Skip to main content
SearchLoginLogin or Signup

Ji bo tazmînatên li hember zayendê xwedî hesasiyetê seferberî: Qanûna Saxmayiyên Êzidiyan a Iraqê û civaka sivîl

Ev gotar parçeyeke ji rêze blogan e, ku li ser “ Alîyên Şer û Aştî Yên Di Warê Cinsiyeta Civakî Ya Tirkiyêde” hûr dibe.

Published onNov 07, 2022
Ji bo tazmînatên li hember zayendê xwedî hesasiyetê seferberî: Qanûna Saxmayiyên Êzidiyan a Iraqê û civaka sivîl

Ji bo tazmînatên li hember zayendê xwedî hesasiyetê seferberî: Qanûna Saxmayiyên Êzidiyan a Iraqê û civaka sivîl

Güley Bor

Werger: B. Öztunç

 

Serokatiya Giştî ya Karûbarên Saxmayiyan a Iraqê (Serokatî) di 7ê Îlona 2022an de ragihand ku serlêdanên li gor Qanûna Saxmayiyên Êzidî (QSÊ, YSL)[1] vekirî ne. Ev tê wê maneyê ku gelekê saxmayiyên[2] şerê DAÎŞê li Iraqê, bi taybetî bi hezaran jin û keçên endamê kêmîneyên etnîkî û olî ku ji tundûtûjiya cinsî a têkildarê nakokiyê (TCTN, CRSV) xelas bûne, niha xwediyê çareyeka xwemalî ne ku ew bikarin doza tazmînkirinan ji dewletê bikin.

 

QSÊ, ku di 8ê Adara 2021an de di Roja Cîhanî a Jinan de ji aliyê Serokê wê demê Berhem Salih ve hatibû îmzekirin, ne tenê çiku bona saxmayiyên şerê DAÎŞê bernameya tazmînatê a yekem a Iraqê dadimezrîne,[3] çiku QSÊ -û talîmatnameyên[4] ku sepandina wê bi hûrgilî îzah dikin- hukmên li hember zayendê hesas ku daxwazên saxmayiyan û baştirîn kirdariyên li qadê nîşan dide[5] dihewîne jî xwediyê girîngiyê ye. Eger bi rengekî bi rêkûpêk, bi karîgerî û bi lez bê pêkanîn, wê QSÊ bo bicihanîna edaletê bona Jenosayda Êzidiyan a sala 2014an, her wiha hovitiya DAÎŞê a li dijî gelên Tirkmen, Xristiyan û Şabak ên Iraqê weke gaveke girîng xizmetê bike. Ji bo sûdwergirtinên weke mehane, parçeyek ax, gihiştina xizmetên tibbî û derûncivakî, îstihdam û perwerdeyê, ew qanûn potansiyela pêşxistinên şênberî di jiyana hin saxmayiyên herî marjînal ên şerê DAÎŞê de, bi taybetî jin û keçan dihewîne. Eger bi tevdîrên berfirehtir ên ku nedubarekirina binpêkirinan armanc dike bê sepandin, dibe ku QSÊ tevkariyê bide veguhertina hin newekheviyên ku ew beriya pevçûnê jî rûbirû mabûn.

 

Ev armanc, bo edaleta guhêzî û bi taybetî jî bo tazmînatan di boçûna veguherîner de deng vedide. Duberê rexneyên  li hember aşitîçêkirina lîberal,[6] edaleta veguherîner, di edaleta guhêzî de girîngîdayîna zêde bo mafên sivîl û siyasî rexne dike û bona derbirîna sedemên bingehîn ên nakokiyê bal dikişîne ser girîngiya pêşvebirina mafên aborî, civakî û çandî ên komên marjînalkirî.[7] Zanyar û karmendên femînîst nexasim bo tazmînatên tundûtûjiya cinsî û zayendî li ser esasê ku rêgeza restitutio in integrumê (restorekirina rewşa eslî), ku armanc dike stembaran vegerîne barûdoxa (status) xwe a beriya binpêkirinê, tê wateya vegerandina jinan barûdoxeke newekhev a ku di serî de bûye sedema binpêkirinan.[8] Li şûna vê, wan lêkolan ka tazmînat çawa dikarin di guhertina civakî, siyasî û aborî de ji bo jinan rola xwe bilîzin.[9]

 

Civaka sîvîl ya Iraqê -gelek Rêxistinên Der-Hikumetî (RDH, NGO) ên ku ji aliyê endamên civakên duçarê bandora pevçûnê bûne û/an jî jinan ve tên rêvebirin jî tê de-, bi saxmayiyan û hin aktorên navneteweyî ve tev, di avakirina QSÊ de, tevî berevaniya nêrîneke li hemberî zayendê hesas û veguherîner bo bernameya tazmînatê roleke mezin lîst. Di vê blogê de, ez ê vekolim ka çawa beşdariya civaka sivîl di pêvajoya çêkirina siyasetê de alîkariya QSÊ kiriye û ji vê tecrubeyê îlham bigirim, ku dikare di çarçoveyên din de ji pêvajoyên qanûnî ên derbarê edaleta guhêzî de sûd bigire.

 

Danasîna qanûnê

 

Di gelek çarçoveyên guhêzî de, komên saxmayî/stembar û RDH ew in ku nîqaşên li ser siyaseta tazmînatan didin destpêkirin, ku ji qonaxên destpêkê ve bi awayekî ku di aktorên cuda de kêm-zêde lihevhatî bin, tazmînatên têgînî hene.[10] Hêjayî gotinê ye ku li Iraqê ev yek bi temamî çênebû. Di rastiyê de, danasîna qanûnê a ji aliyê Serok Berhem Salih ve di Nîsana 2019an de ji bo gelek kesan, saxmayî û RDH jî tê de, tiştekî nepayî bû.[11]

 

Tevî ku berê hewldanên kêm ji bo parastina tazmînatê hebûn jî, li ber çavan girtina binpêkirinên li dijî kêmîneyan, koçberkirina dûvdirêj û bêcezahiştina berfireh a ji bo sûcdaran, di wê demê de gelek RDHyên ku bi çavkanî û kapasîteyên kêm dixebitin, pêşî li alîkariya mirovî ji bo civatên bêwarkirî û karên têkildarî hesabpirsîna sûcdar a ji bo sûcên DAÎŞê kirine. RDHyan her wiha ji bo çareserkirina rewşên xeternak ên kesên ku ji esareta DAÎŞê vedigerin kampên bêwarkiriyên navekî (BN, IDP), ku li wir bi xizanî û kêmbûna xizmetan re rû bi rû ne, daxwaza piştgiriyê ji hikûmeta Iraqê kirin.[12] Di sala 2016an de, hewldana RDH a Êzidî bi navê Yazda bi ser ket ku bernameyeke refahê a civakî ku mehaneya maqûl ji bo hejmareke kêm a saxmayiyên Êzidî pêk bîne; lê belê, ew bername piştre hate sekinandin.[13] Saxmayiyên TCTNyê, ku pirraniya wan jin û keçên Êzidî bûn, neşiyan xwe bigihînin piştgiriyekê an çareyekê, û ev hal hêj didome.[14]

 

Bi pêşkêşkirina li dijî vê paşguhkirinê û sozdayîna gelek berjewendiyan, qanûn ji bo pêkanîna pêngaveke girîng a tawanên DAÎŞê ên li dijî Êzidiyan hate pesinandin.[15] Lê belê ev qanûn di heman demê de ji aliyê siyasetmedar û burokratên ku ti têketinên wan ji kesên saxmayî an jî civaka sivîl tune bûn ve hewldaneke astegerî bû, û ev jî dihat wateya ku wê gelek daxwazên saxmayiyan û sepanên herî baş bi cih neyîne. Qanûn, bir hinceta pîvanên mafdariyê ên teng û neqebûlkirina TCTN hate rexnekirin, çiku tenêjinên Êzidî ên ku ji esaretê rizgar bûne (ne TCTN) wek mafdar qebûl dikir.[16]

 

Seferberiya civaka sivîl ji bo tevlîbûna çêkirina siyasetê

 

Danasîna astegerî a vê qanûnê, RDH teşwîq kirin ku di karên xwe de mafê tazmînatê derxin pêş. Ev jî ji ber wê yekê bû ku ev qanûna hanê beriya ku bikeve dengdanê di Desteya Nûneran a Iraqê de wê ji sê "xwendinan" derbas bibûya û diviyabû heta hingê hemû guherîn bihatana kirin. Bona xwendinan wextên pêş-diyarkirî tune bûn; lê belê haya civaka sivîl bi girîngiya bikaranîna vê tewjimê bona şopandina parêzvaniya mafê tazmînata saxmayiyên ji DAÎŞê hebû.[17]

 

Ji bo tevlî pêvajoya qanûngeriya QSÊ bibe, civaka sivîl gelekî bi lez û bez seferber bû. Pêşketineke girîng ew bû ku di Mijdara 2019an de, bi hevalbendiya 31 rêxistinên ku bona saxmayiyên ji DAÎŞê parêzvaniya mafê çareserî û tezmînatê dikin, Bona Tazmînatên Adil Koalîsyon (BTAK, C4JR) hate avakirin.[18] BTAK, cihêrengiya Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da; çiku RDHyên di bin rêveberiya civatên cûrbicûr de, komên mafên jinan û rêxistinên mafên mirovan weke endamên damezrîner beşdar bûn.[19] Belgeyên damezrîner ên BTAKyê kaxezeke pozîsyonê a li ser tazmînatan ku derbarê pirsgirêkên bingehîn, ên li ser tazmînatên bo saxmayiyên ji DAÎŞê -wek berpirsiyarî, mafdarî û demkîtî- lihevkirinekê destnîşan dike jî dihewîne.[20] Ew belge daxwaz dike ku tazmînat bo hemû stembar û saxmayiyên şerê DAÎŞê bê dayîn û di dayîna tazmînatê de ji zayendê, etnîsîteyê, mezheb û ol, an jî ji faîl neyê nihêrîn.

 

Damezrênerê BTAKyê nîşan dide ku, tevî ku hinekî nobedarî bi danasîna qanûna re hatiye girtin jî, civaka sivîl li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo avakirina hevalbendiyan û li ser siyaseta tazmînatê pêşkêşkirina eniyeke yekgirtî zemîneke hevbeş peyda kirine. Ev yek di nav şeş mehan de pêk hat, ku dema mirov bifikire ku ev li ser tazmînatan yekem nîqaşên berfireh ên di navbera aktorên civaka sivîl de ye demeke gelek kin e. Pêkhatina bi vî awayî hinekî saya hewldanên Weqfa Jiyanê ên bona avakirina toreke tazmînatên beriya danasîna qanûnê bû, û li aliyê din ve çiku gelek endamên damezrîner bona xebatên xwe ên bi civatên duçarê nakokiyê bi hev re xwediyê têkiliyên kevn bûn ev pêvajo di demeke wiha kin de ava bû. Her wiha, sewa tecrubeya welêt a bi bastûran bo mijûlbûna bi rabirdûyê ve, pirraniya RDHyan bi têgehên cuda ên edaleta guhêzî re xwedî aşînabûnekê bûn.[21]

 

Parêzaniya bo qanûngeriyeke tazmînatan a hemûkî û saxmayiyan dike navendê

 

Bona girîngiya hiştina tezmînatan di rojevê de (çiku protestoyên tevgera Tişrînê li seranserê welêt belav bûbûn[22]), parêzvaniya qanûnê hema piştî danasîna wê dest pê kir. Ev xebat li seranserê dema pandemiya Kovîd-19ê tevî îtirazên cidî jî dewam kir û piştî qebûlkirina QSÊyê bala xwe da ser qebûlkirina talîmatnameyan ji aliyê Desteya Wezîran ve.

 

Li gel zexta li ser Desteya Nûneran da ku bi lez qanûnê derbas kin, civaka sivîl doza hinek guhertinan di qanûnê de kir. Yek ji daxwazên girîng berfirehkirina pîvanên mafdariyê û daxîlkirina civatên ji bilî Êzidiyan û stembarên ji bilî jin û keçên ji dîlgirtinê rizgar bûne çarçoeveya qanûnê bû. Ev daxwaz, bi qismî hate cih. Di metna dawî de bi awayekî eşkere hemû cureyên TCTNyê ên di dema şerê DAÎŞê de tên pejirandin û çarçove jî tê berfirehkirin weku jinên Tirkmen, Xiristiyan û Şabak ên saxmayiyê ji TCTNyê, di van her çar civakan de kesên ku ji komkujiyan xelas bûne, her wiha kurên Êzidî ên ku bi zorê ji DAÎŞê re bûne leşker jî bihewîne. Lê QSÊyê hêj gelek komên stembaran civakên din, wekî zarokên ne Êzidî ên ku bi zorê hatine leşkerkirin, zayendên ji bilî jinên rastî TCTNyê hatine û zarokên ku di encama tundûtûjiya cinsî de hatine dinyayê bi awayekî kêfî (arbitrarily) li derve dihêle. A girîng, QSÊ tenê binpêkirinên ku DAÎŞê pêk anîne dihewîne û saxmayiyên binpêkirinên komên din ên çekdar li derve dihêle.

 

Qadeke din a ku divê li ser bê sekinîn ew bû ku, di bernameya tazmînatan de bi pêşniyazên prosedûral, wekî sivikkirina standartên delîlî û bo ber li travmatîzekirinên dubare ên sewa gotûbêjên dubare bê girtin di serlêdanan de destûrdayîna karanîna îfadeyên kevn ên saxmayiyan, bo boçûneke ku saxmayiyan dike navendê re cihek bê vekirin.[23] Hin ji van pêşniyazan, ku di nav wan de peywira karmendên QSÊyê a nepenîtiyê û jêhatîbûna serlêdana raportên RDHyê wekî delîl hebû, di metna talîmatnameyan de hatin yekkirin.[24] Ên din, wekî ku barê komkirina delîlên kevn li şûna serlêder wek peywira Serokatiyê bê bicihkirin, ji aliyê Serokatiyê ve hatin qebûlkirin lê di talîmatnameyan de bi awayekî eşkere nehatin nivîsîn, ku ev yek kêmaniya misogeriya hiqûqî û rîska prosedûrên kêfî derdixe holê.

 

Analîzkirina beşdariya civaka sivîl a di çêkirina QSÊyê de

 

Beşdarbûna civaka sivîl di pêvajoya çêkirina siyasetê a QSÊyê li Iraqê, dersên dewlemend ên ku dikarin bibin xwedî rehenceke (resonance) berfireh dihewîne. A pêşîn, çiku civaka sivîl piştî qanûn hate pêşkêşkirin dest bi çêkirina ajandeyeke hevpar bo tazmînatê kir, derfeta îstifadekirina ji hinek fersendan ji holê rabû.

Di şêwir û gotûbêjên cuda ên bi saxmayiyên Êzidî, Tirkmenên Şîa û Mesîhiyan re min bihîst ku saxmayî daxwaza "mafên xwe" dikin, ku her tim şêweyeke tazmînatê a mîna mûçeya mehane an jî qebûlkirina binpêkirinan dihewîne. Heke zimanê saxmayiyan ê ku mafên xwe ê tazmînatê dixwaze zûtir bihata pejirandin dikaribû qutbûna têkiliya di navbera saxmayiyan û siyasetmedarên Iraqî, ku jixwe aşînayê bernameyên tazmînatên ên rêveberî ne, ji holê rake. Vê boçûnê dikaribû hîmê daxwazên saxmayiyan, bi rêya xistina nava çarçoveya mecburiyetên dewletê ên di bin hiqûqa navneteweyî de, “wergerandina wan bo daxwazên siyasî” û zext dayîna ser hikumeta Iraqê bo tevgera zûtir, qayimtir bike.[25] Pejirandina zûtir a zimanê tazmînatên dikaribû civaka sivîl di pêvajoya siyasetçêkirinê de ji destpêkê de bike pardarê sereke; çiku ji cihê ku di nav sînorên qanûneke nebaş de dest pê bike wê derfeta danîna bingeha muzakereyên dahatî peyda bikira.

 

A duyem, di parêzvaniyê de pêşxistina hemûkîtiyê, bo karûbarê civaka civil, û nemaze Koalîsyonê, bawerbarîtî û piştgirî peyda kir, bi taybetî, dema mirov dîroka tundûtûjiya mezhebî a li Iraqê bihizire. Damezrênerê BTAKyê li ser pejirandina rêgeza ne-cudakirinê hişk (adamant) bûn, ku alîkariya rakêşana (attract) endamên nû û piştgiriya herêmî û navneteweyî kir. Çiku endam ew rêxistinên ku dînamîkên nav-civatî ên li Iraqê ên berî û piştî nakokiyê fehm dikin bûn, wan dikarin daxwazên siyasî ên derbarê tazmînatê de û ji aliyê komeke berfireh a aktorên cihêreng ve bê qebûlkirin formûle bikin. Lê belê, dûrî îradeya civaka sivîl a ku QSÊyê zêdetir hemûkî bike, dema dor dihate komên belî ên daxîlkirina wan bi berjewendiyên xwedî desthilatê ve li hev nedihatin bandora parêzvaniyê sînordar dibû. Lidervehiştina saxmayiyên ji tundûtûjiya komên çekdar ên têkildarê hikumetê mînakeke baş e.[26] Jinên Sunnî Ereb ên ku ji TCTNyê xelas bûbûn[27] jî li derve hatin hiştin, qaşo bo ku rê li ber serlêdana xapînok a endamên DAÎŞê be girtin. Lidervehiştina temamiya civatan bi hinceta endamtiya DAÎŞê, ne tenê cudaker e, lê di heman demê de şertên mafdariyê ên mezhebî rîska mezinkirina rakêşiya nav-civatî jî derdixe holê. Mînakeke din, zarokên ku ji tundûtûjiya cinsî hatine dinyayê ne, ku wer xuyaye bona giregirên olî ên Êzidî, ku qebûla wan zarokan bo Ola xwe red dikirin, bên qayilkirin ji metna dawî a QSÊyê hatin derxistin; ku ev jî daxkirina ku ew rûbirû mane girantir dike.[28] Ev xalan, li deverên ku îradeya siyasî kêmhêz e destnîşanî sînordariyên bandora civaka sivîl a li ser bastûrên edaleta guhêzî dikin.[29]

 

 

 

 

A sêyem, civaka sivîl, bo QSÊyê bi civata navneteweyî re têkiliyên stratejîk danîn, ku beşdariya wan a siyasetçêkirinê hêsantir kirin.[30] IOM Iraq, ku di çêkirina QSÊyê de rolek girîng list, him bi Hikumeta Iraqê ve û him jî bi civaka sivîl re têkiliyên baş ava kirin. Amadebûna IOMyê a bo daxîlkirina civaka sivîl bo pêvajoya qanûngeriyê, bo civaka sivîl û siyasetmedaran, di demên dijwar ku parêzvaniya navxweyî li Bexdadê zor bû de jî, derfetên civînên û muzakereyên li ser QSÊyê peyda kirin. Parêzvaniya ku NY kire armanc bala civata navneteweyî kişande ser QSÊyê, ku di xeber û ragihandinên derbarê Iraqê de dest bi referansa QSÊyê û heta BTAKyê kir.[31] Lêhûrbûna navneteweyî a li ser Qanûnê roleke ku çêkirina QSÊyê teşwîq dike list, çiku wê girîngiya vê qanûnê bi teswîfkirina wek ji çend qanûngeriyên tazmînatê ên ku TCTNyê seranser dihewîne, û ji ber vê jî dibe ku cihê Iraqê li qada navneteweyî bilind bike û di têkoşîna wê a dûmahiya nakokiya DAÎŞÊ de têgişka wê a meşrûiyetê xurttir bike, da ber çavan. Rîska vebijartina bastûrên edaleta guhêzî ji aliyê civata navneteweyî ve li her deverê ye, nemaze li Iraqê, ku piştî dagirtina Amerîkayê a 2003yan û hilweşîna rejîma Baasê lê gelek mînakên kevn ên avakirina dewletê hene. Pêvajoya qanûngerî a QSÊyê da ber çavan ku li gel vê rîskê, têkildariya bi tevdîr bi civata navneteweyî re platformên cihê ên ku civaka sivîl dikare bi siyasetmedaran re rasterast bikeve têkiliye ava kirin. Bi ser de jî, ev têkildariya stratejîk alikariya civaka sivîl kir ku zexta civata navneteweyî a li ser Iraqê di çêkirina qanûneke, herçiqas ne kamil be jî bo berjewendiyên saxmayiyan de wek alavekê bi kar bîne.

 

Niha ber bi ku? Civaka sivîl û pêkanîna QSÊyê

 

“Serkeftina di eniya qanûngeriyê de nayê wê wateyê ku têkoşîna bo şahidiya ku tazmînat radestî stembaran tên kirin bi dawî bûye.”[32] Niha ku di bin sîwana QSÊyê de serlêdan didomin, tê payîn ku civaka sivîl di piştgiriya pêkanîna qanûnê de roleke bingehîn bilîze. Pêşî, divê civaka sivîl destê xwe li ser QSÊyê û pêvajoya serlêdanê raneke. A duyem, divê RDH bo serlêdanên tazmînatê ên bin sîwana QSÊyê de bi rêya alikariya hiqûqî û alikariya tenduristiya zêhnî û piştgiriya derûncivakî (ATZPDC, MHPSS) piştgiriya saxmayiyan bikin. Ya sêyem, divê civaka sivîl bi lezgînî dest bi çavdêriya pêvajoya serlêdanê bike û bi rêkûpêk paşvegerê bide Serokatiyê. Ev jî dê bibe bingeha çavdêrîya pêşerojê a li ser QSÊyê, nemaze dema di bin bernameyê de belavkirina qezencan dest pê dike.

 

Ev peywir bê zehmetî nînin. Derengiyên di danasîna qanûnê de, derxistina wê û destpêkirina pêvajoya sepanê, saxmayiyên ku gelek caran bêbaweriya xwe derbarê fêdeyên di bin sîwana QSÊyê de dê bên belavkirin bêzar kirin. Divê civaka sivîl dema ku li aliyekî piştgiriyê dide QSÊyê, li aliyê din jî bendewariyan bi baldarî birêve bibe. Wekî din, nebûna têkiliyeke rêkûpêk û bi bandor a di navbera Serokatî û civaka sivîl de, her wiha pêkanînên kêfî ên karmendên hikumetê ên bi sîstema QSÊyê re nenas ku hatine ragihandin, alîkariya agahiyên şaş kirin ku derdora taybetmendiyên nû (novel) ên QSÊyê tije bikin. Divê Serokatî bona bersivdayîna pirsan û wergirtina paşvegeran beşdarîya civaka sivîl hêsantir bike, li aliyê din jî divê bexşîner piştgirîyê bidin çêkirina kapasîte û bernameyên RDHyan bo QSÊyê.

 

Fêdeyên ku di QSÊyê de cih digirin, dibe bibin alîkar ku hin newekheviyên sosyo-ekonomîk ên ku kêmîne û bi taybetî jin li Iraqê rûbirû dimînin, çareser bikin. Dîsa jî QSÊyê, wekî her bernameyên tazmînatê, ji bo bicihanîna edaletê û guhertina civakî a berfireh bi tena serê xwe ne xwediyê hêzekê ye û ne jî baş e. Divê bi bastûrên din ên edaleta guhêzî û tevdîrên berfirehtir ên ku çareseriya newekheviyên ji nakokiyê derdikevin dikin armanc QSÊ bê temamkirin; wek bernameyên ji nû ve belavkirinê ên ku herêmên hejarkirî dikin armanc, pejirandina qanûna tundûtûjiya navxweyî a ku demek dirêj e tê hêvîkirin, û di pozîsyonên biryardayînê de bo jinên endamê kêmîneyan danîna kotayan.

 

Civaka sivîl bi salan e berevaniya van sedeman dike. Lêkolîna sinerjiyên mihtemel ên di navbera xebatên civaka sivîl ên li ser QSÊyê û rojevên berfirehtir ên ji bo guhertina civakî dibe ku bandora van hewldanan zêde bike, di heman demê de bo edaleta guhêzî a piştî DAÎŞê li Iraqê dîmeneke veguherîner temam bike.



[1] Qanûna Saxmayiyên (Jinên) Êzidî. Hejmar:8/2021. Peyva “Jinên” a di nav kevanê de destnîşan dike ku herçiqas ev peyv bi xwe di navê qanûnê de tune be jî, paşgira ku di Erebî de hatiye dawiya peyva “saxmayî” saxmayiyên jin îşaret dike.

[2] Di vê nivîsê de karanîna peyva “saxmayî” li cihê “stembar” tê tercîh kirin da ku rêz li daxwazên kesên rasterast ketin bin bandora binpêkirinan bê girtin. Jinên Êzidî ên ji tundûtûjiya zayendî rizgar bûn bi taybetî li ser vê mijarê deng vedan û rê li ber vekir ku di QVÊyê de peyva saxmayî bê pejirandin.

[3] Hinek saxmayiyên ji DAÎŞ'ê jî di Qanûna 20an de û li goreyî hukmê “Tezmînkirinên bo stembarên operasyonên leşkerî, Şaşiyên Leşkerî û Çalakiyên Terorî” ji bo tazmînatê wek mafdar tên qebûlkirin. Lê belê çarçoveya teng a mafdariyê a Qanûna 20an, tevî pirsgirêkên pêkanîna wê, rê li danasîna bernameyeke nû ji bo saxmayiyên DAÎŞê vekir. Clara Sandoval & Miriam Puttick, Reparations for the Victims of Conflict in Iraq: Lessons Learned from Comparative Practice, Ceasefire Centre for Civilian Rights and Minority Rights Group International, November 2017,

https://minorityrights.org/wp-content/uploads/2017/11/Reparations-in-Iraq-Ceasefire-November-2017.pdf (accesed 23.09.2022).

[4] Bylaws No. 4 of 2021 Facilitating the Implementation of the Provisions of Yazidi [Female] Survivors Law No. 8 of 2021.

[5] Sherizaan Minwalla, In Iraq, Minority Survivors of ISIS Genocide Cautiously Anticipate Reparations, WMC Women Under Siege, August 26, 2022,https://womensmediacenter.com/women-under-siege/eight-years-after-the-genocide-survivors-in-iraq-cautiously-anticipate-reparations (accessed 29.08.2022).

[6] Padraig McAuliffe, Transformative Transitional Justice and the Malleability of Post-Conflict States, 2017, Edward Elgar Publishing.

[7] Nisan Alıcı, Using the transformative justice lens to address the gendered aspects of the Kurdish conflict, Off University Blog Series, 2022, https://off-university.com/en-US/Blog/Detail/kurt-sorununun-toplumsal-cinsiyet-dinamiklerini-do (accessed 16.11.2022); Paul Gready & Simon Robins, From Transitional to Transformative Justice: A New Agenda for Practice, International Journal of Transitional Justice 8(3), 2014, https://academic.oup.com/ijtj/article-abstract/8/3/339/2912084.

[8] See, inter alia, Ruth Rubio-Marín (Ed.), The Gender of Reparations: Unsettling Sexual Hierarchies While Redressing Human Rights Violations, 2009, Cambridge University Press; Impunity Watch, Guidelines on Transformative Reparations for Survivors of Sexual Violence, 2019,https://www.impunitywatch.nl/docs/ResearchReport_Guidelines-Transformative_Reparations_2019_eng.pdf (accessed 16.11.2022).

[9] Andrea Durbach & Louise Chappell, Leaving Behind the Age of Impunity: Victims of Gender Violence and the Promise of Reparations. International Feminist Journal of Politics, 16(4), 2014, https://www.tandfonline.com/doi/abs/10.1080/14616742.2014.941251.

[10] Cristian Correa, Julie Guillerot & Lisa Magarrell, Reparations and Victim Participation: A Look at the Truth Commission Experience, ICTJ, 2009, https://www.ictj.org/sites/default/files/ICTJ-Global-Reparations-Participation-2009-English.pdf (accessed 20.08.2022); Handbook on Civil Society Organisations and Donors Engagement on Reparations, Reparations, Responsibility & Victimhood in Transitional Societies, August 2022,https://reparations.qub.ac.uk/assets/uploads/7-QUB-CSO-Handbook-English-Bitmap.pdf (accessed 30.09.2022).

[11] Sedemên vê çarçoveya vê nivîse wêdatir e. Lê belê, daxîlbûna siyasetmedarên Êzidî û lêhûrbûna civata navneteweyî a li ser saxmayiyên Êzidî ji TCTNyê divê wek faktorên ku bandor li danasîna qanûnê kirine bên notkirin.

[12] Alannah Travers, Seven years in camps: Life for the abandoned victims of IS, Open Democracy, October 13, 2021, https://www.opendemocracy.net/en/north-africa-west-asia/seven-years-in-camps-life-for-the-abandoned-victims-of-is/ (accessed 01.10.2022).

[13] Ji bo hûrguliyên li ser nexşeya refahê a bi navê Bernameya Bataqa, binêre Güley Bor, Response to and Reparations for Conflict-Related Sexual Violence in Iraq: The Case of Shi’a Turkmen Survivors in Tel Afar, LSE Middle East Centre, October 2019, http://eprints.lse.ac.uk/102145/1/Bor_response_to_and_reparations_for_conflict_published.pdf (accessed 20.09.2022).

[14] Ji bo peydakirina tezmînên demkî yên lezgîn bo saxmayiyên TCTNyê ji şerê DAÎŞê hewldanên parçe parçe hene. Bernameyeke ku di sala 2019an de hatibû pêkanîn, yekser piştî danasîna qanûnê, 2 milyon IQD (nêzîkî 1.370 USD) dan 899 kesên Êzidî ên saxmayî. Ev bername, paşê ji bo prosedurên nediyar, bo ku saxmayî ji hebûna bernameyê zêde ne agahdar bûn, bo û pîvanên hilbijartinê ên kêfî xuya dikin hate rexnekirin. Yazda, Interim Relief Program for TCTN in Iraq: Survivors’ Grant Scheme in practice and recommendations for its improvement, March 2021,

https://www.yazda.org/publications/2021-interim-relief-program-for-TCTN-in-iraq (gihîştin 25.09.2022).

[15] Mohammed Rwanduzy, Iraqi bill for Yazidi women, children ‘most significant’: Yezidi activists, Rudaw, April 9, 2021, https://www.rudaw.net/english/people-places/09042019 (accessed 04.10.2022).

[16] Li ser forma pêşî a qanûnê ji bo kurtenêrînekê, binêre Güley Bor, Iraq’s Reparation Bill for Yazidi Female Survivors: More Progress Needed, LSE Middle East Centre Blog, April 26, 2019, https://blogs.lse.ac.uk/mec/2019/04/26/iraqs-reparation-bill-for-yazidi-female-survivors-more-progress-needed/ (accessed 04.10.2022). Bo berawirdkirinekê di navbera forma pêşî a qanûnê û metna îmzekirî a QVÊyê, binêre Güley Bor, Yazidi Survivors in Germany and Iraq’s Reparation Programme: “I Want for us to have a share in Iraq”, IOM Iraq, May 2021, https://iraq.iom.int/resources/yazidi-survivors-germany-and-iraqs-reparation-programme-i-want-us-have-share-iraq (accessed 04.10.2022).  

[17] Xwendina yekem di Tîrmeha 2019an de û a duyem di Mijdara 2020an de, xwendina dawî û dengdan di Adara 2021an pêk hat.

[18] See the C4JR website at www.c4jr.org.

[19] See C4JR members list at https://c4jr.org/our-members.

[20] C4JR Position Paper on Reparations, 2019, https://c4jr.org/wp-content/uploads/2020/10/C4JR-POSITION-PAPER-ON-REPARATIONS-EN.pdf(accessed 30.09.2022).

[21] Shamiran Mako & Alistair D. Edgar, Evaluating the Pitfalls of External Statebuilding in Post-2003 Iraq (2003-2021), Journal of Intervention and Statebuilding 15(4), 2021.

[22] Ruba al-Hassani, Storytelling, Memory and Momentum: Iraq’s Tishreen Movement, ICSR, September 27, 2022, https://timep.org/commentary/analysis/iraq-protests-battle-for-state-sovereignty/ (accessed 04.10.2022).

[23] SEED Foundation, Yezidi Female Survivors’ Law: Recommendations for Developing Implementing Regulations, May 2021, https://www.seedkurdistan.org/policy-advocacy/ (accessed 15.11.2022); C4JR, Key Recommendations to the Iraqi Council of Ministers for Implementing Regulations of the Yazidi [Female] Survivors Law, June 2021, https://c4jr.org/wp-content/uploads/2021/06/C4JR-Rec-to-CoM-ENG.pdf (accessed 30.09.2022).

[24] See Minwalla, supra n. 5.

[25] Handbook, supra n. 10, p. 23.

[26] See e.g. Human Rights Watch, Iraq: Possible War Crimes by Shia Militia, January 31, 2016, https://www.hrw.org/news/2016/01/31/iraq-possible-war-crimes-shia-militia (accessed 15.12.2022).

[27] Human Rights Watch, Îraq: Jinên Sunnî Ji Desteserkirina DAÎŞê Re Dibêjin, Êşkence, 2017, https://www.hrw.org/news/2017/02/20/iraq-sunni-women-tell-isis-detention-torture (gihîştin 15.12.2022) .

28 Forma pêşî a qanûnê, tevî ku di metna dawî de li derve hatine hiştin jî, li ser zarokên ku ji tecawizê çêbûne hukmên nezelal dihewandin. See Bor, IOM Iraq, supra n. 16.

[29] McAuliffe, supra n. 6, pp. 55-59.

[30] See e.g. Yazda, supra n. 14; C4JR flags amendments to the Yazidi Women Survivor’s Bill at the IOM meeting in Erbil, December 22, 2020,  https://c4jr.org/221220202724 (accessed 30.09.2022).

[31] See e.g. C4JR, Open Letter to UN Special-Adviser on the Prevention of Genocide Wairimu Nderitu, December 7, 2020, https://c4jr.org/wp-content/uploads/2020/12/Open-Letter-to-UN-Special-Adviser-on-the-Prevention-of-Genocide-7-Dec.-2020-.pdf (accessed 30.09.2022).

[32] Correa, Guillerot & Magarrell, supra n. 10, p. 19.

* Sponsored by the Rosa Luxemburg Stiftung with funds of the Federal Ministry for Economic Cooperation and Development of the Federal Republic of Germany. This publication or parts of it can be used by others for free as long as they provide a proper reference to the original publication. The content of the publication is the sole responsibility of Off-University. Organisation für den Frieden e.V. and does not necessarily reflect a position of RLS.

Comments
0
comment
No comments here
Why not start the discussion?