
Description
This blog entry is part of the series "Gendered Aspects of Peace and War in Turkey" - Blog IX
Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe - Blog IX
Li Kosova û Sirbîstanê Jin û Aşitîçêkerên LGBTI+ : Têderxistinên bo Tirkiyeyê
Nisan Alıcı
Werger: Bilal Öztunç
Ev blog jî mîna ya berê1, ji encamên projeya lêkolînê a bi navê "Têkoşîna Jinan bo Aşitiyê: Tecrubeyên ji Sirbîstan, Kosova, Srî Lanka û Sûriyeyê"2 ku ji aliyê Komeleya Lêkolînê a DEMOSê ve hatibû kirin îstîfade dike. Ji bo ku xalên girêdanê û encamên Tirkiyê bên avakirin, ev blog li ser lêkolîna me a herî dawî bi navê "Ji Rêyên Berbihevçûnê ber bi Warên Teng: Têkoşîna bo Aşitiyê ji hêla LGBTI+ û rêxistinên jinan ên li Tirkiyê ve"3 ava dibe. Piştî derbeya neserketî (Tîrmeha 2016an) Tirkiye ket heyameke zordariyê ku aktîvîstên aşitîxwaz hîs dikin ku bo karê aşitiyê cih nemaye. Dema mirov hêviyên zêdebûyî û qada sivîl a gelek zindî ku heya hilweşîna pêvajoya aşitiyê li ber çavan bû bihizire ev rewş bo aktorên civaka sivîl guherîneke dramatîk bû. Bolahiya nîqaşên xelkî ên li dora aşitiyê, ji aliyê ciheke sivîl a tengbûyî ve hate parçekirin.
Ev li dijî vê paşperdeyê bû ku me biryar da em li ser mînakên welatên ku bi çarçoveyên zordariyê ên hevreng ber lê girtine, lê di heman demê de hewceyî xebatên aşitiyê ne bisekinin. Me bala xwe da Sirbîstan û Kosovayê û me xwest him di dema şerên Yûgoslavyayê4 de û him jî piştî wan, hînî formên cuda ên aktîvîzma aşitîyê bibin. Di pêvajoya berhevkirina daneyan de, ku tê de geşteke qadî li Kosova û Sirbîstanê jî hebû, em hînî gelek tiştan bûn û me xwe wek lêkolîner di pozîsyoneke hêvîdartir de dît. Xwendin û guhdarîkirina derbarê ka gelek jinan çawa li hember şertûmercên dijwar ên şerê salên 1990î de li Yûgoslavyayê çare dîtine, û çawa rêyek ava kirine ku xwe gihandiye micadeleya dijî şer, antî-mîlîtarîst û femînîst a îro dilê me rihet kir. Bi hewla ku em vê hestê di nav mirovên din ên li Tirkiyeyê belav bikin, me di 2017an de konferanseke navneteweyî li dar xist ku aktîvîst, siyasetmedar û lêkolînerên jin û LGBTI+ ên aşitîxwaz ji Tirkiye, Sirbîstan û Kosovayê anîn cem hev.5 Gelek beşdarvanan diyar kirin ku, li gel cudahiyên di çarçoveya siyasî de, di aktîvîzma aşitiyê a jinan de dîtina wekhevî û duberiyê tiştekî hêzdar e. Ev blog, bi mebesta ku nîşan bide ka aktîvîzma aşitiyê çawa taybetmendiyên hevpar ên ku di şertûmercên cihê de cuda ne parve dike, hin ji van duberan der dibe.
Di sûcên şerî de redkirina alîbûnê
Li Sirbîstanê, bîra kolektîf a salên şer bi giranî bi vegotina fermî a mexdûrbûnê teşe girtiye. Di bêjara fermî de kêm caran qala bûyerên di salên 1990î de li welatên cîran ên ku hêzên Sirb faîl bûn tê kirin. Lê belê sûcên li hemberî Sirbên li Bosna-Hersek û Kosovayê û bombebarana NATOyê a di sala 1999an de li Belgradê bi bîranînên xelkî tên bîranîn. Bêjara fermî a dewletê peyamekê dide ku welatên din ti carî ji aliyê hêzên Sirb ve nehatine mexdûrkirin.6 Tevî vê paşperdeyê jî, ji rojên destpêkê ên şerên Yûgoslavyayê vir ve li Sirbîstanê tevgereke li dijî şer heye. Piştî ku şer bi dawî bû, wan berê xwe dan mijûlbûna bi rabirdûyê re. Di nav daxwazên wan de ji bo sûcên şer edalet, hesabpirsîn û verastkirina heqîqetê û şikandina bêdengî û înkarê hebû.
Di salên 1990î de ku Yûgoslavya bi destê şeran dest bi hejandinê kir, aktîvîstên femînîst dest bi nîqaşê kirin ku ji şer kî berpirsiyar e. Pirsîna vê pirsê bi zehmet bû, û carinan dabeşkar bû.7 Lê belê aktîvîzma aşitiyê a jinan, li ser bingeha helwesta jinan a li dijî projeya neteweperest û mîlîtarîst a siyasetmedarên Sirbîstanê bû.8 Di sala 1991an de yek ji rêxistinên navdar Women in Black wek rêxistineke antî-mîlîtarîst û femînîst hat damezirandin. Li Republic Squareê a ku cihê herî navendî ê Belgradê ye ji bo protestokirina şer û mîlîtarîzmê xwepêşandanên bêdeng li dar dixistin. Rêbazên wan ên sereke bêdengî ye, reş li xwe dikin û bedena xwe ji bo protestoyê weke navgînekê bi kar tînin. Wan ji rêxistinên jinan ên din ên wekî dayikên Arjantînî, dayikên spî ên li Afrîkaya Başûr û Women in Black a Îsraîlê îlham digirin. Hevrengiya rêbazên wan bi ên Dayikên Şemiyê ên Tirkiyeyê re jî hêjayî notkirinê ye.9 Women in Black, ji bo helwesta xwe a li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta xwe zelal bikin dirûşma "Ne li ser Navê Me" emilandin. Ev yek jî dihat wê wateyê ku haya wan ji tundûtûjiya li Hirvatîstan, Bosna û Kosovayê diqewime heye û li dijî vê yekê helwesteke xelkî nîşan dan. Di sala 1997an de li Sirbistanê bi rêxistinên jinan ên din re dest bi avakirina toran kirin û li ser edaleta guhêzî, ewlehî û sekûlarîzmê xebitîn.
Wan bo dewletê wan bikeve bin berpirsiyarê zor danê, ne tenê bo ku wan dixwest zêdetir kes heqîqetê bizanin, lê çiku wan xwe jî li hember qewimiyan berpirsiyar hîs dikirin. Wan bawer dikirin ku ji şer û sûcên ku ji aliyê dewleteke ku pasaporta wê diemilînin û bi dayîna bacan fona didinê tên kirin bi temamî ne azade ne. Wan dixwest ku sûcên ku li ser navê wan hatine kirin neyên nixumandin, lê derkevin ber çavan, û wan ji seriya şer pê de parêzvaniya vê yekê dikirin.
Piştgiriya ji sînoran wêdetir
Aktîvîstên aşitiyê ên jin ên li Sirbîstanê, bi jinên li welatên din ên Yûgoslavyayê re torên piştgiriyê ava kirin. Ev xebata hevbeş ji protestokirina şer û netewperestiyê wêdetir derbas bû û qadên xebatên mirovî nixumandin. Women in Black yek ji wan koman e ku bi jinên koçberkirî ên ji paşxaneyên cuda ên etnîkî û deverên cuda ên Yûgoslavyayê dixebitin. Mînakeke din jî Autonomous Women’s Center against Sexual Violence ye ku di sala 1993an de hatiye avakirina, û hewl dide ku di serî de bi jinên ku di dema şer de ji tundûtûjiya cinsî rizgar bûne re bixebite. Li kampên penaberan ku bi giranî jinên Misilman ên ku neçar mane ji şerê li herêmên din ên Yûgoslavyayê birevin, tor ava kirin.
Rêbazeke din a ku xebatên xwe ên aşitiyê digihîne derveyî sînoran, ji aliyê jinên Sirbî ên karîbûn seyahat bikin ve hate kirin. Wan rê û rêbazên hevdîtina jinên Bosna-Hersek û Hirvatîstanê dîtin û projeyên hevpar pêk anîn. Wek mînak, ew bi Zagreb Center for Women War Victims û Medica Kosova re xebitîn, ku ji bo jinên ku di dema şer de ji tundûtûjiya cinsî xelas bûne piştgirî dan. Dema ku di sala 1998an de li Kosovayê şer derket, Women in Black xwepêşandanên xwe ên li dijî şer domandin û torên navneteweyî ava kirin. Ji ber ku seyahata navwelatî bi zehmet bû, civînên navneteweyî ên li derveyî Yûgoslavyayê rewşên guncawtir pêşkêş kirin.
Aktîvîstên jin ên Kosovoyê her wiha torên piştgiriyê yên di navbera aktîvîstên li bajar, gundewar û derveyî welat de ava kirin. Mînakeke girîng Rural Women’s Network a di sala 1995an de bû. Bi rêya vê torê, çend jin li derveyî Kosovayê dest bi seyahatê kirin û beşdarî nobetên bêdeng ên Women in Black ên li Belgradê bûn. Vê yekê derfeteke girîng da wan da ku li qada navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Kosovayê dengê xwe bilind bikin.
Di konferansa 2017an de ku beriya niha hatibû qalkirin de, gelek beşdarvanên ji Tirkiyeyê torên hevgirtinê ên di navbera femînîstên Sirbistanê û jinên Kosovayî ên Arnavut de di dema germbûna şer de raxistin ber çavan. Ev yek, ji ber hevrengiyên di koalîsyon û torên di navbera Tevgera Jinên Kurdan û komên femînîst ên organîze ên li Tirkiyê de xaleke balkêş bû. Jinên Sirbî ji bo rawestandina şerên ku hikûmeta wan li ser navê wan û welatê wan daye destpêkirin wek berpirsiyariyekê hîs dikirin. Ev yek tîne bîra beşdarên me ên komên femînîst ên Tirkiyê ku divê li hemberî tundûtûjiya dewletê a li herêma Kurdan bêdeng nemînin û bi jinên ku li herêmên di bin bandora nakokiyê de dijîn re hevgiriyê nîşan bidin.
Bi rastî jî dema di sala 2016an de li herêma Kurdan dorpêç hebûn, wek mînak Înisiyatîfa Jinan a Ji bo Aşitiyê (Barış için Kadın Girişimi, BİKG) daxwaznameya "Ji bo aşitiyê hezar jin" dan destpêkirin û li bajarê Kurdan Diyarbekirê çalakiya nobeta aşitiyê li dar xisitn. Bi Tirkî û Kurdî daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin û hat ragihandin ku jin şahidên şer in û rû badana ji edalet, heqîqet, jiyan û aşitiyê red dikin.10 BİKG, dema ku li bajarên Kurdan pevçûnên giran rû didan, ji bo piştgiriya bi jinên ku bandora nakokiyê li ser heye nîşan bide, û balê bikişîne wêrankirina li Herêmê aksiyoneke çalakger hilgirt.11
Jin wek hêzên pêşeng ên tevgerên civakî
Dema Sirbîstanê di salên 1990î de zextên xwe li ser Arnavûtên Kosovayî zêde kir, jinên Arnavûtên Kosovayî him ji malbatên xwe him jî ji rejîma Sirbistanê zordarî dîtin. Di salên 1990î de çalakger, rewşenbîr û siyasetmedarên jin ji bo hişmendiya wekheviya zayendî bilind bikin ketin nava têkoşîneke mezin. Ev yek, bi taybetî peywireke dijwar bû, ji ber bêjara serdest a siyasetmedarên Arnavûtên Kosovayî ku digot bo li ser sekinînê hebûna mijarên bileztir hene12 û têkoşîna zayendî a jinan doza rizgariya neteweyî ji pêşîtiyên xwe ên sereke dûr dixîne.13
Seferberiya jinan a di salên 1990î de gelek qad dihewandin; wekî peydakirina xizmetên bingehîn bo jinên qadên gundewar, xizmetên tenduristî, bona bilindkirina hişmendiya femînîst lidarxistina rûniştinên perwerdeyî, û belgekirina binpêkirinên mafên mirovî. Hêzên Sirbîstanê nuqteyên kontrolê ava kirin ku nemaze bo jinan seyahat dijwar dikirin. Hema bêje ne pêkan bû ku jinên li cihên gundewar biçin ser kar û keç biçin dibistanê.14 Aktîvîstên jin ên li bajaran, bi haydarbûna ji vê rewşê, hewl dan bi rêya xizmeta perwerde û tenduristiyê piştgiriyê bidin jinên li cihên gundewar.
Tiştê ku di sala 1998an ji heyama beriya xwe vediqetîne, ew bû ku aktîvîstên jin bi rêya protestoyên li kolanan dest bi gihandina peyamên xwe ên siyasî kirin. Ji ber zordariya giran a hêzên Sirb, di pirraniya salên 1990î de protestoyên girseyî nehatin kirin. Di sala 1998an de, dema tundûtûjî bi awayekî dramatîk zêde bû û şer derket, aktîvîstên jin daketin kolanan û bêdengiya bi salan şikandin. Protestoyên bi pêşengiya jinan, gavên girîng bûn ku li dijî tundûtûjiya hêzên Sirbîstanê a li hemberî Arnavûtên Kosovayî helwesteke xelkî nîşan bidin û xwe bigihînin temaşevanên navneteweyî. Wan derfet da beşên cuda ên civakê ku sefer bibin; wek xwendekar û sendîkayan. Wan dest bi lidarxistina protestoyên girseyî kir da ku dengê xwe li hember kuştina sivîlên Arnavût bi destê hêzên Sirbî bilind bikin.15
Di 8ê Adara 1998an de, aktîvîstên jin bi civîna 15.000 jinan li Pristineyê ku dest de kaxêzên spî, -ku bêşîdetî sembolîze dikirin- hebûn protestoyeke gelek mezin li dar xistin (Halili, 2016). Di vê navberê de, tenê çen kîlometre dûrî Pristineyê, di bin dorpêçiya hêzên Sirbî a Drenicayê, bi sedan jin û zarok bi gefa tundûtûjiyeke giran û birçîbûnê re rû bi rû mabûn. Çend rojan piştî protestoya 8ê Adarê, aktîvîstên jin bangewaziya protestoyeke din a bi vî navî kirin: "Ji bo Jin û Zarokên Drenicayê Nan". Du hezar jin li Pristineyê careke din civiyan, vê carê bi hilgirtina barê nan û xwestin ber bi Drenica ve bimeşin.16 Ew ji aliyê polîsê Sirbî ve hatin rawestandin, lê wan karîn peyamek girîng ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî re ragihînin: Jin û zarokên Drenica ji ber birçîbûn û tundûtûjiyê di bin xetera mirinê de ne.
Di salên dawî de li hember rejîma otorîter a Tirkiyeyê tevgerên civakî ên herî berbiçav jin û LGBTI+ in. Ev yek di çarçoveya hedefgirtina û krîmînalîzekirina hikûmetê a van tevgeran de qewimî. Mînak, meşa Istanbul Pride (İstanbul Onur Yürüyüşü) ji 2015an vir ve hatiye qedexekirin û protestoyên 8ê Adarê û 25ê Adarê rastî êrîşa polîsan hatin. Di vê navberê de hikûmet ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li gel zêdebûna zextê, roj bir roj zêdetir jin û LGBTI+ r+iska duçariya tundûtûjiya polîs didin ber çavan wek komên herî organize derdikevin kolanan.
Bu yazı 'Barış ve savaşın toplumsal cinsiyetlendirilmiş yönlerine' odaklanan bir blog serisinin parçasıdır - Blog IX