
Description
This blog entry is part of the series "Gendered Aspects of Peace and War in Turkey" - Blog X
Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe - Blog IX
Aşitiya Rexneyî û Zayend: Têderxistinên bo Tirkiyeyê
Nisan Alıcı
Werger: Bilal Öztunç
Min di yekem bloga xwe a ji bo vê rêza blogan de nivîsandibû ku lenseke edaleta veguherîner çawa dikare alîkariya derbirina aliyên zayendîkirî ên nakokiya Kurd bike. Di vê nivîsa dawî a blogê de ez ê li ser lîteratûra aşitiya rexneyî bisekinim, ku ji rexneyên li boçûna aşitiya liberal îstifade dike. Xwendevan dikarin di navbera bloga yekem û vê yekê de gelek duberan bibînin, ji ber ku kokê herdu lîteratûran di rexneyên hevreng de ye. Têgeha tundûtûjiya binyatî û sedemên bingehîn ên nakokiyê, di navenda du boçûnan de wek têgehên damezrîner in.
Aşitiya rexneyî çi ye?
Nîqaşên li ser aşitiya rexneyî, ji rojeva aşitîçêkirina a liberal ku ji hêza xwe ji derve digire ber bi fehmkirineke jêrejorkî û pêşkar-navend guherîneke pirr girîng daye ber çavan. Bi taybetî piştî hilweşîna projeyên navneteweyî ên avakirina dewletê û aşitiyê li Afxanistan û Iraqê, zanyarên aşitiyê dest bi dijwariya rojeva avakirina aşitiyê a lîberal kirin.[i] Binyatên sereke ên projeyên aşitiyê ên navneteweyî, li ser nirxên Rojavayî ên ku bi awayekî gerdûnî hatine pejirandin, wek mafên mirovî, demokratîkbûn, "rêvebirina baş" û bazara vekirî ava bûne û van nirxan di çarçoveyên cuda ên nakokiyê de bi cih dikin.[ii] Aşitiya lîberal armanc dike ku bi rêya ji holê rakirina tundûtûjîya fîzîkî îstiqrarê pêk bîne û bi vî awayî herêma nakokiyê têxe nav bazara cîhanî. Dema vê yekê dike, guherînên di asta saziyî de û alavên hiqûqî tên bikaranîn, û pêvajoyên aşitiyê, ku elîtên siyasî aktorên sereke ne, tên birêvebirin.[iii]
Bi kevneşopî, peymanên aşitiyê li Rojava an jî derdorên Rojavayî ên herêmên nakok û li ser bingeha rasyonalîteyên Bakurê Cîhanê hatine muzakerekirin. Di van pêvajoyan de hejmareke kêm ji elîtên herêmî hene, ku îdîayên wan ên temsîla xwecihiyan bi guman in.[iv] Ji ber vê, lîteratûra aşitiya rexneyî bi "çerxa herêmî", têgeheke ku ji aliyê gelek zanyaran ve hatiye veqetandin û dijberî jê hatiye kirin, ve girêdayî ye. Bo nimûne, Mac Ginty û Richmond wiha dibêjin:
Nivîskar bi temamî dizanin ku aktor û çarçoveyên herêmî (herwekî aktorên navneteweyî) ihtimal e ku partîzan, cudaker, derker û tundûtûj bin. Di çarçoveyên herêmî de (wek çarçoveyên navneteweyî), têkiliyên hêzî û astegeriyên ku ji hin kesên din zêdetir didin pêş jî hene. Yek ji rexneyên ku balê dikişîne ser herêmî ew e ku herêmî xwediyê zayenda etnîk û zayenda dabeşkirî ye, ku astegeriyê û têkiliyên hêzî diafirînin.[v]
Lîteratûra aşitiya rexneyî hewl dide ji neolîberalîzma êrişkar a li dezgeha navneteweyî serdest hesab bipirse û di gelek însiyatîfên cîhanî ên bo pêşveçûn û aşitiyê ketine rê de bermahiyên mêtîngeriyê derxîne holê. Boçûna aşitiya rexneyî, pêvajoyên aşitiyê ên azadîger, ku ji jêr ve tên organîzekirin û aktorên sereke ên civatên duçarê nakokiyê ne, dihizirîne. Ji ber vê yekê, ji bo nakokî veguhere û aşitiyeke rizgarker pêk were, divê têkiliyên hêzî ên civakî ku sedemên bingehîn ên nakokiyê ne bên veguhertin.[vi] Ev yek ji sedemên herî girîng e ku projeyên aşitiyê ên lîberal têk diçin. Li şûna mijûlbûna bi têkiliyên civakê re û veguherîna wan bo aşitiyeke demdirêj, lêhûrbûna li ser rêznameyên saziyî û qanûnî, wê tenê tundûtûjiya fîzîkî ji holê rake û pêkanîna aşitiyeke erênî a demdirêj bêgav bike.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku veguherîna nakokiyê û avakirina aşitiyê nabe bi danûstandinên di navbera elîtên siyasî an jî partiyên çekdar ên di nav nakokiyê de bê sînordarkirin. Pêvajoyên ku li gelek deverên cîhanê tên jiyîn nîşan didin ku, têkiliya wan a bi nakokiyê re çi dibe bila bibe, stratejiyên ku beşên herî berfireh ên civakê têde cih nagirin, nikarin demeke dirêj dewam bikin. Tundûtûjiya fîzîkî biqede jî, ji ber ku newekheviyên binyadî dewam dikin, vegera li şert û mercên nakokiyê bi tenê meseleyeke demê ye.[vii]
Wekî ku li jor hatiye diyarkirin, yek ji şertên bingehîn ên xwedîderketin an jî civakîbûna aşitiyê ew e ku dema dirûvê pêvajoyên aşitiyê tên dayîn pêdivî, gazin, êş û bendewariyên gelê ku rasterast duçarê şer bûye û civaka ku wê bibe wergirê aşitiyê bên hesabkirin; ne berjewendiyên civaka navneteweyî. Rêbaz û amûrên ku rê nîşan didin û daxwazên edaletê misoger dikin divê di navenda nîqaşên aşitiyê de bin. [viii] Wekî ku blogeke berê de hat nixumandin, pêvajoya aşitiyê a Kolombiyayê mînakeke baş e. Li Kolombiyayê, rêxistinên mexdûran dikarin daxwazên xwe yekser ji muzakereyên aşitiyê re ragihînin û di mijarên mîna mafên mexdûran, tazmînat û edaleta guhêzî de tevkariyê li bastûrên avakirî bikin. Yek ji girîngtirîn aliyên pêvajoya aşitiyê a Kolombiyayê ew e ku li ser mijara edaleta guhêzî bernameyeke berfireh û bi hûrgilî çêkiriye, a din jî tevlîkirina perspektîfeke zayendî li tevahiya peymana aşitiyê ye. Jin û rêxistinên LGBT+ di Bin-komîteyê de cih girtin û daxwaza xwe a di muzakereyên aşitiyê û peymana aşitiyê de anîn ziman û perspektîfa zayendî di hemû peymanê de bicih kirin.[ix]
Çi eleqeya aşitiya rexneyî bi zayendê re heye?
Pirraniya înîsiyatîfên aşitiyê ên ku bi boçûna liberal a aşitiyê hatine agahdar kirin, mirovên ku ji nakokiyan bandor girtine wekî wergirên tebitî ên projeyên avakirina aşitiyê ên ku nizanin aşitiyê pêk bînin dibînin.[x] Rêxistina aşitiyê ji binî ve pêşanîkirina pêdivî, daxwaz û hêvîyên mexdûran û vemayiyan li hemberî berjewendîyên civaka navneteweyî, û goreyî wê jî di çarçoveya herêmî de li ber çavan girtine dihewîne. [xi] Ji bo vê yekê, di pêvajoyên aşitiyê û bastûrên piştî nakokiyê de tevlîbûna rêxistinên mexdûran, parêzvanên mafên mirovî û rêxistinên jinan û LGBTI+ zerûrî ye. Afirandina mekanên ku aktorên ji beşên cuda ên civakê dikarin daxwaz û pêdiviyên xwe ên têkildarî pêvajoyê bi bastûrên ku di asta herêmî de ji bo civakîbûn û xwedîlêderketina aşitiyê werin avakirin ragihînin, yek ji şertên sereke ên pêşîlêgirtina pêvajoya aşitiyeke ku ji jor ve tê ferzkirin e.
Di serî de zanyarên femînîst ên rexnegir in ku bi me re têgihîştinek peyda kirine, ka çawa zayend di avakirina aşitiyê de têkildar e. Zanyarên aşitiyê ên femînîst angaşt dikin ku têgihiştinên femînîst bi giştî nîqaşên rexneyî ên li ser aşitî û pevçûnê li derve dihêlin. Lê belê, perspektîfên femînîst, ji bo afirandina aşitiyeke mayînde û watedar zerûrî ne.[xii] Bi berfirehî, boçûnên femînîst, bo çêkirina nakokî û aşitiyê bê fehmkirin, mijûlbûna bi cora zayendê ve pêşniyaz dikin. Her wiha meyla wê ew e ku zanîna xwecihî derxe pêş û lenseke zayendî a hevbirrîner (intersectional) qebûl bike.
Wek mînak lenseke femînîst dê dîtina berdewamiya tundûtûjiyê pêkan bike, û ew jî tê wê wateyê ku tundûtûjiya zayendî a li dijî LGBTI+ û jinan bi dawîbûna nakokiyê naqede. Di çarçoveya dirûşma femînîst a taybet, polîtîk e de ev tê wê wateyê ku divê ne tenê di dema nakokiyê de lê piştî nakokiyê jî teşeyên cuda ên tundûtûjiya zayendê bên hesabkirin. "Dema mirov, wek mînak, aliyên herrojane ên nakokiyê û aşitîçêkirinê dide ber çavan, baldariya li ser hûrbîniyên femînîst ên li ser girîngiya qada malbatî/taybet, dikare ji xetereya ji nû ve afirandina çerxê biparêze."[xiii]
Boçûnên lîberal bo aşitiyê, di wê mêylê de ne ku hewldanên aşitîçêkirinê wekî mudaxaleyên ji derve ên ku di serî de civaka navneteweyî eleqedar dikin fehm dikin.[xiv] Ji ber vê, ew, aşitiyê wekî armanceke ku bereqsê pêvajoyeke demdirêj û ne-dûz, bi rêya înîsiyatîfên demkurt dibe bê serxistin dibîne.[xv] Yekkirina xebatên aşitiyê ên femînîst bi boçûnên aşitiyê ên rexnegir, wê yekê pêkan dike ku mirov li hember têgihiştina dualî a ku nakokiya tundûtûj wek dijberê serçil a heyama aşitiyê a ne-tundûtûj dibîne derkeve. Û heke xeta di navbera şer û aşitiyê de şêlû ye, divê aşitî jî weke kirdariyeke demdirêj, domdar bê hizirkirin.[xvi]Di vê mijarê de, şopandina pênaseya Aşitiyê ya Prügl û hevalên wî dê bi fêde bibe.
Em, aşitîçêkirinê wek çalakiyên ku ji aliyê civateke ku duçarê nakokiyê bûye an jî aktorên derveyî (neteweyî û navneteweyî) ve, bi armanca veguherandina nakokiyê, pêşîlêgirtina ji nû ve/rûdana nakokiya tundûtûj, û di nava civatê û derveyî civatê de avakirina têkiliyên ne-tundûtûj -edaleta civakî û aborî jî di nav de- tên birêvebirin pênase dikin.[xvii]
Ev pênase, têgihiştineke ku pevçûnê, ne tenê wek hebûna tundûtûjiya fîzîkî, lê di heman demê de wek newekheviyên binyadî û tundûtûjiya zayendî dibîne esas digire.
Têderxistinên bo Tirkiyeyê çi ne?
Piştî ku girêdanên zayendê û aşitiya rexneyî hat avakirin, êdî dem hat ku em ji têderxistinên wê ên bo Tirkiyeyê binêrin. Pêwendiyên zayendîkirî, divê bi faktorên din ên ku nakokiya çekdarî dabîn û domdar dike bi hev re di hevbirrînekê de bê fikirîn. Di nav ên din de, ew dê etnîsîte, çîn, temen û neşiyaniyê bihewîne. Awayê ku nakokiyek bandorê li jinan û LGBTI+ dike xwediyê gelek tebeqeyan e û divê xebatên aşitîçêkirinê van çareser bike. Ev der e ku boçûnên aşitiyê ên rexneyî bi rojeva edaleta veguherîner, ku min di bloga xwe ya yekem de di pêwendiya bandora zayendîkirî a nakokiyê de behs kiribû, tên cem hev. Ji bo aşitî bi awayekî hîn azadîger pêk were, çalakiyên aşitiyê ên jinan û LGBTI+ divê roleke navendî bilîzin. Çiku ew, derbarê aşitiyê de xwediyê têgihiştineke hevbirrîner in û veguherîna rolên zayendî bo veguherîna nakokiyê wek zerûrî dibînin.
Bi boçûneke rexneyî, divê her xebata aşitiyê a li Tirkiyeyê, pêwîstiya derbirina tundûtûjiya binyatî û bandora navnifşî a nakokiyê qebûl bike. Derfetên ji ber tundûtûjiya dewletê û şerê çekdarî winda bûne, xwedî encamên demdirêj in ku tundûtûjiya binyatî mayînde dikin. Beşeke girîng a civatên ku nakokiyê bandor lê kiriye, jin, LGBTI+û nexasim zarok, mecbûr dimînin ku bi salan bêyî ku bi awayekî wekhev xwe bigihînin çavkanî û xizmetên bingehîn ên wekî perwerde û tendirûstiyê têbikoşin. Pêşanîkirina aşitiya rexneyî a li hember aşitiya liberal, dibe ku di alî bike ku encamên tundûtûjiya dehsalan a ku dê li ser nifşên bê berdewam bike siviktir bibin. Bi boçûnên edaleta veguherîner re tev bê fikirîn, ev yek dê rê li ber xebatên aşitîçêkirinê veke, ku li hember astegeriyên hêzî ên ku pevçûnê pêkan dikin derdikevin, û bi vî awayî tundûtûjiya zayendî, xizanî, neheqiyên civakî-aborî li gel tundûtûjiya fîzîkî çareser dikin.
[i] Paffenholz, T. (2015). Unpacking the local turn in peacebuilding: a critical assessment towards an agenda for future research. Third World Quarterly, 36(5), 857–874.
[ii] Mac Ginty, R. and Richmond, O. (2007) Myth or Reality: Opposing Views on the Liberal Peace and Post-war Reconstruction, Global Society, 21(4), 491-497.
[iii] Sriram, C. (2007). Justice as Peace? Liberal Peacebuilding and Strategies of Transitional Justice. Global Society, 21(November 2014), 37–41.
[iv] Mac Ginty, R. and Richmond, O. (2013). The local turn in peace building: A critical agenda for peace. Third World Quarterly, 34(5), 763–783.
[v] ibid.
[vi] Richmond, O. (2010). Resistance and thePost-Liberal Peace. Millennium-journal of International Studies, 38, 665-692.
[vii] Galtung, J. (1967). On the Future of the International System. Journal of Peace Research, 4(4), 305–333.
[viii] Uçarlar, N. (2015) Nothing in its right place. Demands of justice and coming to terms with the past in the post-conflict period. Istanbul: DİSA Publications.
[ix] Hansen, J. M. and Lorentzen, J. (2016) Gender and Inclusion in the Colombian Peace Process, PRIO Gender, Peace and Security Update, 2016: PRIO.
[x] Richmond, O. and Mac Ginty, R. (2015). Where now for the critique of the liberal peace? Cooperation and Conflict, 50(2).
[xi] Visoka, G. and Bolton, G. (2011), ‘The Complex Nature and Implications of International Engagement after Kosovo’s Independence’, Civil Wars, 13(2): 189-214.
[xii] McLeod, L. and O’Reilly, M. (2019). Critical peace and conflict studies: feminist interventions. Peacebuilding, 7(2), 127–145.
[xiii] ibid.
[xiv] Paris, R. (2004) At War’s End. Building Peace After Civil Conflict. (Cambridge: Cambridge University Press), http:// www.cambridge.org/ ch/ academic/ subjects/ politics- international- relations/ international- relations- and- international- organisations/wars- end- building- peace- after- civil- conflict (accessed on 17 November 2022)
[xv] Prügl E. et. al. (2021), “Introduction. Local Peacebuilding through a Gender Lens”, International Development Policy [Online], 13
[xvi] ibid.
[xvii] ibid.
* Sponsored by the Rosa Luxemburg Stiftung with funds of the Federal Ministry for Economic Cooperation and Development of the Federal Republic of Germany. This publication or parts of it can be used by others for free as long as they provide a proper reference to the original publication. The content of the publication is the sole responsibility of Off-University. Organisation für den Frieden e.V. and does not necessarily reflect a position of RLS.