve tên hiştin an jî tenê wek kesên mexdûr tevî van pêvajoyan tên kirin. Hal we ye tecrubeyên jinan û LGBTQI+’yan gava ew wek kirdeyeke çalak beşdarî çareseriya lihevxistinê û avakirina aştiyê dibin, têra xwe giring e. Ew rexneyên femînîst ên li ranêzikiya ewlehiyê tê girtin ku ev ewlehî di têkiliyên navneteweyî de serwer e, gava rexne li qadê tê girtin ku ew navend-dewletî û xwedî nêrîneke nêrane ye, di heman demê de li dij radibe ku jin û LGBTQI+ tenê wek mexdûr tên dîtin loma di pêvajoyên avakirina aştiyê de jî bi tenê wekî kesên mexdûr tên yadkirin. Hem têgiha ewlehiyê hem jî ya bêewlehiyê dikin ku nîşaş li ser wan çêbin û pênaseyeke nû pêşniyaz dikin.

Di vê nuqteyê de ew pirsa rexneyên femînîst dike bê “ewlehiya kê?”, ji bo ku azmûna jinan û ya LGBTQI+’yan jî tevî pêvajoyên çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê bê kirin, xaleke destpêkê ya giring e. Her wiha rexneyên femînîst dinirxîne ku “marjînalîzekirina ramanên jinan, tecrube û zanyariyên wan, ku nifûsa wan ji nîvê nifûsa dinyayê zêdetir e, bêedaletiyeke mezin e.”[84] Wekî di siyaseta neteweyî de, di siyaseta bilind a têkiliyên navneteweyî de jî mêr û binyadên bavkanî (pederşahî) serwer in:

“Nivîskarên hemdem ên paragdîgmaya realîst, di sîstema navneteweyî de, ku netewe-dewletên serwer ew çêkiriye, bi cexteke giring berê xwe didin meseleyên şer û aştiyê û stratejiya leşkerî. Teoriya realist, mijarên siyaseta navneteweyî wek “siyaseta bilind” (high politics) û siyaseta nizm” (low politics) ji hev cihê dikin. Qada siyaseta bilind ku wek warekî nêrîne tê dîtin, bi mijarên mîna ewlehiya navneteweyî, teraza hêzê, kapasîteya leşkerî û birêvebirina dewletê; qada siyaseta nizm jî ku wek qadeke mêyîne tê dîtin, bi mijarên mîna jîngeh, mafên mirovan, mafên kêmaran, koç û malbatê pênase dike.”[85]

Ji lew re beşdarên femînîst, ji qada ku wek siyaseta bilind tê pênasekirin vederkirina tecrube û civariyên jinan û LGBTQI+’yan rexne dikin û li dijî vê tê dikoşin. Bi taybetî balê lê dikişînin ku daxwaza jinan a aştiyê û têkoşîna wan a li dijî tesîrên şer, bi dîroka tevgera femînîst re paralel e. Ew hewl didin ku ji bo diyardeyên mîna ewlehî, bêewlehîtî, lihevxistin, şer û aştiyê perspektîfeke zayendî pêşkêş bikin. Cynthia Enloe di vê nuqteyê de rabêjiya femînîzma pêla duyem ku dibêje “qada taybetî polîtîk e” li gotina “ya taybetmend navneteweyî ye” dadigerîne û amaje bi serweriya nêrîne ya li vê qadê dike.[86]

Her wiha Enloe ku lê hûr dibe “aloziya kêşeyên kurewî bi têkçûna îdeolojiyên nêrîne û modernîst rave bike”, “ di navbera jiyana sosyo-ekonomîk û binyada dameziraweyên leşkerî yên bavkanî de berawirdiyan” dike.[87]

Carol Cohn jî ku ew teorîsyeneke femînîst e, li dij radibe ku aştî mîna roleke zayendê bê dîtin û şer bi mêran re yan jî bi nêrîtiyê re bê eleqedarkirin, aştî jî bi jinan an jî bi mêtiyê re bê eynîkirin. Diparêze ku ev ranêziyeke redûksiyonîst e. Bal lê dikişîne ku bi awayê jin “ji zikmakî ve aştîxwaz, lihevker, ji tundiyê dûr in” were pênasekirin dê ev yek tiştekî xelitîner be. Bi taybetî di rewşên lihevxistinê de hewl dide ku li dijî kêşeyên mîna leşkeriya mecbûrî, leşkerên zarok, tundiya zayendî, tundiya navmalbatî û tundiya navdamezirewayî ranêzikiyeke femînîst bi pêş bixe.

Cohn, cext li wê yekê dike ku bi tenê ne jin “wekî zarok, ferdên LGBTI hemû civatên ku ji aliyê rolên nêrîne ve tên vederkirin divê ew mîna aktorê aştiyê xwe birêxistin bikin û beşdarî binyada polîtîk bibin.”[88]

Teorîsyên femînîst ên ji hev cuda, çendî ranêzikiyên ji hev cihê pêşniyaz bikin jî, lê dibe jê were behskirin ku bi awayekî esasî ew li ser hin xalan hevpar dibin. Ew wek esasî makebizavkirina zayenda civakî (gender mainstreaming), nêrîna li aştiyê ya bi awayê tevahîgir (lihevxistin, şer, xizanî, kêşeyên jîngehê, nêzikahîtêdana bi tevahî ya li tundiya nêrîne), rexnegirtina ranêzikiya ku dewlet û berjewendiyên neteweyî hildide navendê û rexnegirtina li perspektîfa ku jinan bi aştiyê re dike eynî û xwe li nedîtina rewşa beşdariya jinan a li şer datîne.[89]

Di encama rexneyên teorîsyenên femînîst û têkoşînên tevgerên femînîst de, di sala 2000’î de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî cara pêşî bi biryara xwe ya bi hejmara 1325’an etf bi zayenda civakî kiriye.

“Di vê civînê de bi qebûlkirina biryara bi hejmara 1325’an a KENY’yê perspektîfa nû bi vî awayê dikare bê xulasekirin: a) Jin ne qurbaniyên şer di heman demê de hêza dehfder a aştiyê ne; b) Beşdariya jinan a li polîtîkaya kurewî ya bi derfetên tam, ji bo aştiya kurewî firsendên hîn mezin çêdike; c) Di bingeha hevdîtinên aştiyê de, yên di pêvajoyên avakirina ji nû ve û lihevkirina ji nû ve yên piştî şer de, jin bi dereceyeke gelek kêm tên temsîlkirin; d) Heta ku di pêvajoyên çareseriyê de wekheviya jin û mêran nebe yan jî pêk neyê, tu pêvajoyeke aştiyê bi temamî serkeftî nayê hesibandin; e) Pêvajoya aştiyê bi awayê ku nabe ji hev cihê be, li ser wekheviya jinan û mêran e.”[90]

Her wiha, biryara bi hejmara 1325’an a KENY’yê bi cexta ku li ser jinan û zarokên keçîn kiriye ku divê ew ji tundiya zayendî û yên bi cureyên din bên parastin jî, xwedî giringiyekê ye.[91] Bi saya vê cara pêşî di asta temsîla navneteweyî de rêxistinek pejirandiye ku beşa herî zêde jin û zarokên keçîn ji şideta lihevxistin û şer tesîrdar dibin loma nabe ku parêzbanediya ji sûcên şidetê hebe.[92]

Li aliyê din, ji bo ku tecrubeyên jinan û LGBTQI+’yan çi di pêvajoyên lihevxistin û şer de çi jî di heyna pêvajoyên avakirina aştiyê de were xuyabarkirin û ji bo zêdekirina beşdariya wan a van di pêvajoyan de, têkoşîna civaka sivîl xwedî cihekî giring e. Di gelek tecrubeyên dinyayê de hatiye dîtin ku ew pêvajoyên aştiyê yên ku perspektîfa zayenda civakî tevî wan nehatiye kirin, di warê avakirina aştiya mayînde de qîmneker bûne. Encamên şer ên wekî mirin, tundî, koç û xizanî îcar gava bi normên baviksalariyê re dibin yek, bal li wê yekê tê kişandin ku jin û LGBTQI+ ji mêran cuda dibin xwedî azmûn û tecrubeyan. Cudahiya zehmetiyên ku vê beşê ew kişandine, dibe sedema cihêtiyên ranêzikiya wan a li aştiyê.[93]

Xebata Guneş Daşli, Nîsan Alici û Ulrike Flader a li Sirbistan, Kosova, Srî Lanka û Sûriyeyê, ku tê de lêkolînê li ser tecrubeya jinan a di têkoşîna aştiyê de kirine, ji aliyekî ve cudahiyên di warê tecrubeyên taybetî de derdixin holê ji aliyê din ve jî hevpariyên wan ên li dor tewereya zayenda civakî ya li cografyayên ji hev cihê, bi pêş çavan dixin. Tê dîtin ku ew hêmanên hevpar ên ku rêbazên têkoşîna aştiyê ya li welatên cuda diyar dikin mirin, windahî, trawma, koç, xizanî, neteweperwerî û sîstema baviksalariyê ne. Jin hem bi awayekî takekes hem jî bi awayekî rêxistî, xwedî rewşa kirdeyên têkoşîna aştiyê ne. Di hin tecrubeyan de, jin bi tevgerîna rola dayikiya kevneşopî tê dikoşin, di hin tecrubeyan de jî îcar ew têkoşîneke femînîst a antîmîlîtarîst didomînin. Bi heman awayî carinan di nav xwebirêxistinkirina jinan de cih digirin û têkoşîna aştiyê didomînin carinan jî di nav xwebirêxistinkirinên têvel de cih digirin.

Daşli, Alici û Flader têkoşîna aştiyê ya ku jinên ji nimûneyên welatên cihê ew di dema lihevxistinê û piştî şer de meşandiye li çar warên cuda dabeş dikin: “Kêmkirina mexdûriyetên ku rasterast ji şer diqewimin, bidawîanîna şer an jî wan lihevxistinên di wê kêliyê de, piştî kutabûna şer rarûbûna bi raboriyê re, avakirina aştiya civakî û wek a dawî jî hewlên ji bo hişyarkirin û xurtkirina jinan.”[94] Tevî vê yekê, ji bo qedandina lihevxistinan jin di çalakiyên navbeynkariyê û hevdîtinên aştiyê yên fermî de jî cih digirin. Lê belê di dema lihevxistinê de, ji bo ku jinên bi awayekî çalak dixebitin û rêxistinên jinan bikarin beşdarî hevdîtinên aştiyê yên fermî bibin, tê dîtin ku ew bi awayekî zêde dikevin nav hewldanan.[95] Bi gotineke din, piştî şer û lihevxistinan, ku jin di her merheleyê de û bi awayekî rasterast ji wan tesîrdar dibin, bi piranî tên astengkirin da ku tevî pêvajoyên aştiyê nebin. Lê dikare bê gotin, bi desteka ku ji civaka sivîl a navneteweyî û rêxistinan hatiye standin, bi awayekî giştî hîkarî li beşdarbûna jinan a li van pêvajoyan kiriye. Li vir giringiya biryara bi hejmara 1325’an a KENY’yê careke din dixuye. Lê belê nabe bê gotin ku ew bes û qîm dike. Jin di rewşa şer û lihevxistinan de, di warê derbirîna tundiya zayendî de ya ku ew tûşî wê bûne, ji ber normên baviksalarî û pêkutiyên civakî hîn jî rastî dijwarî û çetinahiyan tên. Ev jî, ya rast careke din giringiya daxilnekirina perspektîfa zayenda civakî ya li pêvajoyên çareseriya lihevxistin û avakirina aştiyê nîşan dide. Eger bi gotineke din bê gotin, ji bo têkoşineke rasteqîn û mayînde ya aştiyê, pêwîst dike ku di heman demê de têkoşîn bi normên baviksalariyê re jî bê kirin.[96]

Xebata Guneş Daşli, Nîsan Alici û Julia Poch Figuares ku wan li ser pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê bi perspektîfa zayenda civakî vekolaye jî, hem ji aliyê azmûna jinan û LGBTQI+’yan ve hem jî ji ber ku der barê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de pêşniyazan pêşkêş dikin, xwedî giringiyê ye.[97] Tecrubeya pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê, ji ber ku perspektîfa zayenda civakî û bi taybetî LGBTQI+ ku berê di tu nimûneyan de ew qas tevî pêvajoya aştiyê hatine kirin, pir giring e. Li Kolombiyayê, di qewimîna şerê navxweyî de li dijî gelê sivîl gelek sûc hatine kirin û îhlalên cidî yên mafên mirovan çêbûne. Nifûsa afro-kolombiyayî, kesên xwecihî, jin û LGBTQI+’î ew beş in ku herî zêde di pêvajoyê de ziyan gihîştiye wan û duçarî binpêkirina mafan bûne. Bi taybetî jin û LGBTQI+ di vê pêvajoyê de wekî “şideta zayendî ya ji ber lihevxistinê, windakirina bi zorê, îşkence, jicihkirina bi darê zorê, xizanî, cudahîkerî û tundî” dîtine û ziyan gihîştine wan.[98] Ji aliyê din ve, derbasîbûna li pêvajoya aştiyê kiriye ku beşdariyeke berfireh a civakî pêk were. Di wexta lihevhatinê de, gava rojevên sereke yên ku dê li ser wan bê sekinandin, ên wekî “geşepêdana çolterî (deverên gundewarî), beşdariya siyasî, debirên derqanûnî, mexdûr, bidawîanîna lihevxistinê û sepandina rêkeftina aştiyê û teyîdkirina wê” hatine diyarkirin, îcar ji bo ku beşdariya civakî were zêdekirin jî li deverên ji hev cihê yê welêt bi awayê paralelî van mizakereyan formên welatiyan hatine lidarxistin ku di wan de ev mijar wekî rojev hatine nîqaşkirin.[99] Rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan ji bo bikarin beşdarî pêvajoya avakirina aştiyê bibin, wan hevkarî kiriye û di encama têkoşînê de ya ku wan kiriye wek kirdeya wekhev a pêvajoyê beşdarî mizakereyên aştiyê bûne ku ew li Havanayê pêk hatiye. Bi saya vê yekê, bi her madeya rêkeftina aştiyê perspektîfeke zayenda civakî dane qazanckirin, tecrube û kêşeyên jinan û LGBTQI+’yan jî di pêvajoya aştiyê de bûne rojev. Rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan kiriye ku nemaze madeyên eleqedarî cudahîkerî û şidetê bên pejirandin, her wiha wan kiriye ku perspektîfa zayenda civakî li gel wekî xwedaniya erd/xakê, beşdariya siyasî, çîn (sinif) û etnîsîteyê li dest bên hildan û ranêziyeke hevbirînî jî bê qebûlkirin.[100]

 

7.         Li Tirkiyeyê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî

Yek ji aliyekî giring ê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî ku xwe dispêre rexneyên xebatên aştiyê yên rewteka sereke û navend-ewrûpî, aştiyê ne wek pêvajoyeke qedandina lihevxistinê, lê wê wek qadeke têkoşînê ya berdewam dibîne. Di vê çarçoveyê de Xebatên Aştiyê yên Rexneyî;

“Lê dixebite ku êrîşkariya neolîberalîzma di sîstema navneteweyî de serwer e mihakeme bike û bermahiyên kolonyalîzmê derxe holê ku ew di gelek teşebusên navneteweyî de hene û ew bi mebesta geşepêdan û anîna aştiyê bi rê ketine. Ranêzikiya aştiyê ya rexneyî pêvajoyên aştiyê yên azadker pêşbînî dike ku ew di bingehê de xwe bi rêxistin dikin û aktorên sereke jî ji wan civatan in ku ew ji lihevxistinan hîkarîdar dibin. Ji lew re ji bo ku lihevistin bikare veguhere û aştiyeke azadker pêk were, divê têkiliyên hêzê yên di bingeha lihevxistinan de hene werin veguhartin.”[101]

Behskirina ji teoriyeke aştiyê ya gerdûnî ya ku dikare li hemû rewşan bê guncandin jî û behskirina pratîkeke wê jî, zor e. Loma jî dînamîkên her cihkî bi xwe ji bo avakirina aştiyeke mayînde giring in û divê li ber çav bên girtin. Avakirina aştiyeke ku dînamîkên cihkî li ber çav nagire û têkiliyên hêzê yên li cihkî ji xwe re nake armanca veguherînê, îhtimala wê ya mayîndebûnê jî qels dibe. Ji vî aliyî ve Xebatên Aştiyê yên Rexneyî berî her tiştî wek “maf”ekî nêzikatî di aştiyê dide. Tevî aktorên cihkî û mexdûr û/yan jî aliyên lihevxistinê û/yan jî yên şer giringî pê dide ku beşa herî berfireh a civakê jî beşdarî pêvajoyên aştiyê û mekanîzmayên nû yên ku dê piştî wê bên avakirin, bibe. Civakîbûna aştiyê û xwedîderketina li wê, ancax wiha dê mimkin bibe.[102]

Şerê ku bi dehan sal in di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyeyê de didome, dike ku Xebatên Aştiyê yên Rexneyî li Tirkiyeyê jî bibe warekî giring. Li Tirkiyeyê pêkanîna aştiyê û kêşeya demokratîkbûnê, wekî li nav gelek civakan, ji nêz ve bi hev re eleqedar in. Mizakereyên aştiyê ku di sala 2013’yan de, di navbera Komara Tirkiyeyê û Tevgera Kurdî de dest pê kirin û ew wek Pêvajoya Çareseriyê[103] hat binavkirin û meşandin, tenê ne ji bo pêkanîna aştiya civakî di heman demê de demokratîkbûneke berfireh jî pêwîst dikir. Lê belê piştî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya li desthilatê di hilbijartinên giştî ya di 7 Hezîran 2015’an de têk çû, şidet hat gurkirina û lidarxistina operasyonên leşkerî yên li bajarên kurdan, ku wan rê ji qewimîna îhlalên mafên mirovan ên cidî re vekir, bûn sedema Pêvajoya Çareseriyê. Rewşa bêlihevxistinbûnê ya ku di navbera salên 2013 û 2015’an de domiya û di maweyeke kurt de veguherîna vê ya li rewşa lihevxistin û pevçûnê, kir ku careke din giringiya civakîbûna aştiyê û mekanîzmayên ku dê ji bo vê bên avakirin, derkeve holê. Wekî li deverên din ên dinyayê, li Tirkiyeyê jî eger şidet bi dawî were jî heta newekheviyên binyadî bidomin û her beşa civakî tevî pêvajoyê neyê kirin, hatiye dîtin ku vegerîna li rewşa lihevxistinê bi hêsanî pêk tê.[104] Helbet bi taybetî daxwaza aştiyê û têkoşîna ji bo aştiyê ya li Tirkiyeyê, bi Pêvajoya Çareseriyê re, ku bi kanalên fermî re hatiye meşandin, dest pê bûye û loma piştî Pêvajoya Çareseriyê jî dewam dike. Di beşa piştî vê xebatê de, dê li ser rehendên têkoşîna civaka sivîl, dad û zayenda civakî ku li Tirkiyeyê di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de tê kirin, bê sekinandin.

 

7.1. Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Rola Civaka Sivîl

Li Tirkiyeyê dîroka şerê di navbera PKK û Hêzên Çekdar ên Tirkî (HÇT) de, ku ev e nêzî çil salan e didome, hema bibêje dîrokeke têkoşîna aştî û mafan jî li gel xwe tîne ku ew li heman parçeyê demê belav bûye. Li Tirkiyeyê gelek Rêxistinên Civaka Sivîl hene ku ew têkoşîna aştî û mafan dimeşînin. Beşeke giring a van rêxistinan, li şûna ku bi awayekî sanahî ranêzikiyê li têgiha aştiyê ya ji bo qedandina lihevxistinê bikin, di tewereya mafên demokratîk de û bi wayê hevbirînî ya mijarên wekî zayenda civakî, çîn, etnîsîte û hwd. nêzikatiyê di aştiyê didin.

Ji van Rêxistinên Civaka Sivîl ên ku ji wan tê behskirin, di serî de Komeleya Mafên Mirovan (İnsan Hakları Derneği- İHD) tê. Komeleya Mafên Mirovan a ku di 17 Tîrmeh 1986’an de damezirandina xwe ragihandiye, bi mebesta li dijî xespkirina mafên cur bi cur ên ku dîktatoriya leşkerî ya ku piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatiye avakirin bûye sedema qewimîna wan tê bikoşe, tê avakirin.[105] Komeleya Mafên Mirovan (KMM) ji aliyê 98 aktîvîstan ve bi mebesta ku li dijî sepanên rejîma 12’ê Îlonê yên wekî girtina partiyên siyasî, komele û sendîkayan, hildana ji meriyetê ya qanûnên ku mafên cur bi cur hildidan bin garantiyê, sepanên îşkenceyê yên di bin raçavî û girtîxaneyan de, revandina mirovan û kuştinan, bikevin nav tevgerê hatiye damezirandin. KMM’yê ku mebesta damezirandina xwe di rêziknameya xwe de wek hêvişandina maf û azadiyên mirovan diyar kiriye, di van waran de gelek xebat kirine. KMM hîn jî bi gelek rêxistinên mafên mirovan re yên li welatên cuda yên dinyayê di nav danûstandinekê de xebatên hevpar dimeşîne. KMM ku endama Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) û Tora Mafên Mirovan a Ewrûpa-Deryaya Spî (EMHRN) ye, yek ji damezirînerên Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye. Komele di malpera xwe de gava pênaseya warê xwe yê çalakiyan dike, skalayeke berfireh a wekî efûya giştî, cezayê mirinê, dijberiya li şer, aştî, Dadgehên Ewlehiya Dewletê, azadiya ramanê, windakirinên di binçavan de, kuştinên kiryar nediyar, îşkence û miemeleya xerab, girtîxane û jiyana xebatê pêşkêş dike û piştî kûrbûn û berfirehbûna kêşeya kurdî xebatên xwe yên têkildarî aştî û nelihevxistinbûnê jî zêde kirine.

Di nav xebatên wê de yên eleqedarî aştiyê, xebatên mîna bangewaziyên ji bo agirbestê, raporkirin û arşîvkirina windahî, cinayetên kiryar nediyar û binpêkirinan mafên ên ku di heyna şer de qewimîne û bi raya giştî re parevekirina wan, raporkirina rewşa dîlên şerî û parastina mafên dîlan[106], raporkirina sûcên şerî, lidarxistina sempozyûm, semîner, panel û konferansên li ser mijara aştiyê û raporkirina çêbûna îhlalkirinên mafan ên li girtîxaneyan hene.[107]

Yek ji Rêxistinên Civaka Sivîl ên giring ku li Tirkiyeyê di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de xebat û çalakiyan dike Enstîtuya Diyarbekirê Bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DÎSA) ye. DÎSA ku li navenda Diyarbekirê di sala 2010’an de hatiye avakirin, di malpera xwe de, xwe wiha pênase dike:

“Enstîtuya me xebatên xwe li ser çar tewereyên bernameyên lêkolînê dimeşîne. DÎSA, ji xwe re dike armanc ku di warên bernameyên lêkolînê de yên ku dikevin nav xebatên me, ji bo lêkoleran bibe xwedî fonksiyona navendekê, bi kirina lêkolînên ku bikare rê li pêşiya bipêşketina civakê ya civakî û siyasî veke û ji destê yekem li ser bingeha zanyariya objektîf û ya ku xwe dispêre lêkolînên meydanî alîkariyê li pêkanîna polîtîkayên dahatûyê bike.

DÎSA, bi mebesta ku hesasiyeta civakî ya wekhevîxwaz zêde bibe ku ev yeka hanê dike di nav aştiyê de hebûna cudahiyan a bi hev re mimkin be û diyalog bi pêş bikeve, lêkolînan diweşîne û wan pêşkêşî bala rayedaran dike; bi kirina konferans, sempozyûm, panel, komxebat, atolye û raporan jî dixwaze tevkariyê li parevekirina agahî û zanyariyê bike.”[108]

Çar bernameyên bingehîn yên ku DÎSA li ser wan xebatan dike ev in: Bernameya Lêkolînê ya Zimanê Dayikê û Pedagojiyê, Bernameya Lêkolînê ya Avakirina Dad û Aştiyê, Bernameya Lêkolînê ya Cih û Jiyana Berdewambar, Bernameya Lêkolînê ya Wekheviya Zayenda Civakî.[109] DÎSA’yê di çarçoveya van bernameyên lêkolînê de gelek rapor weşandine.[110]

Rêxistineke din a ku xebatên li ser aştiyê dike jî Kongreya Demokratîk a Gelan (Halkların Demokratik Kongresi - HDK) e. Kongreya Demokratîk a Gelan organîzasyoneke siyasî ye ku di 15-16 Çiriya Paşîn 2014’an de bi înîsiyatîfa 37 partiyên siyasî, tevger, komele û rêxistinên kedê hatiye damezirandin. Bernameya xwe ya damezirandinê, ku ew di 15-15 Çiriya Paşîn 2014’an de hatiye pejirandin, wiha daxuyandiye:

1. Ji bo ku em hemû tehde û nehqiyên arasteyî gelên me û yên bindest bûne ji holê rakin û Tirkiyeyeke ku em bikarin tê de di nav aştiyê de û bi hev re bijîn ava bikin, hatin ba hev.

2. Sîstema Tirkiyeyê ya li ser tehde û kedxwariyê, ku ji aliyê du rewteka sereke ya serweran ve bi awayekî timî ji nû ve tê hilberandin, dixwaze hemû mihraqên berxwedanên civakî yên ku li dijî wê tê dikoşin, di bin pêkutiyê de bihêle. Lê belê gel û kesên bindest ên ji her ziman û çandê, ne mecbûr in ji nav van her du rewtekên hanê yên ku ji bo temenê sîstemê dirêj bikin bi hev re dikevin pêşbaziyê yekê û di nav pergala neolîberal û nedemokratîk de ku ew ên serwer li me ferz dikin, ji ferasetên sentezparêzê tirk-îslamî yan jî neteweperest yekê hilbijêrin. Em ji bo bidin nîşandan ku li dijî lêferzkirina her du rewtekên serweran, serwerkirina jiyana demokratîk a komunal a bindest û gelan mimkin û tiştekî realîst e, bi he vre ne.”[111]

Kongreya Demokratîk a Gelan, ji dema vakirina xwe pê ve ku ev yek rastî Pêvajoya Çareseriyê hat, ji bo ku kêşeya kurdî bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe çalakiyên cur bi cur ên wekî panel, çalakiyên salonan, kiryar û xebatên meydanî dimeşîne.

Li Tirkiyeyê gava ji Rexistinên Civaka Sivîl behs tê kirin ku ew têkoşîna aştiyê dimeşînin, yek ji wan a ku tê hişê mirov jî Weqfa Aştiyê (Bariş Vakfı) ye. Weqfa Aştiyê ku saziyeke civaka sivîl a serbixwe ye û bi mebesta li ser çareseriya aştiyane ya kêşeya kurdî hûr bibe ketiye nav hewldanê, di pey kutabûna Pêvajoya Çareseriyê re, di adara 2016’an de ji aliyê rewşenbîrên xwedî ramanên cuda yên siyasî û birêveberên civaka sivîl ve hatiye damezirandin. Weqfa Aştiyê misyona xwe ya avakirinê, di serî de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, wekî bi awayê hereketkirina ji peymanên navneteweyî hêvişandina mafê jiyanê û maf û azadiyên din ên ku ji hêla makeqanûn û qanûnan ve hatine garantîkirin, bi hereketkirina ji prensîpên mafên mirovan ên gerdûnî da ku li Tirkiyeyê bêyî cudahiyê bike avakirina demokrasiyê û edaleta civakî û ji bo van hemûyan jî ku yek ji mercên sereke ne, xebata ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde dide pênasekirin.[112] Weqf ku bi mebesta tevkariyê li çareseriya kêşeya kurdî bike komxebatan li dar dixe, raporan amade dike û weşan û broşûrên cur bi cur diweşîne û der barê mijarên cuda de daxuyaniyên çapemeniyê dide, wê heta niha di çarçoveya xebatên aştiyê de pênc heb rapor weşandine. Ev rapor bi dorê wiha ne:

-Çözüme Doğru: Olasılıklar, İmkânlar ve Sorunlar Üzerine Değerlendirme (Ber bi Aştiyê ve: Îhtimal, Îmkan û Nirxandina li Ser Kêşeyan)

-Dolmabahçe’den Günümüze Çözüm Süreci (Ji Dolmebaxçeyê Heta Roja Me Pêvajoya Aştiyê)

-2013-2015 Çözüm Süreci’nde Sivil Toplum Kuruluşları (Di Pêvajoya Çareseriyê 2013-2015’an de Saziyên Civaka Sivîl)

-Yerel Yönetimlerin Toplumsal Barışın İnşasındaki Rolü (Di Warê Avakirina Aştiya Civakî de Rola Birêvebirinên Cihkî)

-Kürt Soruna Toplumsal Bakış (2010-2022) (Li Kêşeya Kurdî Lênêrîna Civakî (2010-2022)[113]

Weşanên balkêş ên Weqfa Aştiyê yên din jî pirtûk û namîlkeyên li ser mijara pêvajoya çareseriyê û avakirina aştiyê ne. Wek nimûne, Barışın Elkitabı (Destepirtûka Aştiyê) yek ji wan weşanan e ku bi mebesta fikira aştiyê di nav civakê de ji nû ve bê zindîkirin, palpiştên hiqûqî yên daxwaziya aştiyê yên siyasî, neteweyî û navneteweyî û zemîna wê ya rewa bê bibîrxistin û ji bo cextê li ser binyada wê ya siyasî, civakî û etîk bê kirin, hatiye amadekirin.[114]

Akademîsyenên Ji bo Aştiyê (Barış İçin Akademisyenler -BAK)[115] jî teşekulek e ku di Çiriya Paşîna a sala 2012’an de ji hêla komek akademîsyenan ve hatiye avakirin. Di wê demê de, wê wexta dîlên siyasî yên kurd grevên birçîbûnê dabûn destpêkirin, Akademîsyenên Ji bo Aştiyê da ku bangewaziya aştiyê xurt bikin hatibûn cem hev û belavokeke ku ji hêla 264 akademîsyenî ve hatibû îmzakirin, diweşîne. Teşekul ku piştre wek înîsiyatîfeke sivîl hebûna xwe didomîne, di navbera salên 2013 û 2016’an de ji bo ku daxwaziya aştiyê berz bike û tevkariyê li pêvajoya çareseriyê ya destpêkirî bike, metinên cur bi cur ên îmzakirî diweşîne û di civînên cihêreng de tên cem hev û din. Nimînendeyên Akademîsyenên ji bo Aştiyê, ku bi nimînendeyên cuda cuda yên Heyeta Aqilmendan re, ku ev di dema Pêvajoya Çareseriyê de hatibû pêkanîn, li hev civiyabûn, bi mebesta ku tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin, xebatên çalak dide meşandin. Di meha Kanûna Paşîn a sala 2016’an de, di pey qedandina Pêvajoya Çareseriyê re, ji bo balê bikişîne ser operasyonên leşkerî yên ku Hêzên Çekdar ên Tirkî li cih û warên kurdan dabûn destpêkirin, metineke bi sernavê “Em ê nebin hevparê vî sûcî”[116]weşandiye. Metina ku ji hêla 2212 akademîsyen û lêkolerên serbixwe ve hatibû îmzakirin, bal kişabû ser êrîşên li sivîlan ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarên kurdan hatibûn pêkanîn û der barê vê yekê de hêzên dewletê hişyar kiribû. Di pey pêvajoyê de, akademîsyenên îmzaker ku ji hêla çapemenî û hêzên dewletê ve wek hedef hatibûn nîşandan, bi Rewşa Neasayî (RN) re ku ew piştî teşebusa derbeya 15’ê Tîrmehê hatibû ragihandina, ji hêla rejîma otorîterbûyî ve hîn bêhtir wek hedef hatine dîtin. Bi sedan akademîsyen bi Biryarnameyên bi Hikumê Qanûnê (BHQ) ji erken xwe hatine bidûrxistin û hinek ji wan jî neçar mane ku terka welêt bikin. Pêvajoya ku bi BHQ’yan dest pê kiriye, hîn didome.

Teşekuleke din a ku di asta cihkî, neteweyî û navneteweyî de, di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de çalakiyan dike jî Înîsiyatîfa Avakerên Aştiyê yên Ciwanên Tirkiyeyê (Türkiye Genç Barış İnşacıları İnisiyatifi) ye, bi hereketkirina ji biryara bi hejmara 2250’yan a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, xebatên bi temaya “Ciwan, Aştî û Ewlehî”yê dide meşandin. Înîsiyatîf diyar dike ku mebesta wê ya sereke ew e ciwanan tevî pêvajoya avakirina aştiyê û rêlibergirtina şidetê bike.[117] Înîsiyatîf ji bo vê yekê ji xwe re dike armanc ku toran pêk bîne û bi çalakiyên wekî perwerdehiya welatîbûnê, projeyên cihkî, neteweyî û navneteweyî, lêkolîn û lêgerînên akademîk, kar, panel, konferans û xebatên atolyeyî ciwanan xurt bike.

Komeleya Pevreyê (Beraberce Derneği), ku di malpera xwe de armanca avakirina xwe wekî kirina xebatên xurtkirina civaka sivîl, welatîbûna çalak û yên di warê mafên mirovan de pênase kiriye, hevpara wê ya stratejîk DVV International, Enstîtuya Hevkariyê ya Navneteweyî ya Yekîtiya Navendên Perwerdehiya Stewanan a Alman (DVV) e.[118] Komele bi proyên cuda xebatên giring ên li ser civaka sivîl dide meşandin. Wek mînak, wê der barê aştiyê de li Tirkiyeyê û li her cihê ku ew dikarin lê “temas” bikin, bi hêviya tevkariyê li jiyana pêkveyî û çanda aştiyê bikin, ew projeya ku di çarçoveya “Bîne Bîra Xwe!” de dabûn destpêkirin li Akademiya Pevreyê (Beraberce Akademi) Tecrubeyên Hînbûna Kolktîf a Navhêlî (Online) û Perwerdehiya Perwerdekarên Aştiyê li dar xistine.[119] Projeyeke din a xwedî mijarê li ser aştiyê jî projeya PeaCE.net e, ku ji xwe re dike armanc li Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û li welatên berendam ew Rêxistinên Civaka Sivîl û platformên ku bi rêya perwerdekirina kesên gihîştî/stewiyayî çalakiyên perwerdehiya diyalog û çanda aştiyê dimeşînin an jî ew ên ku xwazyar in di vî warî de bixebitin, wan di nav xebata toreke navneteweyî û hevkariyê de bigihîjîne hev.[120]

Li Tirkiyeyê saziyeke din a ku bi awayekî berfireh di warê Xebatên Aştiyên yên Rexneyî de çalakiyan dike jî Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (Demokrasi, Barış ve Alternatif  Politikalar Araştırma Derneği - DEMOS) e. Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê di sala 2015’an de ji aliyê kêsên ku di warê Zanistên Civakî de dixebitin û ji xwe re dikin armanc ku hilberîna zanyariyê hevpar bikin, li Enqereyê hatiye damezirandin. Komele, ji roja ku ava bûye heta niha bi awayekî berfireh li ser xebatên aştiyê lêgerînên xwe kirine û nimûneyên ji Tirkiye û dinyayê vekolane. Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê dide diyarkirin ku gava van xebatan dike jî perspektîfa wekheviya zayenda civakî hildide navenda xebatên xwe.[121]

Xala 2. a rêziknameya Komeleyê, ku qada wê ya çalakiyan pênase dike, wiha ye:

“Komele, bi mebesta ku li ser warên hafizeya civakî, edaleta dewra derbasîbûnê û rarûbûna bi raboriyê re, aştî û lihevkirin, veguherîna pevçûnê û zayenda civakî bi awayekî kûr û berfireh lêkolîn û xebatan bike û li ser vî esasî çalakiyan bike, hatiye damezirandin.” [122]

Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê, qadên xwe yên xebatê wekî Aştî û Lihevkirin, Edaleta Dewra Derbasîbûnê, Hafizeya Civakî û Veguherîna Pevçûnê di bin çar kategoriyan de pênase dike. Komele, pêvajoya aştiyê jî wek pêvajoyeke dirêj terîf dike ku divê ew pêvajo hildana ji holê ya hemû şertên ku dibin sedema qewimîna lihevxistinê ya ji nû ve li xwe vehewîne û hesabpirsîna ji raboriyê ji xwe re bike armanc.[123]

Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê, di çarçoveya prensîp û qadên xebatê de ku li jorê pênase kiribûn, ji bo ku tevkariyê li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bike hin cure proje pêk anîne. Berî demekek kurt ku şobaya vîrûsa koronayê dest pê bike û di berdewamiya pandemiyê de, lêkolîn û analîzên xwe yên têkildarî warên xebatên xwe ku bi navê “DEMOS’tan Sesler” (Dengên ji DEMOS’Ê) dabû destpêkirin, bi navberiya podcastê weşandine. Ev proje, projeyeke wisan e ku dixwaze ranêzikiyên sereke yên wekî kirde-navendîtî, aştiya ji bingehê û zayenda civakî, ku ew di warê Aştiya Rexneyî de tên bikaranîn, bi guhdaran re parî bike û ji vegêranên rewteka sereke re alternîf pêşkêş bike û ji xwe re dike armanc ku tevkariyê li xebatên aştiyê yên li Tirkiyeyê bike.[124] Projeyeke din a ku Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê di çarçoveya xebatên xwe de, di dema pandemiyê de pêk anîbû, projeya bi navê “Barış STÖ’leri” (RCS’yên Aştiyê) ye. Di navbera Tîrmeh 2020-Hezîran 2021’ê de, di çarçoveya projeya pêkhatî de, ji bo bizanin bê RCS’yên ku di qada aştiyê de çalakiyan dimeşînin bi çi awayî ji pêvajoya pandemiyê tesîrdar bûne û di vê maweyê de xebatên xwe bi çi awayî kirine û ji vê yekê parevekirina tecrubeyekê pêk bînin, bi navê Di Karantînayê de Hevpeyvînên Aştiyê li darxistine.[125]

Yek ji projeyên Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê ya din jî projeye Aştiya ji Cihkî (Yerelden Barış) ye ku di çarçoveya xebatên xwe yên aştiyê de kiriye. Ev projeya ku di Tebaxa 2020’î de dest pê hatiye kirin, tê daxuyandin ku ew xwe dispêre pêwîstiya fikirîna ji nû ve ya li ser hecira hewlên kirina aştiya rewteka sereke ku ew li Tirkiyeyê û bi tevahî li dinyayê serdest e.[126] Di çarçoveya vê projeyê de, kitêbeke kolektîf ji weşanê re amade dike ku tê de ji Tirkiyeyê pêşniyazan li wan hewlên kirina aştiya lîberal û navend aktorê siyasî ya ku halê hazir serdest e dike û bi van pêşniyazan jî dixwaze tecrubeyên grûpên etnîk, dînî û/yan jî yên mezhebî yên li ser binyada dîrokî yên ku ew li Anadoliyê û Mezopotamyayê di nav aştiyê de bi hev re dijîn derxe holê û ji xwe re dike armanc da li ser du lingên sereke yên ku bike vê rewşê ji nijadperestî û zayendparêziyê paqij bike. Di nav çarçoveyên xebatên komeleyê de projeyeke wê ya din jî pirtûka bi navê “Kadınların Barış Mücadelesi” (Têkoşîna Jinan a Aştiyê) ye.[127] Ew pirtûka ku bi mebesta guhdarîkirina li çîrokên jinên li deverên cihê yên dinyayê li dijî şer, neteweperestî û tekperestiyê li ber xwe didin û fehmkirina ji hevparî û cudahiyên heyî hatiye amadekirin ku ew dê ji bo jinên ku li Tirkiyeyê ji bo aştiyê hewl didin bibe tiştekî îlhambexş, çapa wê ya duyem hatiye kirin.[128]

Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê di projeyeke xwe ya din de, ya bi navê Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi (Li Tirkiyeyê Têkoşîna Aştiyê ya Rêxistinên Jin û LGBTI+’yan)[129] di navbera salên 2013 û 2015’an de li dor Pêvajoya Çareseriyê xebatên aştiyê daye meşandin û raporek weşandiye ku tê de cih dane wan milaqetên hanê yên ku bi awayekî kûr û dûr bi beşdarên rêxistinên jinan û LGBTI+’yan re kirine û tecrubeyên têkoşîna aştiyê yên wan rêxistinan ku xwedî tewereya zayenda civakî ne.[130]

Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê, wekî di rêziknameya wê de li jorê hatibû diyarkirin, di çarçoveya xebatên xwe yên sereke de, li ser bingeha xebatên aştiyê yên navend zayenda civakî meşandiye ku ew proje jî bi navê Barışı Gündemleştirmek: Kadın, LGBTİ+ ve Gençlerin Barış Süreçlerine Katılımının Desteklenmesi (Rojevkirina Aştiyê: Destekkirina Beşdariya Li Pêvajoya Aştiyê ya Jin, LGBTI+ û Ciwanan) e. Komeleyê mebesta vê projeya ku di Sebata 2022’yan de hatiye destpêkirin, bi vî awayî derbiriye:

“Bi vê projeyê, bi navberiya nivîsên blogan, werger û atolyeyan em ji xwe re dikin armanc ku di warê xebatên aştiyê de hilberîna zanyariyê ya jin, LGBTI+ û ciwanan (nemaze jinên ciwan ên LGBTI+yî) destek bikin, di nav civaka sivîl û akademiyê de rojeva aştiyê li ser tewereya ciwan/zayenda civakî zengîn bikin û di warê xebatên aştiyê de perspektîfa zayenda civakî ya hevbirînî berbelav bikin.” [131]

Wek a dawî jî, xebata din a ku ji aliyê Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê ve di çarçoveya Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de hatiye pêkanîn projeya bi navê Toplumsal Cinsiyet ve Barış: Kolombiya Barış Süreci (Zayenda Civakî û Aştî: Pêvajoya Aştiyê ya Kolombiyayê) ye ku tê de tecrubeyên jinan û LGBTI+yan ên di pêvajoya aştiyê de ya li Kolombiyayê hatine vekolan û alîkariyên wê yên ku dibe li derfetên aştiyê yên li Tirkiyeyê çêbe, hatine nîqaşkirin.[132]

 

7.2. Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Diyardeya Edaletê

Li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê û xebatên aştiyê nabe ku ji têkoşîna edaletê cihê bê fikirandin. Di encama şer de ku li Tirkiyeyê bi salan e didome, ji beşên cuda yên civakê bi hezaran mirov duçarî binpêkirinên mafan ên cidî, windakirina bi zorê, îşkence û miemeleya xerab, şideta rasterast û nerasterast bûye, jiyana xwe ji dest daye, tûşî ziyana aborî bûye û kanên xwe yên debarê winda kirine, bi dehan gund hatine valakirin û koçên bi darê zorê hatine pêkanîn. Loma têkoşîna aştiyê di heman demê de li dijî qewimînên têkildarî mafên mirovan ên sereke û rûdanan têkoşîneke lêgerînê ya ji bo edaletê ye. Rêxistinên civaka sivîl ên ku di vî warî de dixebitin, li gel têkoşîna mafên sereke yên ku di hiqûqa formel de hatine pênasekirin, dikare bê gotin ku ew têkoşîna aştiyê ya pzîtîf ên wekî hafize, rarûbûna bi tiştên qewimî, pêkanîna mekanîzmayên edaletê yên veherîner û veguherîner didin.[133]

Di encama pêkhatina lihevxistinên di navbera hêzên ewlehiyê û PKK’yê de ku bi salan domiyane, der barê çêbûna windahiyan de nikare bê gotin ku di nav civakê de rarûbûneke jidil pêk hatiye. Di Pêvajoya Çareseriyê ya di salên 2013 û 2015’an de, ku di navbera Komara Tirkiyeyê û PKK’yê de hatibû meşandin, çendî der barê vê mijarê de hin cure gav hatibin avêtin jî, bi awayekî tam û rast mekanîzmayeke edaletê nehatiye çêkirin û telafiya windahiyan jî nehatiye pêkanîn. Di Pêvajoya Çareseriyê de, Heyeteke Aqilmendan hatibû avakirin da ku Pêvajoya Çareseriyê bidin fehmkirin û beşên cuda jî îqna bike. Ji bo li heft herêmên Tirkiyeyê wezîfe bikin, heft heyet hatibûn çêkirin ku her yek jê neh endamên wê hebûn. Di warê hilbijartina kesên ku dê di van heyetan de cih bigirin, pêşniyazên ji aliyê PKK/BDP’yê ve li pêş çav hatibûn girtin û rojnameger, akademisyen, nimînendeyên Rêxistinên Civaka Sivîl û yên rêxistinên sendika û pîşeyan di Heyetên Aqilmendan de cih girtibûn.[134] Bi vî awayî, wekî Lederach jî amaje pê kiribû, hewla pêkanîna avakirina aştiyê ya ji bo belavbûna wê ya li bingehê û dabînkirina aştiyê, hatibû kirin. Li vir, hewce ye were diyarkirin ku Pêvajoya Çareseriyê ne tenê ji bo kêşeya kurdî bû, tevî kêmasiyan, wê pêkanîna demokratîkbûyîneke berfireh û aştiya pozîtîf jî ji xwe re kiribû armanc. Di heman dewrê de bangewaziyên ku ji bo Makeqanûneke hîn demokratîk hatibûn kirin jî dikare di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

Li Meclisa Mezin a Neteweya Tirkiyeyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ku Bi Mebesta Lêgerîna li Rêyên Aştiya Civakî û Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê Hatiye Avakirin, ku di Pêvajoya Çareseriyê de hatibû çêkirin, mekanîzmayeke din e ku di vê pêvajoyê de hatiye pêkanîn. Di rapora Komîsyonê de, ku wê ew di sala 2013’an de amade kiribû, qadên giring ên di Pêvajoya Çareseriyê de wiha hatine aşkerakirin:[135]

·         “Makeqanûna Nû

·         Nîqaşên Zimanê Dayikê

·         Nîqaşên Xweseriyê

·         Xurtkirina Birêvebirinên Cihkî

·         Dameziraweya Parêzvaniyê

·         Qerbûkirina Ziyanên ku Ji Ber Qanûna bi Hejmara 5233’an a Der Barê Teror û Têkoşîna Bi Terorê re Qewimîne û Sepana Wê

·         Herêmên Leşkerî yên Qedexe û Herêmên Ewlehiyê

·         Mayin, Araziyên Mayinkirî

·         Rawestina Teror û Şidetê, Jiçekkirin

·         Qanûna Têkoşîna bi Terorê re

·         Nîqaşên Efûyê

·         Nîqaşên Navên Cihwaran

·         Mifredat - Nîqaşên Sonda Me

·         Nirxandinên Têkildarî Hin Tabelayên li Edliyeyan

·         Nîqaşên Avakirina Qereqol û Bendavan

·         Kargêriya Sînor

·         Li Herêmê Wezîfekirina Erkdarên Gelemperî yên Xwedî Hişmendiya Çareserî, Diyalog û Veguherîna Demokratîk

·         Veguhastina Qaydeyên Hiqûqa Navneteweyî

·         Koç û Bûna ji Cih û Warên xwe

·         Nîqaşên “Derxistina Rastê ya Heqîqetan”/“Lihevkirina Civakî - Komîsyona Edaletê.”

Wekî ji sernavê mijarên raporê jî tê fehmkirin, di encama lihevxistinan de ku ew salên dirêj domiyane, kêşeyên derketine holê bi awayekî berfireh li ser wan hatiye rawestandin û ne tenê ji aliyê mehneyeke teng ve lihevnexistin, veguherîna binyadî hatiye armanckirin. Hem hiqûqa formel hem jî mekanîzmayên edaletê yên veherîner li gel hev hatine sêwirandin. Lê belê di van waran de, der heqê avêtina gavên berbiçav de qelsmayîn çêbûye û piştî ku Pêvajoya Çareseriyê di sala 2015’an de bi dawî hatiye bi şûn de jî xebatên di van waran de têra xwe zeîf bûne.

Gava li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê û lêgerîna li edaletê tê gotin, bêguman ew ên ku serê pêşî tên hişê mirov Dayikên/Mirovên Şemiyê ne, ku ji sala 1995’an ve ji bo li aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bipirsin, li hev dicivin. Dayikên/Mirovên Şemiyê ku cara pêşî di 27’ê Gulana 1995’an de hatine cem hev, ji bo ku aqûbeta xizim û lêzimên xwe bipirsin, fail bên darizandin û ji bo ku carekî din windahî çênebin berdewamî bi têkoşîna xwe didin. Ji pêvajoya derbeya 12’ê Îlona 1980’yî heta roja îroj, tê texmînkirin ku tevîhev 1352 kes di binçavan de hatine windakirin û dewra ku herî zêd windakirinên bi zorê lê qewimîne jî navbera salên 1993 û 1995 e ku Dayikên/Mirovên Şemiyê êdî derketine meydanê. Kampanyaya ku KMM’yê di sala 1992’yan de bi ûcba dîtina windahiyan dabû destpêkirin, di sala 1995’an de bi saya têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê li lêgerîneke mezin a maf û edaletê dageriye. Dayikên/Mirovên Şemiyê her roja şemiyê saet di 12.OO’an de li Meydana Galataserayê, berdewamî bi lihevcivîna xwe didin.[136]

Rêxistineke din a Civaka Sivîl ku li Tirkiyeyê di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de têkoşîna edaletê dimeşîne jî KMM (İHD) ye, ku li jêr sernavê Rêxistinên Civaka Sivîl ên ku Xebatên Aştiyê yên Rexneyî dide meşandin cih jê re hatibû veqetandin. KMM ji 1986ân bi vir de, bi gelek şaxên xwe yên li bajarên Tirkiyeyê, ne tenê têkoşîna mafên mirovan û aştiyê di heman demê de ya edaletê jî dimeşîne. Li Tirkiyeyê gava behs ji lêgerîna maf û têkoşîna edaletê tê behskirin, a ku di serî de tê hişê her mirovê ji beşên cuda yên civakê, KMM ye ku ew bûye bi pratîka xwe bûye yek ji rêxistineke mafên mirovan. Salên 1990’î, wekî berê jî hat diyarkirin, salên gelek tarî ne ku di wan deman de windahiyên li jêrçaviyê gelek çêbûbûn. Bi taybetî KMM’yê bi têkoşîna xwe ya ku li ser windahiyan û milîtanên PKK’yê yên di şer de dîl ketine û ya ji bo mafên leşkeran pêk aniye, şop li dû xwe hiştiye.

Yek ji Rêxistinên Civaka Sivîl a ku têkoşîna maf û dadê dimeşîne jî Komeleya Ji bo Piştgiriya Mafên Mirovan û Mezlûman MAZLUMDER) e. Bi îfadeya wan “MAZLUMDER rêxistineke mafên mirovan e ku ew ji dewletê, ji partiyên siyasî û grûpan bi awayekî serbixwe dixebite, wek teşebuseke hevpar ji aliyê komek mirov ve hate sazkirin ku ew biryardar in bêyî cudahiyê bixin navberê, mafên mirovan li ser bingeheke bêcotstandardiyê ji bo hemû kesan biparêzin.”[137]

MAZLUMDER ku di 28 Kanûna Paşîn a sala 1991’ê de ji aliyê 54 kesî ve hatiye avakirin, mebesta damezirandinê wiha aşkera kiriye:

“Xebitîna ji bo hildana hemû zilman û bidawîbûna hemû neheqiyên li ser rûyê dinyayê, wek pêwîstiyeke hebûna mirovî û jiyîna bi awayekî mirovane qebûl dike. Bêyî der barê vê mijarê de cudahiyekê bike, bawerî bi têkoşîneke mafên mirovan a bêcotstandardiyê dike ku hewce bi rabûna li dijî her cure miemeleya neheq a ku ku ji aliyê kê ve û li kê tê kirin bila bê kirin dibîne û divê li dijî îşkence, kêmxistin (tehqîr) û tecawizê têkoşîn bê kirin.” [138]

Daxuyaniyên çapemeniyê, panel, çalakî, semîner, konferans, hevpeyvînên girtîxaneyan, serdanên li girtîxaneyan, çalakiyên çandî, şopandina li dozan û teşebusên çêkirina raya giştî, weşan û raporên MAZLUMDER’ê hene ku bi vê mebestê ew pêk anîne.

Di nav wan Rêxistinên Civaka Sivîl de yên ku Xebatên Aştiyê yên Rexneyî dikin, yek ji wan RCS’yan jî Hafıza Merkezi (Navenda Hafizeyê) ye ku têkoşîna maf û dadê dimeşîne. Navenda Hafizeyê ku di Çiriya Paşîn a sala 2011’an de ji hêla grûpek rojnameger, akademisyen û parêzkarên mafên mirovan ve hatiye avakirin û wê “Ji xwe re kiriye armanc ku rastiyên têkildarî qewimîna îhlalkirinên mafên mirovan ên giran derxe holê, di warê lêgerîna edaletê de destek bide mexdûran û vegêranên heqîqêtê yên alternatîf ên li dijî rabêjiya fermî bixe dewrê û hafizeya civakî xurt bike.”[139]

Navenda Hafizeyê ku di destpêkê de bêhtir li ser windakirinên bi darê zorê hûr dibû, di pêvajoya Çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de, temaya aştiyê jî li warên xwe yên xebatê zêde kiriye. Wê piştî pêkhatine derbeya leşkerî ya sernekeftî ya di 15 Tîrmeh 2016’an de, li ser tengasî û dijwariyên ku Rêxistinên Civaka Sivîl jîne xebateke din li qadên xwe zêde kiriye. Navenda Hafizeyê ku ev çalakiya xwe wek di dema nêz de binpêkirina mafên mirovan ên giran pênase kiriye, li ser çar sernavên xebatê dabeşandiye: Xebatên Hafize û Aştiyê, Xebatên Hiqûqî, Destekkirina Rêxistin û Parêzkarên Mafên Mirovan û Hevkariya Navneteweyî û Piştgirî.

Navenda Hafizeyê bi gelek projeyên xwe yên ku meşandine tevkariyên giring li têkoşîna aştî, maf û dadê yên li Tirkiyeyê kirine. Projeyên ku Navenda Hafizeyê kirine wiha ne: Ji bo Beşdarîkirina Kartêker a Civaka Sivîl a li Çareseriya Kêşeya Kurdî Geşepêdana Kapasîteyê, Ji bo Beşdarîkirina Kartêker a Civaka Sivîl a li Çareseriya Kêşeya Kurdî Geşepêdana Kapasîteyê –II, Hînbûna ji Raboriyê, Guherandina Îroj, #jiboRARÛBÛNAbisalên 90’îre, Qedexeyên derketina Derve û Mirinên Sivîl, Kampanyaya Afîşan: Windahî Li Ku Ne?, Ji bo Diyaloga Dîrokî û Rarûbûna bi Raboriyê re Tora Hevkariyê ya Herêmî, Binkeya Daneyan a Windakirinên bi Zorê, Hackathon: Vegotina Çîroka Windakirinên bi Zorê, Belgekirina Ji bo Parêzkarên Mafan, Ji bo Heqîqetê Hêvî Heye?, Parastina Aştiyê di Demên Zor de, Bi Ciwanan re Atolyeyên Aştiyê, Li Tirkiyeyê Hafizedarkirin, Axaftinên li Ser Hafize û Hunerê, Li Tirkiyeyê Xurtkirina Parzkariya Mafan, FAIL DIYAR: Malpera Şopandina Dozên Rarûbûnê, Hafize û Ciwan, Desteka li Mafan – I, Li Tirkiyeyê Xurtkirina Rola Parêzkariya Mafên Mirovan û Hêvişîna Wê.[140]

Li Tirkiyeyê di çarçoveya Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de RCS’yeke din jî ku têkoşîna maf û dadê dide Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ye. TOHAV di sala 1994’an de ji aliyê 46 parêzerên ku li baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê qeydkirî ne hatiye damezirandin. Di nav mebestên avakirinê yên TOHAV’ê de armancên wekî gihîştina feraseteke hiqûqê ya demokratîk, beşdar û azadîxwaz ku ji pest û tehdeyan hatiye pakkirin, hildana astengên li pêşiya bipêşketina ferdî, civakî, çandî û ya neteweyî, bidawîbûna cudahîkeriya di navbera zayendan de, hêvişandina zarok û siruştê û berzekirina rûmeta mirov hene.[141] TOHAV di vê çarçoveyê de projeyên cur bi cur dimeşîne, raporan amade dike û weşanan derdixe.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên ku têkoşîna maf û edaletê dimeşînin, her dem tengaviyên cuda cuda derketine pêşiya wan. Lê belê dikare bê gotin ku ev tengasî û dijwarî di salên dawî de zêde bûne. Zehmetiya herî giring a ku derketiye pêşiya têkoşîna ji bo maf û edaletê, ew rewşa tehde û zorahiyan e ku di van salên dawî de hatiye çêkirin. A rast zor e ku bê tesbîtkirin ka destpêka çêkirina nivenga pest û pêkutiyan kengê ye. Di dîroka komarê ya 100 salî de gelek şikestin çêbûne û ji van şikestinan her yekê rasterast tesîr li veguherîn û dagerîna wê kiriye. Derbeyên leşkerî, reaksiyonên otorîter ên ku hêzên dewletê li dijî serhildanên xwedî bingeha demokrasî û mafan nîşan dane, qetliamên ku kêmar, kurd û elewiyan ji xwe re kirine hedef, di nîvenga şer de ku bi PKK’Yê re berdewam bûye reaksiyonên çewisîner ên ku dewletê li dijî qada sivîl pêk anîne, verastkirinên makeqanûnî û qanûnî yên ku dem bi dem hatine pêkanîn ji wan xalên şikestinê ne ku bandorê li vê veguherînê kirine. Dîsan jî di dîroka welêt a 100 salî de eger bê gotin pêvajoya herî sert a otorîterbûyînê, bi pêvajoya piştî 2016’an re dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, dê ne şaş be.

Piştî bêencammayîna Pêvajoya Çareseriyê ku di navbera salên 2013 û 2015’an de, di navbera PKK û Dewleta Tirkiyê de mizakereyên herî cidî hatibûn kirin û li şûna wê cardin destpêkirina lihevxistinan, derbeyeke mezin li têkoşînên aştî û edaletê xist ku ew di navbera salên 2013 û 2015’an de gihîtibûn lûtkeyê. Piştî Raperîna Geziyê, encamên hilbijartinên giştî yên 2015’an û teşebusa derbeya leşkerî ya sala 2016’an ku di pey wê re pêvajoya Rewşa Awerte dest pê kir, Pêvajoya Çareseriyê cihê xwe ji otorîterbûyîneke cidî re hişt. Ev pêvajoya otorîterbûyînê bûye sedema ku navber li têkoşîna edaletê bikeve.

Di pêvajoya Rewşa Awarte de ku du salan ajot, tevî hev 36 Biryarnameyên bi Hikumê Qanûnê (BHQ) hatine weşandin. [142] Di van BHQ’yan de, di bin sernavên wekî avêtina ji karên gelemperî, girtina dameziraweyan û verastkirinên qanûnî 131 hezar û 922 tedbîr hatine cihbicihkirin [143] Gava em li tedbîrên ku girtina sazî û dezgehan li xwe digirin binêrin, bi derxistina BHQ’yan 178 dezgehên medyayê, 1425 komele û 123 weqf hatine girtin. [144] Gelek encamên vê êrîşa mezin a li ser xebatên civaka sivîl vebeyiyane têkoşîna edaletê jî.

Piştî temambûna pêvajoya Rewşa Awarte bi şûn de jî verastkirinên li dijî xebatên civaka sivîl ên hecirker û krîmînalîzeker domiyane. Nemaze verastkirina herî balkêş a der barê çalakiyên komeleyan de, qanûna bi hejmara 7262’yan a bi navê “Qanûna Têkildarî Rêlibergirtina Fînansmana Berbelavbûna Çekên Komelkuj” e ku di Kanûna Pêşîn a 2020’î de hatiye pejirandin. Vê verastkirinê ji ber hikumên wisan li xwe vedihewandin ku destûr dida di çarçoveya qanûnên têkoşîna li dijî terorê de birêveber û xebatkarên Rêxistina Civaka Sivîl ew ên der barê wan de lêpirsîn hatine vekirin ji kar bên hildan û li şûna wan kesan hikûmet qeyûman tayîn bike, pir hatiye nîqaşkirin. Bi vê qanûnê ji ber sûcên terorî hatine mixlaqkirin, bi nirxandinên kêfî pênaseya terorê hatiye berfirehkirin û ji ber ku bi yekê jî teamilên hiqûqê tên çêkirin, eger mirov bifikire ev diyardeyên vê dewrê yên herî beloq in, dê hîn bêhtir bê fehmkirin bê vê qanûnê di warê têkoşîna lêgerîna li maf û edaletê de çi texrîbatên mezin çêkirine.

Di pey pêvajoya du salî ya Rewşa Awarte re, bi pêkanîna sîstema hikûmetê ya serokkomariyê jî bûye sedema çêbûna rejîmeke edaletê ya ku kariye rasterast tesîr li têkoşîna edalet û mafan bike. Di sîstemên modern ên makeqanûnî de, ku perensîpa cudahiya şiyanan taytmendiya herî diyarker a demokrasiya lîberal e, di teoriyê de norma hiqûqî ya herî giring e ku rê li ber otorîterbûna sîstemê digire. Prensîpa ku jê tê behskirin, xwe dispêre wê fikira hanê ya ku divê rayeyên dewletê li organên wekî qanûnsazî, birêvebirin û darazê bê dabeşandin da ku bikarin hev bipişkinînin û hev sînordar bikin. Her çendî wisan bixuye ku sîstema hikûmetê ya serokkomariyê di asta makeqanûnî de cudahiya karînan hildaye bin temînatê jî, lê pratîkên ji roja ku dest bi sepandina sîstemê hatiye kirin heta îroj, dide nîşandan ku di jiyana rasteqîn de ew çend jî berginda vê prensîpê nîn e. Çendî li Tirkiyeyê her tim serbixwebûna darazê nîqaşdar be jî, qewamên salên dawî ev kêşê têra xwe kûrtir kirine. Diyardeyên wekî şêweya hilbijartina Desteya Dadger û Dozgeran û bi awayekî aşkera talîmatên ku li pêş çavên raya giştî didin mensûbên darazê, bûye sedem ku awayekî cidî şik bikeve ser serbixwebûna darazê.

Diyardeyeke din a ku hîkarî li têkoşîna dad û mafan dike jî, ji ber tengbûna qada kartêkirinê ya saziyên darazê yên navneteweyî ye ku ev yek ji ber guherîna şertên dinyayê qewimiye. Di rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê de, ya ku di sala 2021’ê de bi navê “Türkiye’de İnsan Hakları Mücadelesinin Değişim Hatları: İnsan Hakları Derneği Örneğinde Uluslararası Mekanizmalar, Yerelleşme ve Dayanışma” (Li Tirkiyeyê Xetên Guherînê yên Têkoşîna Mafên Mirovan: Li Ser Nimûneya Komeleya Mafên Mirovan Mekanîzmayên Navneteweyî, Cihkîbûn û Piştgirî) hatiye amadekirin, hatiye daxuyandin ku Dadgehe Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) li hemberî qewimîna binpênkirinên mafên ên li Tirkiyeyê bêtesîr maye ku kêşeya koçberan a çêbûyî di vê meseleyê de diyarker bûye:

“Rejîma mafên mirovan û mekanîzmayên ku YE’yê ew ava kirine teqrîbî ev deh salên dawîn bê çima ew li dijî qewimînên îhlalkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bêtesîr mane, divê ku sedemên vê yekê di têkiliyên hêzê yên navbera dewletan de bê gerandin. Tevî ku mafên mirovan yek ji polîtîkayên giring ên Yekîtiya Ewrûpayê ye jî, tetbîqkirina hiqûqa mafên mirovan û dîplomasiya ku di sepandinê de tê meşandin, ji aliyê têkiliyên hêzê yên navneteweyî ve dibe sedema afirandina nakokiyan. Ji ber ku YE’yê der barê penaber û koçê de sînorên xwe wek polîtîkaya derveyîkirinê bi kar anî, di emcama vê yekê de jî dê Tirkiye bibe asteng da ku koçber û penaber nekevin “Keleya Ewrûpayê” û di gerewa vê de ew dê wek şirîkeke ku “neyê melisandin” bê niştekirin, loma ev rewşa hanê dibe sedem ku Yekîtî li dijî îhlalên bi berdewamî yên li Tirkiyeyê pozîsyoneke pasîf wergire. Ev yek qîm kir ku Tirkiye ji bo YE’yê rola xwe ya nobedariya dergehê xurt bike û bi polîtîkaya koç û kontrola sînorên YE’yê re ahengdar bimîne.”[145]

Ev hemû diyarde têkoşînên maf û edaletê yên rêxistinên civaka sivîl bi awayekî cidî asteng dikin. Loma vê rewşê tesîreke gelek cidî li çalakiyên Rêxistinên Civaka Sivîl kiriye, ku ew têkoşîna aştiyê didin.

 

7.3. Li Tirkiyeyê di Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de Rola Jinan û LGBTQI+’yan

Rapora Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (DEMOS) a ku bi sernavê “Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi” (Ji Rêyên Hevbir Ber bi Qadên Tengbûyî ve: Li Tirkiyeyê Têkoşîna Aştiyê ya Rêxistinên Jinan û LGBTQI+’yan) hatiye weşandin, xebateke wisan e ku feraseta aştiyê û pratîka wan rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan ên ku têkoşîna aştiyê dimeşînin û Pêvajoya Çareseriyê ya ku ji bo veguherîna lihevxistina li Tirkiyeyê ya ji ber kêşeya kurdî pêk hatiye, hildidin navendê û vedikolin. Ji ber ew xwedan helwesteke navend Pêvajoya Çareseriyê ye jî, loma bi awayekî siruştî li ser dewra di navbera 2013-2015’an hûr dibe ku wê gavê di navbera Dewleta Tirkî û PKK’yê de mizakere dihatin kirin. Rapor hewldanên ku li dor Pêvajoya Çareseriyê sift bûne û hevpariyên ku ji bo vê yekê hatine kirin, bi çavê van rêxistinên jinan û LGBTQI+’yên ku bi awayekî çalak kirdeyên wê pêvajoyê bûn, dinirxîne.[146] Xebat di navbera mêjûyên 30 Kanûna Paşîn-25 Adar 2021’ê de bi awayekî navhêlî (online) ji aliyê neh kesên ku wan di têkoşîna aştiyê de cih girtiye, pêk hatiye ku xwe dispêre heşt hevpeyvînên nîv-vesazkirî yên bi bi awayê kûrane û bersiveke nivîskî. RCS û teşekulên beşdarî xebatê bûne ev in: Teşebusa Jinan a Ji bo Aştiyê, Komeleya Hêvî ya Ji bo Maf, Wekhevî û Hebûnê LGBT+, Komeleya Kaos GL’yê, Teşekula KeSKeSoR Amed a LGBTI+’yê, Teşebusa Aştiyê ya LGBTI’yê û Tevgera Jinên Azad (TJA). Bi vî halê xwe, dikare bê gotin ku rapor li Tirkiyeyê di qada Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de xebata herî berfireh e ku bi perspektîfa zayenda civakî hatiye amadekirini Ji lew re, di vê beşê de dê bi awayekî bikitekit cih jê re bê veqetandin.

Di beşa 3’yem a raporê de, ku li ser polîtîkayên şekil didin têkoşîna aştiyê ya rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan disekine, di çarçoveya têkoşîna aştiyê ya pozîtîf de ranêziyek tê pêşkêşkirin. Wekî li jorê jî hat diyarkirin, aştiya pozîtîf, bi tenê ne sekinîna tundiyê ji xwe re nake armanc. Tevî vê yekê, newekheviyên ku di bingeha lihevxistinê de hene, yên dibin sedema tundiyê û gelek caran ev lihevxistin wan hey car kûrtir dike, hildana wan a ji holê jî li xwe digire. Li gorî veguhastinên rêxistinên LGBTQI+ û jinan ku di raporê de cih digirin, divê têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê jî li xwe vehewîne. Wek mînak, di hevdîtina kirî de çalakîkereke têkoşîna mafên jinan ev îfade bi kar anîne:

“Ji bo behskirina rewşa aştiyê ya bi mehneya rast, divê pergalake azadîparêz bê pêkanîn da ku hemû cudahiyên civakê bikarin bi awayekî azad û yeksan ya dilê xwe derbibin, bikaribin beşdarî li jiyana gelemperî bikin, çavkaniyên aborî di serî de divê civak bikare ji hemû kan û çavkaniyên dîrokî, civakî û çandî bi şêweyeke wekhev sûd wergire û bê qebûlkirin ku siruşt jî parçeyekî jiyanê û kirdeyeke wê ya mafî ye.”[147]

Çalakîkerekî LGBTQI+’yan jî ku ji bo avakirina aştiyê bal kêşaye ser têkoşîna bi patriyarkayê ya mecbûrî, ev îfade bi kar anîne:

“Divê bi awayekî misoger bê gotin ku yek ji pêkhateyên [aştiyê] zayend e, meyldariya zayendî û nasnameya zayendî ye. Ji lew re gava em dibêjin avakirina aştiyê em tenê ji bêdengbûna çekan behs nakin, belê ev pêşmerc e. (...) Helbet ku [lihevxistin jî] hem yek ji derdên femînîzmê hem jî ya tevgera LGBTI+’yan e, lê (...) avakirina wê aştiyê ne dinyayeke wisan e ku kesek ji ber zayenda xwe nikaribe bigihîje tenduristiyê yan jî xwerekan, xwerekpêdan û hewînê/hêwirînê. Loma jî ez van wek pêkhateyên siruştî yên pêvajoya aştiyê dibînim.[148]

Wekî tê dîtin avakirina aştiyê, ji aliyê aktîvîstan ve wek têkoşîneke demdirêj tê dîtin. Li gorî ku li raporê tê veguhastin, avakirina aştiyê ji bo her kesî mîna pêvajoyeke ku azadî û wekheviyê li xwe vedihewîne, tê pênasekirin. Çendî bêdengbûna çekan mercê pêşîn ê vê pêvajoyê be jî, wekî raportor jî derdibin ev tenê yek ji wan gavên hanê ne ku divê bê avêtin. “Ji bo aştiyê tevî bidawîbûna şideta rasterast, divê ku newekheviya zayenda civakî, cudahîkeriya ku xwe dispêre nijad û etnîsîteyê û wekî newekheviyên sosyoekonomîk ew ên ku di bingeha lihevxistinê de hene û şêweyên tehakum û kedxwariyê ku ketine nava hev û din jî, ji holê rabin.”[149]

Di raporê de, ku cext li ser berzbûna nêrîniya milîtarîzmê û xurtbûna rolên zayenda civakî tê kirin, perspektîfa têkoşînê ya eleqedarî vê rewşê ya wan kesên hevpeyvîn bi wan re hatine kirin jî, bi pasajên ku bi awayekî rasterast ji hevdîtinan hatine girtin, tê destekkirin. Çawan ku di raporê de tê îfadekirin, newekheviya zayenda civakî ya ku şer wê zêde û kûr dike, tundiya li ser jinan û LGBTQI+’yan û li gel rabêjiya nefretê ya ku ji hêla rayedarên dewletê bi xwe ve tê çêkirin, lihevxistin û ototerîtî bi awayên cuda be jî, li rojavayê Tirkiyeyê jî hîkariya xwe nîşan dide. Loma ew xala ku beşdarên ji rojava û herêmê li serê bi yek dibin ew e ku têkoşîna tê meşandin di heman demê de têkoşîna ji bo demokrasiyê ye jî.[150]

Hemû beşdarên raporê cext li wê yekê dikin ku têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna bi patriyarkayê re, ji bo ku li dora daxwaziya aştiyê hevparî/şirîkatî bê avakirin, zemînê amade dike. Li gorî aktîvîstên LGBTQI+yê jî, li gel vê yekê xeteke xweser a polîtîk heye ku têkoşîna aştiyê wê tevî têkoşîna wan dike. Aktîvîsteke LGBTQI+yê vê ramana xwe wiha derdibe:

“Jixwe aştî di nav tevgera LGBTQI+yê de têgiheke ne wisan pir xerîb e. Yanî aştbûna bi xwe re û hemzayendeke bi xwe re lihevkirî, mihebeteke hemzayend a bi xwe re lihevhatî pir dihat kirin. Hîn jî heye. Rewşên wisan ên ku me digot ‘Bi xwe re aştnrbûyî ye” pir çêdibûn. Gotin û rabêjiyên mîna ‘Ji bo mirov xwe veke, divê berî her tiştî mirov bi xwe re aştbûyî be, em çi qas li xwe vebin em dê ew qas bi xwe re aştbûyî bibin’ jî di nav tevgerê de rewşên wisan bûn ku pir dihatin bilêvkirin û di jiyanê de ew dihatin pêkanîn. Ji lew re peyva aştiyê bi hemû wateyên xwe ve mindebîcî tevgera LGBTQI+ û ya LGBTQI+’yîbûnê ye.” [151]

Li gorî raportoran, ev xwevekirinek e ku rasterast bi teoriya kuir re têkildar e. Ji lew re teoriya kuir îtiraz li asayîkirina her cur nasnameyekê dike û ev polîtîkaya nasnameya LGBTI’yê jî li ser vê bingehê rexne dike. Li ser vî hîmî pêşniyazeke bêzanavîbûyînê pêşkêş dike. Di vê nuqteyê de milîtarîzmê kêşeyî dike ku ew yek ji amrazên giring a avakirina normê ye. Piştî bi xwe re li hev hat, aştbûyî bû bi şûn de dor tê ser lihevkirin û aştbûna bi wan kesan re ku milîtarîzmê ew wek kesên Din ji xwe re hesibandiye. [152]

Her çi qas Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê di rapora xwe de dewra salên 2013-2015’an ji xwe re wek bingeh bigire jî, ku tê de Pêvajoya Çareseriyê pêk hatibû, ji parçedemeke xeta rast û kronolojîk bêhtir pêvajoya amadehiyê ya berî vê û tesîra Bûyerên Kobaniyê yên 2014’an hildide ber çav ku ew bûbûn sedema kutabûna vê pêvajoyê. Jixwe kesên beşdarî xebatê bûne jî, pênaseyeke Pêvajoya Çareseriyê dikin ku ev yek di navbera 2013-2015’an de asê nebûye.

Li gorî raporê, di wê beşê de  li ser derfetên  ku Pêvajoya Çareseriyê pêşkêş kirine hatiye sekinandin û kesên çavpêketin bi wan re hatiye kirin, tiştê di serî de cextê lê dikin ew e ku gihîştine berfirehiyeke wisan a ku berê qet negihîştibûn wê asta wê. Di rewşeke wisan de ku çek tê de bêdeng bûbûn, yek ji tecrubeya wan a herî diyar û aşkera ew bûye ku bangewaziya aştiyê li cem girseyeke berfireh xwedî bergindekê bûye. Aktîvîsteke LGBTQI+’yê gava ji tevkariya pêvajoya aştiyê ya li têkoşîna wan behs dike, diyar kiriye ku pêvajo bûye sedem ew bi kes û saziyên wisan re bên cem û din ku berê ew nedihatin ba hev.[153]

Helbet ji bo Berxwedana Geziyê, ku piştî demeke kurt a destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê dest pê kiribû, divê parantezeke cihê bê vekirin. Rastîhevhatina Berxwedana Geziyê û Pêvajoya Çareseriyê û awayê vebeyîna wê ya li têkoşîna Ji bo Aştiyê Teşebusa Jinan ((BİKG), wiha eksî rapora BİKG’ê bûye ku ev jê hatiye girtin:

“Hemû Tirkiye, ji berê hîn bêhtir amadeyi aştî û demokrasiyê ye. Ji her beşên civakê bi milyonan mirov aştiyê dixwazin. Ev çar meh in ku li vî welatî kes ji ber şer nemir. Em gişt qîmeta vê yekê dizanin. Em dixwazin ku dewlet jî bibîne… Xuyabûna herî diyar a ku heta demokrasiyeke bera çênebe, dîsan bi berxwedana Geziyê aşkera û bi awayekî zelal derket holê. Ev daxwazên civakî, heta bi awayekî lezgîn li ser demokratîkbûn û aştiyê biryar neyê girtin, hemû civak der barê jiyana xwe de biryarê negire û ji bo ku ew tevî mekanîzmayên tetbîqê bibin îrade neyê nîşandan, dê neqede.”[154]

Gotûbêjkarek ku di wê demê de beşdarî civîna komisyona çareseriyê bûbû, ku li Meclisa Mezin a Neteweya Tirkiyeyê li dar ketibû, diyar dike wan li ser du mijaran serê xwe êşandiye; yek jê Pêvajoya Çareseriyê ya din jî Gezî bûye. LGBTQî+ jî heman dewrê xwedî rojeveke manendê wê bûne. Piştê wê nîvenga azadîparêz a ku Geziyê ew afirandibû, ji xeynî bajarên mezin ên Tirkiyeyê, zêdebûna xwebirêxistinkirina LGBTQI+’yan a li gelek herêmên din, li cografyaya kurdan jî xuyabariya wê bêhtir bûye. Vê birêxistîbûn û xuyabariyê kiriye ku beşdariya tevgera LGBTQI+’yê ya li xebatên aştiyê zêdetir bibe. Êdî LGBTQI+yan jî dest pê kiriye gotiye “Ji bo aştiyê em jî hene.” Ev rewş nimûneyeke din e ku rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan, têkoşîna aştiyê ji têkoşîna demokrasiyê cuda nafikirin. Di Pêvajoya Çareseriyê de rêxistinên jinan û femînîst firsend bi dest dixin da ku tevî pêvajoya mizakereyan bibin û bikarin daxwazên xwe hildin bibin ser maseya aştiyê. Her wiha rêxistinên jinan û LGBTQI+yan di vê pêvajoyê de, di xebatên xwe de yên li ser zayenda civakî sê rêbazên cuda û amrazan bi kar tînin û repertuwara xwe ya kiryarê jî berfireh dikirin. Dîsan femînîst di vê pêvajoyê de nîqaşan dikin da ku wek “çavê sêyem” beşdarî mizakereyan bibin. Û li dawiyê, nemaze jinên kurd di çarçoveya danîna têkiliya di navbera aştî, polîtîkaya jinan û demokrasiyê de xebatan dimeşînin.[155]

Di vê pêvajoyê de rêxistinên jinan îtifaqên cuda jî çêdikin. Di serî de yek ji wan îtifaqên ku jinan di pêvajoya têkoşîna aştiyê de pêk aniye, Ji bo Aştiyê Teşebusa Jinan (BİKG) e ku ew ji aliyê jinên ji beşên cuda ve hatiye avakirin. Di binyeya BİKG’ê de, cext li ser wan sernavan tê kirin ku jinên ji herêmên kurdan û yên li rojava li ser wan hevpar bûne. Yek ji van sernavan budçeya şer e. Tê diyarkirin ku budçeya şer yekûneke wî tiştî îfade dike ku ew ji jiyana hemû jinan hatiye dizîn û bi budçeya ku ji şer re hatiye veqetandin, analîza wê yekê tê kirin bê ka ji bo pêkanîna zayenda civakî çi dikaribû bihata kirin. Ji bo Aştiyê Teşebusa Jinan, bi vî awayî ranêzikiya ku divê hemû jin bibin kirdeya aştiyê dipejirîne. LGBTQI+ jî demeke kurt a piştî îlankirina kutabûna Pêvajoya Çareseriyê, di bin navê Teşebusa Aştiyê ya LGBTQI+’yan de tên ba hev. Teşebusa Aştiyê ya LGBTQI+’yan, ku di meha tebaxa 2015’an de hatiye damezirandin, bi hatina cem hev a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), nimînendeyên ji komeleyên LGBTI+ û reda wijdanî, civatên xwendekaran û aktîvîstên serbixwe hatiye pêkanîn. Di belavoka damezirandinê de, piştî yadkirina Qetliama Sirûcê daxwaz tê kirin ku ji bo kêşeya kurdî divê alî li zemîna çareseriya demokratîk bê vegerandin.[156]

Pêkhateyên cuda yên têkoşîna hevpar a di bin banê BİKG’ê de, car caran ji bo bipêşxistina rabêjiya hevpar dibin xwedî nêrînên ji hev cihê jî. Li gorî veguhastinên wan kesên ku hevdîtin li gel wan hatiye kirin, wek nimûne tê diyarkirin ku li ser mijara mixetebiya slogana “Bila çek bêdeng bibin, aştî bipeyive”, di navbera jinên ji rojava û aktîvîstên kurd de hin caran ji bo vê yekê cudahî çêbûne. Li gel nêrîna wan a polîtîk bişibe hev jî, lê rewşa ku bûye sedema veqetîna wan ji hev a rabêjiyê, nehiştiye ew dengê xwe bigihînin hin beşên cuda.[157]

Di raporê de tê diyarkirin ku di îtifaq û têkoşîna hevpar a rêxistinên sivîl de yên di pêvajoya aştiyê de hatine çêkirin, yek ji wan mijarên hanê yên ku li ser wan nîqaş hatiye kirin an jî ji neçarî bêdengmayîn li ser wan çêbûye, zayenda civakî û zayendîtî ye. Ev sînordariya ku ji ber xîtabkirina li beşeke berfireh qewimiye, ji ber cîhanbîniya îtifaqê ya berfireh a heterojen e. Di vê nuqteyê de, ji aliyê kesên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin tê veguhastin ku gava deng li beşeke mihafezekar an jî ya nefemînîst bê kirin, bivê nevê neçar mane hin mijaran ji rojevê hildin. Yek ji yên ku hevdîtin li gel wan hatiye kirin, diyar dike ku ji ber vê sînordariyê polîtîkayên desthilatê yên der barê malbatê de nîqaş nekirine û lêferzkirinên mîna “malbata meqbûl”, “jina meqbûl” bi xwe jî ji nîqaşê re venekirine. Çalakîkereke LGBTQI+’yê jî dadixuyîne ku ji ber sînordariyên wekî vê, wan der barê zayendîtiyê de nîqaşek nemeşandiye. Li gorî raportoran, ji bo ku LGBTQI+ di têkoşîna aştiyê de bên qebûlkirin, vê rewşê kiriye ku LGBTQI+’wek kesên meqbûl tev bigerin.[158] Yek ji kêşeyên ku ji bo têkoşîna aştiyê hatina cem hev û din a Rêxistinên Civaka Sivîl ew çêkiriye, têkiliya tokenîzm e. Li gorî ferhenga Bianet’ê ya di Nûçeyan de Zayenda Civakî (Haberde Toplumsal Cinsiyet) tokenîzm, “bi mebesta ku saziyek xwe ji sûcdarkirina nehesasbûnê ya li hemberî cins, cudahîtî, astengdarî, nijad, temen an jî nasnameyên etnîk bifilitîne, ji bo hildana sefên xwe ya ferdekî yan jî ya hejmareke mirovên negiring, tê bikaranîn.”[159] Li ser vê xala hanê, aktîvîsteke LGBTQI+’yê, nerihetiya ku LGBTQI+’yî tenê wek sînordariya bi meyla zayendî û nasnameya zayendîtiyê ve pênasekirina wan a mîna parçeyekî têkoşîna aştiyê aşkera dike. Li aliyê din, rexneyeke berevajiyê vê jî dabaşa mijarê ye. Aktîvîsteke din a LGBTQI+’yê ranêzikiya bi kêşeya kurdî ya bi awayê “malpera bi kurdî” sînorkirî û bi awayekî giştî nekafîtiya temasa tevgerê ya der heqê meseleya kurdî de, rexne dike.[160]

Ew nîvenga Rewşa Neasayî ya ku di sala 2015’an de hat ragihandin û rejîma otoriter a ku di pêvajoya pey wê de şekil girt, zor kiriye ku gotineke têkildarî aştiyê bê gotin û mirov bikevin nav kiryar û hewldanê. Ew otorîterbûyîna ku berz dibe, bûye sedem ku li Tirkiyeyê têkoşîna civaka sivîl a di gelek waran de bi paş bikeve û daxwazên mîna yên ji bo aştiyê bên krîmînalîzekirin. Pirsgirêka herî mezin a ku di vê pêvajoyê de li rêxistinên jinan û LGBTQI+’yan qewimiye, wekî DEMOS’ê jî di rapora xwe de aşkera kiriye, ev pêvajoya krîmînalîzasyonê ye. Çawan di raporê de jî amaje pê hatiye kirin, qedexekirin bi awayekî lezgîn berbelav dibin. Wek mînak, bi Çiriya Paşîn a 2017’an re walîtiya Enqereyê her cure çalakiyên LGBTQI+’yan qedexe dike. Ev cure qedexe, rasterast hîkarî li qad û teşeyên çalakiyan dike.[161]

Di heman raporê de, ku ji tecrubeyên aktîvîstên jin û LGBTQI+’yan re cih hatiye dayîn, behsa wan pirsgirêkan dikin ku hatine serê wan. Çalakîgereke LGBTQI+’yê, tesîra qedexekirinên vê pêvajoyê ya li ser çalakiyên wan, wiha dadixuyîne:

“Ku me nekarî çalakiyên halê hazir bikin, wekî qasek berê min çawan ji yên di dema pêvajoya aştiyê de ji wan behs kiribû, em neçar man ku rêbaza birêxistinkirina van biguhêrin, ji lew re wek mînak me berê bangewaziya konferansekê di malpera înternetê de dikir, di Facebookê de ew radigihand. Êdî nema em bikaribin wiha bikin, çinku çalakiyeke ku em dê biçûnayê berî em biçinê polîs berî me dihatinê… Ji lew re ji aliyekî ve ev wek pêvajoyeke şer bû.”[162]

Ev, pêvajoyek e û sal bi sal bandora xwe zêde dike ku heta roja îroj hebûna xwe didomîne û di teşeya rewşeke otorîteriyê de şekil girtiye. Lê belê di vê pêvajoyê de bêguman ên tesîrdar bûne jin û LGBTQI+ ne.

Rêxistineke din a Civaka Sivîl ku di vê pêvajoyê de xebatên giring kirine û di warê Xebatên Aştiyê yên Rexneyî de bi perspektîfa zayenda civakî rapor amade kiriye Teşebusa KeSKeSoR a Amed LGBTI+ ye. Teşebusa KeSKeSoR a Amed LGBTI+’yê bi feraseta ku “Di navbera wan çekên ku artêşan arasteyî hev kirine û yên li LGBTİ+’yan hatine arastekirin tu cudahî nîn e”, xebateke hevtayî têkoşîneke pirmend û hevbirî aniye holê

 Teşebusa KeSKeSoR a Amed LGBTI+’yê kategorîzasyona tundiyê ya ku Johan Galtung li bin sernavên wekî şideta rasterast, a binyadî û çandî de analîzkiriye bi kar aniye, di rapora xwe de ya bi navê Yakın Geçmişten Olası Geleceğe Barışı Yeşertmek: 2013-2018 yılları Arasında Diyarbakır’da Yaşayan LGBTİ+’lar (Ji Raboriya Nêz Ber bi Dahatûya Mihtemel ve Hêşînkirina Aştiyê: Di Navbera Salên 2013-2018’an de LGBTİ+’yên ku Li Amedê Dijîn), li ser mînaka LGBTI+’yên ku li Amedê dijîn, ji bo bê dîtin ka helwesta cudahîker a li nav malbat, saziyên tenduristî û edaletê, jiyana kar û li warên cur bi cur ên siyasî çawan şekil digire û bi çi awayî têkoşîn li dijî cudahîkeriyê tê kirin û gava ev yek tê kirin jî ji xwe re dike armanc ku lêkolînê di çarçoveyeke diyar a demî de bike. Gava ev xebat tê kirin, berawirdiya dewra aştiyê û dewra şer li hev tê kirin û şimûla aştiyeke mayînde û derfetên wê jî tên nîqaşkirin. Ew dewra ku wek dewra aştiyê tê pênasekirin, ji dema Newroza Amedê ya 21 Adar 2013’an ku bi xwendina nameya Ocalan hatiye ragihandin heta bi 24 Tîrmeh 2015’an e e ku Hêzên Hewayî yên Tirkî wê wextê êrîşên hewayî birin ser herêmên Qendîl, Zê, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakurkê, ku ev dewr jî di nav raya giştî de wek Pêvajoya/Çareseriyê/Aştiyê hat binavkirin; dewra şer jî ji destpêka operasyona navborî heta bi referandûma 24 Hezîran 2018’an e ku derbasîbûna li Sîstema Hikûmetê ya Serokkomariyê pê çêbû. Di vê xebatê de ku dabaş li ser e, rêbaza lêkolîna kalîtatîf hatiye bikaranîn, hevdîtinên ku bi kesên çavpêketî re hatine kirin jî bi navberiya formen hevdîtinê yên nîv-veavakirî hatine pêkanîn. Di beşa pêşîn a formê de ku ew ji du beşên sereke pêk tê, zanyariyên demografî yên çavpêketiyan cih digire û di beşa duyem de jî, li ser navbera salên 2013-2018’an kesên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin, pirsên wekî (1) xwegihandina wan a edaletê, (2) xwegihandina wan a tenduristiyê, (3) beşdariya wan a li siyasetê, (4) jiyana wan a perwerdehiyê, (5) jiyana wan a kar û (6) di nav malbatê de ji ber meyla zayendî/nasnameya zayendî cudahîkeriya ku lê duçar hatine hiştin û tesbîta rêbazên serederîkirina bi vê cudahîkeriyê hene.[163]

Gerdûna lêkolînê ku LGBTQI+’yên di navbera salên 2013-2018’an de li Amedî dijîn pêk tînin, bi bikaranîna rêbaza gulata berfê ku pê gihîştine kesên xwedî temenên navbera 16 û 43’an, nimûneka lêkolînê tînin pê. Di lêkolînê de bi mebesta ku temsiliya wekhev a LGBTQI+’yan bê dabînkirin, hejmareke manendî hev a lezbiyen, gey, bîseksuel (jin/mêr), transeksuel (jin/mêr), înterseks û li gorî +’yan modela nimûneka tebeqeyî hatiye bikaranîn, hatiye diyarkirin ku amadekarên raporê xwe gihandine 10 lezbiyen, 19 gey, 21 bîseksuel, 15 trans û 10+’yan lê ne gihîştine înterseksan.[164]

Dabeşiya 75 kesên ku di çarçoveya xebatê de bi wan re hevdîtin hatiye kirin, wiha ye: Kêsên kurd (kurmanc/zaza) 62, ermenî 5, tirk 4 û faris 1 e. Yek ji wan kesên ku hevdîtin li gel hatiye kirin, daxuyandiye ew ne xwedî nasnameya etnîk e, yek jê nasnameya xwe ya etnîkî pênase nekiriye; yek jî diyar kiriye ku dê kurd bav jî tirk e. Ev û 1 jê ermenî, 1 faris û 2 heb jî ku wan gotiye ne xwedî nasnameya etnîk e/nasnameya xwe pênase nekiriye, wan diyar kiriye ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye; 5 kurd jî derbirine ku zimanê wan ê dayikê tirkî ye. Hatiye diyarkirin ku gava behs li ser wan LGBTI+’yan be, ku ew li Amedê dijîn, bi giranî wan nasnameya xwe ya etnîk kurd û bi piranî zimanê xwe yê dayikê jî wek kurdî aşkera kiriye.[165]

Di xebatê de, ji bilî meyla zayendî/nasnameya zayendî ya LGBTQI+’yên li Amedê dijîn, tê diyarkirin ku ew hevbiriyeke taybetmend a faktorên cur bi cur ên mîna etnîsîte, zimanê dayikê, nêrîna siyasî, rewşa sosyo-ekonomîk, nîvenga ku ew tê de ne, dijîn. Wek nimûne, ji nav 69 kesên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin û daxuyandine ew duçarî cudahîkeriya li ser bingeha meyla zayendî/nasnameya zayendî hatine hiştin, hatiye diyarkirine ku 54 jê ji ber etnîsîteyê, 50 jê ji ber nêrîna siyasî û 35 kes jê jî ji ber zimanê dayikê duçarî cudahîkeriyê hatine hiştin. Li gel vê yekê, 45 kesên ku bi wan re çavpêketin hatiye kirin, xuya kirine ku ew tûşî cudahîkeriya xwedî bingeha meyla zayendî/nasnameya zayendî, etnîsîte û nêrîna siyasî hatine kirin.[166]

Di beşa duyem a xebatê de, cih ji çîrokên cureyên cudahîkeriyê yên ku LGBTI+’yî duçarî wan bûne hatiye veqetandin û di bin 6 sernavan de ev çîrokên cudahîkeriyê hatine senifandin. Di vê beşê de, li gorî salên navbera 2013-2018’an pirsên wekî xwegihandina edaletê, xwegihandina tenduristiyê, cudahîkeriyên ku di nîvenga perwerdehî, kar û malbatê de diqewimin hatine pirsîn û tengasiyên ku dikişînin bi vî awayî hatine daxuyandin:

1. Xwegihandina Edaletê: Ji nav wan kesên hevdîtin bi wan re hatiye kirin, 44 kesan daxuyandiye ku di navbera salên 2013-2018’an de ji ber xwegihandina edaletê rastî pirsgirêkan hatine û hejmara kesên ku diyar kiriye ev kêşeyên rastî wan hatine xwedî bingeha meyla zayenda/nasnameya zayendî bûne jî, 25 e. Di nav van de kesan de yên serî li merciyên edlî daye jî 17 e. Tevî vê yekê, çendî ew kêşê ne xwedî bingeha meyla zayendî/nasnameya zayendî be jî, lê hejmara kesên ku der barê xwegihandina edaletê de duçarî arîşeyan bûne 19 e. Di nav van kesan de jî 9 kesan serî li merciyên edlî daye. Ji lew re di navbera salên 2013-2018’an de 26 kesan serî li merciyên edlî daye, ku bi wan kesan re hevdîtin hatiye kirin.[167]

2. Xwegihandina Tenduristiyê: Di navbera salên 2013-2018’an de hemû kesên hevdîtin li gel wan hatiye kirin, daxuyandine ku ji bo miayene, kontrol, emeliyat, refaqet, dabînkirina îlacan, wînbexşîn, konsultasyona tibî yan jî terapiyê karîne xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.[168]

3. Beşdariya li Siyasetê: Di bin vî sernavî de wekî bikaranîna rayan, beşdariya li daxuyaniya çapemeniyê, beşdariya li grevê, beşdariya li çalakiyê/meşê, beşdariya li mîtîngê, hildana wezîfeyê ya ji bo xebatên materyalên agahdarker ên wekî belavok, bultena çapemeniyê, li gorî nêrîna xwe ya siyasî li medyaya civakî parevekirina peyaman, li gorî nêrîna xwe ya siyasî li nav saziyên civaka sivîl, sendîka, jûra pîşeyî yan jî partiya siyasî meşandina çalakiyan ku kategorîzasyonên wan li jêr hene, ji 71 kesên hevdîtin li gel wan hatine kirin, wan diyar kiriye ew beşdarî siyasete bûne ku ji van çalakiyan yek an jî yên hîn zêdetir li xwe vedihewînin.[169]

4. Jiyana Perwerdehiyê: 64 kesên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin, diyar kiriye di navbera salên 2013-2018’an de, di warên cur bi cur û qedemeyan de perwerde bûne.[170]

5. Jiyana Kar: Di vê xala hanê de ku beşdariya li jiyana kar a kesên hevdîtin bi wan re hatiye kirin tê pîvan, ji kesên çavpêketî 56 kesan (%75) jê daxuyandiye ku di navbera salên 2013-2018’an de di karekî de xebitîne û ji wan 38 (%68) kes jê di sektora taybetî de, 11 (%20) kes jê di karên gelemperî de û 7 (%13) kes jê jî bi awayekî serbest xebitîne.[171]

6. Jiyana Malbatî: Di vê xalê de ku pirsek heye bê ka ew jiyana xwe ya malbatî çawan pênase dikin, der barê penasekirina jiyana malbatî de daneyên cihêreng bi dest hatine xistin. Ji wan 75 kesan ên bi wan re hevdîtin hatiye kirin, wan diyar kiriye ku di navbera salên 2013-2018’an de, di nîvengeke malbatî de mane.[172]

Di wê beşa xebatê de ya ku dewra aştî û şer li hev tên berawirdkirin, cih ji berawirdiyeke çendaniyî (kantîteyî) re hatiye veqetandin ku ew li ser LGBTQI+’yê li Amedê ne û di dewra aştî û şer de tûşî cudahîkeriyê bûne. Tevî dewra aştî û şer, wek sernavê sêyem, di bin navê Yên berdewam de, ew bûyerên ku heta sala 2019’an domiyane jî hatine diyarkirin. Ew tabloya ku li gorî vê yekê hatiye çêkirin, wekî ya li jêrê ye:[173]

 

 

Dewra Aştiyê

Dewra Şer

Ên berdewam

Xwegihandina Edaletê

3

15

-

Xwegihandina Tenduristiyê

1

18

-

Beşdariya

li Siyasetê

10

9

7

Jiyana Perwerdehiyê

8

16

6

Jiyana Kar

5

15

4

Nîvenga Malbatî

6

24

13

 

Wekî ji tabloyê jî tê fehmkirin, li gorî dewra aştiyê hejmarên bûyerên cudahîkeriyê di dewra şer de bi asteke watedar zêde bûne. Li gorî lêkoleran ev zêdebûn, ji binyadîbûna van cudahîkeriya wêdetir, nîşan dide ku bi taybetî ew têkildarî şertên dewra şer in.[174]

Li gorî dewra aştî û şer, belaviya cudahîkerî û cureyên tundiyê jî bi vî awayî ye:

 

 

Duçarhiştina li Cudahîkeriyê

Tundiya Fîzîkî

Tundiya Gotinkî

Tundiya Psîkolojîk

Tundiya Aborî

Tundiya Zayendî

Dewra Aştiyê

63

19

52

60

14

10

Dewra Şer

127

34

105

125

28

17

 

Wekî ji tabloyê jî dixuye, ew kesên hevdîtin li gel wan hatiye kirin, tê çavdêrîkirin ku bi qiyasa li dewra aştiyê, bi awayekî navengî di dewra şer de ew du qat hîn zêde li cudahîkeriyê duçar hatine hiştin. Ev lêkolîna ku cure û tundiya cudahîkeriyên LGBTQI+’yan ên di dewra aştî û şer de li herêma şer dijîn bi awayekî berawirdî dipîve, datîne rastê ku ew cudahîkeriyên qewimîne di dewrên şer de bi şêweyeke watedar zêdetir bûne. Ev yek jî bi awayekî aşkera derdixe holê ku eger qadên wekî daxwaza aştiyê û demokrasî, wekheviya zayenda civakî û têkoşîna bi cudahîkeriyê re, li gorî taybetmendiya Tirkiyeyê bi şêweyeke hevbiriyî li dest bê hildan dê watedar be.

 

8.         Encam

Li Tirkiyeyê hebûna kêşeya kurdî, têkoşîna aştiyê û bi taybetî jî Xebatên Aştiyê yên Rexneyî têra xwe giring dike. Ji beşên cuda hejmarekeke gelek Rêxistinên Civaka Sivîl û aktîvîst hene ku di vî warî de çalakiyan dikin. Gava li wan çalakiyên hanê tê nihartin, ên ku di vî warî de tên kirin, tê dîtin ku têkoşîna aştiyê bi feraseteke rexneyî û hevbirî tê meşandin. Loma ji vî aliyî ve li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê nabe ku ji têkoşîna demokrasî, maf û edaletê cihê bê fikirandin.

Aktorên ku di vî warî de çalakiyan dikin, li ser mekanîzmayên aştiya mayînde û demokrasiyê jî xebatan dikin ku divê ew çawan bin. Beşa pêşniyazên ji bo Tirkiyeyê, ku di encama rapora Komeleya Lêkolînê ya DEMOS’ê de cih jê re hatiye veqetandin û mizakereyên aştiyê yên li Kolombiyayê vedikole, ji vî aliyî ve pir û pir giring e.

Lê belê, wekî di beşên berê de jî hat dîtin, çendî li Tirkiyeyê kêşeya herî giring be jî tekane kêşe ne kêşeya kurdî ye. Ji bo pêkanîna aştiya civakî, divê ku berî her tiştî û teqez Kêşeya Kurdî bê çareserkirin û windahiyên mafan jî bên telafîkirin. Divê li vê pêvajoyê bernameyeke demokratîkbûnê ya giştgir, a ku tê de beşdariya beşên berfireh ên civakî tê dabînkirin û ji xwe re dike armanc ku newekheviyên binyadî jê holê bên hildan, hevaltî pê re bike. Nemaze rejîma siyasî ku piştî 15’ê Tîrmehê bi şûn de her çi qas çû otorîter bû, li Tirkiyeyê hemû têkoşînên maf û aştiyê krîmînalîze dike û jinan û LGBTQI+’yan wek hedef dide nîşandan. Ji ber vê yekê hewce ye ku têkoşîna mafan a beşên cuda yên civakê û têkoşîna ji bo aştiyê bi awayekî teqez bi hev re bê nirxandin û li ser bê sekinandin.

Li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna aştiya pozîtîf û telafîkirina windahiyan, xebitandina mekanîzmayên edaleta dewra derbasîbûnê û yên edaleta veherîner, têra xwe giring in. Bi taybetî zêdebûna binpêkirinên mafan ku di salên dawî de pirtir bûne, pêwîst dike ku mekanîzmayên wekî rarabûna ji bo aştiya civakî û pêkanîna ahengê, komîsyonên heqîqet û lihevkirinê bi pêvajoyên hiqûqa formel re bên meşandin û li vê pêvajoyê jî bi awayekî xurt divê perspektîfa zayenda civakî bê daxilkirin.

 

 

 

 

 

Kaynakça

Alıcı, N. & Sunca, Y. (2018). “Yerel Eleştirinin Evrenseldeki İnşası: Barış Çalışmalarına Avrupa Merkezciliğin Ötesinden Bakmak”, Off University Conference Proceedings.

Atmaca, A. Ö. û Gözen Ercan, P. (2018). “Uluslararası Güvenliği Yeniden Düşünmek: Uluslararası İlişkiler Disiplininde Feminist Eleştiriler”, Uluslararası İlişkiler, Cild 13, Hejmar 59, r. 19-31, DOI: 10.33458/uidergisi.523824.

Barış İçin Akademisyenler (BAK) (ty). “Hakkımızda”, https://barisicinakademisyenler.net/node/1dema gihanê: 24 Îlon 2022.

BAK (2016). “Bu suça ortak olmayacağız! Em ê nebin hevparên vî sûcî!”, https://barisicinakademisyenler.net/node/62dema gihanê: 24 îlon 2022.

Barış Vakfı (ty). “Hakkımızda” http://barisvakfi.org/hakkimizda/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Barış Vakfı (ty). http://barisvakfi.org/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Barış Vakfı (2018). Barışın Elkitabı. İstanbul: Barış Vakfı. Ji bo broşûrê bnr. http://barisvakfi.org/barisin-el-kitabi/dema gihanê: 24 îlon 2022.

Beraberce (ty). “beraberce Değişim Programları: Hafıza Mekanları”, https://www.beraberce.org.tr/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Beraberce (ty). “Eğitim Programları”, https://www.beraberce.org.tr/project/beraberce-akademi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Beraberce (2022). “Barış Kültürü Eğitimi Ağı PeaCE Net”, https://www.beraberce.org.tr/project/baris-kulturu-egitimi-agi-peace-net/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Bilener, T. û Büyükakıncı, E. (2018). “John Paul Lederach”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 506-531, Ankara: Adres.

Bilgin Aytaç, G. (2018). “Carol Cohn”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 614-636.

Bor, G., Daşlı, G. û Alıcı, N. (2021). Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi. İstanbul: DEMOS

Botcharova, O. (2002). “Implementation of Two Track Diplomacy: Developing a Model of Forgiveness”, Ed. Raymond G. Helmick, S. J. û Rodney L., ji nav Peterson Forgiveness and Reconciliation: Religion, Public Policy and Conflict Trnasformation, r. 279-304, Pennsylvania: Tempelton Foundation Press.

Burton, J. (1990). Conflict: Resolution and Prevention. New York: St. Martin’s Press.

Büyükbaş, H. û Atıcı, N. (2013). “Liberal Barış Kuramı: Eleştirel Bir Değerlendirme”, Erciyes Üniversitesi İktisadi ve İdari Bilimler Fakültesi Dergisi, Hejmar: 40, r. 1-19.

Cloke, K. (2001). Mediating Dangerously: The Frontiers of Conflict Resolution. New York: John Wiley & Sons.

Çiçek, C. (2015). Ulus, Din, Sınıf: Türkiye’de Kürt Mutabakatının İnşası. İstanbul: İletişim.

Daly K. and R. Immarigeon (1998) “The past, present, and future of restorative justice: some critical reflections.” The Contemporary Justice Review 1 (1): 21-45.

Daşlı, G., Alıcı, N. û Flader, U. (2017). Kadınların Barış Mücadelesinde Dünya Deneyimleri: Sırbistan, Kosova, Sri Lanka, Suriye. İstanbul: Demos.

Daşlı, G., Alıcı, N. û Poch Figueras, J. (2018). Barış ve Toplumsal Cinsiyet: Kolombiya Barış Süreci. Ankara: Demos.

Democratic Progress Institute (2013a). A Pot Pourri of Civil Society Action for Conflict Transformation and Peacebuilding. London: DPI.

Democratic Progress Institute (2013b). Geçiş Dönemi Adaleti Önündeki Engeller ve Fırsatlar: Hakikat ve Uzlaşma Komisyonları. Londra: DPI.

Democratic Progress İnstitute (2014). Çatışma Çözümünde Sivil Toplumun Rolü: Yuvarlak Masa Toplantısı. London: DPI.

Democratic Progress Institute (2015). Çözüm Süreci: Kazanımlar ve Tehditler. London: DPI.

Deutsch, M. (2006). “Cooperation and Competition”, Eds. Morton Deutsch, Peter T. Coleman, Eric C. Marcus, ji nav The Handbook of Conflict Resolution, r. 23-42, San Fransisco: John Wiley & Sons.

DEMOS (ty). “Barış ve Uzlaşma” https://demos.org.tr/k/baris-ve-uzlasma/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (ty). “Biz Kimiz?”, https://demos.org.tr/hakkimizda/biz-kimiz/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2017). “Kadınların Barış Mücadelesi”, https://demos.org.tr/projeler/kadinlarin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2018). “Toplumsal Cinsiyet ve Barış: Kolombiya Barış Süreci”, https://demos.org.tr/projeler/toplumsal-cinsiyet-ve-baris-kolombiya-baris-sureci/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2020). “DEMOS’tan Sesler”, https://demos.org.tr/projeler/demostan-sesler/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2021). “Barış STÖ’leri”, https://demos.org.tr/projeler/baris-stoleri/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2021). ““Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi araştırma raporu yayında!”, https://demos.org.tr/k/turkiyede-kadin-ve-lgbti-orgutlerinin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2021). “Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi”, https://demos.org.tr/projeler/turkiyede-kadin-ve-lgbti-orgutlerinin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2021). “Tüzük”, https://demos.org.tr/hakkimizda/tuzuk/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2021). “Yerelden Barış”, https://demos.org.tr/projeler/yerelden-baris/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DEMOS (2022). “Barışı Gündemleştirmek: Kadın, LGBTİ+ ve Gençlerin Barış Süreçlerine Katılımının Desteklenmesi”, https://demos.org.tr/projeler/barisi-gundemlestirmek-kadin-lgbti-ve-genclerin-baris-sureclerine-katiliminin-desteklenmesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

DİSA (ty). https://disa.org.tr/disa/ dema gihanê: 5 Çiriya Paşîn 2022.

Egbatan, M. (2013). “Nasıl Bir Barış Süreci: Geçiş Dönemi Adaleti ve Toplumsal Cinsiyet”, Fe Dergi 5, No: 2, 8-19.

Erem, O. (2018). OHAL sona erdi: İki yıllık sürecin bilançosu. https://www.bbc.com/turkce/haberler-turkiye-44799489dema gihanê: 25 Îlon 2022.

Fahrioğlı Akın, F. (2019). Enformel Arabulucuların Mikro Çatışma Çözümündeki Rolleri: Diyarbakır Örneği. International Journal of Kurdish Studies 5 (2), 393-421 DOI: 10.21600/ijoks.543133.

Fidan, A. û Göçer, A. (2022). Yakın Geçmişten Olası Geleceğe Barışı Yeşertmek: 2013-2018 yılları Arasında Diyarbakır’da Yaşayan LGBTİ+’lar. https://turkey.fes.de/fileadmin/user_upload/pdf-files/2022/keskesor-bakad-barisi-yesertmek.pdf dema gihanê: 25 Îlon 2022.

Galtung, J. (1996). Peace by Peaceful Means: Peace and Conflict, Development and Civilization. London: Sage.

Galtung, J. (2000). Conflict Transformation by Peaceful Means (the Transcend Method). United Nations. https://www.transcend.org/pctrcluj2004/TRANSCEND_manual.pdf dema gihanê: 14 Tebax 2022.

Galtung, J (2009). Çatışmaları Aşarak Dönüştürmek. Wer. Havva Kök. Ankara: USAK.

HDK (2014). “Program: Halkların Demokratik Kongresi 5. Genel Kurulu Değişiklikleriyle” https://www.halklarindemokratikkongresi.net/hdk/program/1746 dema gihanê: 24 Îlon 2022.

İHD (2013). “1990-2012 PKK Militanları Tarafından Alıkonulanlar Raporu” https://www.ihd.org.tr/1990-2012-pkk-mltanlari-tarafindan-alikonulanlar-rapor/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Hakikat Adalet Hafıza Merkezi (ty). Çalışma Alanları. https://hakikatadalethafiza.org/calisma-alanlari/ dema gihanê: 25 Îlon 2022.

Hakikat Adalet Hafıza Merkezi (ty). “Geçiş Dönemi Adaleti Hakkında”, https://hakikatadalethafiza.org/gecis-donemi-adaleti-hakkinda/ dema gihanê: 1 Çiriya Pêşîn 2022.

Hakikat Adalet Hafıza Merkezi (ty). Projeler. https://hakikatadalethafiza.org/calisma dema gihanê: 25 Îlon 2022.

İHD (2014). “Hakkımızda”, https://www.ihd.org.tr/hakkimizda/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

İHD (2022). https://www.ihd.org.tr/?s=bar%C4%B1%C5%9F dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Lederach, J. P. (1999). Building Peace: Reconciliation in Divided Societies. Washington, DC: United States Institute of Peace.

Oruç, H. û Kök Arslan, H. (2018) “Wolfgang Dietrich”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 1532-551, Ankara: Adres.

Özbek, M. (2005). Avrupa Konseyi Bakanlar Komitesinin “Ceza Uyuşmazlıklarında Arabuluculuk” Konulu Tavsiye Kararı. Dokuz Eylül Üniversitesi Hukuk Fakültesi Dergisi Cild: 7, Hejmar: 1, r. 127-166.

Özbek, M. (2007). Avrupa Birliğinde Alternatif Uyuşmazlık Çözümü. TBB Dergisi, Hejmar: 68, r. 265-320.

Paffenholz, T. (2009). Summary of Results for a Comparative Research Project: Civil Society and Peacebuilding. Geneva: Graduate Institute of International and Development Studies, The Center on Conflict, Development and Peacebuilding.

Paffenholz, T. (2015). “Civil Society and Peace Building”, Development Dialogue, No: 63, r.108-118.

Parkinson, J. û Roche, D. (2004). “Restorative Justice: Deliberative Democracy in Action?”, Australian Journal of Political Science, 39: 3, r. 505-518. DOI: 10.1080/103614042000295101

Romya Bilgin, K. (2018). “Johan Galtung”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 174-207, Ankara: Adres.

Sade, G. (2020). 15 Temmuz darbe girişimi sonrasında kaç kişi görevinden ihraç edildi, kaç kişi tutuklandı?https://tr.euronews.com/2020/07/15/verilerle-15-temmuz-sonras-ve-ohal-sureci dema gihanê: 25 Îlon 2022.

Salman, F. ve Ergün, A. (2017). OHAL’de Kapatılan Kurumlar. https://m.bianet.org/kurdi/siyaset/182427-ohal-de-kapatilan-kurumlar dema gihanê: 25 ÎLon 2022.

Sessiz Kalma (2022). Cumartesi Anneleri/İnsanları. https://www.sessizkalma.org/tr/savunucu/cumartesi-anneleriinsanlari dema gihanê: 25 Îlon 2022.

TBMM (2013). Toplumsal Barış Yollarının Araştırılması ve Çözüm Sürecinin Değerlendirilmesi Amacıyla Kurulan Meclis Araştırma Komisyonu Raporu. https://www.tbmm.gov.tr/Files/MeclisArastirmasiKomisyonlari/CozumSureci/Dokumanlar/cozum_kom_raporu.pdf dema gihanê: 25 Îlon 2022.

TOHAV (2017). Amacımız. https://www.tohav.org/amacimiz dema gihanê: 25 Îlon 2022.

Toker Kılınç, N., Akbaş Demirel, C., Körükmez, L. û Biter, N. (2021). Türkiye’de İnsan Hakları Mücadelesinin Değişim Hatları: İnsan Hakları Derneği Örneğinde Uluslararası Mekanizmalar, Yerelleşme ve Dayanışma, Ankara: TİHV.

Türkiye Genç Barış İnşacıları (ty). “Biz Kimiz?” https://ypturkey.org/hakkimizda/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

Türkmen, F. (2018). “Woodrow Wilson”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 62-85, Ankara: Adres.

UNDP ve T.C. Adalet Bakanlığı (2009). Ceza Uyuşmazlıklarında Uzlaşma El Kitabı.

Wenzel, M., Okimoto, T. G., Feather N. T. û Platow, M. J. (2008). “Retributive and Restorative Justice”, Law Hum Behav, 32, r. 375-389.

Yalvaç, F. (2018a). “Jean-Jacques Rousseau”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 12-37.

Yalvaç, F. (2018b). “Immanuel Kant”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 38-59, Ankara: Adres.

 

 

 



[1] Ev berhem ji niha pê ve dê di beşên din wek Puxte û Daraz bên binavkirin.

[2] Yalvaç, F. (2018a). “Jean-Jacques Rousseau”, Ed. Erhan Büyükakıncı Ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 17.

[3] H.b, r. 18.

[4] H.b, r. 26-27.

[5] H.b, r. 27.

[6] H.b, r. 30-33.

[7] Ev berhem ji niha pê ve dê wek Aştiya Ebedî were binavkirin.

[8] Yalvaç, F. (2018b). “Immanuel Kant”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 43.

[9] H.b, r. 44.

[10] H.b, r. 44-45.

[11] H.b, r. 50-51.

[12] Bnr. Büyükbaş, H. û Atıcı, N. (2013). “Liberal Barış Kuramı: Eleştirel Bir Değerlendirme”, Erciyes Üniversitesi İktisadi ve İdari Bilimler Fakültesi Dergisi, Hejmar: 40, r. 1-19; Yalvaç, F. (2018b). “Immanuel Kant”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 53-56.

[13] Türkmen, F. (2018). “Woodrow Wilson”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 69.

[14] H.b, r. 70.

[15] H.b, r. 77-78.

[16] H.b, r. 81.

[17] Der barê vê mijarê de bnr. Türkmen, F. (2018). “Woodrow Wilson”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 82-84; Bnr. Büyükbaş, H. û Atıcı, N. (2013). “Liberal Barış Kuramı: Eleştirel Bir Değerlendirme”, Erciyes Üniversitesi İktisadi ve İdari Bilimler Fakültesi Dergisi, Hejmar: 40, r. 1-19.

[18] Galtung, J. (1996). Peace by Peaceful Means: Peace and Conflict, Development and Civilization. London: Sage, r. 2.

[19] Romya Bilgin, K., h.b, r. 184.

[20] Galtung, J., h.b, r. 2.

[21] H.b, r. 31.

[22] Veguhêzer. Romya Bilgin, K., h.b, r. 186.

[23] H.b, r. 186.

[24] Galtung, J., h.b, r. 31.

[25] H.b, r. 32.

[26] H.b, r. 33.

[27] Romya Bilgin, K., h.b, r. 190.

[28] Galtung, J (2009). Çatışmaları Aşarak Dönüştürmek. Wer. Havva Kök. Ankara: USAK.

[29] Cloke, K. (2001). Mediating Dangerously: The Frontiers of Conflict Resolution. New York: John Wiley & Sons, r. 7-8.

[30] H.b.

[31] Lederach, J. P. (1999). Building Peace: Reconciliation in Divided Societies. Washington, DC: United States Institute of Peace.

[32] Oruç, H. û Kök Arslan, H. (2018) “Wolfgang Dietrich”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 532-551, Ankara: Adres.

[33] Burton, J. (1990). Conflict: Resolution and Prevention. New York: St. Martin’s Press.

[34] Galtung, J. (2009). Çatışmaları Aşarak Dönüştürmek. Wer. Havva Kök. Ankara: USAK.

[35] Galtung, J. (1996). Peace by Peaceful Means: Peace and Conflict, Development and Civilization. London: Sage.

[36] Romya Bilgin, K., h.b, r. 192; Galtung, J. (1996), r. 72.

[37] Galtung, J. (2000). Conflict Transformation by Peaceful Means (the Transcend Method). United Nations, r. 2-8. https://www.transcend.org/pctrcluj2004/TRANSCEND_manual.pdf, dema gihanê: 14 Tebax 2022.

[38] Galtung, J. (2009), r. 14-15

[39] H.b, r. 20.

[40] H.b, r. 20-21.

[41] Deutsch, M. (2006). “Cooperation and Competition”, Eds. Morton Deutsch, Peter T. Coleman, Eric C. Marcus, ji nav The Handbook of Conflict Resolution, r. 23-42, San Fransisco: John Wiley & Sons, r. 32.

[42] H.b, r. 33.

[43] H.b, r. 34-37

[44] Lederach, J. P. (1999). Building Peace: Reconciliation in Divided Societies. Washington, DC: United States Institute of Peace, r. 15.

[45] H.b, r. 23.

[46] H.b, r. 24.

[47] Bilener, T. û Büyükakıncı, E. (2018). “John Paul Lederach”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 506-531, Ankara: Adres, r. 513.

[48] Lederach, J. P., h.b, r. 27.

[49] H.b, r. 82.

[50] Bilener, T. û Büyükakıncı, E. (2018). “John Paul Lederach”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, r. 506-531, Ankara: Adres, r. 514-515.

[51] Lederach, J. P., h.b, r. 39; Bilginer û Büyükakıncı, h.b, r. 520.

[52] Lederach, J. P., h.b, r. 39; Bilginer û Büyükakıncı, h.b, r. 520.

[53] Botcharova, O. (2002). “Implementation of Two Track Diplomacy: Developing a Model of Forgiveness”, Ed. Raymond G. Helmick, S. J. û Rodney L. Peterson, ji nav Forgiveness and Reconciliation: Religion, Public Policy and Conflict Transformation, r. 279-304, Pennsylvania: Tempelton Foundation Press, r. 280.

[54] H.b, r. 282.

[55] Paffenholz, T. (2015). “Civil Society and Peace Building”, Development Dilogue, No: 63, r. 108.

[56] H.b, r. 108-109.

[57] H.b, r. 110-113.

[58] Democratic Progress Institute (2013a). A Pot Pourri of Civil Society Action for Conflict Transformation and Peacebuilding. London: DPI, s. 7-8.

[59] Botcharova, O. (2002). “Implementation of Two Track Diplomacy: Developing a Model of Forgiveness”, Ed. Raymond G. Helmick, S. J. û Rodney L. Peterson, ji nav Forgiveness and Reconciliation: Religion, Public Policy and Conflict Transformation, r. 279-304, Pennsylvania: Tempelton Foundation Press; Democratic Progress Institute (2013a). A Pot Pourri of Civil Society Action for Conflict Transformation and Peacebuilding. London: DPI; Democratic Progress İnstitute (2014). Çatışma Çözümünde Sivil Toplumun Rolü: Yuvarlak Masa Toplantısı. London: DPI; Paffenholz, T. (2009). Summary of Results for a Comparative Research Project: Civil Society and Peacebuilding. Geneva: Graduate Institute of International and Development Studies, The Center on Conflict, Development and Peacebuilding.

[60] Daly K. and R. Immarigeon (1998) “The past, present, and future of restorative justice: some critical reflections.” The Contemporary Justice Review 1 (1): 21-45.

[61] Fahrioğlu Akın, F. (2019). “Enformel Arabulucuların Mikro Çatışma Çözümündeki Rolleri: Diyarbakır Örneği”. International Journal of Kurdish Studies 5 (2), r. 396.

[62] Özbek, M. (2005). “Avrupa Konseyi Bakanlar Komitesinin “Ceza Uyuşmazlıklarında Arabuluculuk Konulu Tavsiye Kararı”. Dokuz Eylül Üniversitesi Hukuk Fakültesi Dergisi Cild: 7, Hejmar: 1, r. 127.

[63] Özbek, M. (2007). “Avrupa Birliğinde Alternatif Uyuşmazlık Çözümü”. TBB Dergisi, Hejmar: 68, r. 269.

[64] H.b.

[65] Özbek, M. (2005). “Avrupa Konseyi Bakanlar Komitesinin “Ceza Uyuşmazlıklarında Arabuluculuk Konulu Tavsiye Kararı”. Dokuz Eylül Üniversitesi Hukuk Fakültesi Dergisi Cild: 7, Hejmar: 1, r. 130.

[66] H.b, r. 132.

[67] H.b, r. 135-136.

[68] UNDP ve T.C. Adalet Bakanlığı (2009). Ceza Uyuşmazlıklarında Uzlaşma El Kitabı, r. 11.

[69] H.b, r. 11-12.

[70] Daly K. and R. Immarigeon (1998) “The past, present, and future of restorative justice: some critical reflections.” The Contemporary Justice Review 1 (1): 24-25.

[71] H.b, r. 35.

[72] H.b, r. 36-37.

[73] Wenzel, M., Okimoto, T. G., Feather N. T. û Platow, M. J. (2008). “Retributive and Restorative Justice”, Law Hum Behav, 32, r. 375-376.

[74] H.b, r. 377.

[75] Parkinson, J. û Roche, D. (2004). “Restorative Justice: Deliberative Democracy in Action?”, Australian Journal of Political Science, 39: 3, r. 507-509.

[76] H.b, r. 511.

[77] H.b, r. 511-514.

[78] Hakikat Adalet Hafıza Merkezi. “Geçiş Dönemi Adaleti Hakkında”, https://hakikatadalethafiza.org/gecis-donemi-adaleti-hakkinda/ dema gihanê: 1 Çiriya Pêşîn 2022.

[79] H.b.

[80] H.b.

[81] Ji bo vê cudahiya sêmendî bnr. Teitel, R. G. (2003). “Transitional Justice Genealogy”, Harvard Human Rights Journal, Volume 16, r. 69-94.

[82] Egbatan, M. (2013). “Nasıl Bir Barış Süreci: Geçiş Dönemi Adaleti ve Toplumsal Cinsiyet”, Fe Dergi 5, No: 2, r. 9.

[83] Demokratik Progress Institute (2013b). Geçiş Dönemi Adaleti Önündeki Engeller ve Fırsatlar: Hakikat ve Uzlaşma Komisyonları. Londra: DPI, r. 10-11.

[84] Atmaca, A. Ö. û Gözen Ercan, P. (2018). “Uluslararası Güvenliği Yeniden Düşünmek: Uluslararası İlişkiler Disiplininde Feminist Eleştiriler”, Uluslararası İlişkiler, Cild 13, Hejmar 59, r. 21-23.

[85] H.b, r. 24.

[86] Bilgin Aytaç, G. (2018). “Carol Cohn”, Ed. Erhan Büyükakıncı, ji nav Barış Çalışmaları, Ankara: Adres, r. 616.

[87] H.b., r. 617.

[88] H.b, r. 619.

[89] Bnr. Atmaca, A. Ö. û Gözen Ercan, P. (2018), h.b; Bilgin Aytaç, G. (2018), h.b.

[90] Bilgin Aytaç, G. (2018), h.b, r. 628.

[91] Atmaca, A. Ö. û Gözen Ercan, P. (2018), h.b, r. 28.

[92] Bilgin Aytaç, G. (2018), h.b, r. 629.

[93] Daşlı, G., Alıcı, N. û Flader, U. (2017). Kadınların Barış Mücadelesinde Dünya Deneyimleri: Sırbistan, Kosova, Sri Lanka, Suriye. İstanbul: DEMOS, r. 1.

[94] H.b, r. 131.

[95] H.b, r. 132.

[96] H.b.

[97] Daşlı, G., Alıcı, N. û Poch Figueras, J. (2018). Barış ve Toplumsal Cinsiyet: Kolombiya Barış Süreci. Ankara: Demos.

[98] H.b, r. 8.

[99] H.b, r. 8.

[100] H.b, r. 24-41.

[101] Alıcı, N. & Sunca, Y. (2018). “Yerel Eleştirinin Evrenseldeki İnşası: Barış Çalışmalarına Avrupa Merkezciliğin Ötesinden Bakmak”. Off University Conference Proceedings, r. 7.

[102] H.b, r. 8.

[103] Der barê meseleya kurdî de ji bo nimûneyên mizakere û pêvajoyên lihevxistinê bnr. Çiçek, C. (2015). Ulus, Din, Sınıf: Türkiye’de Kürt Mutabakatının İnşası. İstanbul: İletişim.

[104] H.b, r. 16.

[105] İHD (2014). “Hakkımızda”, https://www.ihd.org.tr/hakkimizda/, dema gihanê: 24 ÎLon 2022.

[106] İHD (2013). “1990-2012 PKK Militanları Tarafından Alıkonulanlar Raporu” https://www.ihd.org.tr/1990-2012-pkk-mltanlari-tarafindan-alikonulanlar-rapor/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[107] İHD (2022). https://www.ihd.org.tr/?s=bar%C4%B1%C5%9F dema gihanê: 24 îlon 2022.

[108] DİSA (ty). https://disa.org.tr/disa/ dema gihanê: 5 Çiriya Paşîn 2022.

[109] H.b.

[110] Ji bo raporên DİSA’yê bnr. https://independent.academia.edu/disadiyarbakirsiyasalvesosyalarastirmalarenstitusu?fbclid=IwAR3e8r4GHEpb_R-QbjOvCbnlIWqmEG6gD0kckYsZ0mTMMyBr9F4bD0_FnD0 dema gihanê: 5 Çiriya Paşîn 2022.

[111] HDK (2014). “Program: Halkların Demokratik Kongresi 5. Genel Kurulu Değişiklikleriyle” https://www.halklarindemokratikkongresi.net/hdk/program/1746 dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[112] Barış Vakfı (ty). “Hakkımızda” http://barisvakfi.org/hakkimizda/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[113] Barış Vakfı (ty). http://barisvakfi.org/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[114] Barış Vakfı (2018). Barışın Elkitabı. İstanbul: Barış Vakfı. Ji bo broşûrê bnr. http://barisvakfi.org/barisin-el-kitabi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[115] Barış İçin Akademisyenler (BAK) (ty). “Hakkımızda”, https://barisicinakademisyenler.net/node/1 dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[116] BAK (2016). “Bu suça ortak olmayacağız! Em ê nebin hevparên vî sûcî!”, https://barisicinakademisyenler.net/node/62 dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[117] Türkiye Genç Barış İnşacıları (ty). “Biz Kimiz?” https://ypturkey.org/hakkimizda/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[118] Beraberce (ty). “beraberce Değişim Programları: Hafıza Mekanları”, https://www.beraberce.org.tr/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[119] Beraberce (ty). “Eğitim Programları”, https://www.beraberce.org.tr/project/beraberce-akademi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[120] Beraberce (2022). “Barış Kültürü Eğitimi Ağı PeaCE Net”, https://www.beraberce.org.tr/project/baris-kulturu-egitimi-agi-peace-net/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[121] DEMOS (ty). “Biz Kimiz?”, https://demos.org.tr/hakkimizda/biz-kimiz/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[122] DEMOS (2021). “Tüzük”, https://demos.org.tr/hakkimizda/tuzuk/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[123] DEMOS (ty). “Barış ve Uzlaşma” https://demos.org.tr/k/baris-ve-uzlasma/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[124] DEMOS (2020). “DEMOS’tan Sesler”, https://demos.org.tr/projeler/demostan-sesler/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[125] DEMOS (2021). “Barış STÖ’leri”, https://demos.org.tr/projeler/baris-stoleri/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[126] DEMOS (2021). “Yerelden Barış”, https://demos.org.tr/projeler/yerelden-baris/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[127] DEMOS (2017). “Kadınların Barış Mücadelesi”, https://demos.org.tr/projeler/kadinlarin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[128] H.b.

[129] DEMOS (2021). “Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi”, https://demos.org.tr/projeler/turkiyede-kadin-ve-lgbti-orgutlerinin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[130] DEMOS (2021). ““Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi araştırma raporu yayında!”, https://demos.org.tr/k/turkiyede-kadin-ve-lgbti-orgutlerinin-baris-mucadelesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[131] DEMOS (2022). “Barışı Gündemleştirmek: Kadın, LGBTİ+ ve Gençlerin Barış Süreçlerine Katılımının Desteklenmesi”, https://demos.org.tr/projeler/barisi-gundemlestirmek-kadin-lgbti-ve-genclerin-baris-sureclerine-katiliminin-desteklenmesi/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[132] DEMOS (2018). “Toplumsal Cinsiyet ve Barış: Kolombiya Barış Süreci”, https://demos.org.tr/projeler/toplumsal-cinsiyet-ve-baris-kolombiya-baris-sureci/ dema gihanê: 24 Îlon 2022.

[133] Li hêla din, wê nîvenga şer a ku salên dirêj ajot û polîtîkaya bêcezatiyê, nemaze li bajêrên ku bi zêdehî kurd li wan dijiyan, kiriye ku bi dewlet û hiqûqa formel pênebaweriyek çêbe. Vê rewşê kiriye ku kurd li rêyên çareseriyê yên lihevxistina înformel bigerin û bûye sedem ku ranêzikiya çareseriya lihevxistinê çêbe ku ev yek di raya giştî ya Tirkiyeyê de bi awayê “dadgehên alternatîf” an jî “dadgehên PKK’yê” hatiye pênasekirin. Di binyada çandî ya gelê kurd de, ku jixwe bi awayekî adetî ev avanî hene, bi taybetî di warê çareseriya lihevxistinên mîkro de, tê dîtin ku bi şekilê xebitandina navbeynkariya înformel a rêberên ramanî pêk hatiye. Vebîniyên xebata meydanî ya ku Ferda Fahrîoglu Akin der barê mijarê de li ser nimûneya Amedê çêkiriye, derxistiye holê ku li bajarên kurdan bi rêjeyeke %80-90 a zêde lihevxistinên li nav civakê bi Komîsyona Têkiliyên bi Gel re, ku ew ji aliyê partiyên siyasî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatiye damezirandin, hatine çareserkirin. Der barê mijarê de bnr Fahrioğlu Akın, F. (2019). Enformel Arabulucuların Mikro Çatışma Çözümündeki Rolleri: Diyarbakır Örneği. International Journal of Kurdish Studies 5 (2), r. 393-421.

[134] Democratic Progress Institute (2015). Çözüm Süreci: Kazanımlar ve Tehditler. London: DPI, r. 13.

[135] Toplumsal Barış Yollarının Araştırılması ve Çözüm Sürecinin Değerlendirilmesi Amacıyla Kurulan Meclis Araştırma Komisyonu Raporu (2013). https://www.tbmm.gov.tr/Files/MeclisArastirmasiKomisyonlari/CozumSureci/Dokumanlar/cozum_kom_raporu.pdf dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[136] Sessiz Kalma (2022). Cumartesi Anneleri/İnsanları. https://www.sessizkalma.org/tr/savunucu/cumartesi-anneleriinsanlari dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[137] https://www.mazlumder.org/tr/main/pages/hakkimizda-biz-kimiz/65

[138] H.b.

[139] Hakikat Adalet Hafıza Merkezi (ty). Çalışma Alanları. https://hakikatadalethafiza.org/calisma-alanlari/ dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[140] Hakikat Adalet Hafıza Merkezi (ty). Projeler. https://hakikatadalethafiza.org/calisma dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[141] TOHAV (2017). Amacımız. https://www.tohav.org/amacimiz dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[142] Erem, O. (2018). OHAL sona erdi: İki yıllık sürecin bilançosu. https://www.bbc.com/turkce/haberler-turkiye-44799489 dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[143] Sade, G. (2020). 15 Temmuz darbe girişimi sonrasında kaç kişi görevinden ihraç edildi, kaç kişi tutuklandı?https://tr.euronews.com/2020/07/15/verilerle-15-temmuz-sonras-ve-ohal-sureci dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[144] Salman, F. û Ergün, A. (2017). OHAL’de Kapatılan Kurumlar. https://m.bianet.org/kurdi/siyaset/182427-ohal-de-kapatilan-kurumlar dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[145] Toker Kılınç, N., Akbaş Demirel, C., Körükmez, L. û Biter, N. (2021). Türkiye’de İnsan Hakları Mücadelesinin Değişim Hatları: İnsan Hakları Derneği Örneğinde Uluslararası Mekanizmalar, Yerelleşme ve Dayanışma, Ankara: TİHV, r. 92.

[146] Bor, G., Daşlı, G. û Alıcı, N. (2021). Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi. İstanbul: DEMOS, r. 6.

[147] H.b, r. 16.

[148] H.b, r. 16.

[149] H.b, r. 17.

[150] H.b,, r. 18-19.

[151] H.b, r. 20.

[152] H.b, r. 20.

[153] H.b, r. 23.

[154] H.b, r. 25.

[155] H.b, r. 25-27.

[156] H.b, r. 34-35.

[157] H.b, r. 36.

[158] H.b, r. 37.

[159] https://www.haberdetoplumsalcinsiyet.org/sozluk/tokenizm/

[160] Bor, G., Daşlı, G. û Alıcı, N. (2021). Kesişen Yollardan Daralan Alanlara: Türkiye’de Kadın ve LGBTİ+ Örgütlerinin Barış Mücadelesi. İstanbul: DEMOS, r. 38.

[161] H.b, r. 42.

[162] H.b, r. 43.

[163] Fidan, A. û Göçer, A. (2022). Yakın Geçmişten Olası Geleceğe Barışı Yeşertmek: 2013-2018 yılları Arasında Diyarbakır’da Yaşayan LGBTİ+’lar, r. 12-13. https://turkey.fes.de/fileadmin/user_upload/pdf-files/2022/keskesor-bakad-barisi-yesertmek.pdf dema gihanê: 25 Îlon 2022.

[164] H.b, r. 13-14.

[165] H.b, r. 31.

[166] H.b r. 32.

[167] H.b, r. 42.

[168] H.b, r. 42.

[169] H.b, r. 43.

[170] H.b, r. 43.

[171] H.b, r. 43.

[172] H.b, r. 45.

[173] H.b, r. 93.

[174] H.b, r. 93.

* Sponsored by the Rosa Luxemburg Stiftung with funds of the Federal Ministry for Economic Cooperation and Development of the Federal Republic of Germany. This publication or parts of it can be used by others for free as long as they provide a proper reference to the original publication. The content of the publication is the sole responsibility of Off-University. Organisation für den Frieden e.V. and does not necessarily reflect a position of RLS.

Connections
1 of 1
Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?