Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Leyla Zana: Pêşengek di Têkoşîna Siyasî ya Jinên Kurd de

Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe.

Published onOct 25, 2022
Leyla Zana: Pêşengek di Têkoşîna Siyasî ya Jinên Kurd de

Cuma ÇÎÇEK 

“Di her qadên jiyanê de jin hene. A ku êşa jiyanê dikişîne, barên wê radike jin e. Ma ji bo çi ew bi xwe pêşeroja xwe diyar neke? Ji bo çi îradeya wan ji aliyê kesên din ve bên diyarkirin? Heger jin neyên vir, ez dê qise nekim.”[1]

Leyla Zanayê li mitînga Pîrana Diyarbekirê dema dît ku tenê mêr hatine qadê, ev gotibûn. Zilamên hatibûn mîtingê li derdorê belav bûn, bang li jinan kirin û Zana piştre axivî. 

Piştî 30 salan, îro jinên kurd pêşengiya têkoşîna civakî û siyasî dikin. Kesên ku îro qadan dadigirin bi giranî jin in. 

Çîroka Zanayê temsîleke baş e ji bo fêmkirina mobîlîzasyona siyasî û civakî ya jinên kurd. Ev mobîlîzasyon di salên 1990’î de xurt bû û sînorên doza neteweyî derbas kir. Bi gotina Gultan Kişanak, “bi bendika kesk û sor û zer ku serê xwe pê girêdaye, bi xîtabeta xwe ya bi kurdî, Leyla Zana jinên kurd ên polîtîzebûyî temsîl dik(e).”[2] Jiyana Zanayê li aliyekî têkoşîna hebûna nasnameya kurd, li aliyekî jî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê sembolîze dike.[3] Îro Tevgera Jinên Kurd (TJK) hem parçeyeke diyarker a doza neteweyî ye, hem jî bûye bizaveke xurt a jinan ku sînoran derbas dike. 

 

Bandora Mehdî Zana

Wekî her jineke kurd, newekhevî û neheqiya zayendî hîn di zarokatiya Zanayê de ket rojeva wê. Dema çardehsalî bû, bavê wê ew zewicand û salek şûnda bû zarokeke xwedî-zarok.[4]

Lê, têkiliya Zanayê bi siyasetê re bi zewaca wê dest pê kir. Hîn kirasê bûkaniyê li ser wê, polîs hatibûn berderiyê wan û hevserê wê Mehdî Zana biribûn qereqolê.[5] Mehdî Zana piştî çar salan teze ji girtîgehê derketibû. Ew ji ber sedemên siyasî di 1971’an de hatibû girtin. 

Mehdî Zana li Farqînê yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû. Di 1967’an de, yekemîn Mitînga Rojhilatê li Farqînê hatibû lidarxistin û ew jî ji pêşengan bû. Herwiha di 1969’an de wî di damezrandina Ocaxa Çanda Rojhelat a Şoreşger de cih girtibû.[6] Farqîn yek ji navêndên sereke bû ku siyaseta kurd û çepgir lê xûrt bûn, li Farqînê di jiyana rojane de  ziman û nasnameya kurdî serdest bû. Vê yekê wekî her kesî bandor li Leyla Zanayê jî kiribû.[7]

Dema ku Mehdî Zana di 1977’an de bû şaredarê Diyarbekirê, Leyla Zana hîn bêtir ket nav siyasetê. Lê, wê siyaset û dewletê piştî girtina hevalê xwe di darbeya 1980’an de, li ber deriyên girtîgehan, korîdorên edliyeyan û salonên hevdîtinê yên girtîgehan nas kir. Mehdî Zana heta sala 1991’ê girtî ma. 

 

“Xuşka Leyla”

Leyla Zana cara yekem di 1988’an de hate girtin bi hinceta pêşengiya serhildana malbatên girtiyan kiriye. Piştî heft rojên îşkenceyê, ew girtin û du mehan girtî ma.[8] Serpêhatiyên li ber deriyên girtîgehan û koridorên edliyeyan wekî gelek jinên kurd rê li ber polîtîzebûna wê vekir[9] û kir ku ew ji bin siya hevserê xwe derkeve û bibe şexsiyeteke serbixwe. Redkirina namzetiya ji bo şaredariya Diyarbekirê vê guherînê bi awayekî sembolîk temsîl dike. Di 1989’an de, pêşengên ji siyasetên cihêreng xwestin wê bikin namzet. Lê wê nexwest ku bibe xelîfeya hevserê xwe.[10]

Zanayê dema dîplomaya dibistana seretayî girt jineke ciwan û xwedî du zarok bû. Di van salan de hînî zimanê tirkî bû. Dibistana navîn û lîse jî ji der ve qedand. Piştî heft salên li ber deriyên girtîgehan bi du zarokan û bi feqiriyê, Zanayê di Komeleya Mafên Mirovan (KMM ) de dest bi xebatên siyasî û civakî kir. Salek şûnda, ligel xebatên KMM’ê  li Yeni Ülke dest bi rojnamegeriyê kir. Di 1991’ê de, di yekemîn rêxistinên jinan Komeleya Jinên Welatparêz de cih girt.[11] Zana êdî di nav gel de wekî “Xuşka Leyla” dihate nasîn.[12]

 

HEP û Parlamento

Avabûna Partiya Kedê ya Gel (HEP) di 1990’an de bû qonaxeke nû ji bo Zanayê. Wê di rêxistina Diyarbekirê de cih girt.  Di hilbijartina 1991’an, di lîsteya HEP’ê de tek jin bû û bi dengên bijartî di rêza yekemîn de hate hilbijartin ji Diyarbekirê. Zana di 30 saliya xwe de bû yekem jina kurd li parlamentoya Tirkiyeyê. Wê demê di nav HEP’ê de rêxistinên jinan tunebû û li navenda partiyê tenê 2-3 jin dixebitîn.[13] Wê ligel jinan, gundî û feqîrên kurdan jî temsîl dikir ku wan pêşengiya têkoşîna neteweyî dikirin. Bi gotina wê, ew jineke bêeşîr, bêmalûmilk û bêpartî bû.[14]

Zana di merasîma sondxwarinê de bû sembola doza kurd. Piştî ku Hatîp Dîcle got “em vê metnê di bin zora maqeqanûnê de dixwînin” li parlamentoyê qiyamet rabû. Zanayê, di vê atmosferê de di serê wê de bendika kesk û sor û zer derket ser kursiya meclîsê û piştî bi tirkiya xwe ya şikeştî sond xwar, bi kurdî van gotinan got: “Min ev sond ji bo biratiya gelê Tirk û Kurd xwend”. Ev cara yekem bû ku wekîlekê bi rengên kurdan, bi kurdî qise dikir li ser kursiyê parlamentoyê. Merasîma sondxwarinê mîna zelzeleyê bandor li siyaseta Tirkiyeyê kir. Zana jî wekî jineke ciwan bû sembola berxwedana ji bo ziman û nasnameya kurdî.[15]

Salên 1990’î qonaxeke nû bû ji bo siyaseta kurd. Muxalefeta kurd veguherî tevgereke girseyî û lêgirînên çareseriyên siyasî ji bo meseleya kurd zêde bûn. Serokwezîr Suleyman Demirel li Diyarbekirê got “em realiteya kurd nas dikin”. Hinek reformên zimanî û çandî jî hatin kirin. Enstîtuya Kurdî ya StenbolêNavenda Çanda Mezopotamyayê, rojnameya kurdî Welat di van salan de hatin avakirin. Li hêlekê şer û pevçûn zêde dibûn, li hêlekê jî legalîzebûna îtiraza kurd xurt dibû. Avakirina partiyên legal ên kurd li ser vê pêlê mimkûn bû. Herwiha, di şertên jeopolîtîk a mesele kurd de jî guherîneke sereke qewimî. Piştî Şerê Korfezê, kurdên Iraqê rêveberiyeke otonom bi awayekî de facto ava kir û doza kurd di qada navneteweyî de deng veda.

Zana, ligel Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Mahmut Alinak, Sirri Sakik di 3’yê Adara 1994’an de hate girtin. Piştî HEP’ê xelîfeya wê Partiya Demokrasiyê (DEP) jî çar meh şûnda hate girtin û parlamenter Selîm Sadak û Sedat Yurttaş jî ketin girtîgehê. 

Di salên 1990’î de şer û pevçûn di navbera PKK’ê û artêşa tirk de zêde bûbûn û her sal bi hezaran mirov jiyana xwe wenda dikir. Tenê di 1994’an de 4.105 kesan jiyana xwe wenda kir.[16] Rêveber û parlamenterên HEP-DEP’ê jî di nav de, aktîvîst, rojnameger, rewşenbîr û karsazên kurd dihatin kuştin. Musa Anter li Diyarbekirê, parlamenter Mehmet Sîncar li Batmanê li kuçeyê hatin kuştin. Di şîna Mehmet Sincar de, mala ku Zana bişev ma hate bombekirin. 

Zanayê li aliyekî wekî aktîvistek parlamenterî kir, li aliyekî jî bi xebatên dîplomatîk ew bû dengê kurdan di nav qada navneteweyî de. Welatên Ewrûpayê, Emerîka û Qanada qadên esasî ya xebatên dîplomatîk bûn. Dema hate girtin, Segolene Royal, temsîlkara xanima Serokê Dewleta Fransayê Danielle Mitterand, heta saetên dawî ligel wê bû. Heman rojê bi telefonê bi D. Mitterandê re jî qise kiribû.[17]

 

Deh Sal li Girtîgehê: Sembola Doza Kurd di Qada Navneteweyî de

Girtina Zanayê, hem di nav kurdan de hem jî di qada navneteweyî de popûlariteya wê zêde kir. Zanayê li girtîgehê jî xebatên siyasî domandin. Bi nivîs û nameyan hewl da ku dengê doza kurd di qada navneteweyî de bilind bike. Nivîsa wê ya bi sernavê “darizandin ji bo kurdbûnê” di rojnameya Washington Postê de û piştre jî li welatên din hate weşandin.[18]Berî ku Tirkiye wekî welatekî namzet bê qebûlkirin di 1999’an de, ji hemû serokên dewletên Ewrûpayê re nameyek şand û bang li wan kir da ku rê li ber endambûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewrûpayê (YE) vekin.[19] Nameyên ku hîtabê serokên parlamento û dewletan yan jî saziyên navneteweyî dikir heta ku serbest hate berdan her şandin.[20]  

Xebatên Zanayê tesîr li ser siyasetmedar û parlamenterên biyanî, sazî û dezgehên navneteweyî dikir. Girtîgeha Ulucanlar bûbû rawestgeheke sereke ya parlamenter, siyasetmedar û delegasyonên navneteweyî. Konseya Ewrûpayê, YE bang li Tirkiyeyê dikirin ku Zana û hevalên wê serbest berdin. Ev bang ji aliyê şexsiyetên wekî Danielle Mitterand, Claduia Roth û xwediyê Xelata Nobelê ya Aşitiyê Şîrîn Ebadî ve dihatin kirin. Yek ji parêzgerên Leyla Zanayê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê wezîrê berê ya têkîliyên derve ya Fransayê Roland Dumas bû.[21]

Zana di salên 1995, 1998 û 2009’an de sê caran wekî namzeta Xelata Aşitiyê ya Nobelê hate nîşandayîn.[22] Wê gelek xelatên navneteweyî jî girtin. Parlamentoya Ewrûpayê di sala 1995’an de Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê da wê. Zana xelata xwe piştî serbestberdanê girt. Bi axaftina wê, zimanê kurdî li Parlamentoya Ewrûpayê cara yekem hate bikaranîn.[23] Herwiha şaredariyên Parîs û Romayê ew wekî hembajariya fexrî qebûl kirin.[24]

Xebatên dîplomatîk a Zanayê tesîr li siyaseta hundir jî dikir û hem di nav gelê kurd de hem jî li tevahiya Tirkiyeyê zêdetir dihate naskirin. Di nav kurdan de jî êdî wekî sembola doza kurd dihate qebûlkirin. Ligel xebatên dîplomatîk bi nivîsên xwe yên li rojnameya Özgür Gündemê dihate weşandin beşdarî nîqaşên siyasî jî dibû. 

Serbestî

Zana piştî deh salan serbest hate berdan. Serbestberdana wê û parlamenterên din di rojnameyên navneteweyî New York Times, Financial Times, The Guardian, Independent, Le Monde, Le Figaro û Berliner Zeitung cih girt. Independent bûyer bi vî sernavî weşandibû: “Tirkiyeyê Namzeta Kurd a Xelata Nobelê ji bo Endamtiya YE’yê serbest berda.” Sernivîsa Le Monde jî ev bû: “Şexsiyeta Sembolîk a Doza Kurd Leyla Zana û hevalên wê serbest hatin berdan.”[25]

Bi HADEP’ê, xelifeya DEP’ê, mobîlîzasyona jinên kurd gelek xurt bû. Bi ked û xebatên jinên kurd ku Zana wekî pêşengek derketibû vê rêyê, di sala 2000’an de baskên jinan hate damezrandin û cara yekem kotaya jinan a %25 di nav partiyê de hate qebûlkirin.[26] Ev kota piştre bû %35 û di sala 2005’an de bi avakirina Partiya Civaka Demokratik (DTP) pergala hevserokatiyê dest pê kir.[27] Di nav 15 salan de mobîlizasyona jinên kurd di qada siyasî û civakî de bizavake xurt û bibandor ava kiribû. Ligel partiyê, li rêveberên heremî jî temsîla jinan xûrt bû û di hilbijartina 2014’an de pergala hevserokatiyê li rêveberiyên heremî jî hate bikaranîn.[28]

Zana û hevalên wê piştî serbestberdanê bi lez û bez ketin nav siyasetê. Zana li aliyekê ket nav hewldanên dîplomatîk. Jixwe eleqeyeke navneteweyî ji bo wê hebû. Bi taybetî hewl dida ku endamtiya Tirkiyeyê ji bo YE’yê destek bike. Li aliyên din pêşengiya avakirina DTP’ê kir û ji bo aşitiyê xebitî.[29] Lê piştî avakirina partiyê, Zana ji qada siyasetê dûr ket û di hilbijartina 2007’an de nebû namzet. Wê  partiyeke bi sosyaldemokratên tirk re û berfirehtir xeyal kiribû, lê li gorî wê DTP’ê nûjeniyek neanibû.[30]

 

Veger û Bêdengî

Zana di hilbijartina 2011’an de careke din ket parlamentoyê. Xebatên wê dîsa hem li hundir hem jî li der ji bo aşitiyê bûn. Piştî ku pêvajoya aşitiyê di 2011’an de dawî bû, ligel hemû îtirazan înîsiyatîf girt û bi Serokwezîr R. T. Erdogan re rûnişt.[31] Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de ji bo aşitiya navxweyî xebitî. Di navbera A. Ocalan û M. Barzanî bû navbeynkar û hewl da ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom be.[32] Piştî dawîbûna pêvajoya çareseriyê Zana careke din ket nav bêdengiyê. 

Zana dema ku 2015’an de careke din hate hilbijartin, di merasima sondxwarinê de bi gotina “bi hêviya aşitiyeke birûmet û mayînde” dest pê kir û piştî van gotinên kurdî, dema sond xwar dêla ku bibêje “miletê tirk” got “miletê Tirkiyeyê”. Ji ber vê yekê sonda wê nehat qebûlkirin. Lê, Zanayê vê carê qebûl nekir ku careke din sond bixwe. Loma, li derveyî parlamentoyê ma û di 2018’an de parlamenteriya wê hate betalkirin.

Zana şexsiyeteke serbixwe bû û têkiliya wê hem bi Tevgera Kurd a Sereke (TKS) hem jî bi TJK’yê re tim bi mesafe bû.  Vê mesafeyê hîn di girtîgehê de dest pê kiribû.[33] Piştî serbestberdana wê nedixwest ku careke din bikeve nav siyasetê. Ligel girtina Ocalan, eleqeya navneteweyî ya ji bo wê hîn di salên ewil de TKS nerehet kiribû.[34] Herwiha, di pêvajoya çareseriyê de, Ocalan bixwe rexneyên giran lê kiribûn û piştî hewldaneke dûr û dirêj Zana beşdarî xebatan bûbû, lê ev yek jî bi Kongreya Neteweyî sînor kiribû.[35] Ev mesafe û xweserî piştî bidawîbûna pêvajoya aşitiyê jî dewam kir.[36]

 

Gotina Dawî

Zana wekî gelek jinên kurd di nav pêlên doza neteweyî û civakî de polîtîze bû. Ji yên berê û din cûdatir, riyek vekir û bû yek ji pêşengên avabûn û xûrtbûna TJK’ê. Pêşengiya wê bi taybetî ji rol-modeliya wê tê. Ligel temsîla wan, ew bû rol-modelek ji bo jinên kurd ên nexwenda, gundî û feqîr ku hem barê doza neteweyî radikin hem jî li hember bindestiya civakî doza wekhevî û azadiyê dikin. 

Hewldanên wê yên ji bo navneteweyîkirina meseleya kurd jî rol-modeltiya wê xurttir kir. Ligel van, konteksa 1990’an ku rê li ber çareseriya siyasî ji bo meseleya kurd vekir pêşengiya wê hêsantir kir. Di girseyîbûna TKS’ê û mobîlîzasyona jinên kurd de, Zana xwedî roleke mezin bû. Bi taybetî bi hezaran jinên kurd bi tesîra wê beşdarî mobîlîzasyona neteweyî û civakî bûn.  

Zana di 1991’ê de yekane jina kurd bû di parlamentoyê de. Lê, îro TJK sînorên doza neteweyî derbas kiriye û hem li Tirkiyeyê hem jî li der ve bûye rol-modeleke komî/saziyî. 

 

 

 

 



Jêrenot

 

[1] Faruk Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü (İstanbul: Doğan Kitap, 2008), 107.

[2] Gültan Kışanak, Kürt Siyasetinin Mor Rengi (Ankara: Dipnot Yayınları, 2018), 19.

[3] Arzu Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana” (Ankara Üniversitesi, 2006), 1; Handan Çağlayan, “Leyla Zana: Bir Gün, Bir Dil, Bir Tarih,” Biamag Cumartesi, December 16, 2014, https://m.bianet.org/biamag/siyaset/160802-leyla-zana-bir-gun-bir-dil-bir-tarih.

[4] Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana,” 11–12.

[5] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 37–38.

[6] Bildirici, 15–35.

[7] Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana,” 12–13.

[8] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 79–81.

[9] Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana,” 14.

[10] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 83–84.

[11] Rojda Yıldız, “Legal Kürt Siyasetinin İki ‘Yemini’ (1991-2015) Arasında Bir Kürt Kadın; Leyla Zana,” Kürt Araştırmaları Dergisi, 2020, https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-61.

[12] Kışanak, Kürt Siyasetinin Mor Rengi, 19.

[13] Kışanak, 19–20.

[14] Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana,” 59.

[15] Ji bo dokumantasyoneke li ser merasîmê binêrin: https://www.youtube.com/watch?v=uGY99RAQ1ns.

[16] Uppsala Universitet, “Turkey: Kurdistan,” Uppsala Conflict Data Program, September 30, 2021, https://ucdp.uu.se/conflict/354.

[17] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 123–201.

[18] Cüneyt Arcayürek, Çankaya Muhalefeti (Ankara: Bilgi Yayınevi, 2002), 80.

[19] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 264–66.

[20] Bildirici, 395–430.

[21] Bildirici, 236–37.

[22] T24, “Leyla Zana Ikinci Kez Nobel’e Aday Gösterildi,” T24, January 19, 2009, https://t24.com.tr/haber/leyla-zana-ikinci-kez-nobele-aday-gosterildi,25328.

[23] Evresnel, “Zana’dan Kardeşlik Çağrısı,” Evrensel, October 14, 2004, https://www.evrensel.net/haber/155261/zana-dan-kardeslik-cagrisi.

[24] Aljazeera Turk, “Portre: Leyla Zana,” Aljazeera Turk, May 8, 2014, http://www.aljazeera.com.tr/portre/portre-leyla-zana.

[25] NTV/MSNBC, “DEP’lilerin Tahliyesi Batı Basınında,” NTV/MSNBC, June 10, 2004, http://arsiv.ntv.com.tr/news/273608.asp.

[26] Kışanak, Kürt Siyasetinin Mor Rengi, 20–22.

[27] Handan Çağlayan, Analar, Yoldaşlar, Tanrıçalar: Kürt Kadın Hareketinde Kadınlar ve Kadın Kimliğinin Oluşumu, 3rd ed. (İstanbul: İletişim Yayınları, 2012); Kışanak, Kürt Siyasetinin Mor Rengi, 17–61.

[28] HDP Kadın Meclisi, Eşit Temsiliyet ve Eşit Katılım Için Eşbaşkanlık (Ankara: Halkların Demokratik Partisi, 2020), 20, https://hdp.org.tr/tr/esbaskanlik-dosyasi/14386/.

[29] Gonca Şenay, “1991’den Bugüne: Leyla Zana,” Al Jazeera Turk, June 25, 2015, http://www.aljazeera.com.tr/al-jazeera-ozel/1991den-bugune-leyla-zana.

[30] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 330–40.

[31] HaberTurk, “Başbakanlık’ta 1.5 Saatlik Görüşme,” HaberTurk, June 30, 2012, https://www.haberturk.com/gundem/haber/755263-basbakanlikta-15-saatlik-gorusme.

[32] Abdullah Öcalan, Demokratik Kurtuluş ve Özgür Yaşamı İnşa (İmralı Notları) (Düsseldorf: Weşanen Mezopotamya, 2015).

[33] Yılmaz, “Siyaset ve Kadın Kimliği: Leyla Zana,” 32–35.

[34] Bildirici, Yemin Gecesi: Leyla Zana’nın Yaşam Öyküsü, 292–94.

[35] Öcalan, Demokratik Kurtuluş ve Özgür Yaşamı İnşa (İmralı Notları).

[36] Milliyet, “Demirtaş’tan Leyla Zana Açıklaması,” Milliyet, January 22, 2016, https://www.milliyet.com.tr/siyaset/demirtastan-leyla-zana-aciklamasi-2182862.


*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?