
Description
Bu makale "Türkiye'de Eleştirel Barış Çalışmaları" projesi çerçevesinde hazırlanmıştır.
Xeyaletên Tirkiyeyê: Di Kevir, Moloz, Xirbeyan De
Meral Akbaş - Özge Kelekçi
Werger: Hüseyin Botan
Tê gotin ku dema Nîetzsche li kêleka Gola Sîlvaplanayê ya her havîn li Surlejê ziyaret dikir, rojekê zinarekê dibîne. Nîetzsche di axaftinên xwe yên bi vî kevîrî re ku piştre wekî Zinarê Zerdûştî hatiye binavkirin de têgihije tegihekê ku dîroka ramanê ya sedsalên bîst û bîst yekê ji bingehê ve serobino dike: “Çerxa Bêdom” [Eternal Recurrence]. Axirê û kî dizane ji kengî ve ye, cîhana bêdawî ya di zinarekî li vir sekinî de vedibe ji bo fîlozofiya Nîetzsche tovên ramanê yên dubareyan, loma jî yên îhtîmalan, yên ji nû ve destpekan, yên biryarên nû û sazkirina etîka xwe diavêje. “Çerxa Bêdom” bi vê pirsê dest pê dike “ger em neçar man ku ji nîşka ve jiyana xwe li vir qut bikin û parçeyê jiyana xwe ya heta vê kêliya em lê ne, mecbûr bimînin da ku dubare û dubare careke din bijîn, wê çi bibe gelo?”[1] Heta hetayê, dubareya carên bêdawî û îhtîmala ji nû ve ya ber bi nav jiyanê ve, bên û li nav jiyanên me bi cih bibin ku ew cîhana/ên kevir vekirî, di kevir de vebûyî, bi kevir re vebuyî ne. Ji ber ku “kevir bazineya bêdawîtiyê xêz dike ... mayîneke birêk, bêguman ew cewhera serlinganmayînê ye”[2]. Lê ne bi tenê bi xeyaletan re ye; di nav keviran, kavilan xirbeyan de, bi xeyaletê derdorê digerin re; bi xeyaletên ku bi wan re rûbirû mayîn, yên ku bi wan re dimeşin, yên ku ji wan deran barkirî, yên ku mecbûrî barkirinê mayîn re, yên ku li wan deran kuştîn, yên hatîn windakirin, yên ku hatîn kuştin, yên ku li cihên hatîn windakirin, xwediyên kevir, zinar, bermayiyan ên berê, xwediyên nû re. Xeyaletên berhev dikin, belav dikin, bi bîr tînin, tînin bîra xwe, barkirî xuya dikin, hevalbendên kevirên “giran”, wek hebûnên-tune. Dibe ku ji ber vê yekê be jî “kevir tevî hemû şênberbûna xwe, ew tişt e ku kes nabe xwediyê wî”[3]; ê ku tê dîtin û yê bi çavan nayê dîtin, ê giran û yê sivik an jî yê ku jixwe nayê kişandin, di nav kevirekî sekinî û yê ku bi tu awayê nayê bi dest xistin de, di nav hev de ye.
Em jî di vê nivîsa xwe de û di nivîsa din a bloga xwe ya piştî vê nivîsê de li ser îhtîmala lihevhatin û/an lihevnehatina rabirdûya nêzîk û dûr a Tirkiyeyê di çarçoveya kevir, moloz û xeyaletan de biçin û bên ango em ê berê nîqaşa xwe bidin cîhana derveyî mirovan û li gorî vê yekê em ê hewl bidin ku xwendin û nîqaşa xwe berfireh bikin. Di vê metna xwe de em ê hewl bidin ku perspektîfeke teorîk û çarçoveyeke têgînî ava bikin, di nivîsa xwe ya duyem de jî em ê bi vekirina qutiya hefizeya Tirkiyeyê bikevin pey şopa çîrokên xeyaletên kevirbûyî, şopên kevirên xeyaletbûyî.
Tim Edensor dinivîse ku hûrbîna li keviran, balaxwedayîna kevir, lihevkrina bi kevir re dibe sedem ku tiştên[4]berê bala meriv nekîşandî, tevînek, tunebûn û şop dîtbar bibin: “Heyberên kevirî [stony objects] hatinên ba hev ava dikin, bibîrxistinan kom dikin û têkiliyên ji holê windabûyî, berzebûyî paşve tînin. Çîrokan tehrîk dikin, hestên nediyar û hestgermiyan çêdikin”.[5] Nêzîkî kevir bûyîn, li derdora keviran gerîn demên cuda û mekanên cuda ber bi hev ve vedike, di perçeyekê kevirî de, li bin, di nav de, li ser şahidî tê kirin ku çawa dem, komkirina mekanan li hev kom bûne û çawa ketine nav hev. Bi gotina Birsen Keskînî, “hemû rûyê erdê di her misqalê kevirî de”ye.[6] Loma ber bi rabirdû an jî dahatûyê ve, ber bi mekanên ûtopîk an jî dîstopîk ve, bi stranan an jî şîngeriyan, nêzîkbûn an jî dûrbûna ji hêvî an windayan, şikestina bi awayekî, piranî bi derzeke ronahî di nav re derbas dibe, birîna erdê, dîsa bi gotina Birhan Keskinî ji ber ku “a li vir herî kevin ... zikê cihanê”[7] ye li derdora keviran pêkan dibe.
A Ku Kevir Vedişire
Ev, çîroka jineke “bendewar”, a hezar jinan e ku li bajêrekî nenas hemû êşên bi çavê serê xwe dîtî, bi spiyên pora xwe, bi qurçîmekên eniyê xwe nîşan dide, hemû êş û dilxweşiyên xwe li paş xwe hiştî li vî bajarê nenas dijî. Çîroka jineke ku hêsirên xwe li ser kevirê ji welatê wê hatî dibarîne, di nava trajediyeke ku ev têgîna “peqûlê” şevûroj tê gotin.[8]
Evrim Alataş, di qunciknivîsa xwe ya bi navê Kevir de behsa jineke Mêrdînî dike ku mecbûr hiştine li quncikekî Stenbolê bijî. Jina ku bihîst wê Alataş biçe Mêrdînê ji wê dixwaze ku jê re kevirekê bîne, dema ew jî vedigere, li kêlaka erdekî kevirekî hildigire, ji bo jinikê tîne û dide jinikê. Nivîs wiha dawî dibe: “Dema min kevir anî û da jinikê, weke penaberên ji xurbetê vedigerin sê caran maç kir û danî ser eniya xwe. Piştre dîsa bi kurdî got “Di vî de xwîna miriyên me heye.” ... Piştre, li ser kevir hêstir barandin.”[9]
Pierre Nora gava dîrok û serpêhatiyê dide berhev, piçekî bi armanca dîrokê mafdar derxîne jî, dibêje ku dîrok nûnertiyeke rabirdûyê ye, lê bibîranîn/serpêhatî aîdê niha ye û dibêje ku ew vê nihayê bi demkiya bêdawî ve girê dide: "Serpêhatî, pratîka bibîranînê di çarçoveyeka pîroz de bi cih dike...Serpêhatî ji koman derbas dibe û koman li hev germ dike... Serpêhatî reh dide: di mekanê, helwestê, îmajê û tiştê/heyberê de reh dide”.[10] Avahiyên kevir û kevir yek ji wan tiştên herî girîng in ku Nora wan wek mekanên bîrê/bîranînê bi nav dike û dem û fezayê pêkan dikin. Ew dilsoziyên ferdî û civakî, razan, sondan, "hinek deman" û "dahatûyên domdirêj" hildigire. Bi piranî bi avê, bi çeman, bi behrê bi hêza şîpê cih/alî diguherîne. Nifşan derbas dike. Erdnigariyan dibire. Sirên wan ên ku bi bêdengiyê nayên jibîrkirin diparêze. Mîna ku ji sînorê Amed û Mêrdînê, ji kêleka zeviyeke li hemberî qada leşkerî tên, du jinan rastî hev tîne, di nava şerekî de ku ew niha jî ketine nava keftûlefta jiyanê, devera lê ketî, di destê jinekê de weke rabirdû û dahatûyê radiweste, him mirin, êş, him hesret, him hêrs û him jî dibe ku îhtîmalek, hêviyek wekî wî kevirî.
A Ku Kevir Dijî
Kevir ji hilanînê zêdetir lê ser [bîreweriyê] hûr dibe. Anîna kevirên a bênîyet jî dikarin zinditiyên xerîb û bihêztir jî derxînin holê. Tevî ku bi piranî wekî metaforeke mirinê tê bikaranîn jî kevirên ku bi dîrok û bîranînan hatine xemilandin dibin cihên dahatûyên nediyar û hêzên nediyar.[11]
Têkiliya jiyan û kevir beriya dîrokê ye jî. Di beriya dîroka binivîs an bênivîs de jiyan bi keviran û bi hêza kevir hatiye honandin. Bi amûrên ewil ên ji kevir dihatin çêkirin re, teşeyê kevir digirt û awayê bikaranîna kevirî dibû sedem ku serdem bi dawî bibin û dest pê bikin. Aş û kevirên aşan nîşaneyên jiyana nû û xwecihî, perçeyekî girîng ê şoreşa çandiniyê, berdewamiya jiyanê û avakirina jiyaneke nû ne. Pir balkêş e ku kevirên aşan yên ji gelên ji Tirkiyeyê hatîn sirgûnkirin, hatîn tunekirin û kuştin hê jî cihên nêçîrê yên xezînegeran in. Wekî semboleke jiyanê kevirên aşan îro bûne qadên bîranînên gelan lê tên talankirin. Di peyameke medyaya civakî de ku em pê re rû bi rû man, wiha rê nîşanî nêçîrvanên xezîneyan tê kirin: “Dema hûn ketin aşekê, cara ewil cihê ku hûn lê meyzênin, bêguman binê kevirê aşî ye”.[12]
Martin Heidegger, di gotara xwe ya bi navê Avadanî, Cihnişîn, Raman de potansiyelên di navbera dem û mekan de analîz dike ku bi çalakiyên cihnişîn û avakirinê re derdikevin holê û her wiha ew diyar dike ku dema meriv li mekanekê binêre ji girtineke fezayî wêdetir wekî vekirina qatên demê bixwîne.[13] Ji hêla têkiliya jiyanê ve kevir jî bi heman awayî dikare bê nirxandin. Qatên demê û di heman demê de vekirina tebeqeyên serdemên jeolojîk û dan dû şopên wan jî bi xwendina tiştên li ser keviran kombûyî, ango ji bo “nêçîr”ek li binê û nava keviran, ne ji bo nêçîrkirinê jî lê wekî delîleke zindîtiyê ya ketî nava kevirî divê ji nû ve dawetî jiyanê bê kirin. Li ser Twitterê, bikarhênerek bi navê @sapinuwa di 23’ê Gulana 2022’an de rêzepeyamek nivîsî û di vê rêzepeyamê de fosîlên hatîn komkirin ên di avahiyên cûrbecûr ên mermer de lêkolîn kir. Di van rêzepeyaman de, numulîtên fosîlan ên li ser mermerên ku li hewşa kevin a Orkestraya Senfonî ya Serokkomariyê hatine dîtin, dîwarên kevirî yên ku fosîlên 50 milyon salî tê de hene li otêleke Bartinê hatine dîtin, di Muzexaneya Guray de beşên ekînoîd, fosîlên bi mîlyonan salî yên ku keça heft salî ya @sapinuwa li ser mermerên dibistanekê tê derxistî, fosîlên li ser kevirên hemû dîwarên Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê hatine bikaranîn bi awayekî berfireh û bi wêneyan tên vegotin. Ev cihêrengî û zindîtiya bi heybet yek ji mînakên herî berbiçav ên kapasîteya avahiyên kevirî nîşan dide ku cîhanê dibe derveyî mirovî.[14]
Hilweşîna Kevir
Endûstriya mîrata çandî gelek bermahiyên bêhejmar veguherandiye cihên bi tundî têne kontrolkirin. Di van mekanan de, serdêr pere didin ji bo li ser xirbeyan bifikirin ku dikarin wêne bigirin, lê nikarin dest bidin wan. Ev bermahî heyber in ku piştî vê cihaneke[15] wan tune ye: heyberên mirî yên rabirdûyeke mirî. Heyberên mirî yên dahatûyeke mirî. Nirxên van heyberan ji gelek dûr ango ji rabirdûyê tê. Sira Endûstriya Mirata Candî ya herî baş tê parastin, bêguman bermahîn e ku molozên fetişkirî ne.[16]
Gaston Gordillo, di pirtûka xwe ya bi navê Moloz de bi analîzkirina dînamîka di navbera bermahî û molozan de, di çarçoveya nêrîna Marksîstî de û li gorî nîqaşa Henri Lefebvre diyar dike ku awayê hevreha keda razber wekî ku razber bin û bi awayekî wekî heyberên mirî bin, ji jiyanê hatine qutkirin. Dema ku ji derve ve, a rasttir dema bi çavên gelên herêmê yên li derdora bermahiyan dijîn, were temaşekirin, ev kavil molozên ku dikarin bên destdayîn, dikarin bên veguherandin, di nav van de dikare bê jiyîn, dikare bê têkoşînkirin û dikare ji nû ve bên avakirin.[17] Li gorî Gordillo, ji ber vê sedemê, moloz heq desta keda şênber in, di nav de fetîşbûn derbas nabe, têkilî dikare bê danîn û dikar mudaxile bê kirin. Gordillo ku têgiha mantiqa belavbûnê [logic of disintegration] ji Adorno digere, û ji nû ve peyvên bermahî û moloz ava dike, dibêje ku li van mekanan potansiyeleke mezin heye ku meriv dikare bi rabirdû û tiştên hatîn jiyîn re rû bi rû bimîne. Em dikarin tam li vir berê xwe bidin metna Georg Simmel a bi navê Xirbe[18]: Simmel di vê metna xwe de xirbeyan wekî "cihên jiyan lê derbas bûyî" bi nav dike. Lê bi vê re di heman xirbeyê de, ango niha di van cihên “jiyan lê derbas bûyî” de “îkametkirina jiyanê ya demekê li vir” kombûna rabirdûyê ya di dema niha de lê bi vê ve têkildar bi yên şûnde mayîn re, derketina tevahiyek nû û ya din bi lêzêdekirinan, yên xirbeyan, bi wateya ku Gordillo behs dike, ev tê wê wateyê ku ew bi awayekî din ê dem/mekan ku tê de tansiyona di navbera rabirdû û îroyîn de tê şikandin/çareserkirin/ qutkirin vedibêje.
Avahiyên kevirî, bermahî, moloz û xirbeyên li Tirkiyeyê yên tên parastin, yên bêparastin, yên hatîn fetişkirin, yên hatîn tunekirin, yên moloz tên dîtin bi giranî ne ji aliyê gelên herêmê ve lê ji aliyê rêveberiyên herêmî, rayedarên arkeolojîk û dewletê ve dikarin bên dagirkirin, weke çavkaniyeke têgihiştinê li pêşberî me ji bo ku dîroka tundiyê ya li Tirkiyeyê baştir bê fêmkirin. Sermeselê heke di qadeke abîdeyî de valahiyek mezin hebe, li vir miheqeq divê tiştinên jibîrkirinê/werin jibîrkirinê, rabirdûyên veşartî hene. Heke mekanek neyê parastin jixwe wê mekanê di nav çîroka dîroka fermî de cihek bi zorê ji xwe re peyda kiriye. Heger bermayiyên mekanekî wek moloz tên nirxandin, bigumaniyeke mezin tundî û/an jî xemsariya dewletê nehatiye pejirandin, weke mînak, şopa bombebarankirina herêmên Kurdan an jî bermahiyên erdhej û lehiyan heye ku ewlekariya mirovan tê paşguhkirin. Li Tirkiyeyê li ser bermahî, kavil, moloz, xirbeyan xeyalet digerin; xeyalet hewl didin ku di derzên keviran de, di kûrahiya avan de, di nav dêzên molozan de ji xwe re qad û derfetan ava bikin.
A Ku Kevir Diaxive
Ji bo berhevkarê/a rastîn, tişta herî biçûk a di pergalê de dibe ansîklopedyek ku hemû zanyariyên serdemê di nav xwe de dihewîne, peyzaj, pîşesazî û xwediyên milk ên van. Bandora kûr a berhevkar ku li ser wê tişta diyar di çemberek efsûnî de girtî,ew tarîbûna ku bi lerzînekê tê, dibe kevir. Her tişt tê bibîranîn, her tişt tê fikirîn, her tişta bihişmendî tê piştgirîkirin, tê çarçovekirin, dibe parçeyekî raxistinê û bi mohra milkiyetê tê girtin.[19]
Dema ku berhevkar wekî heybereke berhevkirinê li keviran dinêrin, dibe ku ew li benda axaftina kevir disekinin. Berhevkar evîndar dibin dema kevir û avahîyên kevirî yên şopên rabirdûya dûr an nêzîk digihînin îro, niha û keviran dîtbar dikin ji serdemên jeolojîk. Tam ji bo vê yekê keviran ji cihê wan werdigirin, hildigirin, kom dikin; kevir ji dîrokan wan, ji wateyên wan, ji hemû tiştên li ser kevir dûr dixin û tînin li gel kevirên cudatir bi cih dikin. Ev teknîka montajê, ev kiryara licemhevanînê, tiştên ku kevir berhev kiriye ji holê ranake û berevajî heke berê kevir bide wateyên cuda, heke bi dinyayê re ji nû ve û bi şeweyên din têkiliyê peyda bike, bi gotineke din heger ew ji zimanê kevir ji hev derxe, tê wateya ku berhevkar di wateya Benjamin fêm dike de – karê xwe pêk aniye. Ji ber ku xeyaletên di kevirî de êdî berê xwe dane xeyaletên din û zimanê bêdengan bi bêdengên din re dest pê axaftinê kirine.
Simon Efendî yê bi nasnav Sigî Usta, leşkerê çalak ê Tabûrên Ameleyên peywirdar ku ji hosteyên ermenî yên kevir, xerat, hesinkar, tenekevan, kilîtçêker û nalbendan pêk dihat, bila li kêleka Zarayê bi dil û can beşdarî avakirina baregeh û lojmanên leşkerî bibe, Enver Paşa yê li Sarikamişê leşker qufilandin, vedigire Stenbolê, piştî demekê hemû Ermenî ji cih û warên wan dihatin werdigirtin, dihat eşkerekirin ku bi usul-i hal (bi rêya çareserî) wê li Başûr, li El Cezîrê û çolên Sûriyeyê bên bicihkirin. Sedîsed ji inşaata mes'ul û herî dilpak Serdar Yahya Beg ê Qemerê Sûriyeyê ku di nav wan de Sigi Hosta jî hebû serbazên Tabûra Ameleyan li hev civandibû, bi dengekî kelogirî û bi xemgînî bi gotina “Hevolino” dest bi axaftina xwe dikir. Behsa dilxweşiya xwe dikir, pesnê dilsozî û hunerweriya wan dida. Û piştre “Hewl dida, sedemên nûçeyên ku dê hemû kesên ermenî bên sirgûnkirin, eşkere bike.[20]
Hêza kombûn û komkirina kevir bilind e. Jixwe hêza bibîranîn û bibîrxistinê. Baş e, dengê kesên ku hinek deman kevir dayîn axaftin? Ew cihên ku kevir lê hatiye qewardin, wê çawa şopên hostayên xwe vebêjin? Wê kîjan dîrok derkeve ji zimanê avahiyên qet derbasî rûpel, belge, arşîvan nebûyîn? Ma mizgeft û qesrên Stenbolê, avahiyên Stenbolê yên kevin ên ku meriv ji dîtina wan têr nabe û îro wek bank, muze û midûriyetan tên bikaranîn, ne ji aliyê Malbata Balyan ve hatine çêkirin? Sermeselê berê dêr bû lê niha mizgefta Gaziantep Kurtuluş Camî; piştre, hema piştî qirkirina Ermeniyan dibe girtîgeh û herî dawî jî mizgeft. Dêra ku ji hêla Sarkis Balyan ve hatî plankirin, ji hêla Sarkis Taşçiyan ve hatî çêkirin çawa dikare ji nişka ve bibe girtîgeh? Axaftina kevir e, lixwemikurhatina kevir e.
Hingav li vir polîtîkaya tunebûn û xeyaletan tê meşandin. Di van dîmenan de [malên xirabûyî yên Ermeniyan, di wêneyên dêrên Ermeniyan de] hebûna hovîtiya dîroka tunekirin û rûxanekî tê dîtin. Ev dîmen ber bi rewşeke domdar a hilweşîn, rizîkirin û jiholêwindabûnê diçe û van dîmenan mezin dike, ku ev jî pêkanînên şîngerîn û şahidiya duyem xwedî dike ... dengên wekî xeyaletan olan didin û ji wan wirdetir bêdengî belav dibe. Bêdengiya miriyên me yên ku em deyndarê wan ê edaletê ne.[21]
Ev tê wê wateyê ku axaftina li ser tunebûna tişta ku berê heyî ji kevir tê xwestin. Kevir e ku ji bîr nake. Kevir e ku tişta li ser hatî nivîsandin, a ku li ser hatî kolandin, hilweşandina xwe vedibêje û dibe ku bi tunebûna xwe herî zêde vedibêje. Keda hosteyên kevir ên Ermenî yên li van axan, jiyana rojane ya li malên Rûman, kevirên xêzkirî yên Suryaniyan, ew hebûna gewre niha bi xeyaletan hatiye dorpêçkirin. Efsane gund bi gund, ji gund heta bajêr, ji bajêr heta gund belav dibin. Tê bawerkirin ku piştî baca serwetê Ermeniyan di nav dîwarên malên xwe de zêr û mucevherên xwe ji bo berdewamiya jiyana xwe beriya ku Ermenî birevin, hê jiyana xwe ji dest nedayîn û hê nehatîn qetilkirin, di nava kevirên aş û goran de veşartine, lewra gelek mêr ketine pey şopa van zêr mucevheran. Redkirina serwetê bi xezînegerînê xwe pûç dike. Nêçîrvanên ketîn pey şopa kevirên biqedr, belkî jî ji bo dest danin ser xanîmetan mecbûr in ku gunehên kalikên xwe jî paqij bikin. Ew kevir in ku xeyalên jinên Ermenî, sed salên wan veşartine. Kevirê hatî veşartî, niha di destê talankeran de ye; lixwemikurhatin e: “Li pêşiya mala me kevirek heye. Bi qasî vê maseyê ye. Li ser tevahiya maseyê nivîs heye... lê kevirekê wilê ye ku meriv dil nade lê meyzêne. Wilê li ber derî sekiniye... Du teyrê tewûs jî hene ku di devê wan de tirî heye. Li ser kevir. Ji me re gotin ku ev tirî nîşaneyên pirlante ne. Bi min jî çakûç şikand... min ew tirî şikand lê derneket.”[22]
Tarîtiya Kevir
Dibe ku hêza tarî ya kevir bi dîwarî dest pê dike. Bi sînorî. Dîwarê ku malê ji malê, malê ji derve, taxê ji taxê, sîteyê ji xaniyên neqanûnî, welêt ji biyanî/dijmin/penaber diparêze. Herî zêde di dîwarên girtîgehê de stûr dibe ev tarîtî. Hêza kevir a girtin û sînorkirinê tarîtî ye. Lê di her tarîtiyê de ji derzan hinek tişt derdikevin, carinan av, carinan ronahî, carinan bîranîn, carinan nameyek, carinan jî stranek. Cîhana îroyîn bi girtinê disîplîn kiriye rêgez. Bi girtinê dihêle derve, bi girtinê dixe nava xwe, bi girtinê dixe takekes, bi girtinê kopî dike û dîsa bi girtinê cuda dike. Taybetmendiyên tevîhevkirin û jihevcihêkirinê yên vê arkeolojiya îzolasyon û tecrîdê avakirina civakê nîşan dike. A ku sînorên hundirê bajaran zelal dike û heta ku yên nû tên avakirin jî, sîteyên xwedî ewlekariyeke bilind ku her roj sînorên nû yên navxweyî belav dikin, malên xwediyê baceyên biçûk, dibistan dişibin girtîgehan. Nexweşxane dişibin girtîgehan. Di nav her avahiya beton de û di derveyê wê de yeksanî û cihêtiyan kom dike. Dîwarên kevirî bi girtinê ava dikin.
Gelo bingeha dawî ya mekana civakî qedexe ye? Ev bingeha ku danûstandinên di navbera endamên civakê de nayê gotin, mesafeya di navbera van endaman de, mesafeya di navbera laş û hiş de û dijwariya danûstandinê; gelo têkiliyên herî rasterast ên endamên civakê û parçebûna laşên wan û ev têkiliyên ku qet bi tevahî nayên pêk anîn, restorekirina cihên berdewama ku hawîrdoreke bi qedexe û fermanan hatine arizîkirin e?[23]
Mesafe weke cûreyek teolojiya neyînî[24] xuya dike ku qedexe û pêkanînên veqetandinê yên di kampên komkirinê de, di zîndanan de, di nexweşxaneyên derûnî de, di karantînayan de tê bikaranîn jî, lê li tevahiya civakê belav bûye. Kevir û dîwar wek xêzên sînor yên mesafe û qedexeyan di şeklê xwe yê herî eşkere de vedihewîne, ji cudahiya di navbera hundir û derveyî xanî de, dibe ku ya taybet û gelemperî, jihevcihêbûna takekes û civakê, bûye sedem ku ji hev cihê bibin. Êdî hêza veqetandin û cudahiyê ya avahiyên kevir û betonê zêdetir di dewrê de ye. Li gel vê hêzê kevir nebûna her tiştî nîşan dide. Reşbûna kevir e.
Goristanên bêkesan li Tirkiyê mekanên mirinê yên radîkal û marjînal in. Ji ber ku ev goristan ne tenê goristanên kesên bêmal in, di heman demê de kesên bi fermî nayên naskirin jî li wir tên definkirin. Ji aliyê qanûnî ve ger kesek ji malbatê xwedî cendekê mirî dernekeve, cendek li goristana bêkesan tê definkirin. Ji ber vê yekê goristanên bêkesan weke cihê cezakirinê jî kar dikin, li van qadan kesên ji aliyê dewlet û malbatê ve nayên naskirin, radizin. Goristan yên ku cihên bibîranîn/bîrketin û nemiriyê ne, weke ku li Tirkiyeyê ji kêmneteweyan, dijberên dewletê, koçber û kesên LGBTQÎ re girtî ye. Gorên kêmneteweyan û gorên gelê Kurd vediguherin cihên talan û tundiyê – di ya yekem de xezînegerî û/an sûcên nefretê tê kirin û di ya din de hemû şopên têkoşînê ji holê tên rakirin –, goristana bêkesan jî weke berdewamiya van pêkanînên jiholêrakirin û jibîrkirinê kar dikin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê hebûna kevirê gorê jî perçeyek ji têkoşînê ye. Nebûna kevir e.
Berxwedana Kevir
Nêzîkî du mîlyon sal berê, cureyên Homoyan dest bi avêtina tiştan kir ku ji cureyên din ên mîna meymûnan pir jêhatî û hevgirî pêk dianîn. Di pêşveçûna mirov de, avêtina kevir û tiştên din dibe yek ji navgînên herî bingehîn him ji bo têkoşînkirina bi cureyên din re û him jî ji bo nêçîrê. Bi vê pêşveçûna du mîlyon salî, Homo Sapîens niha baştirîn keviravêjê cîhanê ye.[25]
Piştî tundî dikeve nav destên dewlet, rêxistinên mafyayî û şîrketên navnetewî yek ji amûrên herî girîng ên berxwedanên girseyî yên gel dîsa dibe kevir. Qadên çalakiyê yên ku kevir bi berxwedanê re dicive, kevirê ku Edward Said avêtî dagirkerê Rojavayî, li pişt barîkatan, ji komûna Parîsê heta Taylandê, ji Berxwedana Geziyê ji zarokên Kurd re deriyekî cîhaneke pir cuda vedike. Îhtîmala avakirina cîhaneke din nîşan dide. Kevireke tê avêtin û bi demê re mekan dizivire aliyekî cuda, aliyê berxwedanê. Derzên di dîwarên zindanan de, xeyaletên li ser kevirên goran, bêdengiya di nav kavilan de kom dibe, bi rakirina kevirekî ya ji cihê wî dikare bandor bibe, dikare derkeve holê, dikare bê zar û ziman.
“Li vir dem û sebra tu kesî nîne, kes guhdarî te nake. Em ên nû hatî, bi tevgereke dozînî em xwe didin ber bextê quncik û dîwaran, ji bo ku em pişta xwe ewle bikin”.[26] Weke carinan Levi jî nivîsandî, di kampên komkirinê de, kevir û dîwarên kevirî vediguherin pêngavekê ku li gîrtîgehan rizgariya ji êşkenceyê û rizgariya ji windebûnê. Cihûyek navê xwe li ser dîwarekê dikole û navê wî/ê dimîne piştre. Di rawestgeha dawî ya mirin û etîka mirovî de ji bo were bibîranîn pişta xwe dide dîwaran mirov. Têkoşîna dîwarî ye.
Grafîtî û nivîsarên dîwaran ên di bin pirên li taxên herî xizan ên bajêr de ku dîwar hê neketibûn destê şaredariyên herêmê û yekdestdarên hunerê di çarçoveya operasyonên jentîfîkasyonê de, dibin zimanê ciwanan. Hê jî li ser dîwarên xaniyên neqanûnî yên kevin şopên kesên ji ber nivîsandinên xwe yê li ser çepgiriyê jiyana xwe dest dayîn hene. Ev demeke dîrêj e li stadyûmeke li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn bi nivîsa ŞOREŞ tê binavkirin ku li ser kevirên wê hatiye nivîsandin, ev hebûna xwe ji ranekirin û jênebirina nivîsê distîne. A li kevir hatî kolandin e.
Em di vîdyoyeke kurt de bibînin; komek jinên pîr yên bi kitanên spî li kêleka rêyeke dûr û dirêj rûniştine.[27] Li ser rûyê wan kenekê bi westandinê re têkel heye. Di destên wan de jî pênc kevir. Wê lîstika em dizanin bi hev re dileyîzin. Dibe ku ew ji vegereke çalakiyê be an jî ew diçin çalakiyekê. Ew dikare berî an jî piştî serdana girtîgehê be. Di destên jinên kurd de kevir dilîzin, tevdigerin; tên avêtin, tên berhevkirin, tên hilanîn; kevir têdikoşe. Kevir hevdû dibînin, tên ba hev, ji hev dûr dikevin û careke din li hev dicivin. Kevir diguherin û diguherînin.[28]
Xeyaletên Keviran, Kevirên Xeyaletan
Jacques Derridayê ku li hemberî fîlozofiya hebûnê ya metafîzîka rojava derdikeve di pirtûka xwe ya bi navê Xeyaletên Marx de hewl dide ku Zanînsta Xeyaletan [Hauntology[29]] ava bike. Derridayê li pey dahatû û paşveanîna rabirdûyê, li dijî metafizîka hebûnê wekî tevahiya nihayên bêdawî derdikeve. Ew behsa anîna xeyaletên dahatû û rabirdûyê ji bo dema niha û çêkirina wan heyberên lêkolînê yên rêzdar dike. "Nihayên bêdawî" yên ku bi tevgerek dagirkeriyê ya bêguhêz re tên, hewl didin ku bi tevahî vegirtina demê re zebaniyan(hortlak) bavêjin derve. Ev dervetiya demê cûreyekî lalbûnê dide zebaniyan, wan dixe rewşeke ku nikarin pê têginîkirinê pêk bînin. Derrida balê dikişîne ku berpirsiyariya rewşenbîr hilgirtina barê exlaqî yê zabaniyan e, ku zanîna wan negihîştî ye lê di heman demê de pêdivî bi parastinê heye. Derrîdayê ku dibêje dema niha nikare dem/mekanek xwebexş ava bike, axaftina bi zebaniyan, ji şînê, vekirina sirekî bi perspektîfeke romantîzekirî, an jî negotina ji şermê behtir, îfadekirina dengên rabirdûyê ji bo niha/jiyan û mudaxelekirina dahatûyê behs dike. Ew diyar dike ku divê ji nû ve bangî xeyaletan bê kirin ku li derveyeyî demê hatine hîştin. Alternatîfên di rabirdûyê de mehkumê jibîrkirinê hatî kirin û zanista xeyaletan a wekî bibîranîna teheyûlên rabirdûya dahatûyê, tê wateya şopandina encamên madî ku ne madî ne.
Patricio Guzmán, dokumentera xwe ya bi navê Xewnên Çiyayan bi hevokê vedike: “Meriv dibe qey her tişt di derzên li cîhanê de winda bûne.” Dibe ku ji ber wê yekê li deverekî behsa zinarên ji Çiyayên Andan dike ka çawa vekirine, di hundirê wan de çi heye ku meraqeka mezin li wan meyzandine. Li devereke din jî behs dike ku heta dawiya dîktatoriya Şîliyê Çiyayên Andan li cihê xwe sekinîn, di bingeha xwe de hemû tişt temaşe kirin, çiyan şahidî kir. Ev her sê beşên cuda yên dokumenterê, li ser bîra keviran, potansiyelên bibîranîn û dahatûyê, ji bo ji nû ve biaxivin rabirdûyên nebûyî û dahatûyên winda çawa bi hêz û ê hatî veşartî/ê veşartî, ê dijî, ê xirabûyî, ê diaxivî, ê mayî di tariyê de, di xala zemîna berxwedanê heyî de, ango di çarçoveya argûmana bingehîn a vê metnê de digihije hev. Hê ji destpêkê ve kevirê “dengvedaneke zimanê wê pir dirêj” dibêje ku:
Behran, pêlan li min dan, bayên hişk bandeva min wekî war ji xwe re dîtin. Ez şikestim,ez hatim veçirîn, hatim hûr kirin; zivirîm careke din ji xwe re vekim, tu bişkinî, tu lê binêrî; hemû rûyê erdê di her misqala min de.[30]
* Sponsored by the Rosa Luxemburg Stiftung with funds of the Federal Ministry for Economic Cooperation and Development of the Federal Republic of Germany. This publication or parts of it can be used by others for free as long as they provide a proper reference to the original publication. The content of the publication is the sole responsibility of Off-University. Organisation für den Frieden e.V. and does not necessarily reflect a position of RLS.
[1]
Nîşe
Nietzsche dibêje ku divê em vê jiyanê wisa bijîn ku em heta hetayê jê kêfxweş bibin û ancax di vê rewşê de em ê karibin etîka xwebûnîtiyê biparêzin.
[2] Karin Karakaşlı, “Taş Քար Stone”, Boşluğun Gücü içinde, ber. Norair Chahinian, İstanbul: Aras Yayınları, 2015, s. 34.
[3] Karin Karakaşlı, a.g.e., s. 34.
[4] Di vê rêze nivîsê de tişt, ji ber xwe parastina dualitiya heyber/kirde, li cihê ‘heyber’ hatiye bikaranîn. Ne bi têkildarê tiştbûnê ye.
[5] Tim Edensor, Stone: Stories of Urban Materiality, Manchester, UK: Palgrave MacMillan, 2020, s. 296.
[6] Birhan Keskin, “Taş”, Ba içinde, İstanbul: Metis, 2007, s. 35.
[7] Birhan Keskin, a.g.e., s. 35.
[8] Evrim Alataş, Biz Bu Dağın Çiçeğiydik, İstanbul: İletişim Yayınları, 2010, s. 149.
[9] Evrim Alataş, a.g.e., s. 151-152.
[10] Pierre Nora, “General Introduction: Between Memory and History”, Realms of Memory: The Construction of The French Past I Conflicts and Divisions içinde, New York: Columbia University Press, 1996, s. 3.
[11] Jeffrey J. Cohen, Stone: An Ecology of the Inhuman, Minneapolis: University of Minnesota Press, 2015, s. 196-197.
[12] Li vir tevahiya jêgirtinê wiha ye: “Xezîne li ku dera aşî ye? Dîroka aşî ya digiheje bi sedsalan beriya zayinê heta sedsala 20. peywira xwe domandine. Peywira sereke ya aşî navendên bazirganiyê ye ku genim, garis û hwd dixe ard. Em nikarin bibêjin ku di her aşî de xezîne heye lê em dikarin bibêjin ku cihê herî zêde lê xezîne hene. Çawa bîr, dêr û pir cihên herî zêde xezîne lê tên dîtin, aş bi heman awayî cihên wekî wan deveran e ku cihê lê xezîne peyda dibin. Kevirên aşan; “Dema hûn ketin aşekê, cara ewil cihê ku hûn lê meyzênin, bêguman binê kevirê aşî ye, baldar bin, du kevirên aşî hene, yek ser yek jî binî. Hûn ê kevirê binî yê aşî meyzênin. Ev di erdê de ye. Di bin vî kevirî de pereyên aşvanî hene. Em vê jî dest nîşan bikin. Kevirê din ê aşî jî nava wi qul e ku 120 cm fireh, 25 cm stûr e. Ev kevirê ser e ku seyar e”. https://www.facebook.com/antikparalar/photos/a.110608410337929/375143430551091/?type=3 [dîroka wergirtinê: 25 Hezîran 2022].
[13] Martin Heidegger, “Building, Dwelling, Thinking”, Basic Writings. Ten Key Essays, plus the Introduction to Being and Time içinde, San Francisco: Harper, 1993, s. 343-364.
[14] https://twitter.com/sapinuwa/status/1528784063082921991?t=aCznqMW63gx7vqGOyq2T3w&s=08 [dîroka wergirtinê: 24 Gulan 2022].
[15] Nivîskar li vir balê dikîşine li ser têgiha “afterlife” ya Walter Benjamin. Li gorî Benjamin heyber, piştî temenê xwe yê bikaranînê temam kirin, derbasî cîhaneke din dibin û li vir berê xwe didin gerdûnên îhtîmalên cuda.
[16] Gaston R. Gordillo, Rubble: The Afterlife of Destruction, Durham: Duke University Press, 2014, s. 8-9.
[17] Gordillo ku di heman demê de bermahiyên Spanî yên li Arjantînê wekî navgînek rûbirûbûna dîroka kolonyal dinirxîne, di pirtûka xwe de diyar dike ku têkiliya gelên herêmê ya bi van keviran re çawa ew û nêrîna wî ya antropolojîk a lêkolîner veguherandiye.
[18] Georg Simmel, “Harabe”, Harabe Kapı ve Köprü, Kulp içinde, çev. Alp Tümertekin ve Nihat Ülner, İstanbul: Janus Yayıncılık, 2020, s. 7-38.
[19] Walter Benjamin, “The Collector”, The Arcades Poject içinde, Cambridge: The Belknap Press of Harvard University Press, 2002, s. 205.
[20] Doğan Akhanlı, Kapıyı Çalan Kimdi?, Bakış Dergisi, 1999; https://www.arasyayincilik.com/basindan/kapiyi-calan-kimdi/ [Dîroka wergirtinê: 1 Hezîran 2022].
[21] Alice von Bieberstein, “Holes of Plenty”, Etnofoor, 2021, 33 (2), s. 82.
[22] Kübra Kurt Çalışkan, Bir Yeraltı Ekonomisi Olarak Definecilik: Van Örneği Yayımlanmamış Yüksek Lisans Tezi (Teza Lîsansa Bilind a Nehatî Weşandin) İstanbul: Mimar Sinan Güzel Sanatlar Üniversitesi, 2019, s. 85.
[23] Henri Lefebvre, Mekânın Üretimi, İstanbul: Sel Yayıncılık, 2019, s. 65.
[24] Li gorî Giorgio Agamben teolojiya negatîv, heyîneke tesadufî ye ku ji ser nav û nûçikên ne aîdê xwe tê pênasekirin. Sermeselê di teolojiya Xristiyan a Serdema Navîn de metoda bingehîn a pênasekirina Xwedê jî ev e; Giorgio Agamben, Homo Sacer: Sovereign Power and Bare Life, Stanford: Stanford University Press, 1998.
[25] Michael P. Lombardo, Robert O. Deaner, “Born to Throw: The Ecological Causes that Shaped the Evolution of Throwing in Humans”, The Quarterly Review of Biology, 2018, 93 (1): 1-16.
[26] Primo Levi, Bunlar da mı İnsan, İstanbul: Can Yayınları, 2013, s. 48
[27] https://twitter.com/celikferad/status/1519312579256107008?t=8AIHaCkM75QwX9gYXDaijg&s=08 [Dîroka wergirtinê: 30 Gulan 2022].
[28] Belê, kevir diguherîne; Em spasiya dostê xwe yê hêja Taylan Özgür Öz dikin ku ji keviran bawer dike û bi me re li her derî dest bi dîtina keviran kiriye.
[29] Zanista xeyaletan [hauntology] di wateya xeyaletên ku li têgîna ontolojiyê mûseletbûyî vedibêje.
[30] Birhan Keskin, “Taş”, s. 35.