Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Di Pêvajoya Aşitiyê a Kolombiyayê de Jin û LGBTI+: Têderxistinên bo Tirkiyeyê

Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe.

Published onNov 14, 2022
Di Pêvajoya Aşitiyê a Kolombiyayê de Jin û LGBTI+: Têderxistinên bo Tirkiyeyê

Di Pêvajoya Aşitiyê a Kolombiyayê de Jin û LGBTI+: Têderxistinên bo Tirkiyeyê

Nisan Alıcı

Werger: Bilal Öztunç

Destpêk

Vê payîzê, peymana aşitiyê ku di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC-EP (Fûerzas Armadas Revolucionarias de Colombia - Ejército del Pueblo, Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê - Artêşa Gel) ve hatibû mohrkirin da ku "dawî li şerê çekdarî ê pêncî salan bîne" ket sala şeşan.[i] Pêvajoya aşitiyê a Kolombiyayê di hevdîtinên aşitiyê de rojeva rêxistinên jinan û LGBTI+ jî di nav de mînakeke bêhempa hat pîrozkirin û di peymana aşitiyê de perspektîfeke zayendî hat qebûlkirin. Di pêşgotinê de hate gotin ku peyman:

Taybetiyeke dide mafên sereke ên jinan, komên civakî ên şikestinbar ên wek gelên xwecihî, keç, xort û xamayan, civatên ji Afrîkayê û komên din ên ku ji hêla etnîkî ve hatine cudakirin; mafên sereke ên cotkarên biçûk, him jin û mêr, him jî mafên sereke ên kesên astengdar û ên ku ji ber pevçûnê ji cih û warên xwe bûne; û mafên bingehîn ên kal û pîran û ên civata LGBTI.[ii]

Hevdîtinên aşitiyê ên Kolombiyayê li Havana a Kubayê (2012-2016) di heman dema hevdîtinên aşitiyê ên li Tirkiyeyê (2012-2015) pêk hatin. Tevî hin şert û mercên destpêkê ên bi heman rengî û zehmetiyan jî, ev pêvajo li dû çarçoveyên cuda ên muzakereyê bûn, ku bû sedem da ku pêvajoya Kolombiyayê bi peymana aşitiyê biqede, lê li aliyê din pêvajoya li Tirkiyeyê hilweşe û welat bi zêdebûna şîdetê rûbirû bimîne. [iii] Herçiqas sedemên bingehîn û dînamîkên herdu nakokiyan gelek cuda bin jî, mînaka Kolombiyayê hêjayî analîzê ye ku bê têgihîştin ka LGBTI+ û tevgerên aşitiyê ên jinan bi seferberkirina kolektîf û di pêvajoya aşitiyê de bi xistina daxwazên xwe nava bastûran çi bi ser xistin.

Pêvajoya aşitiyê a Kolombiyayê, di warê ka zayend çawa dikare di metna peymana aşitiyê de wek boçûneke zayenda rûpanî cih bigire de bêhempa bû.[iv] Di peymanê de xalên zayendî ewçend pêşverû bûn ku "îdeolojiya zayendî" di referandûma ku peymana aşitiyê hate dengkirin bû yek ji rexneyên sereke ên alîgirên 'kampanyaya na'. Çiku peymana dawî di sala 2016’an de hatiye mohrkirin, qonaxa sepandinê him hin pêşketin û him jî hin zehmetiyan vedihewîne. Di nav van de, tevdîrên ewlehiyê ên zayendî ên ji bo nifûsên ku şer bandor lê kiriye û tazmînata wan qadên ku hewcedariya pêşvebirinê heye çend mînak in. [v] Lê belê, nirxandina sepanê ji çarçoveya vê nivîsa blogê wêdetir e. Ev nivîs zêdetir li ser pêvajoya aşitiyê bi xwe bi rêya avakirina li ser lêkolîna ku ji hêla Komeleya Lêkolînê ya DEMOSê ve di 2017-2018’an de hatiye çêkirin hûr dibe.[vi] Me di dema lêkolînê de, tam salekê piştî mohrkirina peymana aşitiyê di Mijdara 2017’an de li Bogotá, Cali û Medellínê hevpeyvîn çêkirin. Hevpeyvînerên me ji LGBTI+ û rêxistinên jinan bûn ku bi awayekî rasterast an jî nerasterast beşdarî hevdîtinên aşitiyê ên li Havanayê bûn. Tevî ku di mijara pêkanîna peymana aşitiyê de bi baldarî bûn jî, li hember bidestxistinên xwe ên kolektîf gelekî bi kelecan û pê serbilind bûn. Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê de şerê çekdar ê dehsalan bi dawî bû û seferberiya wan a kolektîf ji bo ku ev pêvajo têkildar û veguherîner be faktoreke bingehîn bû.

Pêvajoya aşitiyê a Kolombiyayê çima ji perspektîfeke zayendî hat pîrozkirin?

Di dema pêvajoyê de serkeftina herî berbiçav, tevlîbûna çalak a rêxistinên jinan û LGBTI+ muzakereyên aşitiyê bû. Ev, bi bastûreke bêmînak pêk hat, Bin-komîsyeneke Zayendî. Di dîroka pêvajoyên aşitiyê de cara yekemîn bin-komîsyoneke çalakger hat avakirin, da ku temîn bike ku pêvajoya aşitiyê û peymana aşitiyê boçûneke li hember zayendê hesas pejirandiye. Beriya niha di çarçoveya danûstandinên aşitiyê yên navbera hikûmet û Pilingên Rizgariyê ên Tamîlê Eelam de, di sala 2002'an de li Sri Lankayê bin-komîteyeke li ser mijarên zayendî hatibû avakirin. Mixabin, muzakereyên fermî bi dawî bûn û wê bin-komîteyê nikaribû ji civîna xwe a yekemîn wêdetir pêşve biçe. Li hemberî vê, bin-komîsyona Kolombiyayî bi ser ket û peywira  xwe anî cih, ku ev jî bi perspektîfe zayendî sererastkirina peymana qismî, ku ji xwe hatibû qebûlkirin, bû.

Pêşketineke din a bêmînak jî ew bû ku bin-komîsyona zayendî di salên 2014-2015'an de li Havanayê bi jin û rêxistinên LGBTI+ re sê civîn organîze kirin û gelek heyet vexwendin. Di nava heyetan de komên ku ji pevçûnan bandor girtine, ên weke cotkarên jin, şervanên kevin û kesên ji şîdeta zayendî rizgar bûne, cih girtin. Zêdeyî nîvê mexdûrên ku çûn Havanayê jî jin bûn. [vii] Di gera me ya qadê da tiştekî din î îlhamwer ku me dît ew bû ku jinên Kolombiyayî û rêxistinên LGBTI+ ji tecrubeyên welatên din gelek zêde hîn bûne. Vê yekê di xebatên bin-komîsyonê de jî xwe nîşan da. Wek mînak, şervanên kevin ên jin ên ji welatên din ên piştî şer, tevî İrlanda Bakur û Endonezya, ji bo Havanayê jî hatin vexwendin. Ev bi taybetî girîng bû, çiku ji nû ve entegrasyona şervanan yek ji mijarên ku di peymanê de cih digirtin bû, û ew rîsk hebû ku jin ên şervanên kevin di qonaxa piştî peymanê de vegerin ser rolên kevneşoptir. [viii]

Destketiyeke din a girîng jî ew bû ku di hevdîtinên aşitiyê de pirsgirêkên zayendî ji xalên din ên tên nîqaşkirin ve nehatin cudakirin. Lêbelê, her beşa peymana aşitiyê ji perspektîfeke zayendî ve hate nirxandin da ku hemû mercên (provisions) newekhevî û neheqiyên zayendîkirî îzah bike. Bo nimûne, beşa Reforma Gundan li ser zayendê xwedî hûrbûneke xurt e, ku jin wekî hemwelatiyên serbixwe bi mafên xwedan erdê nas dike. Bi saya xebatên komîsyonê, di peymanê de hat destnîşankirin ku şerê çekdar li jinan, LGBTQI+, Afro-Kolombiyayiyan, civatên xwecihî, kêmîneyên siyasî û olî û mirovên astengdar bandoreke ji hev cuda kiriye; ji ber vê, bo ku hewcedarîyên wan bi cih bên, diviyabû amûrên belî bihatana pêşxistin. [ix]

Çawa hate biserxistin?

Dema di sala 2012'an de muzakereyên aşitiyê dest pê kirin, li maseya muzakereyê tenê jinek hebû. Ji ber hewldanên demdirêj ên jinan bo ku rê li ber pêvajoyeke aşitiyê bê vekirin, ev destpêkeke xeyalşikestînbar bû. Li Bogotayê di sala 2013'an de neh rêxistinên jinan Lûtkeya Neteweyî a Jinan bo Aşitiyê  organîze kirin, ji 30 departmanên Kolombiyayê zêdeyî 450 jin li hev civandin. Ev jin ji paşxaneyên cuda, ku di nav de gundî, mexdûr, xwecihî, Afro-Kolombiyayî, rêxistinên LGBTI+ û sendîka û partiyên siyasî jî hene, hatibûn. Pispor û çalakgerên welatên din jî ji bo tecrubeyên xwe ên avakirina aşitiyê parve bikin tevlî Lûtkeyê bûn. Armanca sereke ya organîzatoran ew bû ku jin tevlî hevdîtinên aşitiyê bibin û rojevên xwe tevlî nîqaşê bikin. Beşdaran li ser sê daxwazên sereke li hev kirin ku ji aliyên muzakereyan re werin ragihandin: Divê alî heta lihevkirinekê ji maseya muzakereyan ranebin; maseya aşitiyê divê di her merheleyê de cih bide jinan û bandora pevçûnê a li ser jinan û pêwîstî û daxwazên piştre li ber çavan bên girtin. Herwiha wan ji bo peymana aşitiyê bi sedan pêşniyaz li hev kom kirin. [x] Di Lûtkeyê de ji bo jin tevlî heyetên muzakereyan bibin xala biryarê hat avakirin û hikûmetê du jin wek mumessîl ên muzakereyan wezîfedar kir û di tîma muzakereyan a FARCê de jî tevlîbûna jinan zêde bû. Herwiha çend mehan piştî Lûtkeyê  bin-komîsyona zayendî hate avakirin. Heta Sibata 2015'an jinan ji sedî 40 ê FARC'ê[xi] û ji sedî 20 ê heyeta hikûmetê temsîl dikirin. [xii] Di tevahiya pêvajoyê de jinan di heyet, komîsyon, bin-komîsyon û komên xebatê ên herêmî de cih girtin. Li ser beşên peymana aşitiyê forûm organîze kirin û di wan forûman de cih girtin. Bi xebatên xwe, tevlîbûna watedar a jinan a pêvajoya aşitiyê weke aktorên siyasî ên hêzdar misoger kirin. [xiii] Lûtke, di salên 2016 û 2021'an de bi armanca ku perspektîfên jinan di pêvajoya pêkanînê de cih bigirin dîsa hate lidarxistin.

Têderxistinên vê ji bo Tirkiyeyê çi ne?

Di nava şerê çekdar de hûrbûna li ser aşitiyê

Dibe ku aliyê balkêştirîn ê miftebûna zayendan bo pêvajoya aşitiyê ew e ku bi têkoşîna salan a jinan ew pêvajo çawa pêkan bû. Gelek rêxistinên jinan û LGBTI+ di xebatên avakirina aşitiyê de kirdariyeke demdirêj pêk anîn. Di berxwedana "şerê çekdar û parastina mirovî de rolekî esasî leyîstin. Di nava şerê çekdar de jinan qadên aşitiyê organize û ava kirin, ku bi vê rêya diyalogê bingehên çareseriya şerê çekdar danîn." [xiv] Bandora pevçûnê ya li ser komên cuda jixwe bo demeke dirêj di rojeva wan de bû û avakirina aşitiyê mijareke sereke bû ku bernameyên wan ên terxankirî (dedicated) hebûn. Wek mînak, bi rêya Las Casas de Paz (Malên Aşitiyê), rêxistina LGBTI+ Caribe Afirmativo, bo kesên LGBTI+ ku ji ber şerê çekdar li ser meyla zayendî, nasnav û îfadeya zayenda civakî a cihêtir diezibîn cih vedikir. [xv] Têkiliyên xurt ên di navbera xebatên zayendî û xebatên aşitiyê de, ev kom bi zanebûn û amûrên pêwîst techîz kirin (equipped) ku dema pêvajoya aşitiyê dest pê kir kanibin bikevin nava tevgerê.

Li dora daxwazên hevpar ên aşitiyê li hev bicivin, pêşîneyan ava bikin

Rêxistinan, bi saya vê paşperdeyê, bi lez û bez bersiv dan kêmbûna jinan û LGBTI+ a di muzakereyên aşitiyê de. Wan tecrubeya xwe a heyî pêşve birin, çavkaniyên xwe seferber kirin û torên xwe ên neteweyî û navneteweyî elimandin. Lê a herî girîng, rojeveke hevpar afirandin û li ser daxwazên şênber ên sereke li hev kirin. Hewldanên wan ên hevgirtî bûn ku avakirina bastûrên bibandor û tevlîbûna çalak a jinan pêkan kir.

Di dema referandûma 2016'an, ku peymana aşitiyê hate dengdan, û piştî wê de tifaqên navbera rêxistin û tevgeran de hatibûn avakirin jî hêmaneke sereke bûn. Di dema kampanyayên referandûmê de alîgirên 'kampanyaya na' bi îdiaya ku 'îdeolojiya zayendî' bi pêş dixe û nirxên kevneşop ên malbatê binpê dike êrîşî peymana aşitiyê kirin. Ew di referandûmê de bi ferqeke biçûk bi ser ketin. Him hikûmetê him jî FARC'ê biryar dan ku tevî encama referandûmê li gorî peymanê dewam bikin, lê diviyabû di peymanê de hin guhertinan çêbikin. Mafên LGBTI+ di bin xetereya qurbankirinê de bûn. Hewldanên hevpar ên jinan û rêxistinên LGBTI+ rê li ber gaveke wiha paşve girtin.

Heke mirov hestên i dijî LGBTI+ û bêjara li Tirkiyeyê ku niha zêde bûne bifikire, ev yeka hanê ji her demê bêtir girîngiyê dihewîne. Duberî meylên gerdûnî li dijî meşrûkirina LGBTI+ û krîmînalîzekirina çalakgerên LGBTI+, Tirkiye di salên dawî de li hemberî çalakgerên LGBTI+ şahidiya bertekên tund dike. Tenê çend hefteyan piştî xwepêşandana li dijî LGBTI+ a ku bi piştgiriya dewletê li Stenbolê hate lidarxistin, [xvi] di 24ê Kewçêr a 2022’yan de Serokkomar Erdoğan eşkere kir ku dixwaze bo xurtkirina saziya malbatê guhertineke zagonî çêke. Di demeke nêz de eşkere bû ku ev yek tê wateya pêşniyazkirina guhertinên li dijî LGBTI+ di destûra bingehîn de. [xvii] Tevî ku ev ber bi hilbijartinan ve bo xurtkirina bingeha xwe a hilbijêrên muhefezekar weke tevgerekê dibe bê dîtin jî, ev yek atmosfereke berfireh a sosyo-polîtîk a salên dawî jî dide ber çavan. Ew, bi bilindbûna gerdûnî ya siyaseta rastgir re jî deng vedide. Bihêzkirina koalîsyonên heyî ên di navbera tevgerên femînîst û kûîr (queer) de, bo beralîkirina hedefên rejîma otorîter dikare bibe tekane rê.

 



[i] Colombian Government and FARC-EP (2016). Final Agreement to End the Armed Conflict and Build a Stable and Lasting Peace. Available at: https://www.peaceagreements.org/viewmasterdocument/1845 [Accessed 21 October 2022]

[ii] ibid.

[iii]  Bakiner, O. (2019) Why Do Peace Negotiations Succeed or Fail? Legal Commitment, Transparency, and Inclusion during Peace Negotiations in Colombia (2012–2016) and Turkey (2012–2015), Negotiation Journal 35(4) 471-513.

[iv] https://kroc.nd.edu/assets/297624/181113_gender_report_final.pdf

[v] Barometer Initiative, Peace Accords Matrix, Kroc Institute for International Peace Studies. Towards implementation of women’s rights in the Colombian Final Peace Accord: Progress, opportunities and challenges. Available at: https://peaceaccords.nd.edu/wp-content/uploads/2020/11/Towards-Implementation-of-Womens-Rights-in-the-Colombian-Final-Peace-Accord-2.pdf [Accessed 17 October 2022].Downing, C., Rivas, S., Olaya, Á. (2021) Five years on from Colombia’s Peace Agreement, gender inequality remains an obstacle to stable and lasting peace. Available at: https://blogs.lse.ac.uk/wps/2021/11/24/five-years-on-from-colombias-peace-agreement-gender-inequality-remains-an-obstacle-to-stable-and-lasting-peace/ [Accessed 20 October 2022].    

[vi] Daşlı, G., Alıcı, N., Figueras J. P. (2018) Peace and Gender: The Colombian Peace Process. (Ankara: DEMOS Reserch Association)

[vii] Supra n. iv.

[viii] Chalaby, O. (2018) Colombia’s peace agreement is the world’s first to have gender at its core. Available at: https://apolitical.co/solution-articles/en/colombias-peace-agreement-worlds-first-gender-core [Accessed 23 October 2022]. 

[ix] Supra n. vi.

[x] Bouvier, Virginia M. (2016). Gender and the Role of Women in Colombia’s Peace Process. (New York: UN Women)

[xi] Ev yek bi hejmara şervanên jin ên FARC'ê re hev digire.

[xii] Supra n em.

[xiii] ibid.

[xiv] Supra n. iv.

[xv] Caribe Afirmativo, Casas de Paz. Available at: https://caribeafirmativo.lgbt/casas-caribe-afirmativo/casas-de-paz/ [Accessed 26 October 2022].

[xvi] Balkan Balkan Insight (2022) Anti-LGBT Protest Held in Istanbul Despite Pride Ban. Available at: https://balkaninsight.com/2022/09/19/anti-lgbt-protest-held-in-istanbul-despite-pride-ban/ [Accessed 25 October 2022].

[xvii] Bianet (2022) AKP to outbid opposition's 'headscarf bill' to propose anti-LGBTI+ amendment to Constitution. Available at:https://m.bianet.org/english/politics/268968-akp-to-outbid-opposition-s-headscarf-bill-to-propose-anti-lgbti-amendment-to-constitution [Accessed 25 October 2022].

*Finanziert von der Rosa-Luxemburg-Stiftung mit Mitteln des Bundesministerium für wirtschaftliche Zusammenarbeit und Entwicklung der Bundesrepublik Deutschland. Diese Veröffentlichung kann von anderen kostenlos genutzt werden, solange auf die originale Publikation verwiesen wird. Der Inhalt dieser Veröffentlichung ist die Verantwortung von Off-University.Organisation für den Frieden e.V. und gibt nicht notwendigerweise eine Position von RLS wieder.

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?